Mîras û pêşengtiya ku jinê afirandiye
Bi damezrandina Tevgera Azadiyê re jin bi fikrê Rêber Apo rastiya xwe ya di nav civakê de nas kir û ev naskirin bû bingeha naskirina hemû rastiyan.
Bi damezrandina Tevgera Azadiyê re jin bi fikrê Rêber Apo rastiya xwe ya di nav civakê de nas kir û ev naskirin bû bingeha naskirina hemû rastiyan.
Di dîroka rastiya mirovahiyê de taybet jî dema ku mirov berê xwe dide rastiya Kurdistanê di şexsê jina berxwedêr a ku beramberî hemû zilm û zordariya dagirkeriyê teslîmiyet qabûl nekirine û serî rakirine ango xwebirêxistin kirine derdikeve holê. Jinên berxwedêr li beramberî rastiya zilamê desthilatdar têkoşîna xwe dan meşandin. Taybet jina Kurd helwesta xwe bi seknekê bandorker tevlî hemû xebatan kiriye. Dikare were gotin ku jina Kurd di dîroka mirovahiyê de ji gelek bûyerên dagirkeriyê re bûye bersiv û li ser civakê têsîrek ava kirine. Jina Kurd beramberî hemû dijberiyên dagirkerî û neheqiyan sekna xwe ya birûmet her parastiye. Dîroka jinên Kurd bi lehengiyê derbas bûye û navên xwe bi tîpên zêrîn li dîrokê dane nivîsîn. Di civaka xwe de şopdariya vê xetê avakirin e.
Di her xeteriya ku li ser civakê tê meşandin de jin her li pêş beramberî hemû paşverûtiyan xwe kiriye mertal û parastina civaka xwe jî wek erka xwe ya sereke dîtiye. Namûsa xwe, wek axa xwe dîtiye. Bi nasnameya xwe re rastiya xwe li her derî daye jiyandin. Jina bi hêz ji hela zilamên desthilatdar ve her xetere hatiye dîtin. Ji ber vê yekê xwe parastin û têgihandina jina Kurd her di rewşeke xirab û xeter de hatiye pênase kirin. Lê mîrasa van jînên lêheng pêşengtiya jinê daye ava kirin.
Kesê ku herî zêde ji van bûyerên dîrokî û birûmet bandor bûye jî Gulnaz Karataş e. Bi fikrê jinên berxweder re xet û mîrasa jinên pêşeng da avakirin. Bi bandora van mijaran re gelek pirtûk xwend û lêkolîn kir. Di serê xwe de her xeyala wek wan jinên pêşeng mezin jiyankirin dida pêşiya xwe. Bi beşdarbûna di nava Tevgera Azadiyê re ev xeyal her diçû mezin dibû. Bi wate jiyankirin, armanca bingehîn a Gulnazê bû. Ji bo vê yekê xwe perwerde kirin, xwedî cihekî girîng didît. Heman demê pêşketina xwe di fêrkirin û perwerde kirina derdore xwe de didît.
JIYAN Û TÊKOŞÎNA BÊRÎTAN HÊVÎ (GULNAZ KARATAŞ)
Gulnaz Karataş, di sala 1971’an de li Çewlîkê navçeya Solxanê ji dayîk bûye. Bi eslê xwe ji Dersîmê ye û Elewî ye. Di komkujiya Dersîmê dê malbata wê koçî derve kiriye. Di sala 1989'an de li Stenbolê dest bi zaningehê dike, Tevgera Azadiyê nas dike. Di sala 1990'î de perwerde dibîne. Herî zêde li ser komkujiyên ku li Kurdistanê çêbûne lêkolîn dike. Ji lehengiya jinên Kurd ên dîrokî pir bandor dibe. Di bihara sala 1991'an de derbasî welat dibe û navê Bêrîtan digire.
Bi angaşta xwe ve sekneke kesayeta jinê ya fermandar û bihêz rave dike. Bi sekna xwe ya zana, bi xwe bawer, vîn û serhildêr ve her kesî bandor dike. Bi çalakiya xwe ya di nava dijmin de jî, rêzdariya kesayeta xwe dide avakirin. Ev çalakî, li hemberî helwestên radestbûnê, helwesteke mezin e. Bêrîtan, di 25'ê Mijdara sala 1992'an de şerê ku dewleta Tirk bi hevkariya PDK-YNK’ê re li Başûrê Kurdîstanê dida meşandin li hemberî nêzikatiyên radestbûnê, xwe ji zinarên Xakurkê davêje, tevlî kerwana nemiran dibe. Bi têkoşînkirina wê ya lehengî, ji bo arteşbûna jinê dibe hêmana bingehîn.
LI KURDISTANÊ AVAKIRINA ARTÊŞA JINÊ
Jin li beramberî pergala zilamê desthilatdar di gelek dem û cihan de serî rakiriye. Lê di wateya leşkeriyê de ev yek nehatiye jiyîn. Arteşbûna jinê ango leşkerî ya ku bi jinê were meşandin, bi bêwate û biçûk dîtinê re pêşiya jinê her astengî hatiye derxistin. Bi damezrandina Tevgera Azadiyê re jin bi fikrê Rêber Apo rastiya xwe ya di nav civakê de nas kir û ev naskirin bû bingeha naskirina hemû rastiyan. Jin Tevgera Azadiyê re meşa xwe ya xwebûnê da destpê kirin.
Jin di pergala zilamê desthilatdar vê her çiqasî ji rastiya xwe hatibê dûr xistin jî bi fikir û felsefaya Rêber Apo re vegera zayînê derket holê. Xweperwerde kirin û rêxistinkirina jinê re jin di parastina welatê de hînbûnek kur di xwe de avakir. Xwe gihand asta jina azad. Azadî, wateya xwe ya rast di şexsê jina têgihiştî de, ji xwe derketinê û bi bûyîna xwedî welatekî re digihîje wateyê. Hevokên azadiyê çalakiya beramberî paşverûtiyan sekinandin e.
Gulnaz bi nasnav Bêrîtan, xwe di fikir û felsefaya jiyana rast de têgihiştî kiribû. Sekna jina azad di cewhera xwe da ava kiribû. Rûxmê ku gerîllayekê du salan bû bi berpirsyartiyên mezin tevlî têkoşîna azadiye dibû. Rastiya dijmin û rastiya pergala zilamê serdest baş dahûrandi bû. Xwe ji doza gelekî re razandi bû. Beramberî hemû zor û zehmetiyan şerê xwe her dida meşandin.
Gulnaz, di sala 1992'an de şerê ku li Başûre Kurdistanê bi paşverûtiya peşmergeyan di hat meşandin de li qada Xakûrkê ya Zagrosan cihe xwe girt. Di dijwariya şer de lehengiyeke dîrokî da meşandin. Dema ku şer didomî bi bangawaziyên radestbûnê tên kirin, lê Gulnaz heya dawî şer dike û ji bo çeka wê nekevê dest dijmin çeka xwe bi lêdana zinaran re perçe perçe dike û bi tîlîliyên rûmetê xwe ji zinarên Xakûrkê diavejê. Ev sekin dengê dagirkeran dixê û li beramberî vê sekna azad rêzgirtinê raber dikin. Beramberî dengê îxanetê Gulnaz bi vê çalakiya xwe helwesta jina serhildêr radestbûne qabûl nake nîşandide.
Çalakiya Gulnazê, arteşbûna jinê re mîrasek avakir. Bi rastiya Gulnazan re arteşbûna jinê xwe belavî cîhanê kir. Li hemberî fikrên paşverû bi rastiya jina azad re ya ku di asta xwedawendan de tê dest girtin ava kir. Arteşbûna jinê bi bingeha ku hatiye avakirin, ji jinên cîhanê re bû hêviya serkeftinê.
Di 32'emîn salvegera şehadata rêheval Bêrîtan de, bi derketina milyonan jinên wek Bêrîtan û şopdarên xeta jina azad sekna xwe ya berxwedêr li beramberî hemû şert û mercan bi rihekî canbexşana têkoşîna xwe her mezin dikin. Arteşbûna jinê, di xwerêxistinkirin û xweparastina jinê de hemanekê bingehîn ji hemû jinên cîhanê re avakir.