Gultan Kişanak: Hewcedariya me ne bi tahliyeyê bi azadî û aştiyê heye

Hevşaredara berê ya Amedê Gultan Kişanak tahliye bû. Gultan Kişanak li ber girtîgehê axivî û got: “Hewcedariya me di esasê de ne bi tahliyeyê bi azadî û aştiyê heye. Em dixwazin li welatekî ku jin, gel, bawerî, nasname û ziman lê azad in, bijîn.”

Hevşaredara berê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak ya li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 1 a Tîpa F ya Kocaeliyê girtibû tahliye bû. Îro ji doza Kobanê der barê doza lê hatibû vekirin biryara beratê hatibû dayîn.

Kişanak ji aliyê gelek kesî ve li ber girtîgehê bi dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” hat pêşwazîkirin.

Kişanakê li ber girtîgehê axivî û wiha got: “Mixabin ji doza Kobanê ya kumpasê biryareke ku kumpasê didomîne derket. Hevalên me negihiştin azadiya xwe. Ji ber vê em hemû dilşikestîne. Silavên Fîgenê hebûn. Hewcedariya me di esasê de ne bi tahliyeyê bi azadî û aştiyê heye. Em ê têkoşînê bi hev re bimeşînin û biserkevin. Mijar ne tahliyebûne mijar afirandina hawireke ku pirsgirêkên welat tên çareserkirinê ye. Em dixwazin li welatekî ku jin, gel, bawerî, nasname û ziman lê azad in, bijîn. Ez ji bo gelan hemû jin û zarokan pêşerojek azad dixwazim.”