Girê Cûdî ji dagirkeriya Tirk re bûye dojeh

Li Qada Girê Cûdî û li ser her bihosteke axa Kurdistan wê her şerbeta binketinê bi dijminê Gelê Kurd bidin vexwarin. Jixwe beriya niha artêşa Tirk a dagirker li vê qadê şerbeta bibinketinê ji destên gerîlayên azadiya Kurdistanê vexwar.

Lûtkeya faşîzm û şovenîzma dewleta Tirk a mêtinger e niha. Gerîlayên azadiya Kurdistanê ji wan re bûne mîna xewnereşkeke giran ku bêhnê lê diçikînin. Lewra di hebûna Kurdan û geşbûna fikirên Serok Apo de qedandina xwe dibîne. Ji wê boneyê bi êrîşên neexlaqî yên bi her awayî bi ser her berhemeke bi navê Kurd û Kurdistanê de tê. 

Hêrs û kîna di dilê Erdogan de, çav lê tarî kirine û perdeya şermê ji ser rûyê wî qetandiye. Bermahiya Împaratoriya Osmaniyan, sala 2022’yan bi xeyalperestiyeke zêde êrîş birin ser herêma berxwedanê ya Şehîd Delîl Zagros a li Rojavayê Zapê. Gerîlayên Kurdistanê derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xistin. Şagirtên Rêber Apo bi vîneke ji pola, li gor awayê şerê serdema nû li ber êrîşên bi her awayî yên artêşa Tirk rabûn, bi taktîkên afirîner teknîka nûjen a artêşa Tirk bi avê de bir. 

Dewleta faşîst, ji bo veşartina bibinketina xwe û kuştiyên xwe, kirinên pir qirêjî kirin. Min ne bawer e di fîlman de jî wijdanê derhênerekî rabike di beşekê fîlm de agir berde cenazeyên bêruh. Dagirkeriya Tirk, ji bo nîşan bide ku li ser pêyan û li hikumê xwe dewam bike, tu nirx û exlaqê mirovbûnê bi xwe re nehiştine. Dagirkeran li wê qadê bi hovîtî agir berda cenazeyên leşkerên xwe, ji zinaran ve berdan dolên bêbinî û bi balafiran dan ber topan. Ew leşkerên anîbûn wê qadê, qaşo hêzên wan ên taybet bûn. 

Tevî van kiryarên xwe tevan, dagirkeriyê nekarî bibinketina xwe li ber têkoşîna gerîla, binixumîne. Vê carê bi hêrsa tehliya bibinketinê û ji neçariyê dest bi bikaranîna teqemeniyên qedexe û çekên kîmyewî kir. Bi sedan caran bi van çekên qaşo bi navneteweyî hatine qedexekirin, artêşa Tirk êrîş birin ser eniyên şer ên gerîlayan. 
Dijminê Kurdan, bi xeyalê xwe yê dagirkirinê li bin guhên dîwarê keleha vîna gerila ketin û bûn hezar parçe. Bi êşa derbeyên ku ji gerîlayên Kurdistanê xwarin, neçar man bi dehan cenazeyên leşkerên xwe li erdê bihêlin û bi Skorskyan birevin Tirkiyeyê. 

Piştî bibinketina xwe ya par, bi rûyekê ji şermê şûştî ji şeva 20’ê Tîrmehê ve dewleta Tirk a dagirker cardin dixwaze êrîşê heman cihî bikî. Ji ber ku dewleta Tirk van rastiyan her ji bîr dike û naxwaze bawer bike, xwe her dixapîne û bi êrîşên nû dibê qey wê bigihîje armanca xwe anku tevgera Apoyî biqedîne. 

Wek ku min li jor jî got, kîn û nijadperestiya di nava dilê Erdogan de çav lê kor kirine, nabîne û fêm nake ku binyada Tevgera Azadiya Kurdistanê bi ramanên Rêber Apo hatiye danîn, di dana sozên mezin ên şehîdan hatiye danîn, bi sonda jiyaneke azad, li welatekê azad hatiye danîn. Fêm nakin ku rijandina her dilopa xwîna şehîdekî/ê di ber vê dozê de ev binyad xurttir dibe. 

Ji 20’ê Tîrmehê ve li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, gerîlayên Kurdistanê bi çalakî û vîna xwe careke din bi dewleta Tirk a dagirker didin fêmkirin. Lê bi motîvasyon û balafirên nû yên Erdogan ku ji civîna dawîn a NATO’yê bi dest xistin, xwe wenda kir û bêyî ku van rastiyan bide ber çavan, bi derew û demagojiyeke pûç û vala, bi sedan leşker xapandine û berê wan careke din daye vê qadê. 

Dewleta Tirk a dagirker, ji bo di şerê xwe yê neadilane de li dijê gerîlayên azadiyê bi ser bikeve, çi dikeve ber qetil û talan dike. Bi hezaran donim daristanên Kurdistanê dide ber agir û daran dibire. Îro li Girê Cûdî bi gerîla re xweza jî tola xwe ji van dagirkeran hiltîne, bi germahiyeke ji agirê dojehê bi ser dagirkeran de tê. Leşkerên ji ber guleyên gerîlayan difilitin, ji ber germahiya zêde û bêaviyê wê dawiya wan mîna ya Erdem Kavlak be. 

Yekîneyên Jinên Azad ên Starê jî di şexsê dagirkeriya dewleta Tirk de heyfa feraseta zayendperest a bi pênc hezar salan hiltînin. Hêzên YJA Starê, li ser esasê pîvanên di bîrdoziya rizgariya jinan de, bi ruhekê mişt welatperwerî di vê cengê de bi awayê herî bandorbar bi rolê xwe radibin. 

Ya xuya dike ew e ku li der û dora Erdogan mejiyekê bikare hesabê bîrkariyê baş bike nîn e. Ev cara çendan e ku hesabê wan û sûkê li hev û din nayê. Bi xeyalekê mişt nijadperestî û dagirkerî berê xwe didin qadên gerîlayan, lê bi ruhê berxwedanê û vîna Apoyî ku rast lê tên, her mat dibin û poşman dibin. 

Li Qada Girê Cûdî û li ser her bihosteke axa Kurdistan wê her şerbeta binketinê bi dijminê Gelê Kurd bidin vexwarin. Jixwe beriya niha artêşa Tirk a dagirker li vê qadê şerbeta bibinketinê ji destên gerîlayên azadiya Kurdistanê vexwar. Gerîlayên azadiya Kurdistanê bi ruhê Zîlan û Egîdan vê peyamê hem didin dewleta Tirk hem jî didin heval û hogirên Kurdan ku ew ê tu car rê nedin da ku dagirker xwe li ser axa Kurdistanê bi cih bikin. Ji bo rizgarkirina Kurdistanê ji mêtingeriyê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, para dikeve ser milên wan wê bi gelek fedakariyê bi cih bînin.