Mejiyê qirker sedema nebaşiyan e

Dema ku dîrok bi rengekî rast bê lêkolîn, wê were dîtin ku sedem, çavkaniya hemû nebaşiyan mejî û siyaseta qirker e. Beşa civakê ya ku destpêkê hate qikirin jî jin bû.

Li pêş çavên cîhana kapîtalîst ku vê demê xwe weke alternatîfa yekane pêşkêş dike, li Xezeyê gelê Fîlîstînê tê qirkirin. Rêveberiya Îsraîlê ya heyî ku piştgiriyê ji DYE, Îngilistan û Elmanyayê jin, zarok bi hezaran mirovî qetil dike û bi esasî civakê ji cih û warê xwe dike. Xelkê Xezeyê di navbera rêveberiya Tayyîp Erdogan û rêveberiyên DYE û Îsraîlê yên heyî de bûye qurbanê şerê rêgeha enerjiyê.

Êrîşên qirkirinê yên navborî hefteya destpêkê ya meha duyemîn jî tijî dikin. Li Xezeyê drameke mezin a mirovahiyê heye. Lê belê ji dewletên ku qirkirinê weke sûcê li dijî mirovahiyê qebûl dikin, ji saziyên herêmî û navneteweyî ji bilî civînên bêencam û çend daxuyaniyên ji rondikên derewîn ti çareserî nayê kirin, nayê afirandin. Çalakiyên gelên bindest, jin û ciwanan ên li dijî vê qirkirinê jî ji kifşkirina bûyeran bêhtir encamekê bi xwe re nîne.

Dikare bê gotin ku divê mirov ji vê re jî bibêje 'şikir', ji ber ku li Qerebaxê dema Ermen hatin qetilkirin, li Efrînê dema Kurd hatin qetilkirin daxuyaniyên ji rondikên derewîn jî nehatin kirin. li hemberî qirkirina li gelê Fîlîstînê yê li Xezeyê qet nebe hinek rondikên derewîn jî be dibarînin. Encam jê nebe jî civînan lidar dixin û nîqaş dikin. Ev yek jî her hal ji ber hesasiya pirsgirêka Fîlîstînê û têkoşîna gelê Fîlîstînê ye.

Halbûkî sûc şênber e. Di serî de Neteweyên Yekbûyî (NY) û Yekîtiya Ewropa (YE) ji aliyê hemû dewlet û saziyan ve qirkirni weke sûcê li dijî mirovahiyê tê pênasekirin. Qetilkirina gelekî, ziman û çanda civakekê yan jî koçberkirina wan, bi temamî koçberkirina ji cih û warê xwe, yan jî guhertina demografiyê, yan jî asîmîlekirin û tunekirina çandî dikevin ber çarçoveya qirkirinê. Rêveberiya Îsraîlê ya heyî li hemberî gelê Xezeyê ji bilî qirkirina çandî hemû rêbazên qirkirinê bi kar tîne.

Mîna sûc, her wiha sûcdar jî şênber e. Sûcdar rêveberiya heyî ya Îsraîlê ye. Sûcdarê ku zemînê dide wê jî rêveberiya Hamasê ye. Yê ku berê Hamasê da operasyoneke bi vî rengî jî sûcdar Tayyîp Erdogan e. Yê ku Tayyîp Erdogan û rêveberiya Îsraîlê jî ber bi sûc ve teşwîq kir, rêveberiya heyî ya DYE'yê ye. Eger sûc û sûcdar bi vî rengî şênber in û qirkirin jî sûcê li dijî mirovahiyê ye, wê demê her kesên ku qirkirinê weke sûcê li dijî mirovahiyê dibînin divê bibin yek û ji bo darizandina sûcdaran bikevin nava hewldanan. Ya ku destpêkê divê vê bike jî NY ye. Lê belê rêveberiya heyî ya NY vê nake û ji bilî daxuyaniyên ji rondikên derewîn ti hewldanê nake. Wê demê NY qediya ye, tiştekî erênî ku ji cîhanê re bike nîne. Divê ew êdî ji holê bê rakirin û Konfederalîzma Demokratîk a Cîhanê li şûna wê bê avakirin. Ev yek jî bi yekbûna bindestan û darizandina qirkeran dibe.

Dema ku dîrok bi rengekî rast bê lêkolîn, wê were dîtin ku sedem, çavkaniya hemû nebaşiyan mejî û siyaseta qirker e. Beşa civakê ya ku destpêkê hate qikirin jî jin bû. Hiyerarşiya baviksalar, sîstema desthilatdarî-dewletê ya li ser wê ava bû, bi vî mejî û siyasetê hate damezrandin. Ji ber ku kiryarên qirkirinê yên li hemberî jinê encam bi xwe re anî, êrîşên qirkirinê li dijî beşên din ên civakê, pêkhateyên cuda yên etnîkî, ziman û civakên cuda yên çandî jî hatin kirin. Li ser vê bingehê dîroka desthilatdarî û dewletan dîroka qirkirinê ye. Bi dehan civakên gelan, ziman û çand di encama van êrîşan de hatin tunekirin.

Serdema herî hovane û barbar a dîrokê dema modernîteya kapîtalîst e. Netewe dewlet a modernîteya kapîtalîst, di heman demê de bûye mezbahaya çand û gelan. Dema herî diyarker a vê pêvajoyê jî pêvajoya Şerê Cîhanê yê Yekemîn e. Di nava vî şerî de û piştî wê gelên Ermen, Asûrî-Suryanî, Rûm-Pontûs û gelê Kurd li pêş çavên cîhana ku xwe 'nûjen' pênase dike û bi piştgiriya wan hatin qirkirin. Ev mejî û siyaseta Rêveberiya Cemiyeta Îttîhat û Terakkî ya Osmanî, piştre bi Komara Tirkiyeyê dewam kir. Bi vî rengî li ser siyaset û mejiyê qirker ê sîstema kapîtalîst a navneteweyî ava bû. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn saziya Cemiyetî Akvam û piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn saziya Neteweyên Yekbûyî li ser vê bingehê ava bûn.

Qirkirina herî şênber a Şerê Cîhanê yê Duyemîn, qirkirina Yahûdiyan bû ku ji ailyê faşîzma Hîtler ve hate kirin. Berê jî sirgûnên cidî li Yahûdiyan hatibû ferzkirin. Lê belê bûyerên ku di nava Şerê Cîhanê yê Duyemîn de bi serê wan ve hat gelekî giran bûn. Yê ku ev pêk anî jî Hîtler ê faşîst bû. Hîtler bi eşkere gotibû ku wî sûd ji kiryarên li xaka Osmanî wergirtiye ku di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de qewimîn.

Piştî şerê navborî di sala 1948'an de Pêvajoya avakirina Dewleta Îsraîlê hate destpêkirin. Bêguman mirov nikare bibêje ku qirkirina Yahûdiyan a bi destê Hîtler hate kirin bi vê armancê bû, lê belê bandora vê qirkirinê di avakirina Dewleta Îsraîlê de hate bikaranîn. Li ser vê bingehê damezrandina Dewleta Fîlîstînê bi qirkirina gelê Fîlîstînê hate meşandin. Li ser 'Xaka hatiye pêşkêşkirin' 75 sal in Dewleta Îsraîlê tê avakirin û gelê Fîlîstînê jî tê qirkirin. Ber beşeke gelekî emzin a gelê Fîlîstînê ber bi Misir, Urdun, Sûriye û Lubnanê ve hatibû sirgûnkirin. Bûyerên ku niha li Şerîda Xezeyê diqewimin dewama vê yekê ne.

Di vir de vê işaret bi vê xusûsê bê kirin: Qirkirina gelê Yahûdî wî mafî nade civak û dewleta Yahûdî ku gelên din qir bikin. Her wiha qirkirina gelê Fîlîstînê wî mafî made civak û siyaseta Fîlîstînê ku êrîşî gelên cuda bikin. Bi kurtasî nabe bê gotin, 'Neteweperestiya bindestan nîne, heta ku bindest be, mafê xwe heye ku her tiştî bike'. Lewma pêwîste beriya her tiştî mejî û siyaset bê guhertin.

Diyar e ku aliyên dîrokî yên bûyeran hene û bêguman divê ev dîrok jî bi rengekî rast bê şîrovekirin. Ya herî girîng jî ew e ku rewşa heyî bi rengekî rast bê nirxandin. Beriya her tiştî şîrovekirina dîrokê li gorî xwe û daxwaza guhertinê ya li ser vê bingehê nabe. Li gel hînbûna rabirdûyê divê rewşa heyî jî rast bê fêhmkirin û çareseriyên demokratîk bêne destnîşankirin. Şerê heyî yê ku 7'ê Cotmehê destpê kir, li gel bingeheke xwe ya bi vî rengî ya dîrokî, her wiha armancên xwe yên aborî û siyasî yên vê demê jî li pêş in.

Bi kurtasî ev şer parçeyek ji Şerê Cîhanê yê Sêyemîn e ku sala 1990'î bi Şerê Kendavê destpê kir. DYE ku di sala 1990'î de destûr da rêveberiya Saddam Huseyîn ji bo êrîşî Qûweytê bike, xwe spart vê yekê û 150 hezar leşkerên xwe şand Rojhilata Navîn û li ser vê bingehê li Rojhilata Navîn bû hêza herî mezin a leşkerî. Yê ku îro destûrê dide Hamasê ku êrîşî Îsraîlê bike, destûrê dide dewleta Îsraîlê ku êrîşî Xezeyê bike DYE ye. DYE d heman demê de keştiyên xwe yên şer şand Rojhilatê Derya Spî û di rewşa heyî de li Rojhilatê Derya Spî bûye hêza herî mezin a leşkerî. Demeke dirêj e li ser çavkaniyên li Rojhilatê Derya Spî têkoşîn tê kirin. Ev yek jî nîşan dide bê ev destwerdana DYE'yê tê çi wateyê.

Bêguman dewlemendiyên Xezeyê û rêya enerjiyê ya nû ya Hindistan-Ewropayê heye ku tê plankirin ji vir bê derbaskirin. Dewleta Tirk û yên mîna wê dixwazin vê rêyê sabote bikin. DYE û yên mîna wê jî dixwazin ji bo xwe ewle bikin. Gelê Xezeyê jî dibe qurbanê van berjewendiyên aborî, siyasî û leşkerî. Bêguman em xwe nadin aliyê ti hêzên vî şerê berjewendiyê ku li ser can û xwîna gelê Xezeyê şer dikin. Lê belê li hemberî vî şerê berjewendiyan em bi jiyana azad û hebûna gelê Xeze û tevahiya Fîlîstînê re ne, em dostê herî mezin ê vî gelî ne. Berê jî em bi vî rengî bûn, niha jî bi vî rengî ne, paşerojê jî em ê bi heman rengî bin. Ji bo gelê Fîlîstînê bi cîranên xwe re di nava sîstema konfederalîzma demokratîk û neteweya demokratîk de bi rengekî azad û wekhev bijî, em ê têbikoşin. Em vî mejî û siyaseta qirker şermezar dikin ku sedema hemû nebaşiyane û ji bo têkbirina wê divê em xwe bigihînin demokrasiya rasteqîn.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka