Li Zagrosan têkbirina faşîzmê

Artêşa TC'ê li bara Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê derbeke dî dixwe. Eynî weke li Sibata 2008'an li Zapê û li Sibata 2021'an li Garê xwarî. Diyar e weke dîktatoriya Kenan Evren, dîktatoriya Erdogan-Bahçelî jî li Zagrosê têk diçe û li Zagrosê têk diçin.

Li gorî rîwayetekê mirovî li Zagrosan çêbûye û ji wir li hemû cihanê berbelav bûye. Bi taybetî jî li pevgihîna Toros-Zagrosan û li xeta Gever- Şemzînanê ku Skender nikarî bi dest bixe, ango li girêka Zagrosê çêbûye.  Li quntar, gir û geliyên Zagrosê jiyaya û ji wir berbelavî başur-bakur, rojhilat-rojava û her deverê bûye. Ji ber debdebeya wê ya ji alî mirovajhiyê ve, ji bo vê çêbûnê, bi maneya ''Çêbûna Mezin'', ''Zagros'' hatiye gotin.e

Riwayeta di behsê de çendî rast e û bi rastî jî mirov li Zagrosan çêbûne, bêguman em tam bi vê nizanin. Lê du rastî hene ku em pê dizanin; Ya pêşî civakîbûna mirov li qewsên Zagros û Torosan ango li Mezopotamyaya Jorîn pêk hatiye Ev rewş bûye rastiyeke wiha ku hema hema ji hêla her kesî ve tê qebûlkirin. Rêber Abdullah Ocalan jî ev bi rengekî berfireh vekolayeke û bi gotinên fesîh û berbiçav daniye holê.

Ya duyan ku em pê dizanin û ji zanînê bêhtir jî em dijîn, hebûna Kurdê azad ku bi nasnameya PKK'ê berbiçav bûyî û piyên Tevgera Azadiya Kurdistanê bi saxlemî pê li Zagrosan kiriye û ji vir li çar aliyan, li çar parçeyên Kurdistanê û li Rojhilata Navîn berbelav bûye. Ango efsaneya Zagrosê ku tê behskirin vî çil salî dawî bi pêşengiya Rêber Apo û bi rengê gerîla rasterast hatiye jiyîn û bi vê bingehê hatiye piştrastkirin.

Heke em vê bûyina bi azadî pênase bikin û bi qutebirî behsa geşedana wê bikin: Gerîlayên azadiya Kurdistanê ji hêla stratejîk ve li girêka Zagrosê xwe piyê xwe daniye û ji wir berbelavî çar parçeyên Kurdistanê bûye.  Pêngava Azadiyê ya 15'ê Tebaxê ya dîrokî bi vê bingehê li dijî rejîmafaşîst-leşkerî ya 12'ê Îlonê çêbûye. Bîreweriya azadiyê li nav têkoşîneke wiha kûr bûye û Şoreşa Azadiya Jinê li nav vê kûrbûnê derketiye holê. Serhildana gel a Kurd û geşedana neteweya demokratîk a Kurd di nav pêvajoyeke wiha ya têkoşînê de derketiye holê. Statûya berdest a Başûrê Kurdistanê û Şoreşa Azadiyê ya Rojava encamên têkoşîneke wiha ne.

ŞEREKÎ BÊHEMPA Ê 40 SALÎ

Helbet ev hemû geşedanên di behsê de ji ber xwe ve, bi carekê û bi hêsanî nebûne. Berevajî, encama têkoşşîna azadiyê ya mezin a nîv sedsalî û şerekî bêhempa yê çil salî ne. Ji vî çil salî ku me behs kirî her gava wê bi têkoşîneke mezin a îdeolojîk-siyasî derbas bûyî, her gava not ji sedê wê jî bûye şerekî mezin. Dewleta TC'ê ku hatiye peywirdarkirin qirkirina Kurdan rê ve bibe û bi ser bixe, hemû derfetên xwe seferber kiriye pê dixwaze geşedana Kurdên azad serkut bike, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê jî ku yek ji tevgera fedayî ya herî mezin a dîrokê ye, ji bo ku van êrîşan bişkîne û pûç bike şer û berxwedaniyek bêhempa kiriye.

Bêguman piraniya vî şerî li parçeyê Bakurê Kurdistanê yê di nav sînorên TC'ê de çêbûye. Lê eynî şer jî bi eynî rêjeyê li wê cografyayê weke ku sînorê TC-Iraqê tê pênasekirin û li vê cografyaye ku jê re herêma başûr a sînorê TC'ê tê gotin jî çêbûye. Bi qutebirî îro cografyaya ku PKK jê re 'Qadên Parastinê yên Medyayê'' dibeje, şer herî giran û bi berfirehî li vê herêmê çêbûye. Artêşa TC'ê ji Gulana 1983'an û wir ve tim êrîşên dagirker ê bi navê 'operasyona dersînor' aniye, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê jî, li dijî êrîşên dagirker tim li ber xwe daye.

Ji 25'ê Gulana 1983'an heta 23'yê Nîsana 2021'an..

Tê zanîna ku êrîşa pêşî ya TC'ê ku jê re 'dersînor' tê gotin 25'ê Gulana 1983'an bûye û êrîş anîne ser Gelî û Çiyayê Zendora. Tesadûfeke mezin e, tam piştî 38 salan, 23'yê Nîsanê, êrîşa dawî ya dagirker a TC'ê dîsa li Çiya û Geliyê Zendora dest pê kiriye. Di van 38 salan de teqez e ku herêma ku herî pir 'operasyona dersînor' anîne ser herêma Zap û Avaşînê ye. Naxwe ne tesadûf e ku niha şerê mezin jî li herêma Zap-Avaşînê, ango li Zagrosan giran bûye. Diyar e ku fînala şerê 38 salan tê jiyîn.

38 salan hişmend î û siyaseta nîjatperest- faşîst a Tirkparêz, dijminê Kurdan, di nav şerekî wiha de derb lê hatiye xistin û şikandin.  Gelek faşîstên xwedî sicîl di vî şerî de derb xwarine an jî dîn bûne. Di vî şerê 38 salan de pergala TC'ê 6 serokkomar, gelek serokwezîr, hikûmet û serekerkan guherandine. Gelo di nav vî şerê 38 salan de çend mirov mirinr? Diyar e ku ev hijmar ne diyar e û belkî jî ti caran jî bi temamî wê neyê zanîn. Her wiha hêja ye ku mirov lê bipirse bê ka berdêla vî şerî ji bo Tirkiyê çi bûye, çend milyon Kurd bêgav mane ku welatê xwe berdin, Kurdistan çawa hatiye hilweşandin û şewitandin.

Bêguman armanca me li vir ne weşandina bîlançoyên wiha ye. Lê bi me wê sûdewar be ku miov li vê hûr bibe Gelo 25'ê Gulana 1983'an dema ku êrîşa dagirker anîn, Kenan Evren ku serokkomar û serekerkanê wê de me û rêveberên din çi gotibûn? Wê demê û di nav 38 salên piştî wê de, dema 'operasyonên dersînor' ku bi qasî mirov nikare bihijmêre zêde ne, gotinên rêveberên TC'ê yên û yên cot faşîsên îro Tayyîp Erdogan û Devle Bahçelî çi qasî jî dişibin hev? Helbet divê mirov gotinên qirkerên îro Hulîs Akar û Suleyman Soylu jî lê zêde bike.

PÊNGAVA BAZÊN ZAGROSÊ

Pir aşkere ye qirkeriya faşîst ji xwe re diçîne nîskê. Gotinên welat-milet daye ber xwe û diçe. Gotina 'Beka'yê dibe yek ji wa gotinan ku her rêveberê faşîst-qirker pir xwe davêje ber bextê wê. Di nav van êrîşan her cure heqaret li gelê Kurd û şervanên azadiyê dikin. Gotinên, me lê da, xilas kir, şikand, me qira wan anî, nizanim çend mirin, pişt li terorê hate şikandin, me encam stand tim têne dubarekirin.

Baş e, encam çiye? Wekî gerîlayên Kurd hatine xilaskirin, naxwe ev qas operasyonên dersînor ji bo çi ne? Çima tim hêzên derve têne sûcdarkirin û hema di pey re alîkariyê ji wan lava dikin? Diyar e ku ev hemû derew in û bi esasî pê dixwzin raya giştî ya Tirkiyê bixapînin û dixwazin desthilata xwe dir3ej bikin. Divê mirov şaş fêhm neke, şerê ku dibe şerekî mezin e, ziyaneke mezin ide gelên Tirkiyê û her tiştê Kurdistananê û vegotina ya tê jiyîn e. Ya derew gotina xilasbûna Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ye. Ji ber ku gerîla gelê Kurd e, ciwan û jinên Kurd in, ji ber vê, ne pêkan e ku gelê Kurd were xilaskirin.

Aşkere ku ya niha tê gotin jî eynî gotin û eynî hijmar in. Lê Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê bîlançoya şerê 10 rojan daye, asta û encamên şer bi raya giştî re par ve kiriye. Baş e, enam çiye? Diyar e ku dîsa ên ku TC'ê rê ve dibin derewan dikin û artêşa TC'ê li bara Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê derbê dixwin. Weke Sibata 2008'an li Zapê û Sibata 2021'an li Garê. Diyar e ku weke dîktatoriya faşîst a pêşî Kenan Evren, dîktatoriya faşîst a dawî Erdogan-Bahçelî jî li Zagrosan têk diçin û li Zagrosan têne veşartin. Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê hişmendiya faşîst-qirker û siyasta wê li Zagrosê vedişêrin, bûyina mezin a mirovahiya azad pêk tînin. Ev bûyin li her kesî pîroz be!

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA