KNK: Darizandin û cezadana siyasetmedarên Kurd biryareke siyasî ye

KNK’ê bertek nîşanî biryara ji Doza Kobanê derketiye da û got: “Darizandin û cezadana siyasetmedarên Kurd biryarek siyasî ye.”

 

 

Konseya Rêveberiyê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) der barê biyara ji Doza Kobanê derketiye daxuyaniyek da. KNK’ê anî ziman ku di payîza 2014’an de bi piştgiriya dewleta Tirk çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî ser bajarê Kobanê kirin û got: “Şerekî giran û berfireh li wir çêbû. Gelê Kurd û azadîxwaz û dostên Kurdan bersiva van êrîşan dan û di encamê de desthilatdariya DAÎŞ’ê ya reş têk şikandin. Piştî têkçûna DAÎŞ’ê, hikûmeta Erdogan xwest ku tolê ji Kurdan hilîne. Lewma jî piştî gelek salan vê dadgehê dest pê kir. Ev biryarên dadgehê ne hiqûqî ne, biryarên siyasî ne. Biryar ji koşka Erdogan hatina dayîn. Erdogan nekarî Kobanê bixe, dosta Erdogan DAÎŞ têk çû. Ji ber vê yekê tola xwe hiltîne.”

Daxuyaniya KNK’ê wiha ye:

“Îro li ser dosyeya ku navê wê ‘Dosyeya Kobanê’ bû, li Enqereyê rûniştina dadgehê hate kirin û biryar derketin. Ev darizandin 5 sal in berdewam dike û tevî Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên Berê 108 siyasetmedarên Kurd hatin darizandin. Li gorî biryarên dadgehê cezayên giran li Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê hatin birîn.

‘KURDAN DESTHILATDARIYA DAÎŞ’Ê YA REŞ TÊK ŞIKANDIN’

Wekî ku tê zanîn di payîza 2014’an de bi piştgiriya dewleta Tirk çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî ser bajarê Kobanê kirin û şerekî giran û berfireh li wir çêbû. Gelê Kurd û azadîxwaz û dostên Kurdan bersiva van êrîşan dan û di encamê de desthilatdariya DAÎŞ’ê ya reş têk şikandin. Di wî şerê giran de gava ku çeteyên DAÎŞ’ê pêşve diçûn, Erdoganê Serokwezîrê Tirkiyeyê çû ser sînorên Sûriyeyê û bi dilekî xweş got: ‘Kobanê va dikeve!’ Wê demê Kurd û dostên Kurdan li hemû Kurdistanê û li cîhanê li ser pêyan bûn. Bertekek mezin li hember axaftina Erdogan çêbû û gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê serî hilda. Li ser daxwaza hikûmeta Erdogan hêzên dewleta Tirk êrîşî gel kirin û zêdetirî 50 kesî kuştin.

‘HIKÛMETA ERDOGAN TOLA DAÎŞ’Ê JI KURDAN HILTÎNE’

Hikûmeta Erdogan ji wan tawanan berpirsyar bû. Lê belê tola têkçûna DAÎŞ’ê û bi mebesta piştgiriya wan tawan xistin stûyê siyasetmedarên Kurd. Piştî têkçûna DAÎŞ’ê, hikûmeta Erdogan xwest ku tolê ji Kurdan hilîne. Lewma jî piştî gelek salan vê dadgehê dest pê kir. Ev biryarên dadgehê ne hiqûqî ne, biryarên siyasî ne. Biryar ji koşka Erdogan hatina dayîn. Erdogan nekarî Kobanê bixe, dosta Erdogan DAÎŞ têk çû. Ji ber vê yekê tola xwe hiltîne.

‘EM VÊ BIRYARA TIRSNAK Û NEREWA QEBÛL NAKIN’

Biryarên îro biryarên siyasî û plankirî ne. Piştî damezrandina Komara Tirkiyeyê, hezaran dosyeyên bi vî rengî li dijî serkirde û siyasetmedarên Kurd hatine vekirin. Ev dosye yek ji wan e. Sed sal in rêber û serkirdeyên Kurdan di dadgehên Tirkiyeyê de têne dadgehkirin û cezakirin. Heta niha tu biryareke bêtawan ji wan dadgehan derneketiye û di encama wan biryaran de jî beşek ji siyasetmedarên Kurd hatine zindanîkirin. Dadgeh û dadgehkirina îro jî heman rê da ber xwe.

Ev dadgehkirin û ev ceza siyaseta dewleta Tirk a li hember Kurdan diyar dike. Pêwîst e hemû Kurd vê rastiyê bibînin û li gorî vê rastiyê jî tev bigerin. Siyasetmedarên Kurd berxwedana Kobanê tawanbar nekirin, piştgiriya wê kirin. Em vê biryara tirsnak û nerewa qebûl nakin. Em li gel siyasetmedarên Kurd in û hikûmeta Tirkiyeyê şermezar dikin û em ê heta dawiyê li dijî vê bêedaletiyê rawestin.

BANGA PIŞTEVANIYÊ

Bi vê boneyê em daxwazê ji hemû gelê Kurdistanê û dostên Kurdan dikin ku li hember vê bêedaletiyê bêdeng nebin û mafên xwe yên rewa û demokratîk bi kar bînin. Di heman demê de em daxwazê ji Hevpeymaniya li dijî DAÎŞ’ê û cîhana demokrasiyê dikin ku gelê Kurd bi tenê nehêlin û piştgiriya siyasetmedarên Kurd bikin.”