'Gerîla îro jî bi rihê 14'ê Tîrmehê li ber xwe dide'

Îro jî gerîla dibêjin, 'em bi rihê 14'ê Tîrmehê li ber xwe didin'. Pêngava ku bi 14'ê Tîrmehê re dest pê kirî niha jî bi rihê 14'ê Tîrmehê didome.

Darbeya leşkerî ya faşîst a 12'ê Îlonê ji bo ku li Kurdistane têkoşîna azadiyê, li Tirkiyê têkoşîna azadî, demokrasî û sosyalîzmê biçewisîne û tasfiye bike pêk hatibû. Çawa ku darbe hate kirin li Kurdistanê û Tirkiyê di rewşa zext û zordariya giran de her roj bi ser mal û taxan de girtin û bi sedan şoreşger digirtin. Hê beriya cuntaya faşîst darbeya 12'ê Îlonê nekirî li Kurdistanê rêveberiya jidiyayî hatibû ragihandin. Girtîgehen Amed, Xarpet, Ddîlok, Erzerom ên Kurdistanê tije bûbûn. Her wiha li girtîgehên Edene, Mersînê jî gelek kesên têkilî PKK'ê hatibûn girtin. Beriya 12'ê Îlonê li sê girtîgehên leşkerî yên Amedê bi sedan girtiyên PKK'yî hebûn. Piştre girtiyên PKK'yî û yên ji rêxistinên din kirin girtîgeha Tîpa E'yê ya Nimro 2 an jî 5 a Amedê, ku nû hatibû vekirin. Êrîşên girtinê yên li ser PKK'yiyan beriya 12'ê Îlonê dest pê kiribûn. Mazlûm Dogan û Hayrî Durmuş payiza 1979'an hatibûn girtin.

Bi darbeya 12'ê Îlona 1980'yî re ev êrîş zêdetir bûn. Girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyê bi girtiyên şoreşger tije bûn. Di demeke kurt de girtîgeha nimro 5 a Amedê bi 3 hezar girtiyên siyasî tije bû. Sêyeka van girtiyan bi hinceta ku PKK'yî bûn hatibûn destgîrkirin û girtin.

Beriya 12'ê Îlonê li girtîgehan zext û zordarî nebû. Li girtîgehan rêxistiniya jiyanê ji hêla girtiyan ve dihate diyarkirin. Bêguman hin rêgezên girtîgehan hebûn. Jixwe ji ber ku şertên rêveberiya jidiyayî hebû, girtîgehên ku girtiyên siyasî lê bûn bi ser fermandariya rêveberiya jidiyayî ve bûn. Bi darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê re li girtîgehan ku girtiyên siyasî lê bûn her cure astengkirina kêfî hate danîn, zext hatin zêdekirin. Qerdiyanan bi hincetên cuda êrîş dianîn, êşkenceya fizîkî dihate kirin.

Li girtîgehan nimro 5 a Amedê jî bi 12'ê Îlonê re êrîş zêde bûbûn. Astengirin û êrîşên fizîkî Kanûna 1980'yî zêde bûn. Li dijî vê serê meha Çileya 1981'yî girêva birîbûnê ya ji bo 15 rojan hate kirin. Lê zext û zordarî û êrîşên fizîkî zêdetir bûn. Girtî bi êşkenceyên giran ji koxuşan avêtin hicreyan. Di nav du mehan girtiyên ku li ber xwe dan kirin beşeke girtîgehê ku jê re Koxuşa 35 û 37 dihate gotin, 4 qatî bû û bi tevahî 40 hicreyên wê hebûn. Li her qadê her wiha hicreyek hebû ku bi temamî girtîbû. Rojê 24 saetan êşkence li girtiyên van hicreyan dihate kirin. Ne ku tenê êşkenceya fizîkî dihate kirin, av û xwarin jî weke amûra teslîmgirtinê dihate bikaranîn. Bi qasî ku nemirin nan û av didan wan. Li ser vê yek ji gitiyan ji ber êşkenceyê bûbû çerm û hestî. Hin ji wan weke kesên ku li çolê leylanan dibînin digotin, ''av, av'' û ji hiş diketin. Dawiya Gulana 1980'yî her çendî berxwedan bidawî bûbe û hin rêgez hatibin bicihanîn jî êşkence bidawî nebûn. Di bin zextên giran de girtî teslîm dihatin girtin, dikirin lixwemikurhatî û li dijî girtiyên din dihatin bikaranîn.  Ev lixwemikurhatî dijûn li Tevegera Azadiyê , li Rêbertiya wê dikirin, digotin Kurd û Kurdistan nîne, ew hatine xapandin û bang li hemû girtiyên siyasî dikirin ku teslîm bibin. Ne tenê digotin 'Em Tirk in, êrîş dibirin ser gelê Kurd û têkoşîna azadiyê. Bi zextan hemû girtî dikirin vê rewşê, di şexsê PKK'ê de dihate xwestin ku di nav betonên zindanê de hêviya azadiyê ya gel were fetisandin. Ji ber ku heke şoreşegerên xwedî îdîa yên di têkoşîna azadî, demokrasî û serxwebûnê gelê Kurd de jî teslîm bihatana girtin û bibûna lixwemikurhatî dev ji azadbûna Kurdan biqerin wê hêviya ku hebûna xwe jî bidomandana jî nemaye.

90 ji 100'î yê qedro û sempatîzanên PKK'ê di serî de zindana Amedê li gelek zindanan hatibûn girtin. Gelek mirov jî avêtibûn zindanan. Bi êrîşa 12'ê Îlonê re li Tirkiyê di demeke kurt de ti tesîra rêxistinên şoreşger nemabû.Tevgerên ku li gorî şertên giran ên têkoşînê rêxistiniya xwe nekirin di demeke kurt de bêkêr man. Gel û derdorên civakî li bara van êrîşan xwe ji dora tevgerên şoreşger dabûne alî. Li Tirkiyê, şerê taybet ku faşîzma 12'ê Îlonê kirî jî, bandor li ser vê kiribû.  Digot ew hem li dijî rastgiran û çepgiran in, ji herdu aliyan mirov dar ve dikirin, berê her roj digotin ew dawî li mirinan tînin. Di rewşeke wiha de ku li Tirkiyê rêxistinên şoreşger demokratîk nediarîn têbikoşin, kiribû ku PKK bi serê xwe têbikoşe û bi lehengî li ber xwe bide. Gelek qedroyên PKK'ê jî nemabûn. Ji ber vê biryar hatibû standin ku PKK jî li nav welêt têkoşîna aktîf rawest3ine, vekişe Rojhilata Navîn û bi şêwazeke nû ya rêxistinî û têkoşînê ji bo dahatuyê xwe hazir bike.

Ji bilî vekişandina Tevgerê ti agahî li ber destê me nebû. Tenê li ser girtiyên ku dihatin girtin agahî dihate ber destê me. Piştî 1981'an bi vê rêrê jî nema agahî kete ber destê me. Me nedizanî rewşa Partiyê, Tevgerê çiye, çi dikin. Ji 1981'ê û pê de dev ji derve biqerin, li koxuşan çi dibe, êdî ji wê jî em ne agahdar bûn. Tam tecrîdek li ser hebû. Hîç agahî nedihate girtîgehan. Carinan tenê rojnameyên magazînê didan.  1982'an dema ku Israîlê Libnan dagir kirî, rojnameya Hurriyetê dabûn ku tê de hatibû gotin Rêber Apo û gelek girtî hatine girtin. Di şertên wiha yên tecrîdê de, di nav şertên giran ên zext û êşkenceyêde mane li ser piyan, berxwedan hewceyî bi bawerî û vîneke qeyîm tîne.

Li zindanê ti têkiliya me bi derve re nebû. Me bawer dikir ku Rêber Apo bi teqezî wê rêxistinê bi ser hev de bine, bêyî ku bi derengî bikeve di demeke guncan de têkoşînê bide destpêkirin. Ev baweriya me zelal bû, ti gumana me ji vê nebû. Bi kêmanî Hayrî Durmuş, Mazlûm Dogan, Kemal Pîr û gelek qedroyên PKK'ê ji vê bawer dikirin. Xeta îdeolojîk-rêxistinî ku Rêber Apo bi dest me ve anî ev bawerî dabû me. Ji ber ku Rêber Apo û qedroyên PKK'ê xwedî vîneke wiha ya şoreşger bûn ku li bara zor û zehmetiyan ji têkoşînê xwe nedidan alî. Helwesta wan bi teqezî wê bandor li ser Partiyê û têkoşînê bikira. Teqez bû ku rewşeke xirab a li zindanan li ber geşbûna têkoşînê wê zor û zehmetî çêbikira. Rewşeke xirab a li zindanan wê pir tesîr li ser gel bikira, wê fikra ku li dijî vê dewletê mirov nikare têbikoşe kûrtir bikira. Jixwe beriya niha jî ji ber ku berxwedanan encamek bi xwe re neanîbû, rêberên wan hatibûn darvekirin, li nav Kurdn baweriya ku wê têkoşîn bi ser bikeve pir qels bûbû. Jixwe darbeya 1989'yî armanc kiribû ku di şexsê zindan û PKK'ê de hêviya gel bi temamî ji holê were rakirin, qirkrina li Kurdistanê di demeke Kurd de bibirina serî. 12'ê Îlonê bi aramnc û plansaziyeke wiha hatibû kirin .Jixwe ji ber vê jî li zinana Amedê wê girtiyên PKK'yî bikirina lixwemikurhatî, berdana nav civakê.

Wê helwesta PKK'yiyên li zindana Amedê çawa bûya, ku li ber dewleta Tirk a mêtinger, qirker rabûbûn û wiha bi zelalî û biryardar digotin ew ê mêtingeriyê hilweşînin? Tevahiya civaka Kurd meraqa vê dikir. Gelo PKK'ê wê li dijî van zextan li ber xwe bidaya an na weke rêxistinên din dema ku çav li zorê kir PKK jî wê dev ji îdîaya xwe biqeriya? Salên 1990'î gel jî û kesên bi siyasetê re têkildar jî li bersiva vê pirsê digeriyan. Faşîzma 12'ê Îlonê ew propaganda dikir ku weke girtiyên li girtîgehên din vîna PKK'yiyan jî hatiya şikandin, dev ji têkoşînê qeriyane û poşman bûn. Heta 14'ê Tîrmeha 1982'an jî faşîzma 12'ê Îlonê ev propaganda dikir. Ev propagandaya xwe bi hin dîmenên zindana Amedê pihêt dikir. Mikurhatinên endamê Komîteya Navendî yê PKK'ê û endamê zêdek Şahîn Donmez û Yildirim Kerkît (herdu jî piştî ku ji hêla dijmin ve hatin berdan ji hêla fedayiyên PKK'ê ve hatine cezakirin) rengekî rasteqînî dida van propagandayên wan.

Di van şertan de Tevgera me ya Azadiyê dibihîst ku li zindanan zext û zordarî hene. Ji bilî vê li zindanan çi dibe zêde nedihate zanîn. Şehîdbûna Mazlûm hatibû bihîstin. Heval Mazlûm Dogan ji ber ku ji hêla Rêber Apo û hevrêyên din ve xweş dihate naskirin, ew fikir çêdibû ku ev helwesteke berxwedanê ye lê çawa çêbûye pê nedihate zanîn. Lê Tevger hîn bûbûn ku hevrêyên li zindanan sala 1980'yî û 1981'ê berxwedniyeke mezin dikin.  Her wiha parastina ku di şertên faşîzma 12'ê Îlonê de dihate kirin jî di ser parêzeran re hîn dibûn. Vê dikir ku ew fikir çêbibe ku hevalên li zindanan li ber xwe didin, bi vê çarçoweyê zindan di weşanên partiyê û propagandayê de cihekî girîng digirt. Helbet, bi çalakiya Çaran û çalakiya rojiya mirinê ya mezin a 14'ê Tîrmehê re, ne tenê Partiya me û gelê me, hemû cîhan^ebihîst ku li zindanê berxwedaniyeke dîrokî tê kirin. Ev rewş ji bo têkoşîna partiya me û gelê me bû fetlonekeke pir girîng.

Pêvajoya 14'ê Tîrmehê pêvajoya Kongreya 2'an a Partiyê ye. Belkî kongreya damezirandinê 1978'an de pêk hatibe. Lê piştî vê kongreyê faşîzma 12'ê Îlonê hatibû, derbên giran li Partiyê dabû. Gelek tevger di nav nav rewşan de bûbûn penaber û tasfiye bûbûn. Ji vî alî ve ew sal û meh bûn wê zelal bibûya bê ka wê rewşa PKK'ê çi bibûya. Rêber Apo bi kedeke zêde, bi şêwaz û tempoyekê, bi ronîkirin û bîrewerkirinê hewl dida ku PKK'ê bi ser hev de bîne û dîsa bixe wî halê ku têkoşîneke karîger bike. Lê bandora faşîzma 12'ê Îlonê ya li ser civakê, bêbaweriya ku li nav hin qedroyan derketî holê, ji her alî ve hakimiyeta dijmin a li Kurdistanê û Tirkiyê û ji ber derfetên pir kêm ên Partiyê, zor li xebatên Rêber Apo dikir û bi ser de hinan hê hewl dida ku Rêber Apo bi paş ve were kişandin. Rêber Apo li dijî van hemû rewşên xirab jî têkoşîneke mezin dide.

Bêguman li nav şertên êrîşên giran ên 12'ê Îlonê sala 1981'an pêkanîna Konferansa 1'ê ya Partiya me,  bûye bersiva pêşî ya herî girîng li faşîzma 12'ê Îlonê.  Li ser zemîna vê konferansê sala 1982'an komkirina kongreyê serkeftineke dîrokî ye. Lê meylên tasfiyeker ên li nav kongreyê û piştî kongreyê, ispata wê ye ku Rêber Apo û Partî bi çi zor û zehmetiyan re têkoşiyane.

Van salan tasfiyekariya herî taloke ku li ser hewldanên Rêber Apo û Partiyê dihate ferzkirin ew bû ku Partiyê û Tevgerê bixin rewşa penaberiyê.  Ên bi derbên faşîzma 12'ê Îlonê yên li ser tevgerên şoreşger û Partiyê, vîna wan şikiyayî, ferz dikirin ku hewldanên Rêber Apo û Partiyê ku rêxistinê komî ser hev bikin û berê wê bidin têkoşînê, bixin rewşa penaberiyê. Dihate gotin, 'em hinekî dî hazirî bikni, dema têkoşînê nehatiye, hewceyî bi zêdetir haziriyê heye, ji ber vê jî divê mirov li derveyî Kurdistanê bimîne. Bi rengekî aşkere heq ji têkoşînê dernakevin, bi gotina 'çaxê wê nehatiye' dixwestin Partiyê li nav şertên penaberiyê bihêlin. Ji ber ku şert jî zor û zehmet in, hin kes jî guh didin van gotinan. Ji ber ku, ji bo mirov û qedroyên ku bi normalî difikirin, gelek sedem hebûn ku heq bidin wê teza ku ne çaxê têkoşînê ye. Lê ne şoreşger karekî normal e, ne jî şoreşgerî bi mirovên jirêzê dikare were kirin. Şoreşgerî ew e ku mirov wêdetirî ya normal bibîne, mudahele li vê bike û herka dîrokê diyar bike. Şoreşger, rêberên şoreşger, tevgerên şoreşger jixwe ji asoya mirovên ku normal difikirin wêdetir difikirin, bi yek alî nafikirin û pêşengiyê li civakê dikin. Lê di salên zor û zehmet de, di wan deman de ku rîsk hene, hin kes guh didin wan kesan jî ku teoriya ya nabe dikin. Di salên wiha zor û dijwar de, yek ji karê herî girîng ê dîrokî ye ku mirov heq ji meylên tasfiyekr derkeve û têkoşîna şoreşger geş bike. Rêber Apo vê kesayata dîrokî van salan derdixîne holê. Rêber Apo kesayatiya xwe ya şoreşger û rastiya xwe ya Rêbertiyê van salan ispat kiriye. Salên navbeyna 1980-1984'an salên herî girîng ên têkoşîna îdeolojîk-rêxistinî yên PKK'ê ne. Van salan kesayat, nasname, karakterê PKK'ê, xasetên wê yên pir hêlî bi maneya rastî çêbûne.

Di şexê çalakiya mezin a rojiya mirinê ya 1982'an, berxwedana zindanê destekeke mezin a li hewldanên Rêber Apo bû, her wiha derbeke giran li penaberiyê û revokên şoreşê bû. Her wiha ji bo kongreya sala 1982'an maneya xwe bibîne jî bûye xwedî roleke dîrokî. Ji bo ku biryarên kongreyê were bicihanîn bûye desteke xurt li Rêber Apo.

Berxwedaniya 14'ê Tîrmehê derbeke giran li penabertiyê daye ku êdî nema bikaribe rabe ser xwe. Bang li avaniya partiyê kiriye ku vegerê welêt û têkoşînê geş bike. Ew peyam daye ku qedroyên êsîr ketine destê dmin, sempatîzan çawa ku li devereke wiha ku her cure zor û zehmetî û bêderfetî hebin li ber xwe didin, dikarin li ber xwe bidin, li derve ku li gorî zindanê hinek derfet hene mirov dikare li ber xwe bide. Heke qedroyên pêşeng ên herî hêja Mazlûm, Kemal, Hayrî li ber xwe didin û jiyana xwe datînn holê, ev bangek li avaniya Partiyê ye. Şertê partîbûnê her çi dibe bila bibe berxwedan e, ji bilî vê mirov nikare bibe partiyî, ev bang hatiye kirin. Êdî li bara vê berxwedanê dî dikare penaberiyê biparêze, kî dikare bibêje nikarin li ber xwe bidin û ji Colemergê wêdetir biçin. Ên Partîyî û li nav partiyê dimînin dibêjin wekî hevalên wan di nav şertênn herî giran de li ber xwe didin, ew ê jî li ber xwe bidin. Jixwe dema rojiya mirinê ya mezin a 14'ê Tîrmehê bi şehîdbûna rêberên me yên mezin, hemû partiyiyan gotine 'em li ber xwe bidin.' Pêşniyara gelek çalakiyên fedayî hatiye kirin. Bêguman Rêber Apo ji bo ku pêşbîniya têkoşîneke rêxistinî, bi plansazî, demdirêj kiribû, destûr nedaye çalakiyên wiha demkurt, tenê bi hedefa tolhildanê. Lê ji alî xurtbuna vîna têkoşînê û rihê fedayî yê têkoşînê di van helwestan de aşkere daniye holê ku 14'ê Tîrmehê bi roleke çawa rabûye. Bi vî rengî desteka herî mezin berxwedana zindanê daye hewldanên Rêber Apo ku partiyê komî ser hev bike û têkoşînê geş bike. Jixwe Rêber Apo bi gotina wan rola xwe ya dîrokî bi cih anîn û peywirên xwe yên li ber partiyê bi rengekî bêkêmasî anîne cih, ev rastî bi rengekî balkêş diyar kiriye.

Berxwedana 14'ê Tîrmehê şêwaza şoreşê ya Kurdistanê afirandiye û bi vê di destpêkirina pêngava 15'ê Tebaxê de û di domdarbûna wê de buye xwedî roleke mezin. Rojhilata Navîn cografyayeke wiha ye ku dewletên pêşî lê çêbûne. Împaratoriyên li ser koka etnîk a Tirk, Ereb, Fars ava bûne, bi hezaran sal li ser vê cografyayê rêveberiyeke otorîter, despotîk bi xwe re anîne. Bi sedsala 19'ê re ev desthilat, dewlet û şêwaza siyasetê ku bi vê hişmendiya netewdweletê jehrî ketî, ji bo Kurdan tam bûye zilm, zext û hêza qirkirinê. Bi Lozanê re li nav çar dewletan dabeşkirina Kurdistanê têkoşîna hebûn û azadiyê ya Kurdan zehmetir kirine. Ji aliyê dî ve ku li Rojhilata Navîn ku cografyayeke wiha ye hevsengên cihanê lê ava dibin, polîtîkayên li ser berjewendiyê ne tenê yên hêzên herêmî lê yên hêzên kapîtalîst-emperyalîst jî, têkoşîna azadiyê û demokrasiyê ya Kurdan hê girantir kiriye. Li Kurdistaneke bi van rastiyan têkoşîna azadiyê ne rehet e. Li Kurdistanê encex bêyî ku mirov li derfetan bigere, li nav zor û zehmetiyan mirov dikare têbikoşe. Heke mirov zor û zehmetiyan nede ber çavan, berdêlen mezi nnede, vîna têkoşînê nedeyne holê mirov nikare li Kurdistanê têkoşînê geş bike. Rêber Apo diyar kiriye bêyî ku mirov zor û zehmetiyan bide ber çavan, bêyî têkoşînê li Kurdistanê pelek jî nalebite.

Çalakiya rojiya mirinê ya mezin a 14'ê Tîrmehê li zindana Amedê ya pir kambax di demeke wiha de ku dijmin digot wê careke dî nikaribin li ber xwe bidin, hêviya berxwedanê nehatiye hiştin, tenê bi xwe spartina ser bawerî û bedena xwe pêk hatiye.Berxwedêrên rojiya mirinê ya mezin ku li zindanê têkoşîna îdeolojîk û şerê vînê lê herî giran bû, bi ser xistina şerê vînê, PKK di şexsê girtiyan de li bara mêtingeriya qirker ku dixwestin di nav betonên zindanê de bifetisînin bi ser ketiye, bi vê serketinê jî di dîroka gelê Kurd de şêwaza şoreşê afirandiye ku her demê wê bi rola xwe rabe. Her şer, her têkoşîn dema ku şêwaza xwe bi dest xist bi teqezî bi ser dikeve. Her cografya, her rastiya gel, her serdemekê şêwaza xwe ya serkeftinê heye. Ya girîng ew e ku mirov vê şêwazê bibîne û pratîk bike. Ên ku vê şêwazê dibînin teqez bi ser dikevin. 14'ê Tîrmehê weke berxwedaneke ku li Kurdistanê şêwaza şoreşê daniye, nirxê herî mezin daye gelê Kurd. Ev jî afirandina wî şêwaz û rihî ye ku li Kurdsitanê mirov di nav şertên zor û zehmet de têbikoşe û bi ser bikeve. Ji ber ku têkoşîna azadiyê û demokrasiyê ya gelê Kurd, belkî jî têkoşîna herî zor a dîrokê ye. Şêwaza vê têkoşîna zor 14'ê Tîrmehê afirandiye.  Li nav şertên herî zor têkoşîn û biserketin, tê maneya ku mirov tişta ku Kurd herî pir pê hewce bin bide dest Kurdan. Ev şêwaz ji bo Kurdistanê şêwaza têkneçûnê ye. Ji bo ku 15'ê Tebaxê bi ser bikeve hewceyî bi şêwaz û rihekî wiha heye. Kurdistan encex ku mirov bi şewazeke wiha têbikoşe diare azad û demokratîk bibe. Ji ber ku 15'ê Tebaxê bi şêwaz û rihekî wiha dest pê kiriye ev 37 sal in li bara her cure êrîşên dijmin li ber xwe dide û serkeftinên mezin bi xwe re tîne.

Rihê têkoşînê yê  14'ê Tîrmehê pir girîng e. Mirov bi şêwaz û rihekî dî nikare heq ji kesayatiya civakî, siyasî, çand biqere ku mêtingeriya qirker li Kurdistanê daniye. Hewceyî bi têkoşîneke wiha hey ku di nav her şertî de li ber xwe bide. Li Kurdistanê bi rengekî dî têkoîn nikare li ser piyan bimîne û geş bibe. Ji vî alî ve, di serdemeke wiha de ku faşîzma 12'ê Îlonê li Kurdistanê ji gelek aliyan ve serweriya xwe danîbû û şertên têkoşînê pir giran bûbûn, heke ne ji rih û şêwaza 14'ê Tîrmehê bûya ne pêngava 15'ê Tebaxê dikarîbû dest pê bikira û ne jî dikarîbû bihata domandin. Ji vî alî ve berxwedana 14'ê Tîrmehê hem di pêkhatina pêngava 14'ê Tebaxê de bi roleke girîng rabûye û hem jî domdarkirina wê ya di nav şertên zor û zehmet de jî bi rih û şêwaza 14'ê Tîrmehê ye.

Di navbeyna darbeya 12'ê Îlona 1980'yî û pêngava 15'ê Tebaxa 1984'an de pira têkoşînê, berxwedana zindanê ye. Ji ber karîgeriya berxwedana zindanê, karîgeriya vê ya li ser civak û qedroyan, bingehê siyasî, civakî, çandî û moralê ya 15'ê T ebaxê daniye. Piştî 12'ê Îlonê hêza herî girîng a propagnadayê ya Tevgera me û ya ku bandor li ser civakê kirî, berxwedana zindanê ye. Jİi ber ku pêngava gerîla ya 15'ê Tebaxê, heke bêyî desteka civakî bûna û bêyî zemîna siyasî bûna, nedikarî pêk bihata.  Ji vî alî ve berxwedana zindanê pir bandor li ser kiriye ku pêngava 15'ê Tebaxê were hazirkirin û destpêkirin. Jixwe Rêber Apo di her fersendê de vê dibêje.

Ji hêla îdolojîk ve têkbirina faşîzma 12'ê Îlonê jixwe serkeftineke pir mezin e. Ji ber ku serkeftina di qada îdeolojîk de serkeftina hemû zemînan e. Ji hêla îdeolojîk ve têkçûn jî, weke ku rihê mirov kişiyabe, mirov ji qewet dikeve. Berxwedana zindaê ji vî alî ve jî ji bo pêkhatina pêngava 15'ê Tebaxê bi rola xwe rabûye.

Îro gerîla jî dibêjin ew bi rihê 14'ê li ber xwe didin û li ber xwe didin. Pêngava ku bi rihê 14'ê Tîrmehê dest pê kirî niha jî bi rihê 14'ê Tîrmehê didome. Jixwe dema ku bi rih û şêwaza 14'ê Tîrmehê têkoşîn wê bi ser bikeve, wê civaka azad, welatê azad pêk were.