ROJEVA 17'Ê GULANA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Bûyer û nerazîbûnên piştî rûniştina biryardanê ya Doza Kûmpasê ya Kobanê wê bêne şopandin.

KCK'ê cezayên giran ên di Doza Kûmpasê ya Kobanê de li rêveber, endam û siyasetmedarên HDP'yî hatine birîn şermezar kir û got, "Doza Kûmpasê ya Kobanê bi temamî dozeke siyasî ye, doza qirkirinê ye. Dadgeha ku ev biryar da, dadgeha qirkirinê ye."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan anî ziman ku xweparastin xwedî yekbûna hişmendî, rêxistin û çalakiyê ye û got, "Jiyan divê bi rengekî azad be. Jiyana azad jî bi xweparastinê dibe."

Parlamentera Dîlokê ya EMEP'ê Sevda Karaca anî ziman ku desthilatdariyê bersiva 'Ez ê weke şûrê demokles li ser serê we bim' da aştîxwazan û got, "Êdî hîn bêhtir pêwîstî bi têkoşîna yekbûyî heye."

Hevserokê Şaxê Hejmara 2'emîn a Amedê ya Egîtîm-Senê Serhat Kiliç diyar kir ku polîtîkaya dewletê ya têkildarî Kurdî erênî nîne û got, hewl dide perwerdeya bi zimanê dayikê asteng bike.