CÎK: Hewl didin tola DAÎŞ’ê hilînin

Civaka Îslamî ya Kurdistanê bertek nîşanî cezayên giran ên di Doza Kûmpasê ya Kobanê de li siyasetmedaran hat birîn da û diyar kir ku dewleta Tirk bi van cezayan hewl dide tola DAÎŞ'ê ku yek ji nûnertiya herî tarî ya dîrokê ye, hilîne.

DOZA KÛMPASÊ YA KOBANÊ

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) biryara Doza Kûmpasê ya Kobanê ku bi sedan salan ceza li siyasetmedaran birîn, bi daxuyaniyeke nivîskî şermezar kir. Di daxuyaniyê de polîtîkayên dewleta Tirk û Serokkomar Erdogan ên li dijî gelê Kurd tên meşandin bi tundî hatin rexnekirin û wiha hate gotin: “Dewleta Tirk a nijadperest û fîrewûnê wê Erdogan hewl dide tola dijminê Xweda û mirovahiyê DAÎŞ’ê ku nikarîbû Kurdan di qirkirinê de derbas bike, bi cezakirina siyasetmedaran hilîne.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew ê bi têkoşîna xwe ya mafdar, rewa û însanî hîn xurtir bimeşînin û wiha domand: “Em ê bi destûra Xweda ev têkoşîna siyasî, çandî, zanistî û leşkerî ya gelê Kurd dimeşîne bi ser bixin.”