Le Point: Fay a Erdogan!

Kovara Le Point a bi Fransî tê weşandin ragihand ku erdheja li Mereşê beriya hilbijartinên 14'ê Gulanê "nelirêtiya rejîmê raxistiye pêş çavan."

Nivîsa edîtor a bi mohra Luc de Barochez bi sernavê "Fay a Erdogan" hate weşandin. Barochez got, "Erdheja kujer a li Tirkiyeyê, sê meh beriya hilbijartinên ku tê payin 14'ê Gulanê bê kirin, nelirêtiya rejîmê raxist pêş çavan."

Barochez got, "Mîna rûyê erdê, siyaset jî xwedî tektonîka lewha ye. Erdheja Marmarayê ya sala 1999'an (17 hezar kes mirin) bû sedem ku rewşa siyasî ya Tirk ser û bin bibe û pêşî li rêveberê Îslamî Recep Tayyîp Erdogan vekir. Bi heman rengî herdu erdhejên hilweşîner ên 6'ê Sibatê, wê giraniyê bide ser kampanya hilbijartinê ya 14'ê Gulanê. Bîlançoya ku zêde dibe, zêdeyî bi deh hezaran kesî ye."

Rojnamevan Guillaume Perrier ji kovarê re axivî û dema ji bo şopandina erdhejê çû Tirkiyeyê hate destgîrkirin û neçar ma ku vegere. Li gorî kovara Le Point, ji Perrier re hatiye ragihandin ku heta pênc salan ketina Tirkiyeyê hatiye qedexekirin.