Gelên Iraqê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk in

Encama heyî ya hilbijartinan diyar dike ku ji bo çareserî û îstîkrara Iraqê tu wateya wê tune. Dibe ku ji çareseriya siyasî zêdetir, rewşa kaosê zêdetir bike.

Hilbijartina giştî ya pêşwext a ku li Iraqê ji zû ve ye di rojevê de bû, di 10’ê Cotmehê de hate kirin.

Derbarê encaman hate diyarkirin ‘dek û dolab’ hatiye kirin lê di roja hilbijartinê de  nûçeyên şerên mezin di çapemeniyê cih negirt.

Hatibû ragihandin ku rêjeya beşdariyê ji sedî 41 e lê hemû kes diyar dike ku rêjeya beşdariyê ji sedî 30 jî hindiktir e.  Encama pêşîna û bingehîn a hilbijartina li Iraqê ev bû.

Ev encam tê çi wateyê? Gelekî diyar e ku gelên Iraqê zêde bawerî bi vê hilbijartinê neanîne.

Gelên Iraqê baweriyê bi saziyên siyasetê yên heyî nayne, saziyan wekî nûnerê  îradeya xwe nabînin, baweriyê pê naynin ku wê encamên hilbijartinê karibe pirsgirêkên wan çareser bike.

Êdî zelal e ku mirovên li ser axa Iraqê saziya bi navê dewleta Iraqê qebûl nakin.

ÇIMA?

Ji ber ku îradeyeke wan a siyasî ya cîddî tune. Di navbera DYE, Îran, Dewleta Tirk û Ereban de diçe û tê. Mudaxele ji derve ya li ser Iraqê gelekî zêde ye û vê mudaxeleye ji derve siyaseta wan eşkere dike.

Dewleta heyî wekî kûklayan dimîne. Hilbijartina diyarkirina kûklayan jî, zêde bala mirovan nakişîne.

Taybetiya duyemîn hilbijartina li Iraqê ya ku di 10’ê Cotmehê de hatiye kirin ev e ku tu partiya ku tevlî hilbijartinê bûye li gorî hilbijartina sala 2018’an dengê xwe zêdetir nekiriye.

Ev rewş him li Iraqê û him jî li Başûrê Kurdistanê wisa ye. Li Başûrê Kurdistanê bi tenê dengê Yekgurtî Îslamî piçekî zêde bûye.

Li Iraqê jî belkî Tevgera Sadr dengê xwe piçekî zêde kiriye.

Hemû partiyên li derveyî van jî li gorî hilbijartina sala 2018’an dengê xwe kêmtir kirine.

Sermesele PDK a ku dibêje ‘Min hilbijartin’ bi dest xistiye li gorî sala 2018’an dengê wê 300 hezar kêm bûye. PDK’ê herî zêde jî li Duhokê dengê xwe kêm kiriye. PDK’ê Duhok ji xwe re wekî Keleh didît.

YNK’ê jî li gorî hilbijartina borî ji 200 hezarî zêdetir dengê xwe kêm kiriye.

Tevgera Goran dengê xwe gelekî kêmtir kiriye. Ji be vê jî hatiye diyarkirin piştî hilbijartinê rêveberiya Goranê îstîfa kiriye.

Tevgera Nifşê Nû ya ku tê gotin bi 9 parlementeran serkeftin bi dest xistiye jî dengê xwe gelekî kêm kiriye.

NIRXANDINA RAST A ENCAMÊN HILBIJARTINÊ

Ev rewş tê çi wateyê Gelekî zelal e ku gelên Iraqê diyar kirine ew li dijî dagirkeriya dewleta Tirk in.

Civaka Iraqê ji ber ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ranebûne û li dijî dagirkeriyê tênekoşiyane û bi ser de ji ber ku piştgirî dane dagirkeran hêzên siyasî yên Iraq û Başûrê Kurdistanê ceza kirine.

Taybetiya herî bingehîn a hilbijartina 10’ê Cotmehê ev e ku di bin êrişên dagirker ên dewleta Tirk de hatiye kirin. Ev êriş ji Heftanînê heta Xakurkê didome.

Di hilbijartina 10’ê Cotmehê de helwesta li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk hatiye dengdan. Gelên Iraqê siyaset wisa nirxandin û helwesta siyasî ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk helwesta xwe zelal nakje û bi awayên cihê piştgiriyê dide dagirkeriyê jî ceza kir.

Kêmbûna rêjeya tevlêbûne û kêmkirina dengên li gorî hilbijartina sala 2018’an bi awayekî din nayê îzahkirin.

Em bala xwe bidinê, PDK a ku li Başûrê Kurdistanê hejmareke zêde ya parlementeran derdixe, li Behdînanê ya ku wekî ‘keleha dengan’ ji xwe re dibîne jî dengê wê kêm bûne.

Ji ber ku dagirkeriya dewleta Tirk li hemberî axa Behdînanê ye û PDK ji dêvila ku wê li dijî dagirkeriyê be, piştgiriyê dide dagirkeran.

Gelê Behdînanê jî ji ber siyaseta wê ya piştgiriyê dide dagirkeriya dewleta Tirk, deng nedaye PDK’ê ew ceza kiriye.

Rewşa PDK’ê ne zêdetir cihê ye. Ev rastî herî zêde di encama Tevgera Goran de derdikeve holê.

Tevgera Goran a ku li Başûr sêyemîn hêza siyasî ye, di hilbijartina 10’ê Cotmehê de parlementerek jî dernexistiye. Çima? Ji ber ku ev tevger berê li ser bingeha şoreşger û welatparêz hatibû avakirin û qala nelirêtî û hevkariya dagirkeriyê ya li Başûr dikir. Tevgera Guherandinê tê vê wateyê. Gelo di encamê de çi bû?

Ji dewleta Tirk re ya ku ji Îlona 2016’an û vir ve êrişî Başûrê Kurdistanê dike, gotinek jî nekir. Xwe da pişt polîtîkayên PDK’ê û nexwest dagirkeriya dewleta Tirk bibîne. Ji binî ve propagandayeke wisa dikir, wekî ku PKK sûcdar e. Encam çi bû? Di hilbijartina 10’ê Cotmehê de Goran qediya. Tişta ku qediya helwesta polîtîk a Tevgera Goran bû.

Mirov dikare heman tiştî ji bo siyaseta Iraqê jî bibêje. Tevgera Sadr a ku li hemberî dagirkeriyê  bû sedem ku bandora wê zêdetir bibe. Ev helwest jî gelekî qels û kêm e.

Gelên Iraqê hemû partiyên li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk bêdeng mane jî, ceza kirine. Partî û siyaseta ku xwedî li axa xwe dernakeve, nikare ax û civaka xwe biparêze, li hemberî dagirkeran bêdeng in, piştgiriyê nadin berxwedana li hemberî dagirkeriyê, wê gel çi bikin?

Taybetiya bingehîn a sêyemîn vê hilbijartinê jî ev e ku, tu kes bi ser neketiye.

Erê Tevgera Sadr û PDK’ê hejmara parlementerên xwe zêdetir kirine. Lê ev zêdekirin ne li ser zêdekirina dengan e.Berevajî wê ji ber ku yên din dengê xwe kêm kirine, ev tişt pêk hatiye.

Ev partî bi ser neketine. Ji ber ku yên din dengê xwe gelekî kêm kirine, hejmara xwe ya parlementeran zêdetir kirine.

Li meclîsê hejmara kursiyan zêde ye lê pişt wan piştgiriyeke xurt a gel tune. Ji ber vê jî baş ne zelal e wê arîtmetrîka meclîsê rê li ber geşedanên çawa yên siyasî veke.

Encama herî girîng û erênî ya hilbijartina 10’ê Cotmehê ev e ku hejmara parlementerên jin zêde ye. Hejmara parlementerên jin bûye ji sê paran parek.

Ev bi xwe jî diyar dike civakê siyaseta heyî ceza kiriye.

Civakê dengê xwe nedaye zilamên ku berpirsyarê vê siyasetê ne û ew ceza kirine. Bi hêviya ku siyasetên nû were avakirin, dengê xwe dane jinan.

Di pêvajoya nû ya siyasî de, wê bandora rola jinan hebe. Lê baş ne zelal e ku wê parlementerên hatine hilbijartin çiqasî karibin yekîtiya jinên xwedî îrade ava bikin û li cihekî wekî Iraqê çalakbûneke çawa ya siyasî geş bikin. Lê dîsa jî divê ev jin werin pîrozkirin û serkeftin ji wan re were xwestin.

ENCAMÊN HILBIJARTINÊ DIBE KU KAOSÊ KÛRTIR BIKE

Encama heyî ya hilbijartinan diyar dike ku ji bo çareserî û îstîkrara Iraqê tu wateya wê tune. Dibe ku ji çareseriya siyasî zêdetir, rewşa kaosê zêdetir bike. 

Îxtîmala ku ji çareseriya siyasî zêdetir kaosa li Iraqê zêdetir bike, gelekî xurt e. Dibe ku kaos û şerê li Iraqê zêdetir jî bike.

HELWESTA LI HEMBERÎ DAGIRKERIYÊ WÊ REWŞÊ DIYAR BIKE

A rast ne hêsan e ku siyaseta Iraqê ya ji nakokiya di navbera DYE û Îranê re bûye zemîn, fonsiyoneltir bibe.

Siyaseta Ereban a qels û parçe bûye, zêde piştgiriya wê nayê kirin. Lê di rewşa heyî de herî zêde êrişên dagirker ên dewleta Tirk Iraqê ditengijîne.

Helwesta li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk wê siyaseta Iraqê diyar bike. Gelo wê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk siyaseta hevkariyê ya PDK’ê were esasgirtin an jî wê bi berxwedana qehremanî ya li Zendûra, Zap, Avaşîn û Xakurkê bin? Ji bo siyaseta Iraqê xala diyarker û bingehîn ev e.

Bi kurtasî tekane hêza ku rûmeta Iraqê diparêze û wê temsîl dike, berxwedana Werxelê ye. Serbilindbûna li Iraqê girêdayî ê helwesta li hemberî berxwedanê ye.

Li ser vî esasî em Cûmalî Çorûm û hevalên wî bi hurmet bi bîr tînin!

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA