Biryarên doza Kobanê nîşan didin ku kûmpasa siyasî wê dewam bike

Parlamentera Dîlokê ya EMEP'ê Sevda Karaca anî ziman ku desthilatdariyê bersiva 'Ez ê weke şûrê demokles li ser serê we bim' da aştîxwazan û got, "Êdî hîn bêhtir pêwîstî bi têkoşîna yekbûyî heye."

DOZA KÛMPASÊ YA KOBANÊ

Doza Kûmpasê ya Kobanê ku 108 siyasetmedar li Dadgeha Cezayê Giran a 22'emîn a Enqereyê hatin darizandin, ji aliyê nûnerên gelek partiyên siyasî ve hate şopandin. Di dozê de bi dehan sal li gelek siyasetmedaran hate birîn. Parlamentera Dîlokê ya EMEP'ê Sevda Karaca diyar kir ku cezayên hatine birîn nîşan didin ku kûmpasa siyasî wê dewam bike.

DESTHILATDARÎ RADIGIHÎNE KU WÊ BI HER CÛREYÎ ZEXTÊ BIKE

Parlamentera Dîlokê ya EMEP'ê Sevda Karaca têkildarî Doza Kûmpasê ya Kobanê ji ANF'ê re ev nirxandin kir: "Ev doz dozeke kûmpasê ya siyasî bû. Careke din nîşan dide ku sermaye di mijara rejîma qesrê û pirsgirêka Kurd de, her wiha di mijara mafên siyasî û azadiyan de wê li gorî hesabên xwe yên herêmî û berjewendiyên desthilatdariyê tevbigere, di vê polîtîkayê de israr bike. Tevî vê yekê cezayên ku hatine birîn nîşan didin ku ev kûmpasa siyasî wê dewam bike. Bi cezayên ku di Doza Kobanê de hatine dayin, bi taybetî peyama wê yekê didin ku wê 'weke şûrê demokles' li ser alîgirên çareseriya demokratîk, aştîxwaz û gelê Kurd be. Vê desthilatdariyê ragihand ku li pêşberî daxwazên girseyên gel ên bindest wê ti tawîzê nede, li hemberî mirovên ku ji bo mafên polîtîk û aboriyê têdikoşin bi her cûreyî zexta dewletê dewam bike. Li aliyê din haya xwe ji nerazîbûna girseyên gelên bindest jî heye."

WÊ TÊK BIÇIN

Sevda Karaca destnîşan kir ku desthilatdarî gotinên nermbûnê ji bo xurtkirina xwe û berjewendiyên sermayeyê bi kar tîne û got, "Bi gotinên nermbûn û asayîbûnê dixwaze berjewendiyên sermayeyê û rejîma xwe ya yek şexsî xurt bike. Ne mafê kedkaran ne jî mafên demokratîk ên gelê Kurd ne xema wan e. Sedema têkçûna xwe ya di 31'ê Adarê de zane. Niha jî ji bo vê yekê berevajî bike, bendewariyekê biafirîne, demê bi dest bixe, dixwaze xwe xurt bike. Li dijî polîtîkayên pragmatîstîk, Osmaniya nû, senteza Tirk-Îslamê ya desthilatdariya qesrê ya sermayeyê, pêwîstî ji her demê bêhtir bi têkoşîn û yekbûnê ya ji bo mafên me yên polîtîk û aboriyê heye. Ji bo girseyên bindest mafên xwe bi dest bixin divê em hîn bi biryar bin. Ew ê têk biçin. Divê em vê yekê tavilê bikin. Di vê demê de ji bo destketiyên mafên gelên bindest, kedkar û karkeran divê em piştevanî û rêxistiniyê xurt bikin."