Jin a azad û gel ê azad wê bi ser bikevin

Jinên Kurd wê li ser şopa Sarayan, Zîlanan û Zehrayan li dijî mêtingeriya qirker têkoşîna xwe xurt bikin û bi mezinî bidomînin. Sîstema qirker a dijminê gelan û jinan wê teqez rojekê têk biçe, jin a azad û gel ê azad wê bi ser bikevin.

30'ê Hezîranê salvegera 24'an a wê rojê ye ku Zîlan li dijî dewleta Tirk a faşîst qirker xwe kir bombe û teqand. Zîlan ji aliyê Rêber Apo ve weke sekna azadiyê ya Zîlan weke 'Manîfestoya Azadiya Jinê' pênase kir. Di vê demê de ku êrişên qirkirinê bi israr didomin û li dijî vê yekê jî bi pêşengiya Zîlanan têkoşîna azadiyê bi biryardarî mezin dibe, Zîlan bi rêzdarî, hezkirin û minet bi bîr tînim.

Zîlan li dijî komploya 6'ê Gulana 1996'an ku dewama terteleya Dersimê û Kurdistanê bû, xwe kir bombe û bersiv da. Çalakiya wê xwe ji hêrsa mezin a li qirkirina Kurdan û ji hişmendiya kûr a azadiyê xwedî dikir. Cihê ku wê çalakî lê kir, Dersim bû ku qirkirineke di dîroka mirovahiyê de nehatiye dîtin li dijî Kurdê Elewî hatibû kirin. Sala 1938'an Dersim keleha dawî ya Kurdistanê bû ku li ber xwe dida. Di şexsê Dersimê de dihate xwestin ku Kurdên Elewî bi temamî bên qirkirin. Zîlan a ku li Meletiyê ji dayik bû, qirkirina li rojavayê Firatê heta hucreyên xwe hîs kir û bi daxwaza azadiya jinê tevlî tevgera azadiyê bû. Çalakiya Zîlan ruhekî azad ê ku dîrok ji kûrahiyê ve fêhm kiribû, teqîna hêrsa mezin a li dijî qirkirina jin û gelê Kurd bû. Li dijî hewldanên ji bo tunekirina Kurdîtiya li rojavayê Firatê bersiva xurt a jineke Kurd bû ku li vê erdnîgariyê qirkirin lê hatibû ferzkirin.

Êrişên qirkirinê ku Zîlan bi hêrseke mezin li ber rabû, li dijî têkoşîna jinê ya rêxistinbûyî hîn jî bi tundî didomin. Dîktatoriya faşîst a Erdogan-Bahçelî bi polîtîkayên xwe yên êrişê ku koletiya jinê kûr û meşrû dike, bi êrişên xwe yên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd dixwaze sîstemeke koledar a neo-faşîst qirker ava bike. Dîktatorên faşîst Erdogan-Bahçelî niha Zeûs ê tecawizkar-dagirker ê serdema nû temsîl dikin. Di rewşeke namerdane de ne ku bi komkujiyên li dijî jinan û êrişên qirkirinê yên li dijî Kurdan Hîtler qat bi qat derbas kiriye.

Dîktatoriya faşîst li dijî jinên Kurd, li dijî hemû sazî û rêxistinên jinan ên ji bo azadî, wekhevî û demokrasiyê têdikoşin şer îlan kiriye. Li dijî jinan ji aliyekî ve bi artêş, polîs, tank û balafirên xwe şer dike, li aliyê din jî bi kûrkirina çanda destavêtinê hewl dide hêza jinê ya xwedî îrade ji holê rake ku li pêşiya avakirina rejîma faşîst asteng e. Heta jê tê êrişê dibe ser jinên Kurd, siyasetmedarên jin ên Kurd, saziyên Kurdan û hêzên xweparastinê.

Di serdemeke din a dîrokê de nehatiye dîtin ku mîna dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê kesî bi komkujiyên jinan pesnê xwe nedane, ji êriş û komkujiyên li dijî jinan ji xwe re çîrokên qehremanî û lehengiyê neafirandine. Ev rewş nîşan dide ku dîktatoriya faşîst a AKPMHP'ê di dijminatiya li dijî jinan de sînoran nas nake û di heman demê de nîşan dide ku di asteke bilind de ji jinên azad rêxistinbûyî ditirse. Bi rastî jî dîktatoriya faşîst gelekî ji jinên têkoşer û berxwedêr ditirse. Ji ber ku hebûna jina azad civaka azad diafirîne, vê yekê weke tunebûna xwe dibîne û li her deverê êrişê dibe ser jinên berxwedêr.

Jinên Kurd afirîner, barhilgir û domdarên çanda berxwedanê ya bi hezaran salî ne. Dînamîka têkoşînê û hêza bingehîn a afirîner a welatparêzî û civakîparêziya Kurd e. Di rewşa heyî de jinên Kurd li Tirkiyeyê, li herêmê û li cîhanê xwedî danhevî û tecrûbeya herî rêxistinbûyî, xurt a têkoşînê ye, yên herî têgihiştîne. Rejîma faşîst qirker mêtinger dixwaze bi tasfiyekirina vê danheviyê re têkoşîna azadiya Kurd a bi pêşengî û berxwedana jinê tune bike û rejîma faşîst ava bike.

Jinên Kurd ku li her qada jiyanê xwe bi rêxistin kirine û têdikoşin, li Kurdistan, Tirkiye û herêmê di nava civakan de bi rola veguherînê radibin. Têkoşîna jinê zîhniyeta zayendîperest, çand û siyaseta zayendîperest lawaz dike, civakê û siyasetê demokratîk dike. Bi vî rengî sîstemên netewe dewlet ên faşîst tekperest-mêrperest ji hev dixe, alternatîfa sîstem û jiyaneke civakî demokratîk destnîşan dike. Di heman demê de têkoşîna jinê polîtîkayên Neo-Osmanî yên dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê teşhîr dike, li dijî êriş û polîtîkayên dagirker qirker mêtinger di nava civakê de hişmendî, daxwaza têkoşînê û wêrekiyê diafirîne. Yek ji sedemên bingehîn ên êrişa faşîzmê bi çavsorane li dijî jinên Kurd ev e.

Êrişa li ser parçeyekî Kurdistanê ji aliyê armanc, zîhniyet û ferasetê ve ji êrişa li ser parçeyekî din ê Kurdistanê cuda nîne. Jinên ku li Tirkiye û Kurdistanê tên qetilkirin, tên girtin, êşkence lê tê kirin û jinên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî tên qetilkirin bi heman armancê dibin hedef. Sê jinên berxwedêr ên 23'ê Hezîranê li Kobanê hatin qetilkirin jî encama heman polîtîkayê ye.

Rejîma qirker mêtinger divê vê yekê baş zanibe, êrişên bi vî rengî mîna Zîlan hêrsa jinên Kurd mezintir dike, berxwedana wê xurtir dike. Jinên Kurd wê li ser şopa Sarayan, Zîlanan û Zehrayan li dijî mêtingeriya qirker têkoşîna xwe xurt bikin û bi mezinî bidomînin. Sîstema qirker a dijminê gelan û jinan wê teqez rojekê têk biçe, jin a azad û gel ê azad wê bi ser bikevin.