Hîmên dîrokî yên dijminahiya dewleta Tirk a li dijî Rojava
Hêrs û dijminatiyeke sedsalî ji nû ve zindî bûye û polîtîkayên dewleta Tirk li ser esasê tinekirina destketiyên Kurdan ên li Sûriyeyê teşe girtiye.
Hêrs û dijminatiyeke sedsalî ji nû ve zindî bûye û polîtîkayên dewleta Tirk li ser esasê tinekirina destketiyên Kurdan ên li Sûriyeyê teşe girtiye.
Piştî Şerê 1’emîn ê Cîhanê belavbûna Împaratoriya Osmanî, bandoreke kûr li ser Rojhilata Navîn û erdnîgariya wê kir û bû sedema encamên demdirêj. Di vê pêvajoyê de Kurdên ku gelê xwecih ê herêmê bûn, mexdûriyeta herî mezin jiyan. Di nav pergala Rojhilata Navîn a ku ji nû ve ava dibe de; erdnîgariya dîrokî ya Kurdan di navbera sê dewletên cuda de hat parvekirin û Kurd ketin bin serweriya Tirkiye, Îraq û Sûriyeyê. Sînpe li gor berjewendiyên aborî û siyasî yên dewletên serketî hatin diyarkirin; avaniyên etnîk, dînî, mezhebî û çandî hatin paşguhkirin. Ev sînorên çêkirî yên ku piştî Şerê 1’emîn ê Cîhanê hatin xêzkirin, qadên jiyanê yên Kurdan parçe kirin û gund, eşîret û kesûkar xistin bin serweriya dewletên cuda. Ev rewş di nav Kurdan de bû sedema travmayên kûr ên fîzîkî, derûnî, aborî, civakî û siyasî. Gelê Kurd di nav pergala nû de hem bû hedefa polîtîkayên tund ên dewletan hem jî di têkoşîna parastina hebûna xwe de rûbirûyê polîtîkayên dijwar ên asîmîlasyon û înkarê hat.
Dewleta Tirk di vê pêvajoyê de bû yek ji wan dewletan ku polîtîkayên asîmîlasyon, înkar û tunekirinê bi awayê herî lez û berfireh xistin meriyetê. Şûna avaniya pir etnîkî ya di dema Osmaniyan de feraseta netewdewletê ya homojen girt. Polîtîkayeke li dor nasnameya Tirkî hat pejirandin; hebûna Kurdan hat redkirin û stratejiyên asîmîlasyon û jiholêrakirinê hatin sepandin. Pêşengên siyasî, dînî û eşîrî yên Kurdan pê hesiyan ku tên xapandin loma li dijî van polîtîkayan li ber xwe dan. Berxwedanên Şêx Seîd, Agirî û Dersimê bi komkujiyan hatin tepeserkirin. Komkujiyên sîstematîk ên li dijî Kurdan û sirgûnên komî zêdetir bûn. Zimanê Kurdî li qadên fermî û giştî hat qedexekirin. Dewleta Tirk li Kurdistanê du polîtîkayên sereke bi rê ve birin; jiholêrakirina Kurdên berxwedêr û zû bi zû Tirkkirina Kurdên meyldarê vê pergalê.
ROJAVA, BÛ STARGEHA BERXWEDÊRAN
Rojava di nav vê pergala nû de ji bo Kurdan hem bû stargehek hem jî bû navenda berxwedanê. Piştî Şerê 1’emîn ê Cîhanê Sûriye bi biryara Cemiyeta Milletan bû mandaya Fransayê. Her çiqas Fransiyan Kurd daxilî pergala fermî ya dewletê nekiribin jî li hember ziman û çanda Kurdî nebûn asteng û zext li ser Kurdan nekir. Vê rewşê Rojava ji bo Kurdên ku ji ber zexta dewleta Tirk direvîn kir herêmeke biewle. Rojava bi vî awayî di bîra dîrokî ya Kurdan de bû sembola berxwedan û hevgirtinê.
WEKE BERDEWAMA MÎRATEYA DÎROKÎ YE
Rojava bû navenda berxwedêr û entellektuelên Kurd ên ku di navbera salên 1925 û 1950’yan de neçar mabûn ku ji Tirkiyeyê koç bikin. Bi hezaran Kurd, piştî tepeserkirina berxwedana Şêx Seîd çûn Rojavayê. Ev pêla mecbûrî ya koçberiyê di ji nû ve avabûna wêjeya Kurdî, siyaset û bîra çandî ya herêmê de roleke giring lîst. Kesên girîng ên mîna Celadet Bedirxan, Memdûh Selîm Beg, Nûrî Dersimî, Cemîlpaşazedeyî, Osman Sebrî û Cegerxwîn, bingeheke xurt a wêjeya Kurdî û siyaseta Kurd li Rojava danîn. Rêxistina Xoybûnê li vir hat avakirin. Xoybûnê bi xebatên xwe tevkariyeke mezin li têkoşîna gelê Kurd kir. Rojava dîsa di vê pêvajoyê de, ji bo serok û kadroyên pêşeng ên serhildanên herêmî yên ku li Bakur hatin têkbirin bû navenda bêhnvedanê.
Rojava ji bo Kurdan ne tenê stargehek e, di heman demê de wek navenda hevgirtinê ya siyasî û entellektuel û wek hilgirê bîra kollektîf bû. Ji hêla dîroka sed salî ya gelê Kurd ve, ev herêm ji xeynî sembola berxwedanê, ji bo parastin û ji nû ve avakirina nasnameya çandî jî bû semboleke girîng. Îro roj girîngiya dîrokî û stratejîk a Rojavayê ji bo Kurdan wekî berdewama vê mîrateya dîrokî ye. Piştî şerê navxweyî yê li Sûriyeyê, bidestxistina statuya Rojavayê, li dijî zextên bi salan e didomin wekî xala werçerxê ya têkoşîna azadiya gelê Kurd e. Rojava, bû yek ji qadên nadîde ku gelê Kurd hebûn, mîrateya çandî û nasnameya xwe lê didomîne û ji nû ve ava dike. Ev rewş, ne tenê ji bo Kurdan, di heman demê de li herêmê ji bo pêkhateyên etnîk û dînî yên din jî bû hêviyek.
BÎRA DIJMINAHIYA DÎROKÎ
Rojava ji bo Kurdan xwedî stratejiyek girîng e. Zindîbûna dijminahiya dewleta Tirk a li hember vê xwe dispêre bingeheke kûr a dîrokî û siyasî. Mîrateya berxwedanê ya Kurdan ku di salên 1970 û 1980’an de li Tirkiyeyê teşe girt, piştî salên dirêj li Rojava asteke nû bi dest xist û ji bo Kurdan bû navendeke girîng a têkoşîna hevpar. Derketina Tevgera Azadiyê ya Kurd li Tirkiyeyê û avabûna wê bi mîrateya berxwedanê û têkoşîna ku girêdayî wê bi pêş ket, ji bo Kurdan bû destpêkeke nû. Têkoşîna li dijî polîtîkayên nîjadperest û neteweperestiya hişk ên mêtingeriya Tirk ne tenê berxwedan bû, di heman demê de hewldanek ji bo pêşvebirin û mayîndekirina nasname û çanda Kurd bû. Ji salên 1920'î û vir ve ji bo Kurdan bûbû qada bêhnstandinê, bû xala hevgirtina siyasî. Salên 1980'î û pê ve girîngiya herêmê ji bo têkoşîna Kurdan hîn bêhtir diyar bû. Bi bandor û sinerjiya Tevgera Azadiyê ya Kurd re Rojava bûye navendeke ku bîranîna berxwedana dîrokî ji nû ve lê hatiye nivîsandin. Vê pêvajoyê têkoşîna gelê Kurd xurt kir; bû qonaxeke nû ku tê de çîroka berxwedanê ya sedsalî ji nû ve hate nivîsandin. Bi hezaran Rojavayî tevlî têkoşîna li Bakur bûn û bûn parçeyek ji eksena berxwedanê. Dema ku gelê Rojava li dora têkoşîn û lêgerîna azadiyê ya bi salan kom bû, Tirkiyeyê ev têkoşîn û hevgirtina ku li dora wê pêş dikeve ji bo desthilatdariya xwe weke gefek mezin dît. Dijminatiya dewleta Tirk a li hemberî Rojava, ji nefreta wê ya li hemberî vê bîr û kevneşopiya dîrokî tê.
JI BO DEWLETA TIRK QADA TOLHILDANÊ
Bi şerê Sûriyeyê ya navxweyî ku di sala 2011’an de destpê kir re, bîra siyasî û exlaqê berxwedanê yê gelê Kurd ji bo parastina gel ji nû ve hat birêxistinkirin. Li dijî êrîşên komên ku Tirkiye û rejîma Sûriyeyê destekê didin wan, mîrateya berxwedanê ya Kurd ket nava tevgerê û xeta parastinê ya xurt ava kir. Rojava dema ku gelan bi mîrateya dîrokî ya Tevgera Azadiya Kurd diparast, di heman demê de di qada navneteweyî de jî weke navendeke berxwedanê ji nû ve vejiya. Rojava ne tenê qadeke ku Kurd hebûna xwe lê didomînin, her wiha qada ku şoreşa siyasî, civakî û çandî lê pêk anîne. Rojava cihê ku Kurdan nasname û azadiya xwe ji nû ve ava kir û di heman demê de sembola lêgerîna azadiya gelên Rojhilata Navîn e. Ji ber vê jî bîra dijminatiya Tirkiyeyê ya di vê pêvajoyê de hîn xurt e.
Tirkiye, rêxistinbûna ku li Rojava pêk tê, hevgirtina Kurdên li herêmê û xurtbûna wê li hemberî xwe weke xetere dibîne. Tirkiyeyê ev rewş ji bo hesabpirsîna dîrokî firsend dît û Rojava ku weke herêmeke sembola berxwedan û destketiyên Kurdane, mîna xeteriyek berdewam nirxand. Rola dîrokî ya Rojava ji bo Kurdan, ji bo Tirkiyeyê veguherî qada tolhildanê. Tevî ku Tirkiye ji bo şikandina hêz û bandora Kurdan destek da komên çete yên radîkal ên weke DAîŞ'ê jî, ev hewldan bê encam man. Tirkiye rasterast berê xwe da êrîşên leşkerî, herêmên weke Efrîn, Serêkanîye û Girê Spî dagir kir. Di nava van êrîşên dagirkeriyê de stratejiya derxistina Kurdan ji herêmê û tunekirina hebûna wan a çandî û siyasî jî hebû. Ev tevgerên Tirkiyeyê ne tenê leşkerî bûn, di heman demê de weke polîtîkayeke tasfiyekirina civakî û çandî jî hatin binavkirin. Di vê pêvajoyê de Rojava ne tenê weke qada berxwedan û azadiyê, her wiha mîna ragirê bîranîna dîrokî ya gelê Kurd û çavkaniya hêviyê ya avakirina siberoja xwe hebûna xwe domand.
SIYASETA BÊKURDKIRINA ROJAVA
Li herêmên dagirkirî, li malên Kurdan alîgirên Tirk ên Ereb û Tirkmen hatin bi cih kirin. Kurdan bi zorê dane koçberkirin. Tirkiye ev pêvajo ne tenê weke amûreke bidestxistina axê, di heman demê de weke stratejiyeke ku Kurdan ji kok û nasnameya wan veqetîne bi kar anî. Hêrs û dijminatiya sedsalî ji nû ve zindî bû û armanca polîtîkayên Tirkiyeyê vê carê têkbirina destketiyên Kurdan li Sûriyeyê bû. Tirkiye vê armancê bi bazirganiyên dîplomatîk û destwerdanên leşkerî yên bi dewletên din ên herêmê re nîşan da. Armanca wê ji holê rakirina hebûna dîrokî ya kurdan e. Tirkiye bi dijminatiya xwe ya xwe dispêre vê paşxaneya dîrokî û rewşa heyî re rewşa nû ya li Sûriyeyê weke firsendekê dibîne ku êrîşî Kurdan bike. Ji bo vê jî êrîş û gefên xwe yên mêtingeriya nû dewam dike.