BI DÎMEN

Li Şehbayê encamên hilbijartinan diyar bûn

Kongra Star û PYD encamên hilbijartinên ku duh hatine li darxistin, îro bi daxuyaniyekê eşkere kirin.

LI ŞEHBA ENCAMÊN HILBIJARTINÊ

Piştî hilbijartinên ku duh ji aliyê Kongra Star û PYD’ê ve hatibûn lidarxistin, gel berê xwe dabû navendên deng dayînê. Îro bi zimanê Kurdî û Erebî ji aliyê endamê meclîsa PYD’ê Welîd Dingilî û endama Koordînasyona Kongra Star Rîhan Elo ve daxuyanî hate dayîn.

Daxuyanî wiha ye:

''Em wek Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Tevgera Jin Kongra Star vê serkeftina dîrokî li gelê xwe pîroz dikin. Ev serketin berhemê berxwedana gelê me ya ji bo avakirina civakeke exlaqî û siyasî ye.

Di dîroka 30’ê Nîsana 2024’an de bi hezaran şêniyên kantona Efrîn – Şehbayê ji bo hilbijartina nûnerên xwe ya şeredariyan, berê xwe dan ber sindoqên dengdanê.

Ev weke roja jidayîkbûna azadî û demokrasiyê hat dîtin. Her wiha em ji Komîteya Amadekar a Hilbijartinan, çepemenî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Parastina Civakê, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM, meclîs û komînên li kantonê, komîteya ku çavdêriya hilbijartinan ji Helebê dikirin û hemû kesên ku di serkeftina van hilbijartinan de cih girtine re spasiyên xwe pêşkêş dikin.

Hevşaredarên di encama hilbijartinê de hatine hilbijartin, ev in:

Bajarokê Şêrewa: Esûm Hemedî – Henîf Sîdo

Bajarokê Til Rifet: Fatme Îbrahîm – Reşîd Fatko

Bajarokê Ehrez:  Îman Toko – Faroq Sîdo

Bajarokê Ehdas: Rozelîn Koşen – Hisîn Ebdo Sîdo

Bajarokê Fêfîn: Gelewîş Silêmen – Mehmûd Reşîd”