Çanda malbatî li nava civaka Rojhilata Navîn çavkaniya pirsgirêkan e

Di nava civaka Rojhilata Navîn a heyî de, çanda xanedanî û malbatî ji ber zêdekirina nifûsê daxwaza ji bo wergirtina para ji dewlet û desthilatdariyê, yek ji çavkaniyên bingehîn ên pirsgirêkan e.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di parastina xwe de ya bi navê "Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk" ji bo desthilatdarî, dewlet, çîn û civak bê fêhmkirin şert e ku malbat bê fêhmkirin û çareserkirin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje, "Avakirina dewlet û desthilatdariyê li ser civaka Rojhilata Navîn, eger weke ranta siyasî bê dîtin, wê mirov hîn bêhtir nêzî rastiyê bibin. Danheviyên civakî ji têkiliya efendî-kole bêhtir, bi rengê desteserkirina ji aliyê desthilatdarî û dewletê ve pêk tên." Nirxandina Ocalan wiha ye:

Civaka Rojhilata Navîn di dîroka gerdûnî de ew civak e ku herî zû pirsgirêkên çîn, hiyerarşî û desthilatdariyê nas kir. Em zanin ku hiyerarşiya destpêkê ya beriya desthilatdariyê li ser ciwan û jinan hatiye avakirin. Mêr ê zordar û fêlbaz + şaman û rahîb + tifaqa mêr ên extiyar û xwedî tecrûbe, prototîpa hiyerarşî hemû û desthilatdar û dewletan bûn; çavkaniya pirsgirêkên civakî hemûyan bûn. Li Mezopotamya Jêrîn beriya hegemonya bajarê Ûrûkê em şahidişyê ji dema hiyerarşiya El Ûbeyd (Beriya Zayînê 5000-3500 salî) dikin.

Hiyerarşiyeke welê hebû ku li tevahiya Mezopotamyayê belav bûbû. Sîstemeke ku li dora mal û malbata mezin ava bûye. Destpêka sîstema xanedaniyê ye. Nîşane û pratîka dinyayeke welê hate afirandin ku jin, ciwan û mirovên li derveyî tebeqeya hiyerarşiya bilind mane dikin kole, lewma pirsgirêkên civakî cara destpêkê li wir bû xwedî bingeh. Mezopotamya pêşengê global ê vê sîstemê ye. Di bingeha îdeolojiya xanedanî û malbatî de jî cih digire. Li Rojhilata Navîn ev her du sazî hîn jî gelekî xurt in, ku sedema vê ya dîrokî jî pêwendiya xwe ya bi vê rastiyê ve ye. Ev saziyên herî kevn ên civakê yên bi serkêşiya mêr, di nava herikîna dîrokê de timî guherî ye. Xanedanî veguheriye çavkaniya bingehîn a desthilatdariyê û dewletê. Malbatî jî veguheriye hucreya bingehîn a fermî ya civakan hemûyan. Şerê desthilatdariyê yê ji bo avakirin û hilweşandina xanedan û malbatan di dîrokê de gelekî rû dan. Civak bi rêya vî şerî ne tenê vediguherî çavkaniya pirsgirêkan, di heman demê de di nava xwe de dihate tunekirin.

Sîstema xanedaniyê divê weke yekparebûneke zikhev a avanî û îdeolojiyekê bê fêhmkirin. Tevî ku di nava sîstema kabîleyê de ava bû, înkara vê sîstemê ye û weke dendika malbatê ya rêveberiya tebeqeya jorîn ava dibe. Hiyerarşiyeke xweya gelekî hişk heye. Çîna serdest a li pêş e. Prototîpa dewlet û desthilatdariyê ye. Xwe dispêre esasê mêr û kur. Hebûna gelek mêran ji bo desthilatdariyê girîng e. Ev xusûs jî dibe sedem ku bi gelek jinan re bizewice, haremê ava bike, sîstema cariyeyê biafirîne. Ji ber îdeolojiya xanedaniyê hin mêr xwedî bi dehan jin û bi sedan zarokî ne. Desthilatdarî û dewlet destpêkê di nava xanedaniyê de diafire. Ya herî girîng jî xanedanî ew sazî ye ku di serî de kabîle û eşîra xwe, sîstemên din ên kabîleyan dike çîna destpêkê, hînî koledariyê dike. Nepêkane ku li nava şaristaniya Rojhilata Nvaîn mirov dewlet û desthilatdariyeke bê xanedan bibînin. Ji ber ku di asta dibistana amadekariyê ya ji bo desthilatdarî-dewletê de ye, rastiya xanedaniyê xwedî kok e, xwedî bingehê ye.

Ji ber ku xanedanî veguherî îdeolojiya fermî ev yek bû sedem ku îdeolojiyeke jêrîn a bi şêweyê 'malbatî' biafire ku mohra xwe li avaniya malbatê xistiye. Li gorî her malbatê cuda ye. Di tevahiya dîrokê de û beriya dîrokê, di yekbûna jin û mêr de şêweyên gelekî cuda hebûn. Bi taybetî şêweyê malbatên klan ên ku jin lê xwedî giranî bûn, zêdetir bûn. Di nava vî şêweyê malbatê de mêr-hevser zêde nedihate naskirin. Xal û zarok bêhtir li girîng bûn. Şêweyekî din ê malbatê jî şêweyê dualîtiya jin û mêr e. Berevajî texmînan, ev şêwe di dîrokê de zêde nejiya ye. Serweriya mêr a li ser malbatê jî piştî demeke dirêj, di encama xanedanî-desthilatdarî-dewletê de afirî. Armanca xwe ya esasî jî ew e ku jin û zarokan ji bo berjewendiyên tebeqeya jorîn, ji bo berjewendiyên xanedan, desthilatdarî û dewletê perwerde bikin, kesayetên ku bi wan ve girêdayî ne biafirînin. Tevî ku pêwîstiya xwe pê tune bû û dibû sedema rûdana pirsgirêkên civakî yên giran, li ser bingeha malbata ji pir jin û zarokan, berjewendiya vê desthilatdarî û dewletê heye. Mîna xanedanê, reîsê her malbatê jî hewl da bibe xwedî gelek jin û zarokan û ev yek jî weke garantiya jiyanê û hêzê didît. Zîhniyeta li ser civakê serdest e, timî ev yek teşwîq dikir. Halbûkî ev yek ji çareseriyê bêhtir dibû sedema rûdana pirsgirêkên civakî. Ji bo fêhmkirina pirsgirêkên civakî divê bê zanîn ku ev rewş pêwîstiya îdeolojiya fermî bû û ol jî piştgiriya vê yekê dikir.

DI NAVA CIVAKA ROJHILATA NAVÎN A HEYÎ DE MALBATÎ HÎN JÎ XURT E

Di nava civaka Rojhilata Navîn a heyî de, çanda xanedanî û malbatî ji ber zêdekirina nifûsê daxwaza ji bo wergirtina para ji dewlet û desthilatdariyê, yek ji çavkaniyên bingehîn ên pirsgirêkan e. Biçûkxistina jinê, newekhevî, bêperwerhiştina zarokan, şerê malbatan û pirsgirêka namûsê hemû pêwendiya xwe bi malbatîperestiyê heye. Maketeke biçûk a pirsgirêkên nava desthilatdarî û delwetê di nava malbatê de ava bûye. Ji bo fêhmkirin û çareserkirina dewlet, desthilatdarî, çîn û civakê, pêwîste malbat bê fêhmkirin û çareserkirin.

Eger li ser navenda desthilatdariyê ava bû bin, hingî tê fêhmkirin ku malbat û xanedanî mijarên herî sereke yên pratîk û îdeolojiya dewlet û desthilatdarîperestiyê ne. Li Rojhilata Navîn her tim pirsgirêkên desthilatdarî û dewletê rû didin ku ev yek ji ber wê ye; civaka li ser ava bûye bi malbatîperestî û xanedaniyê hatiye nixumandin. Ev pirsgirêk hev xwedî dikin. Di vê mijarê de gelekî girîng e ku aliyê îdeolojîk ê pirsgirêkan bê fêhmkirin. Desthilatdariya ku weke amûra çareserkirina pirsgirêkan tê dîtin, encamên berevajî bi xwe re diafirîne. Hîn jî di zîhniyeta civaka Rojhilata Navîn de nehatiye fêhmkirin ku dewlet û desthilatdarî jiyaneke lawaz, dûrî afirîneriyê û koletiyê diafirîne. Ji ber vê yekê em van girêkên têkiliyan weke çavkaniya pirsgirêkê dibînin û ev gelekî girîng e. Ez zû bi vê yekê hesiyam, lewma bala min çû ser çalakî, nîqaş, rêxistinbûn û îdeolojiya demokratîk. Jiyanê roj bi roj hînî min kir ku rêya çareseriya pirsgirêkên civakî ev yek e.

Her wiha berevajî texmîn û tespîtan, çîn dewlet û desthilatdariya neafirîinn. Berevajî avaniyên dewlet û desthilatdariyê yên li xanedanî û malbatî (saziyên hiyerarşîk) ava bûne dibin sedema avabûna çînan. Hiyerarşîk beriya her tiştî îdeolojî û pratîka dewletperestiyê ye. Mirov dikare tespît bike ku di dîroka şaristaniyê ya Rojhilata Navîn de ev pêvajo gelekî qewimiye. Meylên çînîtiyê ya ji jorê ber bi jêrê ve hîn xurtir in. Ji vê jî girîngtir, ji têkiliyeke çînî û delwetê ya li derveyî hev bêhtir, ji aliyê pratîk û îdeolojîk ve fenomeneke dewletê, desthilatdariyê û çînê ya di zikhev de heye. Ev yek pêvajeyeke nixumandî ye. Ji ber kabîletî, malbatî, xanedanî û îdeolojiya dewletperestiyê, welê li çînê hatiye ku êdî neyê dîtin. Bi vî rengî hewl hatiye dayin ku pêşî li pêşketina hişmendiya çînî bê girtin. Dema ku analîza çînî hate kirin girîng e ku mirov bi rengekî şênber nêzîk bibin. Di dîrokê de çawa ava bûye divê mirov bi wî rengî nêzîk bibin. Li Rojhilata Navîn dema ku civak çînî bû, ev yek bi desthilatdarî û dewletbûyîna malbatî û xanedanî ya fermî di zikhev de bû. Koledarî ne tenê li ser keda madî ava dibe; beriya her tiştî di zîhniyet, hest û bedenê de ava dibe. Bêyî koletiya îdeolojîk, koletiya kedê ya madî rû nade. Ji bo dîtina pirsgirêkên ji ber taybetmendiyên çînî, girîng e ku nêzîkatiyeke bi vî rengî yekbûyî bê nîşandan.

Avakirina dewlet û desthilatdariyê li ser civaka Rojhilata Navîn, eger weke ranta siyasî bê dîtin, wê mirov hîn bêhtir nêzî rastiyê bibin. Danheviyên civakî ji têkiliya efendî-kole bêhtir, bi rengê desteserkirina ji aliyê desthilatdarî û dewletê ve pêk tên. Desthilatdarî ji dewletê bêhtir serdest e. Desthilatdarî bêyî dewletê jî dikare hebe. Lewma giraniyê didin ser desthilatdariyê ku ev yek weke yekdestiya kapîtal (sermayeyê) dikare bê nirxandin. Heta ku kar nebe wateya desthilatdariyê namîne. Armanca bingehîn a avaniyên desthilatdariyê kar, qezenc e. Şaş e ku mirov desthilatdariyê weke saziyeke ji qezencê cuda binirxîne. Mijara girîng a ku sosyolojiya rojavayî xwe ji ronîkirina wê vedigire ev  mijar e. Yekdestî tenê bi sîstem û sermayeya kapîtalîst ava nabin; di dîrokê de bi giranî weke kom û yekdestiyên desthilatdariyê ava dibin. Nepêkane ku mirov li qezenca bêyî desthilatdariyê bifikirin. Ev tespît ji bo şaristaniya Ewropayê jî derbas dibe. Eger mirov yekdestiyên desthilatdariyê weke amûrên klasîk ên qezencê bifikirin, hingî dikarin dîrokê baştir şîrove bikin.

Dewlet rêxistinbûneke ji dewletê cuda ye. Ew jî xwe dispêre desthilatdariyê, lê belê xwedî rengekî cuda ye. Beriya her tiştî gelek hêzên desthilatdariyê yekbûnê û dewletbûnê weke armanceke mezin datînin pêşiya xwe, ji bo hîn bêhtir qezencê bikin. Dewlet her tim weke rêxistineke qezençkirinê ya hêzên cuda yên desthilatdariyê ava dibe. Lewma di nava xwe de ji ber para qezencê her tim nakokî û şerê navxweyî rû dide. Hemû yekdestên dixwazin qezencê bikin, her tim bûne alîgirê dewletê. Lê belê dema ku dewlet zerarê bide berjewendiyan hingî dest bi parçekirina dewletê, avaikrina dewleteke nû û lêgerîna desthilatdariyê dikin. Di dîroka şaristaniya Rojhilata Navîn de gelek tecrûbeyên bi vî rengî hene.

Analîza li ser desthilatdarî û dewletê, di pêvajoya şaristaniya navendî ya zêdeyî pênc hezar salî de hîn bi rasteqînî dikare bê kirin. Şaristaniya Ewropayê bi dîroka xwe ya pênc sed salî têra analîzkirina desthilatdarî û dewletê nake. Lewma analîzên li ser delwet û desthilatdariyê bi rengekî xurt nayê kirin. Marksîzm di vê mijarê de mînakeke cehaletê ye, lîberalîzm di nava helwesteke çewt a zirav de ye. Hêzên muxafazakar baştir bi rastiyê zanin, lê belê ji ber berjewendiyên xwe nînin ziman. Bi zimanê îdeolojîk-mîtolojîk vegotina şewt mezintir dikin. Ev yek jî pêwendiya xwe bi qezenca wan heye. Dema ku bi rengekî rast ji aliyê sosyolojîk ve hate şîrovekirin, wê bê dîtin ku pênaseyên ol û xweda yên ku di dîroka şaristaniyê de hatine afirandin, rêveçûna dewletê ye. Bilindkirina îdeolojiya pratîka xweda-qral e.

Pirsgirêkên civaka Rojhilata Nvaîn ji her demê bêhtir di vê demê de pirsgirêkên malbatî, xanedanî, çînî, desthilatdarî û dewletê ne.

Ji parêznameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi navê "Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk" hatiye wergirtin.