Li Amed û Edeneyê biryara Doza Kobanê hat protestokirin

Li Amed û Edeneyê bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” biryara ji doza Kobanê derketiye hat protestokirin.

Li Amed û Edeneyê li dijî biryara ji doza Kobanê derketiye meş hat lidarxistin û cezayê li siyasetmedaran hat birîn bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hat protstokirin.

AMED

Li navçeyên Bajara Nû û Rezan aa Amedê bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi tevlêbûna gelek kesan biryara ji doza Kobanê derketiye hat protestokirin.

Li navçeya Rezanê bi sedan welatî li goşeya jor a girtîgehê hatin ba hev û bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana Kobanê" û “Amed li vîna xwe xwedî derkeve” heta cadeya Hatboyû meşiyan. Welatiyan di hundirê malên xwe de bi çepikan piştgirî da meşê. Di meşê de Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn sardana çayxaneyan kir û got, dive gel xwedî li vîna xwe derkeve.

Endamên partiyê sardana esnafan kir û gel vexwendin çalakiya sibe di saet 13.00’an de li ber Ceylan AVM’ê bê lidarxsitin, kirin.

Endamên DEM Partiyê, Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên DBP’ê li taxa Ofîsê ya Bajara Nû hatin ba hev û bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Em ê bi berxwedanê bi serbikevin” meşiyan. Hevseroka Bajara Nû Pinar Sakik Tekîn axivî û gel vexwend çalakiya sibe ya li ber Ceylan AVM’ê.

Meşa ji Cadeya Gevran dest pê kir li Kolana Hunerê bi sardana esnafan bi dawî bû.

Li Xaçerêya Medya ya navçeya Peyas a Amedê jî meşek hat lidarxistin û biryara di Doza Kobanê de derketiye hat protestokirin. Endamên DEM Partiyê derî derî geriyan û gel vexwendin çalakiya sibe.

EDENE

Endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partî ya Edeneyê bi meşekê biryara ji Doza Kobanê derketiye protesto kirin. Ciwanên li navçeya Seyhan a Edeneyê hatin ba hev, di nava taxan de meşiyan û bi dirûşmeyên “Kobanê neket, ên kumpas kirin ketin”, "Bijî berxwedana zindanan", "Girtiyên siyasî rûmeta me ne ", "HDP gel e, gel li vire", "Her cih Kobanê her cih Berxwedan” û "Selahattîn Demîrtaş rûmeta me ye” berz kirin.

Ciwanan bi meşê biryara Doza Kobanê protesto kir û banga deng derxistinê li her kesê kirin.