Min Jiyan nas kir

Bi biryar, têkoşer bû û ber bi armanca xwe ve meşiya. Vegotina wê gelekî zehmet e. Jiyan bi mîrateya ku li pey xwe hişt, di têkoşîna şoreşgerî de bû xwedî rolekê.

Bi meşa wê, jiyana wê, gerîlatiya wê, ji her alî ve vegotina Jiyan gelekî zehmet e. Jiyan baş bi jiyanê zanî bû. Tevî ku zanî bû mirov çawa dikare bi rengekî rast bijî, jiyana xwe jî bi çarenûsa gelê xwe re kiribû yek. Bi rêxistin kir û mîrateyeke mezin a jiyanê li pey xwe hişt.

Eşkere ye ku di rastiya Kurdistanê de gotina 'Em dijîn, em ji ber xwe ve dijîn' êdî bêwate ye. Ji Rojhilatê Kurdistanê heta bi Başûr, Rojava û Bakurê Kurdistanê bedenên ciwan mîrateyeke berxwedanê li pey xwe dihêlin û dikevin hembêza axê. Dixwazim Jiyanê fêhm bikim ku me hev nas dikir, em bi hev re hîn bûn, mezin bûn, xwarin xwar, bi hev re meşiyan û jiyaneke bi berxwedanê dagirtî ji me re hişt. Nivîsandin zehmet e. Daxwaza şerkirina li dijî dijmin a hefta nefesa dawî, giran tê. Ne ew, diviyabû ez bûma. Ne min, diviyabû wê binivîsanda. Ji bo gelek hevrêyan xwedî heman hestê me. Bi Jiyanê re vê yekê girantir kir. Barekî giran bû. Mîrateya wê ya berxwedanê hembêz dikim û bi vî rengî fêhm dikim.

Jiyan Amargî (Esma Avşar) li nava malbateke ji eşîra Didêrî ya koçer ku rehekî xwe li Botanê ye, li Cizîrê ji dayik bû. Lê belê malbat ji ber êrîşên qirker ên dewleta Tirk a dagirker koç kir û li Êlihê bi cih bû. Jiyan weke keça eşîreke koçer a Botanê li Êlihê mezin bû. Jiyan li Êlihê nas kir û bi wate kir. Jiyanê li Êlihê têkoşîn nas kir û bi vî rengî mezin bû. Li nava malbat û taxeke welatparêz mezin bû. Dema ku ji dayik bû malbata wê navê Jiyan lê kir, lê belê ji ber ku dewleta Tirk a qirke rû dagirker bi salan Kurdî qedexe kir û qebûl nekir, li nifûsa wê Esma nivîsî. Tevî vê yekê jî malbata wê timî bi navê Jiyan bang lê kir.

Di serdegirtineke berbanga sibehê de em hatibûn destgîrkirin. Hîn roj hilnehatibû. Li daîreya kazanê ya emniyetê li pirsa 'Esma li ku ye?' rast hatim. Min navê Esma qet nebihîstibû, min ew weke Jiyan nas kiribû. Polîsên dagirker dikirin qareqar. Min jî ji xwe re digot gelo ev Esma kî ye. Dijmin bi taybetî lê dipirsî. Jiyan wê demê li çiyayên azad gerîlayek bû. Esma, Jiyan bû. Bi vî rengî ji ber ku me bi navê hevala me ya ku dijmin lê kiribû nizanî bû, lêdana ku li me kirin ji me re ma. Piştî ku li hucreyê min rapor xwend, fêhm kir ku Esma Jiyan e.

Jiyan yek ji wan jinên kêmdîtî bû ku di tevahiya jiyana xwe de li sîstemê dipirsî û têdikoşiya. Bi taybetî bi nakokiyan dihesiya. Piştî çend çavdêriyan fêhm dikir ku mirov di kîjan rewşê de ye. Pêşdîtina xwe ya jiyanê hebû ku zanî bû jiyan ji ku hatiye, bi ku ve diçe û wê bi ku ve biçe. Bi rengekî sade dijiya. Jiyan gelekî ji mirovan, ji hevrêyên xwe hez dikir.

DENGÊ JIYAN

Li axaka Mezopotamyayê lehengî rû dane ku kêm caran hatiye dîtin. Ev lehengî jî ji aliyê hin dengbêjan ve têne vegotin, ji gel re têne ragihandin. Ew dengbêj zanin ku mayindebûna van lehengan, gihandina wan a ji bo paşerojê bi gotin û dengekî bi bandor dibe. Lewma ji dil distirên. Dengê Jiyan jî bi vî rengî li gel min ma. Gelekî hez ji gotina stranan dikir. Dengê wê êş dixist dilê mirovan. Bi dengê wê em xemgîn dibû, lê belê dikir ku em rabin ser xwe.

BERXWEDANA DI DEMA GIRTINÊ DE

Jiyan yeka berxwedêr bû. Haya wê ji nasnameya Kurd û jinê hebû, li dijî înkar û zilmê li her derê têdikoşiya. Li zanîngehê di nava karên ciwanên rêxistinbûyî de pêşeng bû. Di salên 2013-2014'an de faşîstan li gel polîsan êrîşî gelek hevalên me kirin. Jİyan ev yek qebûl nekir û berxwedan bi rêxistin kir. Ji ber vê yekê dijmin timî Jiyan dişopand. Bi sedan polîsî avêtin ser zanîngehê û li ku derê xwendekarekî Kurd ê welatparêz hebû, destgîr kir. Tevî 50 hevalên me yên mêr li gel Jiyan em bi rojan girtî man, êşkence hate kirin. Jiyan di dema girtinê de jî moral dida û li pêş çavên dijmin jî digot ku divê ew têkoşînê dewam bikin. Yên ku îfadeya wan hate girtin, hatin berdan. Jiyan ew ciwan bû ku ya herî dawî hate berdan. Li dijî rêbazên şerê psîkolojîk û taybet ên dijmin li ber xwe da.

LI PÊŞIYA 53 XWENDEKARÊN ZANÎNGEHÊ

Adara 2014'an, êvareke hênik bû. Stêrk hînê nû li ezmanan dibiriqîn. Bi tarî bûnê re hewa jî sar bû. Em li malekê gihîştin hev ku hevrê lê kom bûbûn. Hin heval wê demê xemgîn bûn, lê Jiyan wê şevê ya herî kêfxweş bû. Jiyan gelekî kelecanî, bi moral bû û hêz dida hevalan. Bîranînên xwe bi hevalên xwe re parve dikir. Piştî demeke kurt hîn bûm ku şeveke veqetînê ye. Jiyan ji nava me berê xwe dida azadiyê. Dema veqetînê hatibû. Jiyan dixwest bi trenê ji wî bajarî biçe. Cara dawî me hev hembêz kir. Mirov nedixwest dest ji hev berde, bide pey.

Jiyan bi gavên ji xwe bawer li gel hevalê pê re berê xwe da stasyona trenê. Piştî ku tren bi rê ket, serê xwe ji camê derxist, nîşaneya serketinê kir û berê xwe da çiyayên azad. Piştî ku ew çû gelekî kêfxweş bûm. Min wê rojê soz da ku rojekê ez jî bidim ser şopa wê û biçim.

Piştî ku Jiyan çû, di demeke kurt de nûçeya '53 xwendekarên zanîngehê tevlî nava refên gerîla bûn' ketin ajansan. Min jî yekser bi baldarî lê nihêrî bê kî heye, kî nîne. Wê demê li hemberî şefê dewleta Tirk a faşîst Erdogan ê ku pêvajoya li Îmraliyê sabote kir, weke bersiv rêxistiniyeke bi vî rengî çêbûbû. Jiyan tevî hevalê Mehmet Tûtal ê ku li Berxwedana Xwerêveberiyê ya Sûrê şehîd bû, bi vî rengî biryar dan ku tevlî nava refan bibin. Daxuyanî ji aliyê hevaleke jin û hevalekî mêr ve hatibû xwendin. Jiyan bi kincê xwe yê gerîla li refên herî pêş bi serbilindî disekinî ku hêz dida mirovan. Jiyan ew kêliya bêhempa da me. Hevalên ku beriya çend şevan em bi hev re bûn weke gerîlayekê li pêşiya cîhanê bû.

KENÊ JIYAN

'Ken' carna çalakiyeke şoreşgerî, carna nêzîkatiyeke îdeolojîk carna jî weke bersiveke polîtîk tê pênasekirin. Her kes ji aliyê xwe ve lê dinihêre. Lê belê ken herî zêde li gerîla tê. Dema ku gerîla dikene xweza û jiyan digihêje hev. Di kenê Jiyanê de jî mirov bi jiyanê dihesiya.

Jiyanê ji me re jiyan hişt, me jiyan nas kir.