BI DÎMEN

Li Stenbolê biryara Doza Kobanê hat protestokirin

Rêxistinên DEM Partî yên Stenbolê bertek nîşanê biryara ji doza Kobanê derketiye dan û gotin: “Ev biryarên siyasî ne. Em hatin dawiya doza kumpasê ya siyasî. Ev dozek hiqûqî nîne. Tu eleqeya wê bi hiqûqê tuneye.”

DOZA KOBANÊ

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Stenbol û navçeyên wê bi daxuyaniyên ku dan bertek nîşanê biryara ji doza Kobanê derketiye dan.

BAHÇELÎEVLER

Li avahiya DEM Partî ya Bahçelîevler daxuyaniyek hat dayîn. Hevseroka DEM Partî ya Bahçelîevler Fîlîz Peştek Keskî daxuyanî xwend. Ewil hevserokê DEM Partî ya Bahçelîevler Eşref Demîr axivî û got: “Îro doza Kobanê hat dîtin. Em vê doza kumpasê red dikin qebûl nakin. Em vê hiqûq û van cezayan nas nkin. Ev sûcê mirovahiyê ye. Hiqûqa xwe jî nas nakin. Em vê doza kumpasê lanet dikin.”

Fîlîz Peştek Keskîn jî piştre axivî û got: “Ev biryarên siyasî ne. Em hatin dawiya doza kumpasê ya siyasî. Ev dozek hiqûqî nîne. Tu eleqeya wê bi hiqûqê tuneye. Derfetê demokrasiyê ya ji bo Tirkiyeyê şansekî mezin bû ji aliyê deshtilatdariyê ve hatiye tunekirin. Em li dijî vê biryarê banga piştevaniyê li gelên xwe dikin.”

KADIKOY

Li avahiya DEM Partî ya Kadikoyê jî daxuyaniyek hat dayîn. Parlamentera DEM Partiyê Kezban Konukçu, hevserokên DEM Partî yên navçeyê û Partiya Tevgera Bindestan (EHP), Parkatiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), nûnerên Partiya Kedê ya Sosyalîst û gele kes tevlî bûn.

ESENYÛRT

Li DEM Partî ya Esenyurtê jî bi armaca berteka li dijî biryara doza Kobanê daxuyaniyek hat dayîn û hevseroka DEM Partî ya Esenyurtê Rojda Yildiz daxuyanî xwend.