'Ji bo aştî û demokrasiyê PKK'ê ji lîsteya terorê derxin'

Aktîvîstên Înîsiyatîfa Edalet ji bo Kurdan bang li Yekîtiya Ewropayê kirin û gotin, "Ji bo aştî û demokrasiyê PKK’ê ji lîsteya rêxistinên terorê derxin."

Înîsiyatîfa Edalet ji bo Kurdan di 31’ê Çile roja Sêşemê saet 13:30’an de li Qada Schuman a li kêleka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ya Brukselê civîneke çapemeniyê lidar xist. Piştî civîna çapemeniyê Înîsiyatîfê ji bo PKK’ê ji lîsteya rêxistinên terorê ya Yekîtiya Ewropayê bê derxistin bi milyonan îmze radestî Komîsyona Yekîtiya Ewropayê kir. Piştî daxuyaniya ku bi daxwaza "Li ser navê aştî, demokrasî û mafên mirovan em bang li Komîsyona Ewropayê dikin ku PKK’ê ji lîsteya rêxistinên terorê yên qedexekirî derxîne" hat lidar xistin, Berdevkê Rêxistina Aştiyê ya Belçîkayê Vrede Ludo de Brabander, nûnerê Progressive International Daniel Kopp û Serokê Partiya Çepgir a Ewropayê-El Walter Baier axivîn û diyar kir ku divê PKK’ê ji lîsteyê derxin.

BRABANDER : EGER HÛN AŞTIYÊ DIXWAZIN , PKK'Ê JI LÎSTEYÊ DERXÎNIN

Berdevkê Rêxistina Aştiyê ya Belçîkayê Vrede Ludo de Brabander der barê radestkirina îmzeyan ji bo YE’yê got, "Ji bo PKK’ê ji lîsteyê terorê bê derxistin em li vir in. Gelek biryarên dadgehan hene ku dibêjin PKK’ê ne rêxistina terorê ye. Rêxistinek e ku ne alîgirê şer e. Hewl tê dayîn têkoşîna maf ên Kurdan bên berovajî kirin. Divê dawî li vê yekê bê. Eger hûn li Tirkiyeyê aşitiyê dixwazin, li Rojhilata Navîn bi kurdan re aştiyê dixwazin, divê PKK’ê ji lîsteya rêxistinên terorê bê derxistin.” 

KOPP: PKK’Ê ÎFADEYA TÊKOŞÎNA WEKHEVIYÊ YE

Endamê sekreteriya Progressive International Daniel Kopp jî wiha got, “Navê min Daniel Kopp e, ez endamê sekreterê Progressive International im. Rêxistineke navneteweyî ya ji bo hêzên pêşverû yên li gelemperiya cîhanê seferber bike, bi rêxistin bike û bike yek, hatiye avakirin. Îro em tevî dostên xwe yên Kurd, banga derxistina navê PKK'ê ji lîsteya li Ewropayê dikin. Ev çend sal in PKK’ê li ser navê dewleta Tirk ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve weke rêxistineke terorîst hatiye qebûlkirin. Ev ne rast e. PKK’ê ne rêxistineke terorîst e. PKK’ê partiyeke siyasî ye û îfadeya têkoşîna Kurdan a ji bo aştî û wekheviyê li Tirkiyeyê ye. Ji ber vê yekê em îro li vir in, ji çar aliyên cîhanê bi milyonan îmze radestî Saziyên Ewropayê dikin. Ji bo aramî û aştî li Rojhilata Navîn pêş bikeve, divê PKK’ê ji lîsteya terorê bê derxistin.” 

BAIER: PKK’ê NÛNERÊ GELÊ KURD E

Serokê Partiya Çepgir a Ewropayê-El Walter Baier wiha axivî, ““Ez li ser navê Partiya Çep a Ewropayê beşdarî vê xwepêşandan û civîna çapemeniyê bûm. Ji ber ku em piştgiriyê didin têkoşîna gelê Kurd a ji bo wekhevî, demokrasî û mafê çarenûsê. Û ji bo çareserkirina şerê di navbera Kurd-Tirk, derxistina PKK’ê ji lîsteyê ji bo aşitiyê pêwîst e. Ji ber ku PKK’ê parçeyekî ya çareseriyê ye. PKK’ê nûnerê gelê Kurd e û ji bo aştiyê xwedî cihek girîng e. Ji ber vê yekê Partiya Çepgir a Ewropayê ji bo pêşî li hewirdora şer bê girtin û çareseriyek aştiyane pêk were, hevgirtina gelan esas digire.”