Gelê Kurd divê bi hêrsa xwe cîhanê rake ser piyan

Careke din dixwazin roja me tarî bikin. Wêrekî, hevrêtî, rûmet, şeref, pîrozmendî, serketin îro bi xwedîderketina li Rêber Apo dibe.

Dewleta Tirk a dagirker 27 meh in tecrîdeke giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz dike û nahêle malbat û parêzerên xwe bibîne. Tecrîdeke di vê astê de giran li gorî hemû qanûnên cîhanê sûcekî mezin e û nabe ku li ti girtî bê ferzkirin. Rêber Apo bi felsefeya xwe ya azadiyê gelên bindest temsîl dike. Lê belê ev sûcê li dijî mirovahiyê bi hevkarî û piştgiriya hêzên desthilatdar li dijî neteweya Kurd tê kirin. Ji bilî hêzên komploya navneteweyî ti hêz nikarin bikevin Îmraliyê.

Wateya şandina nameyên bênav û bê dem ji Rêber Apo re çi ye? Ev yek kiryareke dewleta Tirk a faşîst û dagirker e. Bi destûr û fermana Erdogan tê kirin. Erdogan bi van gefên metirsîdar şensê ku ji bo xatirê Rêbertî jê re hatiye dayin, dixe metirsiyê. Yanî bi saya hebûna Rêber Apo, Erdogan heta vê demê karîbûye hilmê bistîne. Bi saya Rêber Apo Tirkiye ewle ye û neşewitî ye. Rêber Apo ji bo azadiya gelekî di bin zilm û zordariyê de bû serî hilda û têkoşiya. Bi rengekî bi rûmet bi pêş ve çû û armanca azadiyê mezin kir. Ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelên bindest, ji bo azadiya hemûyan têdikoşiya. Xwend, lêkolîn kir, afirand, xebitî û bi rêxistin kir. Bi felsefeya xwe pêşî li her şexsên li nava civakê ve kir, qîmet da wan. Felsefeya Rêber Apo ji bo gelên bindest bû hêviya azadî û edaletê.

Rêber Apo ji bo pêkanîna aştiyê, ji bo jiyaneke her gelî ya bi nasname û hebûna xwe, xwe feda kir. Ji bo jin, ciwan, zarok û extiyaran asteke hişmendiyê afirand. Jiyan ji mirinê, ronahî ji tarîtiyê, bax û baxçe ji çolê afirand. Kesên ku ketin nava pençeya sîstema desthilatdar hişyar kir û zane kir. Rêber Apo rê neda mirinê, jiyana azad û fedakarî hînî mirovahiyê kir.

Niha jî ji bo kuştinê, jehrîkirinê nameyên gefxwarinê yên bênav û bêdem ji afirînerê jiyana azad re tê dayin. Her kesên ku bi gotineke Rêber Apo xwe nas kirine û bi rastiya xwe hesiyane eger ranabin ser piyan, cîhanê ranakin ser piyan ev yek şerm û rûreşiyeke mezin e. Rêber Apo evîna hevpar a mirovahiya azad û bindestan e. Ji bo biratiya gelan, ji bo jiyaneke azad 24 sal in li Îmraliyê berdêlê dide. Ji bo dayik êdî negirîn, ji bo zarok bikenin, ji bo tundî û destdirêjî li jinan neyên kirin, ji bo dizî, nebaşî, derew, xapandin û jiyaneke dejenere nebe Rêber Apo 24 sal in li giravekê li ber xwe dide.

Îro gefên 'em ê jehrê bidin te' li Rêber Apo têne xwarin. Eger rewşa Rêber Apo gihîştibe vê astê, êdî divê em fedakariyê bikin. Rêber Apo roja me ye. Niha dem hatiye ku em li dora wî bibin xeleka ji agir. Rêber Apo xeta me ya sor e ku kes nikare dest dirêj bike. Qibleya dil û ruhê me ye, em bi Rêber Apo tehma jiyanê dikin, wate û rengê jiyanê zanin. Îro gef li qibleya me ya pîroz tê xwarin. Careke din dixwazin roja me tarî bikin. Wêrekî, hevrêtî, rûmet, şeref, pîrozmehî û serketin îro bi xwedîderketina li Rêber Apo dibe.