Kurdê dijminê herî dirinde yê gelê Kurd: Hakan Fîdan

Wexta ku Sakîne Cansiz li naverasta Parîsê hate şehîdkirin, pileya wî ji MÎT'ê bo Wezareta Derve hate bilindkirin. Di wexta serokatiya MÎT'ê de bû sedema komkujiyan. Niha jî wek mirovkujekî xwînxwar nûnertiya karûbarên dewleta xwe yên derve dike.

Hakan Fîdan bi xwe Kurd e, lê dijminê herî dirinde yê gelê Kurd e. Xelata "Xizmeta Hêja" ya dewletê dane wî.  Ji ber nedirustbûna li hember gelê xwe, ev xelat dan wî. Dema ku Erdogan di civîna Encumena Ewlehiyê ya Neteweyî ya dewleta Tirk de xelat da fermandarên malnişîn, nokerê xwe yê dilsoz jî ji bîr nekir. Ji bo wan xizmetên ku di MÎT'ê de kiribûn, madalyaya xizmeta hêja da wî, belê madalyaya xizmeta hêja. Gava ku em dibêjin xizmeta hêja, divê fikra kesî neçe ser qehremanî û dahênanên nû; berevajî vê yekê Erdogan ji bo wan karên xwe yên çepel ên berê, hestiyek avêt ber wî, wisa hate xelatkirin.

Wexta ku "Hakanê Mezin" ê Erdogan xelat wergirt, ji bîra wî neçû ku pesnê xwe bide û bibêje, "Ez vê madalyayê li ser navê wan hevalên ku li Lîbya, Qerebax, Sûriye û Iraqê di wexta bicihanîna fermana te de şehîd bûn, werdigirim." Eşkere ye ku Hakan Fîdan yek ji wan kesan e ku di siyaseta derve ya şerxwaz a AKP'yê de erkdar bûye. Çinku serokê MÎT'ê bû, rêkxerê operasyonên nihênî ye. Di warê komplo û tehdîdê de pispor e.

Em Hakan Fîdan ji wan tomarên dengî nas dikin ku ketibûn ber destê medyayê. Wî di wan dengan de digot, "Em ji hêla Sûriyeyê ve çend mûşekan biavêjin hêla Tirkiyeyê û vê yekê bikin hinceta şer."

Eger kujerek li Sûriye, Iraq û Qerebaxê xwîna hezaran kesên bêguneh rijandibe û ji kujerekî xelatê wergire, ev yek tiştekî gelek asayî ye. Erdogan ji Hakan Fîdan re dibêje, "sindoqa min a reş". Lê ya rast sindoqa wî ya çepeliyê ye, di heman demê de plansazê komkujiya li Parîsê ye jî. Wexta ku Sakîne Cansiz ew li naverasta Parîsê hatin şehîdkirin, pileya wî ji MÎT'ê bo Wezareta Derve hate bilindkirin. Di wexta serokatiya MÎT'ê de rê li ber komkujiyan vekir, welat şewitandin, bi sedan mirov kuştin, milyonan kes derbeder kirin û li her derê xwîn rijand. Niha jî wek mirovkujekî xwînxwar nûnertiya karûbarên dewleta xwe yên derve dike.

Dema ku dewlet bi merasîmeke fermî pêşwaziyê li wî bikin, gelo ew ê van tiştan ji wan re bêje? Nûnertiya karûbarên dewleta Tirk a dagirker û hikûmeta AKP'ê tenê kesekî wekî Hakan Fîdan dikare bike. Eger li Tirkiyeyê Kurdek ji pileyên leşkerî heta MÎT'ê pileyan derbas bike û paşê bibe wezîrê karên derve, ev yek gelek tiştan ronî dike; ev yek nîşaneyeke zelal e ji bo koletî û xiyaneta li nasname û çanda gelê xwe. Eger em nasname û çandê daynin aliyekî jî, çima kesek dibe 'sindoqa reş' a Erdogan? Divê raboriyeke te ya reş hebe ku tu bibî. Nizanim çima lê rewşa wî, Cemal Paşayê Îtihad Tereqiyê anî bîra min. Bavê Cemal Paşa bijîşkê leşkerî bûye, di malbatake feqîr de mezin bûye. Li dibistanên leşkerî xwendiye, serhildanên li Sûriye û Bexdadê serkut kirine. Li herêmê wek Cemalê Qesab û Elcezar û Sefah Cemal hatiye binavkirin. Yek ji wan kesayetiyên serekî Enwer, Talat û Cemal bi hesreta Tûranîzmê dest bi kar dikin. Dibêjin Cemal Paşa Gurcî ye, xelkê Mêdêlya yan jî Dêvşirmeyê ye. Ji ber 'xizmeta xwe ya hêja' nikare li welatê xwe bimîne heta ku li Tiflîsê tê kuştin.

Hakan Fîdan ji ber 'xizmeta xwe ya hêja',  bi madalyayekê hate xelatkirin. Lê belê tu zanyariyek nîn e ku em bizanin ka ew xizmeta hêja çi ye. Gelo di operasyonên nihênî yên li Sûriye, Iraq, Lîbya, Qerebax, Parîs û gelek welatên din de çi kiriye? Dema ku li welatên hejar ên Afrîkayê bûn, dema ku bi FETO'yê re bûn yan jî dema ku li dijî FETO'yê bûn, wan çi kiriye gelo? Rojekê çerx dizivire û eşkere dibe ku çi kujerekî dirinde ye. Wê demê nokerê Erdogan ê dilsoz, navê wî dê bikeve rûpelên dîrokê wek kujerekî dirinde.

Hemû ew karên ku ji bo MÎT'ê kirine, nayê zanîn. Lê belê hin ji wan karan hene ku eşkere bûne. Têkiliyên wî yên li gel DAIŞ'ê mîna tava li asimanan rast e, bûyera tirên MÎT'ê. Medyayê ragihandibû ku bi navê hevkariya mirovî cebilxane ji bo DAIŞ'ê dihatin şandin. Ji ber vê yekê dadgehê gazî wî kir ku were şahidiyê bide. Lê Erdogan nehişt ku biçe. Baş dizane ku tawaneke çawa kiriye.  Dema ku xwest dest ji MÎT'ê bikişîne da ku bibe parlamenter û parêzbendiyê wergire, dîsan Erdogan nehişt û sindoqa xwe ya reş ji bo karên xwe yên çepel erkdar kir û di dawiyê de ew kir wezîrê karên derve. Bi vî awayî ji tariya MÎT'ê derket. MÎT'ê li dijî tevgera azadiyê ya gelê Kurd di gelek qadan de kemîn daniye, sîxur şandine û komkujiyan pêk tîne. Ev hemu "xizmetên wî yên hêja" ne. Çinku li gorî fermanên Siltan Erdogan tev digere. Divê ev yek baş bê zanîn. Guherîna karekterekî kujer bi rêya wezîrtiyê tu karekî wî yê çepel pak nake.