Ji pirsgirêkên bingehîn ên li Başûrê Kurdistanê; girtin û qetilkirina rojnamevanan, zext û êşkenceya li rojnamevanan herî dawî bi binçavkirina Silêman Ehmed ji aliyê PDK'ê ve careke din kete rojeva me. Ji bilî saziyên medyayê yên PDK'ê, hemû saziyên medyayê yên li Başûrê Kurdistanê xwedî li rojnamevan Silêman Ehmed derketin û banga hişyarî û berpirsyariyê kirin.
Ji bo vegotina girtina şoreşger, demokrat, rewşenbîr û rojnamevanan ji aliyê Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê divê rastiya girtîgeh û sîstema li Başûrê Kurdistanê bê vegotin.
Mîchel Foûcaûlt di berhema xwe de ya bi navê "Avabûna girtîgehê" ji dîroka girtîgehê wêdetir têkiliya xwe ya bi desthialtdariyê, weke rêbazeke desthilatdariyê dinirxîne. Asta demokratîk a welatekî bi kiryarên xwe yên li girtîgehan tê pîvandin. Karakter an jî rûyê rast ê desthilatdariyekê bi kiryarên wê yên li girtîgehan tê fêhmkirin.
Di vê çarçoveyê de dema ku mirov bala xwe didin ser girtîgehên li Başûrê Kurdistanê, ji ber ku ji aliyê cografyayê ve li Rojhilata Navîn e û rêveberiya wê jî ji aliyê sîstema kapîtalîst ve hatiye avakirin, bi yek gotinê; kiryarên wê yên li girtîgehê û rêbaza wê ya rêveberiyê bi rêbaza malbatî û qraliyeta kevneperek a Serdema Navîn, kopyayeke qirêj a rêveberiya faşîzan e ku xwe dispêre sermayeya kapîtalîzmê.
PDK ji dema avabûnê, ji sala 1946'an û vir ve di bin rêveberiya Barzaniyan de ye. Hikumeta Başûr ji sala 1992'an dema avabûnê û vir ve di destê malbata Barzanî de ye. Di nava vê sîstemê de ji hiqûqê heta bi sîstema dadgeriyê her tişt di destê desthilatdariya wê malbatê de ye, ji bo xizmeta ji wê malbatê re dixebite. Her wiha PDK hîn ji dema avabûnê ve rêxistiniyeke îstîxbaratê ya bi navê Parastinê ava kiriye ku Barzanî serokatiyê jê re dike û ji partiyekê wêdetir weke rêxistineke îstîxbaratê tevgeriya. Di vê demê de jî her tiştên PDK û hikumeta Başûrê Kurdistanê diyar dike rêxistina îstîxbaratê ya bi navê Parastin e.
Ji sala 1963 heta 1975'an ku PDK hingî xurt bû, 3 girtîgehên navdar ên bi navê Rayat, Xelan û Mawet hebûn û li vê derê bi sedan mirov bi êşkenceyê hatin qetilkirin. Ji sedî 99 ê mirovên li van girtîgehan hatin girtin û hatin qetilkirin şoreşgerên Kurd bûn. Piraniya wan jî endamên Partiya Komunîst bûn.
Partiyeke dij bi şoreşgeriyê li gorî xwezaya xwe şoreşgeran dixe zindanê. Dema ku mirov bala xwe didin ser dîroka PDK'ê, dibîne ku ji dijmin bêhtir li dijî tevgerên şoreşger û demokratîk ên li Kurdistanê têkoşiya ye. Tevgerên şoreşger û demokratîk ên li Başûrê Kurdistanê ji ber ku rastiya PDK'ê rast fêhm nekirine û ji holê ranekirine, tevî ewqas berdêl û têkşoînê nekarîn ji tinebûnê rizgar bibin.
GÛANTANAMOYEKE HER WELATEKÎ HEYE
Çawa ku ji bo fêhmkirina rêbaza rêveberiya desthilatdariyekê divê mirov li girtîgehên wê binerin, ji bo fêhmkirina kiryarên li girtîgehan jî divê mirov li rêbaza rêveberî, dîrok û şeklê wê desthilatdariyê binerin. Bi vê vegotinê me hewl da balê bikişînin ser PDK û Barzaniyan.
Her welat, her desthilatdarî xwedî Gûantanamoyekê ye. Li Iraqê Ebû Gûreyb, li Îranê Evîn, li Tirkiyeyê Îmrali. PDK jî xwedî girtîgeha Akre ye. Kiryarên van desthilatdariyan ên li girtîgehan, kiryarên li hemû girtîgehên din diyar dikin, ev kiryar jî vediguherin rêbaza rêvebirina civakê. Li hemberî van kiryarên li van girtîgehan, berxwedanên şoreşgerî jî rêbaza têkoşîn û berxwedana civakê ya li dijî sîstemê diyar dike. Di sala 1982'an de berxwedêrên li Zindana Amedê ya li dijî faşîzma Tirk, karakterê têkoşîna gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurd diyar kiribû. Desthilatdarî hewl didin girtîgehan ji bo şoreşgeran bikin goristan, li hemberî vê yekê jî şoreşger girtîgehan vediguherînin dibistan, akademî, navenda ronakbîriyê û hesabpirsîna ji desthilatdariyê. Li girtîgehên welatên ku Kurdistan dagir kirine û li girtîgehên nokerê wan PDK'ê ev kevneşopiya berxwedanê hîn jî dewam dike.
Di sala 2023'an de li girtîgeha Hewlêrê ya di bin kontrola PDK'ê de ye, welatparêzên şoreşger Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er bi çalakiya greva birçîbûnê kirin ku zindanên PDK'ê ji nû ve bikevin rojevê û bêne lêpirsîn. Sedema birîna cezayê darvekirinê li van herdu welatparêzên şoreşger û girtina wan ew bû ku alîkarî dan cezakirina endamekî hêzên dagirker ên li Kurdistanê ku ji aliyê şoreşgeran ve hate cezakirin. Dadgehên Rêveberiya Herêmî ya Başûrê Kurdistanê ji ber vê yekê bi lez û bez cezayê darvekirinê li van herdu welatparêzên şoreşger birîn û xistin girtîgehê.
Ev helwesta PDK'ê ku ji qral bêhtir qraltiyê dike tiştekî nû nîne. PDK'ê di salên 1992, 1995 û 1997'an de li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd bi dewleta Tirk a dagirker re şer kir, hin ji gerîlayên bi birîndarî dîl hatin girtin radestî dagirkeran kir, hin ji wan qetil kir û hin ji wan jî xist girtîgehê, bi salan êşkence lê kir, li wan fez kir ku dest ji şoreşgeriyê berdin, teslîm bibin û hevkariyê bi dagirkeran re bikin. Ji bo vê bi ser bixîne jî rêbazên klasîk û modern ên ji dagirkeran hîn bûbû, ceriband. Li hemberî van hemû kiryaran jî helwest û berxwedana şoreşgeran kêm nebû.
Berê Girtîgeha Akre ya PDK'ê navenda van kiryaran bû. Kiryarên ku hemû kiryarên li girtîgehên wê diyar dikir, yên li girtîgeha Akre bûn. Niha hemû zindanên PDK'ê veguherîne girtîgeha Akre. Ji bilî van girtîgehan her wiha zindanên veşartî yên rêxistina îstîxbaratê ya PDK'ê Parastinê jî hene ku di bin kontrola Mesrûr Barzanî de ye. Ev girtîgeh jî yekser bi malbata Barzanî û rêxistina îstîxbaratê ya bi navê Parastinê ve girêdayî ne. Ti erk û kontrola hikumeta herêmî ya Kurdistanê li ser van zindanan nîne. Li vê derê hiqûq û maf derbas nabin. Tenê şoreşger, demokrat û dijberên Barzanî li van zindanan têne bicihkirin.
Niha li girtîgehên PDK'ê bi dehan gerîlayên şoreşger û sempatîzan hene. Berê gerîlayên dîl diketin destê PDK'ê ji aliyê PDK'ê ve dihatin lêpirsîn û agahiyên li ser şoreşgeran radestî MÎT a Tirk dihatin kirin. MÎT'ê jî lêpirsîna gerîla bi rengekî veşartî dişopand, xwe nîşan nedida. Lê belê piştî ku Mesrûr Barzanî bû Serokwezîr MÎT û Konsolosê Hewlêrê diçe girtîgehan, tevlî lêpirsîna gerîlayên dîlgirtî û sempatîzanên PKK'ê dibin, gefê li wan dixwin û pêşniyarên qirêj dikin. Fermanê didin midûrê girtîgehê ku tecrîd û polîtîkayeke çawa li hemberî van girtiyan bimeşînin. Li gorî agahiyên dawî ev şoreşgerên ku birîndar in û pirsgirêkên xwe yên cidî yên tenduristiyê hene bi ti awayî nayên dermankirin, hin ji wan li hucreyên ji 2 metrekareyî yên tarî, serma zivistanê û germa havînê têne ragirtin. Her wiha bi salan bi tena serê xwe di hucreyê de têne hiştin û ji mirinê re têne terikandin. Ev kiryar jî rê û rêbazên dewleta Tirk ên salên 1980 û 1990'î yên li dijî şoreşgerên Kurdistanê dimeşand, tîne bîra mirovan.
PDK xwedî radestiyeke welê ye ku di sala 2003'an de bi avakirina yek ji girtîgehên herî mezin ên Rojhilata Navîn li Duhokê pesnê xwe dida. Di sala 1992'an de dema ku hikumeta Başûr ava bû PDK gelekî lawaz bû û li ser gel zêde bandora xwe nebû. Bi serweran re di zikhev de bû ku ji wan hîn bûbû, heta ku modela xwe li girtîgehan ispat neke, nikare serwer bibe. Piştre jî teror li ser gel meşand û bi rûmeta bi sed hezaran mirovî lîst, ew xist girtîgehan û bi vî rengî serwer bû. Rastiya kesayetiyê ya ku li hemberî dîktatoriya Saddam û faşîzmê serî netewand û li ber xwe da tune kir, li şûna wê kesayetiyek welê afirand ku îradeya xwe lawaz e, serî ditewîne, her tiştî ji derve hêvî dike, ji welatê xwe direve, baweriya xwe ya bi şoreşê şikestî ye. Lê belê yên ku serweriya xwe bi zilmê bi dest xistiye, li pêşberî dengekî biçûk, li pêşberî berxwedaneke biçûk dikevin nava panîkê û berevajî dibin. Mîna serweran hemûyan PDK jî li pêşberî berxwedaneke biçûk dikeve nava panîkê, ditirse û ji bo eciqandinê çi ji dest tê dike. Gelê Başûrê Kurdistanê PKK'ê weke hêviya yekane û ya dawî dibîne. Ji ber vê yekê jî PDK ji bo xwe PKK'ê ji DAÎŞ'ê bêhtir xetere dibîne û vê yekê jî bi rengekî eşkere tîne ziman. Baş zane ku heta vê tevgera şoreşgerî ya hêviyê dide gel nefetisîne nikare bi rehet tevbigerge. Ji ber vê yekê di her firsendê de li gel dagirkeran êrîşî gerîla, Şengal û Şoreşa Rojava dike. Beriya her tiştî zane ku heta şoreşgerên dîl girtiye teslîm negire, nikare bi ser bikeve. Lewma jî bi hêrseke mezin her cûre qirêjiyê li girtiyan dike.
Lê mîna her carê; gotina dawî ji aliyê berxwedêran ve tê gotin.