Kesên li gorî ruhê demê tevbigerin ew ê bi ser bikevin

Bêguman gelên Rojava û bakurê Sûriyeyê bi bawerî û bi hêza xwe ya cewherî wê têbikoşin û herêmên xwe biparêzin. Lê belê berpirsyariya gelê me yê li parçeyên din û hêzên siyasî heye ku destek bidin Rojava.

Dewleta Tirk dibêje ku ew ê bikevin rojavayê Kurdistanê. Yek hinceta wan heye; ew jî avakirina pergaleke demokratîk a Kurdan e. Pergala yekemîn a demokratîk e ku Kurdan bi hêza gel ava kiriye. Şoreşa Rojava ya demokratîk pêk hatiye. Tevlêbûna jinan û xizanan a rêveberiyê nîşane û peyitandina şoreşa demokratîk e. Şoreşa demokratîk a ku li vê derê pêk hatiye wê bibe bingeha demokratîkbûna Sûriyeyê. Heta wê di demokratîkbûna Rojhilata Navîn de roleke girîng bilîze. Ji xwe tişta ku desthilata AKP-MHP’ê jê ditirse jî ev e. Naxwazin ku Kurd di demokratîkbûna Rojhilata Navîn de bibin pêşeng. Çîmkî ger Kurd li Sûriyeyê statuya xweseriya demokratîk bi dest bixin, ew dizanin ku li Tirkiyeyê pergala faşîst û qirker nikare xwe li pêya bigire.  

Rojavayê Kurdistanê ji bi gelhe û erdnîgariya xwe ji parçeyên Kurdistanê yê herî biçûk e. Ji aliyê polîtîk ve ji ber gelek sedeman bi hişmedtir e û parçeyê herî zêde hesasiyetên neteweyî jî lê herî xurt in e. Ji ber ku wek civak bi tevahî di nav têkoşîne de cih negirtiye, belkî ji hêla kûrbûnê ve qels be lê di aliyê hesasiyeta neteweyî de peywirên ku ketine ser milê wan bi cih aniye. Her tim destek daye têkoşîna li parçeyên din ên Kurdistanê. Di demên wan ên zor û zehmet de her tim hembêza xwe ji gelê me yên parçeyên din re vekiriye. Ji ber vê jî parçeyê ku herî zêde hişmendiya parçetiyê lê hetiye şikestin e. Gelê vê derê dizane ku di serî de bakurê Kurdistanê, azadiya wan di parçeyên din re derbas dibe. Lê belê çawa ku di 2011’an de li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn alozî bi pêş ketin, ji bo azdiya Rojava jî derfet û fersend çêbûn û gelê Rojava û hêzên demokratîk jî ji vê rewşa nû sûd wergirtin û herêmên xwe rizgar kirin. Lê ev rastiyek e ku piştgiriya parçeyên din ên Kurdistanê ji bo azadkirina Rojava û bakurê Sûriyeyê girîng e. Bêguman di mercên siyasî yên heyî de polîtîkayên rast bên pêşxistin û têkoşîn bê dayîn derfetên misogerî û biewlekirina azadî û pergala demokratîk zêde ne.

Bêguman gelên Rojava û bakurê Sûriyeyê bi bawerî û bi hêza xwe ya cewherî wê têbikoşin û herêmên xwe biparêzin. Lê belê berpirsyariya gelê me yê li parçeyên din û hêzên siyasî heye ku destek bide Rojava. Ger gel Rojava destek dabe têkoşîna gelê li parçeyên din wê di demên xwe yên zor û zehmet de gelê Rojava jî li benda piştgiriyê be. Lê li hemberî êrîşên dewleta Tirk di serî de PDK, belkêş e ku hêzên siyasî yên li başûrê Kurdistanê bêhelwest in. Partiyên Kurd ên ku bi awayekî tund bertek nîşanî gefên AKP-MHP’ê nadin divê bê vepirsîn. Gelê Kurd, hêzên siyasî û ronakbîr ger bertek nîşanî vê rewşê nedin ji bo Kurdan zeafiyeteke dîrokî wê derkeve holê. Kesên ku li rojavayê Kurdistanê xwedî dernekevin sibe roj ku êrîş li hemberî wan jî bûn mafê wan namîne ku li benda destekê bin. Gelo kîjan Kurd dixwaze wiha bibe? Em li hemberî her du helwestan in jî. Helwesta hêzên Başûr nayê pejirandin. Êrîşî kîjan parçeyî bê kirin divê hemû parçe û hêzên siyasî wek ku li hemberî wan ev êrîş hatine kirin bertek bidin. Ger hişmendiyeke wisa ya Kurdan çênebe ev wê bibe zeafeke mezin. Ji ber jî ne bêdengiya PDK’ê û ne jî ya hêzeke din a li hemberî êrîşên li dijî parçeyên din helwesteke ku nayê pejirandin e.

Biçûkbûna Rojava ya ji aliyê gelhe û erdnîgariyê ve berpirsyariyeke ehlakî li parçeyên din bar dike. Li ku dibe bila bibe hemû gel li hemberî parçeyên xwe yên biçûk bi berpirsyariyeke ehlakî tevdigerin. A rast bi gelê Kurd re jî hesasiyeke wisa heye. Lê belê hêzên siyasî li heberî gefên li dijî Rojava vê hesasiyeta gel negirtin ber çavan.

Di helwesta hêzên ku di gotin koalîsyona li dijî DAIŞ’ê ne, li hemberî gefên li dijî Rojava de careke din xuya bû ku tu bawerî bi van hêzan nayê. Ji bo van hêzan tu nirxekî exlaqê siyasî, wijdan, heqaniyet û wefayê nîne. Ji bo wan a girîng, tenê berjewendiyên wan ên sar in. Gelên bakurê Sûriyeyê DAIŞ’ê têk dibe lê Tirkiye hewl dide ku vê rewşê weke gefekê li hemberî xwe bide qebûlkirin. Hemû cîhan dibêje ku bi têkbirina DAIŞ’ê re ewlehî û aramî tê Sûriyeyê lê Tirkiye berevajiya vê îdia dike. DYA û hêzên koalîsyonê jî vê îdiayê re dengê xwe nakin. Bi vê helwesta xwe jî ji hewldana xapandina raya giştî ya dewleta Tirk re dibin alîkar. Tevî ku dewleta Tirk rojane êrîşî Rojava dike jî ji ber vê sedemê rojane propagandaya ku Rojava êrîşî wan dike, dike. Di rewşa heyî de li şûna ku DYA û hêzên koalîsyonê li hemberî êrîşkaran helwest nîşan bidin, hewl didin ku şîretan li kesên rastî êrîşan tên, bikin.

Lê polîtîkayeke çiqas bêexlaq bê meşandin bila bemeşînin, têkoşîn û hêviya jiyaneke demokratîk û azad a rewa ya gelên Rojava û bakurê Sûriyeyê di lûtkeyê de ye. Hêzên ku ji têkoşîna gelên bakurê Sûriyeyê re dijminatiyê dikin, hêzên paşverû û riziyayî ne. Hewldana desthilatdariya AKP-MHP’ê ku dixwaze çeteyên El Nusra û hwd. weke hêzên rizgariyê nîşan bide û HSD’ê jî terorîze bike, ji hêla tu kesî ve nayê qebûlkirin. Ev hewldan tenê ya AKP-MHP’ê ye û wê bêencam be. Ne pêkan e ku AKP-MHP ya ku çeteyan di şer de bi kar tîne encamekê bidest bixe. Dibe ku Kurd û gelên bakurê Sûriyeyê bedelên giran bidin lê di dawiya dawî de yên ku wê bi ser kevin hêzên azadî û demokrasiyê ne. Ger ku dîrok, di qezenckirina nirxên civakîbûn, dem û hemdemiyê de diyarker be, yên ku êrîşî bakurê Sûriyeyê dikin wê têk biçin.

Heke ku em li gorî nêzikatiya diyardeyî, pozîtîvîst û formel a hêzên serdest li wateya hêzê nenihêrin, li Rojhilata Navîn ku pergala dewletê ya 5 hezar salî û hevsengiyên modernîteya kapîtalîst û şerê sar ê 200 salî lê îflas kiriye, teqez wê serkeftin a hêzên xwedî hişmendiya neteweya demokratîk, civakparêz, azadî û demokrasiyê be. Dema ku vîna berxwedanê hat nîşandan, hêzên ku êdî dawiya wan hatiye wê teqez winda bikin. Şîfreya serkeftinê berxwedan, berxwedan û berxwedan e.

Çavkanî: e-rojname