Hilbijartinên Başûr û Metelokên Ecêb!

Malbata xayîn, bi şûrê wan dagirkeran dixwaze xwe li tevahiya Kurdistanê bi cih bike. Tişta ku rê nade wan û li pêşiya dagirkeriya wan sekiniye jî Tevgera Apoyî ye. Ji bo wê jî hemleya wan a yekem ew e ku dixwazin pêşî li PKK’yê bigirin.

Du sal bi ser hilbijartinên parlamentoyê yên Başûr de derbas bûn. Ji ber nebûna têgîhîştina feraseta demokratîk û nefamiya desthilatdariya PDK’yê ev rewş bi salan e weke vîrûseke kujende ketiye laşê gelê me yê Başûr û laşê gelê me dikoje. Têkoşîna ku di mijara rizgariya neteweyî de hatiye dayîn û berdêlên ku weke çemê xwînê hatine rijandin ku ew yek piştî tecrubeya Raperîna Gel a di sala 1991’an de û tecrubeya Bereya  Netewî a Başûr û hilbijartina di sala 1992’yan de ku weke ‘Pêncî bi Pêncî’ tê zanîn, weke mînakên tehl û jehrawî di dîroka gelê me de hatine nivîsandin. Ji wê demê heya niha gelê me yê  Başûr ji bo xatirê wan berdêlên giran tehemûla vê rewşê kir. Malbata Barzanî xwe li ser vê yekê ava kirin û heya roja me ya îroyîn. Nirxekî ku nekirine mijara pêşkêşkirinê û axayên ku ji wan re xizmet nekirine, nemane. Vê malbatê û hevkarên wan kiryarên wisa kirin ku bûn sedem ku di nava gelê me yê Başûr de sarbûna ji nirxên bingehîn çêbibe û  baweriya bi têkoşînê re bişkê û gel hem di aliyê jiyana madî de hem jî di aliyê jiyana manewî de lewaz bibe. Bûn sedem ku gel û jiyan muhtacî hêzên dagirker û hegemonîk bibe. Ji ber wê yekê jî  mijarên Başûr û tecrubeya “siyasî” ya li Başûr mijarên girîng in.

Weke tê zanîn di serdemê modern de xwebirêxistinkirin bi rêya partî, komale, sendîqa û hwd. pêk tê. Di asta giştî de ji bo rewabûnê ger civakek bi bername û asta têgihiştin û têkoşîna xwe de bilind be, bi awayekî demokratîk bi beşdarbûna hemû endam û rêxistinên civaka xwe, xwe bi rê ve dibe. Lê belê ger têgihiştin û xwedîderketina nirxên civakê û parastin lewaz be, wê demê jî rêxistinbûna dewletê bi rêya desthilatdariyê tê ferzkirin. Ger civak û astê têgihiştina wê li gorî serdema xwe lawaz be û bi hestiyarî bi tenê ji bo armancên biçûk ava bûbe jî wê demê weke mînaka li Başûr birêxistinkirineke weke Malbata Barzanî ne feodal, ne burjûva û ne tu tişt li ser civakê tê ferzkirin. Civak û hemû rastiya wê bênefes tê hîştin.  

Ev demek e ku gelê Başûr hewl dide ku hin tiştên nû biceribîne û li rêyên nû digere. Bêguman dema ku em behsa dîrokê jî dikin jî em rastiya têkoşîna gelê Başûr bi awayekî zelal dibînin ku bênavber berdewam kiriye û her wiha vê malbatê li Başûr kurdbûnek pênase kirine ku qalibên wê dişibe kurdbûnê lê belê naveroka wê ne kurd e yan jî kurdbûn e. Malbata xayîn ji bo vê yekê bi dehan salan xebitî û gelê Başûr bi zanebûnî yan jî bi nezanî kete vê xefikê.

Di sala 2017’an de komploya referandûma malbata xayîn, bû sedem ku nediyariyeke cidî li Başûr ava bibe û vê yekê jî kir ku di van çend salan de bi hezaran ciwan û hêza civakê welatî biterikînin.  Ji bo ku ev hêz ji welat derbikeve jî desthilata xulam bi taybet bi mafyayên dewletên dagirker û îstixbarata wan re xebitî. Lewma jî mijara hilbijartinê bûye weke destikê kêrê  duvika kerê ne kurt dibe, ne jî dirêj dibe. Ji bo rewşa şerê navxweyî hemû sazî û dezgehên Başûr têk çûn, rewabûna rêveberiyê ji holê rakirin, da ku bikaribin hemû derfetên herêmê ji dewleta Tirk a dagirker re pêşkêş bikin. Ev hewldana dewleta Tirk jî ji sla 2009’av an ve berdewam dike û bi vê armancê kar tên meşandin.

Niha heya astekê gihiştine armanca xwe. Lê belê ya dawî maye. Ew jî şerekî di navbera her du îdareyan de ye. YNK û PDK ji derveyî malbata Barzanî bi rastî hêzeke ku bikaribe bandorê li PDK’yê bike, heye! Ji ber ku malbata xayîn her tişt ji cemaweriya PDK’yê jî dûr xistiye. Bi dilê xwe ji xwe re çete ava kirine. Û bi wan çeteyên bi navê “pêşmerge” biryarên nebaş û toqandinê dikin. Parastina Başûr a ji malbata xayîn gelekî girîng e. Ev yek erkê hemû welatparêzan e. Ger gelê Kurd û bi taybet gelê Başûr bixwazin rûmeta xwe ya têkoşîn û berxwedaniya bi hezaran salan biparêzin, hewce ye gelê Başûr ji malbata xayîn biparêzin. Hewce ye hemû saziyên Başûr, hemû welatiyên Başûrî li ku dera cihanê dibin, bila bibin hewce ye ji bo vê yekê bixebitin, heya ku bikaribin vê malbata xayîn berteref bikin.

Ne diyar e bê ka wê kengî hilbijartin werin kirin.  Ev du sal in bi hincetên derewîn tên taloqkirin. Di Kurmancî de  biwêjek heye ku dibêje; ‘Stewr e, em li bendê ne bizê.’ Nazê ji ber ku stewr e. Herî dawîyê Dadgeha Federal a Iraqê û Komîsyona  Hilbijartinê erk wergirtin da ku hilbijartin werin kirin. Biryar hat dayîn û  Serokê Herêma Kurdîstanê Nêçîrvan ê kurê Îdrîsê ji malbata Barzanî teqez kir ku di 10’ê Xizîrana 2024’an de hilbijartin were kirin. Niha ew tifa ku Nêçîrvan ê kurê Îdrîsê kuştî kiriye,  pê dan alastin. Jixwe Nêçîrvan her ji zaroktiya xwe ve fêrî alastina pîsiya malbata Mesûd kirine. Lewma jî wek firfireka li her derê geriya û xwest wê tifa ku avêtiye wisa bialêse ku careke din kurê Mesût çavê xwe lê nemûçiqîne. Niha diyar e wê hilbijartin di 10’ê Xizîrana 2024’an de were kirin. Ev yek wê bi dilê malbata xayîn be yan na? Ji ber ku ew bawerî û netewên din weke baweriya Xiristiyan, Ermen û Asûrî di destê wan de bûn, niha hatine wergirtin. Wekî din jî axayên wan ê “Turkmen” hene. Ew ne mijara nîqaşê ye. Lewma jî çi dibe bila bibe wê ji bo xulamtiya wan  her tiştekî bikin. Niha tişta ku jê re dibêjin kota ji destê wan hatiye wergirtin. Wekî din jî Çavdêriya Komîsyona Navendî ne bi dilê wan e. Ji ber ku sedî sed ne di bin qontrola wan de ye. Ji ber wê yekê jî dagirker û faşistê Tirk Erdogan anîn herêmê û hemû Hewlêr bi alaya Tirk a reng kirin û xwestin bi vî rengî gefan li Bexdayê bixwin. Aha ev şanoya; ‘Metekolên Ecêb’ ji vir derdikeve. Niha cardin neçarî Nêçîrvanê kurê Îdrîsî ne vê dîrokê berovajî bike. Weke dibêjin: ‘’Min xîz kir nebû, min pê lîst pê nebû.” Rewşa Nêçîrvanê kurê Îdrîsê kurê Mele Mistefayê Barzanî aha ev e.

Hewce ye welatiyên Kurdistanê ên li perçeyên din jî bi tu awayî rewabûnê nedin vê malbata xayîn û hewce ye nehêlin sîya wan jî diyar be. Ji bo wê jî hewce ye medya û rewşengeriya Kurd di her astê de di nava têkoşînê de be. Ev yek ji bo hemû Kurdan erkê mirovbûn û netewebûnê ye. Em çima vana dibêjin? Li binêrin ku 3 salan dest danîn ser parlamentoyê û nehiştin ku serokê parlamentoyê biçe paytext. Ev du sal in jî nahêlin ku li Başûr hilbijartin werin kirin. Rewabûna hemû sazî û dezgeyên fermî  ji nav birine. Gel neçar kirin ku ji bo pêwîstiyên xwe yên jiyanî rû li navenda dewleta federe bike. Heya mûçeyên rojane yên karmendên herêmê jî xistin di bin kontrola Bexdayê de. Bêguman ev yek hemû bi zanebûnî hatin kirin.

Lewma jî ya diyar  ew e ku hewce ye plana siyasî, leşkerî, civakî ya yekem rizgarbûna ji vê malbata xayîn be. Hilbijartin ji bo vê yê dikare bibe derwazeyek (!) Ev yek bi guman e. Bes dîsa jî hewce ye tedbîrên wê werin girtin. Êdî neçar in hilbijartinê bikin. Lê belê ne li gorî şertên ku gel dixwaze. Li gorî şertên ku malbata xayîn ku careke din xwe ava bikin. Ji bo wê yekê jêhatîbûnek pêwîst e. Divê hêzên ji derveyî malbata xayîn rê nedin wan. Her çend di gelek xalan de nakok jî bin dikarin ji bo ku malbata xayîn bê bandor bikin, têbokoşin. Her wiha hewce ye ew kesên ku di wê baweriyê de ne ku dibêjin li pêşiya dergehê malbata xayîn ji wan re nan heye, ew xwe dixapînin. Xulamtî bi xwe tiştekî xirab e lê belê xulamtiya xulaman xirabtir e. Hewce ye Başûr careke din û hemû hêza xwe rabe ser piyan. Ji ber ku gelê Başûr bi rastî jî xwedî feraseteke girîng ya berxwedan û xweragiriyê ye.

Sernavê nivîsa me Metelokên Ecêb e, ji ber ku li ser dikê şanoyekî pir xirab tê lîstin. Malbata xayîn, bi senaryoya dagirkerê pogromîst, bi şûrê wan dagirkeran dixwaze xwe li tevahiya Kurdistanê bi cih bike. Tişta ku rê nade wan û li pêşiya dagirkeriya wan sekiniye jî Tevgera Apoyî ye. Ji bo wê jî hemleya wan a yekem ew e ku dixwazin pêşî li PKK’yê bigirin.Gelê me yê li her çar perçeyê welat vê yekê baş dizane. Ew hinek tirşikçîyên ku ji bo pariyek nanê li ber dergehê malbata xayîn in,  ne têde, dilê gelê me yek lê dide. Madem wisa ye divê helwesta pêwîst were nîşandan û malbata xayîn ji welat were tecrîd kirin.’’