Kalkan: Şerê me ji bo rizgariya mirovahiyê ji Şerê Cîhanê yê 3'emîn e

Dûran Kalkan: Çareserî di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de ye. Rewşa stratejîk a Kurdsitanê, tevkariya çareseriya pirsgirêka Kurd a li demokratîkbûna Rojhilata Navîn, di asta cîhanê de jî demokratîkbûnê bi pêş ve dibe.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan li malpera înternetê ya PKK'ê nivîsek weşand û şerê qirkeriyê yê rejîma AKP-MHP'ê û rola NATO'yê ya di vî şerî de nirxand.

Kalkan anî ziman ku sedema bingehîn a êrîşên dagirkerî û qirkeriyê yên li ser Zap, Avaşîn û Metînayê ku 17'ê Nîsana 2022'an destpê kirin, siyaset û mejiyê qirker, mêtinger û faşîst ê dewleta Tirk e û nirxandineke bi vî rengî kir: "Sed sal in qirkirinê li Kurdan, Ermenan, Asûrî-Suryaniyan û Rûman ferz dikin û dixwazin vê pêvajoyê bi qirkirina Kurdan bi encam bikin. Vê yekê jî bi rêbaza leşkerî bi desteserkirina siyasî û dagirkeriya li parçeyên Rojava û Başûrê Kurdistanê, bi qirkirina Kurdan a li Bakurê Kurdistanê dike.

Ji xwe rêveberiya Tayyîp Erdogan ev daxwaz û fikrê xwe li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bi nîşandana nexşeyê û plana xwe ji her kesî re ragihand û ji dewletên Neteweyên Yekbûyî hemûyan xwest ku ji bo serxistina vê projeyê piştgiriya wî bike. Eşkere ye ku ev proje projeyeke ji bo qirkirina Kurdan e. Rêveberiya faşîst a AKP-MHP'ê dixwaze bi serxistina vê projeya qirkirinê re li ser piyan bimîne û temenê desthilatdariya xwe dirêj bike."

Dûran Kalkan işaret bi du karakterên bingehîn ên desthilatdariya faşîst-qirker a AKP-MHP'ê kir ku karakterê sîstema serweriya Tirk e û got, "Ya yekemîn ew e ku xwe dispêre hêza herî mezin, yanî weke hevkarê hêza mezin hebûna xwe dewam dike, xwe bi bandor dike. Ya duyemîn jî li gorî hevsengiyan tevdigere, hewl dide ji wir hêzên bi dest bixe, bi vê hêzê re bi rêya derew, hîle û demagosiyê civakê dixxapîne, zext, zordariyê li beşên bindest ên civakê, li karker, kedkar, jin, ciwan û gelan dike. bi vî rengî sîstema xwe ya serwer dewam dike. Eger xeta polîtîk a ku Tayyîp Erdogan dimeşîne bê lêkolîn wê bi hêsanî bê dîtin ku rastî bi vî rengî ye.

Di vê demê de jî helwestên polîtîk ên bingehîn ên faşîzma AKP-MHP'ê yên heyî, bi temamî bi vî rengî ne. Mînak xwe dispêre NATO'yê ku di vê serdemê de hêza herî mezin a cîhanê ye û kiryarên xwe yên qirkerî-mêtingerî û faşîst hemûyan bi hêza ji NATO'yê werdigire pêk tîne. Divê mirov ji bîr neke, ne diyar e ku dewleta heyî yan jî NATO Tirkiyeyê bi rê ve dibe. Maseya Tirkiyeyê ya NATO'yê, bi rola rêveberiyeke bilind a Tirkiyeyê tevdigere. Me ev yek di pêvajoyên derbasbûyî yên têkoşînê, di nêzîkatiya NATO'yê, bi taybetî jî helwesta dewleta Elmanyayê de bi rengekî eşkere dît. Rastiyeke ku hemû darbeyên leşkerî bi xwespartina li NATO'yê pêk hatin. Her wiha şerê ku ji Hezîrana 1985'an û vir ve li dijî gerîlayên Kurd tê meşandin, yekser ji aliyê NATO'yê ve hatiye birêxistinkirin û meşandin.

Dewleta Tirk tevî ku gelek caran li hemberî gerîlayên PKK'ê têk çû, hîn jî li ser piyan e; sedema vê jî ew e ku NATO wê radike ser piyan. Faşîzma AKP-MHP'ê jî xwe dispêre vî hîmê bingehîn û bi hêza jê wergirtî li dijî PKK'ê şer dike. Artêş û dewleta Tirk ên gelek caran têk çûn, bi piştgiriya NATO'yê rabûn ser piyan û bûn xwedî hêza şerkirinê."

Dûran Kalkan di dewama gotara xwe de anî ziman ku berxwedana gelê Kurd, berxwedana hêzên demokratîk-şoreşger ên gelên Tirkiyeyê, berxwedana hêzên demokratîk-şoreşger ên cîhanê û piştgiriya rewşenbîr û hunermendan kirin ku faşîzma AKP-MHP'ê, dewleta Tirk teşhîr bibe û got, "Maskeyên li ber rûyê wan hemû hatin xistin. Bi rengekî eşkere diyar bû ku Hîtlerkarî, Mûsollînîkarî, Saddamkarî di şexsê Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî de şênber bûye.

Divê ev yek bê dîtin: faşîzma AKP-MHP'ê tevî ku siyaseta serwer a Tirk a kevneşop dimeşîn, ji hevsengiyan sûdê werdigire, her cûre derfetan bi kar tîne, di asta herî pêş de piştgiriyê ji NATO'yê, ji DYE'yê werdigire jî li hemberî berxwedana gelê Kurd û dostên Kurdan tengav bûye ku bi zorê temenê xwe dirêj dike, hewl dide li ser piyan bimîne û têk neçe.

Hem DYE û hêzên derve, hem PDK, civata nokeran hesabê wê dikirin ku Tirkiye wê karibe bi êrîşên xwe yên plankirî bêyî tengav bibe encamê bi dest bixe, PKK'ê îmha bike. Bi vî rengî ji Tîrmeha 2015'an û vir ve hêz û piştgirî dan rêveberiya Tayyîp Erdogan. Li bendê sekinînin ku bi ser bikeve. Lê belê rastî bi vî rengî nebû. Li gel êrîşên dagirkeriyê jî, ku bi rengekî bêexlaq û binpêkirina hiqûqê meşand, faşîzma AKP-MHP'ê nekarî îradeya gelê Kurd bişikîne. Nekarî pêşî li berxwedana Rêber Apo bigire. Nekarî gerîla têk bibe. Nekarî PKK'ê teslîm bigire. Berdêla xwe giran jî be Rêber Apo, gerîla, jin û ciwanên Kurd, gel û dostên Kurdan li hemberî êrîşên plankirî bi lehengî li ber xwe dan, plan têk birin, êrîş şikandin û pêşî li serketina dewleta Tirk girtin. Planên faşîzma AKP-MHP'ê hemû têk birin.

Li ser vê bingehê sala 2021'ê encamek bû. Di nava meha Sibatê de faşîzma AKP-MHP'ê li Garê têk çû, îradeya wê şikest. Lewma sala 2008'an mîna li Zapê, diviyabû faşîzma AKP-MHP'ê ji rêveberiyê biketa. Lê belê hêzên derve û hevkarên mîna PDK'ê piştgirî dan, teşwîq kirin û kirin ku êrîşên dagirkeriyê bibe ser Zap, Avaşîn û Metînayê. Hêvî kirin ku di demeke kurt de encamê ji vê êrîşê werbigire. Bi her awayî piştgirî dan. Payîza 2021'ê hat, dema wan a planê derbas bû. Bi dehan carî dirêj kirin. Encam; li hemberî berxwedana lehengî ya gerîla bê encam man. Nekarîn gerîla têk bibin, nekarîn PKK'ê têk bibin. Li pêşiya pêngava berxwedanê ya 'Dem dema azadiyê' nekarîn bibin asteng ku gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat bi pêşengiya gerîla dimeşîne. Ev pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo nekarîn lawaz bikin, nekarîn bişikînin. Lewma ketin nava têkçûneke mezin."

Dûran Kalkan destnîşan kir ku faşîzma AKP-MHP'ê ji bo desthilatdariya xwe dirêj bike, bi vî rengî sîstema kapîtalîst a global li ser piyan bihêle hewl dide rêyeke rizgarkirinê peyda bike û got, "Jê hebû ku desthilatdariya xwe bi spartina li vê yekê dikare dewam bike. Hesabê wê kirin ku bi hêzeke gelekî mezin, bi piştgiriya derve û nokeran eger êrîş bikin wê karibin bikin ku gerîla bireve, bieciqîne û hin herêmên diyarkirî bi lez dagir bikin, bi vî rengî jî hilbijartinê pêk bîne, yan jî bihesibîne ku hilbijartin daye kirin û xwe jinûve bike rêveberiya dewleta Tirkiyeyê. Hesab û plana vê kirin. Êrîşeke bi vî rengî kirin. Divê mirov Şerê Zapê li ser vê bingehê fêhm bikin. Di nava şerê desthilatdarî û serweriya dewletê ya 5 hezar salî û berxwedana gelan a li dijî van hêzan, cihê vî şerî heye. Sîstema modernîteya kapîtalîst êrîş dike û li hemberî van êrîşan jî berxwedanek heye. Pêwendiya vî şerî bi plana stratejîk a dewleta Tirk a ji bo dagirkirina Rojava û Başûrê Kurdsitanê û bidestxistina sînorên Mîsakî Mîllî heye. Pêwendiya xwe bi polîtîkaya dirêjkirina temenê faşîzma AKP-MHP'ê heye. Êrîşeke piralî ye. Wateya xwe ya dîrokî kûr e, wateya xwe ya siyasî piralî ye, êrîşeke bi vî rengî ya stratejîk e. Ji faşîzma AKP-MHP'ê û hêzên ew da êrîşkirin hebû ku dikare bi hêsanî encamê ji vê êrîşê werbigire. Lê belê ya li bendê bûn, bi dest nexistin. Berxwedana lehengî ya gerîlayên HPG û YJA Starê, şerê li ser xeta fedaî derbên giran li çeteyên AKP-MHP'ê xist û planên faşîzmê hemû ji hev xist."

Dûran Kalkan destnîşan kir ku faşîzma AKP-MHP'ê ya li Zapê bêencam ma û gava dixwest nekarî biavêje, niha jî hewl dide berê êrîşên xwe bide herêmên cuda û wiha dewam kir:

"Bêrawesetan êrîşî Rojavayê Kurdistanê, Şehbayê, Kobanê, Til Rifetê dike. Planên nû yên dagirkeriyê yên li ser Rojava dixe rojevê. Gefê li gelên Rojava, li hêzên siyasî yên li wê derê dixwe. Li wê derê jî encama ku dixwest nekarî bi dest bixe."

Kalkan destnîşan kir ku faşîzma AKP-MHP'ê li Zapê li nava çiraveke rastî çikiya ye, xitimî ye, ne dikare bi pêş ve biçe ne jî vegere û got, "Ev şer şerê hêzên şaristaniya demokratîk ê li dijî şaristaniya yekdestperest a navendî ye. Hêzên şaristaniya yekdestperest û hêzên şaristaniya demokratîk li Kurdistanê şer dikin. Hêzên modernîteya kapîtalîst û hêzên modernîteya demokratîk li Kurdistanê şer dikin. Mejiyê qirker-mêtinger-faşîst û mejiyê demokratîk, wekhevîparêz û azadîparêz li Kurdistanê şerê hev dikin."

Kalkan işaret bi girîngiya fêhmkirina sala 39'an a Pêngava 15'ê Tebaxê kir û wiha dewam kir, "Di serî de li Zap, Avaşîn û Metînayê, şerê azadiyê yê ciwanên Kurd ku bi lehengî li Bakur, Başûr, Rojavayê Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê dimeşînin, divê rast bê fêhmkirin. Belê ev şer şerekî azadiyê, şerekî demokrasiyê, wekhevî û edaletê ye. Lê belê li gel taybetmendiyên xwe yên xwecihî, her wiha taybetmendiyên xwe yên gerdûnî hene. Li gel aliyên xwe yên neteweyî her wiha şerekî ji aliyên global e.

Şerê ku li Zap û Avaşînê bi pêşengiya gerîlayên HPG û YJA Starê di çarçoveya Têkoşîna Demokrasî û Azadiyê ya Kurdistanê de tê meşandin, şerê ji bo têkbirina faşîzma AKP-MHP'ê ye, şerê jib o afirandina çareseriya Xweseriya Demokratîk li Kurdistanê ye.

Ew şer e ku siyaset û mejiyê qirker-mêtinger-faşîst ên dewleta Tirk têk bibe, li Kurdistan û Tiriyeyê şoreşeke mejî pêk bîne.

Ev şer şerê çareseriya pirsgirêka Kurd e, azadkirina Kurdistanê ye, li ser vê bingehê jî demokratîkkirina Tirkiyeyê, qada Ereb û Îranê ye, demokratîkkirina Rojhilata Navîn e.

Ev şer, li ser bingeha azadiya Kurdan û demokratîkbûna Rojhilata Navîn, rizgarkirina mirovahiyê ji krîz û kaosa sîstema şaristaniya yekdestperestiyê ya 5 hezar salî ye, bidawîkirina Şerê Cîhanê yê 3'emîn e, li ser bingeha Konfederalîzma Demokratîk û Xweser a Demokratîk azadkirina cografya cîhanê ye.

Ev şer bi qasî şerê Kurdan e her wiha şerê Tirk, Ereb û Farsan e. Bi qasî şerê Kurdan û gelên herêmê ye, şerê demokrasî û azadiyê yê mirovahiyê ye.

Çareserî di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de ye. Rewşa stratejîk a Kurdsitanê, tevkariya çareseriya pirsgirêka Kurd a li demokratîkbûna Rojhilata Navîn, di asta cîhanê de jî demokratîkbûnê bi pêş ve dibe. Lewma bi jihevxistian sîstema modernîteya kapîtalîst, armanca rizgariya mirovahiyê ji Şerê Cîhanê yê Sêyemîn e."