Komployên ku Rûsya dike

Rûsya, ji bo gelên Bakur û Rojhilayê Sûriyeyê û rêveberiyên xweser bi Şamê re bike yek hewldaneke bi bandor nekir. Niha li ser Esed hevdîtin û lihevhatina bi Erdogan re ferz dike.

Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, carna ji bo rojeva Sûriyeyê sor bike daxuyaniyên weke “DYA dixwaze ji bo Kurdan dewletekê ava bike” dide. Yê ku daxwazên Kurdan herî baş dizane yek jê Lavrov bi xwe ye. Projeya pêşniyaziyê ya ji bo çareseriyê ku Rûsyayê amade kiribû de ji bo Kurdan pêşniyaza ‘xweseriya çandî’ hebû. Kurdan heta niha li ti cihî li Sûriyeyê daxwaza avakirina dewletekê nekirine. Berevajî vê her dem, hewl dane ku pirsgirêkan di nava yekîtiya welat de, bi parastina nasname û çanda hemû pêkhateyan were çareserkirin. Ne tenê ji bo Kurdan, ji bo Sûriyeyê bi giştî demokrasî xwestine. Lavrov çima behsa Sûriyeyeke demokratîk nake û ‘daxwazên gel’ ji devê wî dernakeve, sedema vê nayê zanîn.

Ger Rûsya giraniya xwe deyne bi hesanî dikare Kurdan û rêjîmê li hev bîne. Rêveberiya Xweser navbêynkariya Rûsya pejirandine. Daxwazên xwe yên ji bo çareseriyê jî bi nivîskî û bi devkî pêşkêş kirine. Lê Rûsyayê her dem vê mijarê paş dixe, ji ber ku hesabên wê yên cuda hene.

Rûsya, hevdîtinên ku bi QSD’re kiribû de gotibû ku ew ê ji bo cihên weke Qamişlo û Til Temir parastina esmanî û pergalên radaran ava bike. QSD keyfxweş bû, ev biryarê pejirand û destek kir. Lê ev radar ji bo çi qet kar nekirin nayê zanîn. Dewleta Tirk her dem qada esmanî bin pê dike, bi dronên bi çek erîş dike û qetlîaman dike. Roja 20’ê Mijdarê bi dehan balefir ketin nav axa Sûriyeyê û bombebaran kirin. Kesên sivîl û leşkerên artêşa Sûriyeyê hatin qetlkirin. Li qadên petrolê, navendên xazê, depoyên genim hatin xistin. Rûsyayê tu daxuyanî neda. Sersaxî ji bo gelê herêmê û QSD’ê jî nexwest.

Rûsya, ji bo gelên Bakur û Rojhilayê Sûriyeyê û rêveberiyên xweser bi Şamê re bike yek hewldaneke bi bandor nekir. Niha li ser Esed hevdîtin û lihevhatina bi Erdogan re ferz dike. Erdogan ê dagirker û yê ku Sûriyeyê hilweşandiye. Bi deh hezaran çekdarên ‘Artêşa Azad ya Sûriyeyê’ hember Şamê rêxistin kiriye û bin emrê xwe de digire. Îdlib kiriye bin parastina leşkerî. Rûsya herêmên xweser û Şamê bikaribe li hev bîne, di asteke mezin de yekîtiya Sûriyeyê misoger dibe. Dagirkerên Tirk jî bi çeteyên bi destê xwe de wê tengav bibin. Meşrûiyetê wan wê nemîne. Lê Rûsya vê yekê nake. Berovajî vê, gefa Tirkan bi kar tîne û zextê li Kurdan û rêveberiyê xweser dike. Gav gav dixwaze van herêman bi Şamê girêbide.

Ji Kurdan re û ji herêmên xweser re dibêje “Ger hûn îradeya xwe nedin rêveberiya Şamê, ew ê Tirkiye êrîşî wê bike û em ê bêdeng bin. We Efrîn teslîmî rêjîmê nekir, Tirkiyeyê hat girt. Niha jî heman tişt wê bibe’ Li şûna ku bi QSD û herêmên xweser ê hemwelatiyê Sûriyeyê re li hev bike, lihevkirina bi Erdogan re girîngtir dibîne. Her wiha bi pergaleke komployî wê Tirkiyê êrîşî herêmên weke Kobanê bike û artêşa Sûriyeyê jî bikeve çend  herêmên ku piraniya nişteciyên wê Ereb in. Bi vê şêwazê herêmên xweser wê bên belavkirin. Û weke ku tiştek nebûye, Şam wê wek beriya sala 2011’an gel bixe bin kontrola xwe.

Rûsya, heta DYA ji Sûriyeyê dernekeve mijara Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de wê tiştek pêk neyê. Di vê mijarê de divê bi Tirkiyeyê re li hev bikin. Tirkiye bêyî DYA nikare li Sûriyeyê bimîne. Nikare Îdlibê bixe bin parastina leşkerî. Tirkiye bi tena serê xwe nikare li Sûriyeyê bêhnê bistîne. Tirkiye dixwaze DYA li Sûriyeyê bimîne. Lê dixwaze têkiliyên xwe yên bi QSD’re qut bike. Dibêjin ‘Heta DYA bi QSD’ê re têkiliyên xwe qut neke, têkiliyên me sererast nabe.’ Ji ber ku Rûsya vê yekê dizane her dem dibêje ‘DYA ji bo Kurdan wê dewletekê ava bike’ Bi vê şêwazê hem Şamê hem jî Tirkiyeyê tahrîk dike. Dibêje ku ‘DYA têkeve zehmetiyê û ji Sûriyeyê derkeve, Kurd wê yan teslîmî Şamê bibin yan jî îmha bibin.’ Rûsya dixwaze Kurdan bike qurbanê nêzikatiyên xwe yê pragmatîk.

Rûsya niha ji ber şerê Ukraynayê mecbûr dimîne ku hîn zêdetir tawîzan bide Tirkiyeyê. Tirkiye siyaseteke heta dawî li dû firsendan digere û dişopîne. Serlêdana Swêd û Fînlandiyayê ya ji bo endamtiya NATO’yê yekser vegerand bazareke hemberî Kurdan. Ji Rûsyayê re dibêje ‘Ez êrîşî Kobanê bikim, Şam jî herêmên weke Minbicê bila bistîne. DYA ji xwe ji bo Kurdan şer nake. Her wiha li herêmên xweser bê îstîqrarî çêbibe û nikaribe hember DAÎŞ’ê şer bike, ji ber wê DYA jî têkeve tengasiyê.’ Hesab dikin ku di vê rewşê de hem Şam hem jî Rûsya wê qezenc bike. Dewleta Tirk jî armanca xwe ya pelçiqandina Kurdan wê pêk bîne. Bi kurtasî em dibînin li ser QSD û Rêveberiya Xweser komployeke nû heye.