Faşîzma Erdogan û Bahçelî li ber qedandinê ye

Ji bo Erdogan rewş piştî erdhejê zehmet bû. Bawerî bi desthilatdariyê nema ye. Bahçelî jî hîn jê heye ku bi gefxwarina li derdorê, bi heqaretê dikare desthilatdariya faşîst li ser piyan bihêle.

Li Tirkiyeyê hilweşîna giran a ji ber erdhejê û windahiya jiyana mirovan wê desthilatdariya Erdogan jî bihejîne. Zêdeyî sed hezar mirovî jiyana xwe ji dest dan, lê belê tevî vê yekê jî ev hêza faşîst nafikire ku dest ji desthilatdariyê berde, nafikire dest ji şer berde. Di demeke welê de ku gel di binê enqazan de ye hîn jî qadên gerîla û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombardûman dike. Şengal jî di nav de li temamiya Kurdistanê bi SÎHA'yan komkujiyan dike. Piştî ku muxalefetê helwest nîşan da û destûra bingehîn rê neda, Erdogan neçar ma ku pêvajoya hilbijartinê bide destpêkirin. Hilbijartin wê di 14'ê Gulanê de bê kirin. Tê gotin, Erdogan wê bi hilbijartinê neçe yan jî bi komployên cihêreng, bi şerekî navxweyî hewl bide li ser desthildariyê bimîne. Ji bo li ser desthilatdtariyê bimînin dikarin bi her awayî dînîtiyê bikin. Lê belê bi erdhejê re rewş guherî. Ji xwe Rewşa Awarte hatiye ragihandin. Hate dîtin ku zemîna li ser rûniştî ye çiqasî riziyayî ye. Şerekî navxweyî yê ku teqez tê de bi ser bikeve jî nîne. Yên li derdora wî civiyane jî kadroyên îdeolojîk jî nînin. Piraniya wan li pey kariyerê ne, tîp û derdorên sextekar in.

Dewlet jî kirin çete. Nava saziyan vala kirin. Ev yek jî di erdhejê de hîn baştir hate dîtin. Hewldan û lîstikên wan ên ji bo belavkirina Maseya Şeşalî bi ser neketin. Di hesab û lîstikên xwe yên li ser HDP'ê de jî heta niha encama ku dixwazin bi dest nexistine. Herî zêde karin beriya hilbijartinê biryara girtinê bidin dayin. Nekarîn bingeha HDP'ê biçûk bikin. Sekna bi biryar û bi bandor a Bloka Ked û Azadiyê wê dewam bike. Her wiha eşkere bû ku eger HDP di hilbijartinên Serokkomariyê de piştgiriyê bide Kemal Kiliçdaroglû wê Erdogan di tûra destpêkê de têk biçe. Erdogan jî ji bêçaretiyê niha xwe li Hîzbûl-Kontra girtiye. Li aliyê din jî Dogû Perînçek heye ku bi rûyê xwe yê tarî û provokasyonan tê naskirin.

Partî û girseya ku Erbakan bi dehan salan ked ji bo wê da, dizîn. Nekarî Partiya Saadetê bixe xefika xwe. Fatîh Erbakan ma. Pêkhateyeke balkêş afirand. Pêkhateyek ji nakokiyan. Ji xwe her tişt ji Erdogan tê. Ji bo desthilatdariyê dikare her tiştî bike. Pîvan, hiqûq, sûc ne girîng e. Erdogan dibêje ku ji bo erdhejê her tiştên pêwîst hatine kirin. Naveroka propagandaya xwe diyar kiriye ku dibêje 'wê bi lez xanî bêne avakirin, birîn bêne pêçandin'. Lê belê jiyan ne bi vî rengî ye. Li pêş çavên bi milyonan mirovî xizmên wan, nasên wan jiyana xwe ji dest dan. Gelek ji mirovên rizgar bûn jî ji ber ku alîkarî nehat jiyana xwe ji dest dan. Ji sermayê jiyana xwe ji dest dan. Gel di nava tunebûn û zehmetiyeke mezin de ye.

Derewên Erdogan û televîzyonên wî nikarin wan mirovan bixapînin. Dîtine, bi serê wan ve hatine. Bawerî êdî bi desthilatdariyê nayê. Bahçelî jî hîn jê heye ku bi gefxwarina li derdorê, bi heqaretê dikare desthilatdariya faşîst li ser piyan bihêle. Çi bike jî nikare ji sedî pênc ê dengan werbigire. Lê belê pişta xwe spartiye hêzên tarî û jê heye ku wê karibe bi vî rengî bimeşe. Nafikire ku wê hesab jê bê pirsîn. Xwe weke xwediyê sîstemê û di ser qanûnan re dibîne. Demekê Çevîn Bîr ew jî bi wî rengî bûn. Pişta xwe spartibûn artêşê û dewletê û bi xwe re weke mafekî didît ku her tiştî ji her kesî re bibêje. Lê belê aqûbeta wan nebaş bû. Yên mîna Bahçelî jî divê hesabê wê bikin ku wê li bin guhê gel û hêzên demokrasiyê bikevin. Erdogan û derdora wî ketine nava tirs û panîkê.

Li şûna ku ji ber erdhejê hesab bide gel û îstifa bikin, diçin herêma erdhejê û partiyên muxalefetê sûcdar dikin. Bêyî ku li ber xwe bikevin. Bîst sal in ew bi xwe li ser desthilatdariyê ye, ma muxalefetê pêşî li alîkariyê girt? Muxalefetê amadekariyên beriya erdhejê sabote kir? Tiştekî welê nîne. Berevajî, guh neda gotinên pisporan û muxalefetê, bi ber bayê rant û desthilatdariyê ket. Encama wê jî ji bo gel bû felaketeke mezin. Dema ku mijar dijminatî û êrîşa li dijî Kurdan be felaket an jî erdhej bandorê li wan nake. Ji bo motîvasyona şer a artêşê xera nebe, destûr nedan ku di dema erdhejê de bi alîkariya gel ve biçe. Ji ber rexneyên hatin kirin, Hûlûsî got 'artêşa me sînoran diparêze'.

Gelo kîjan dijmin, kîjan artêş hatiye ber sînor? Ji xwe ji bilî we kes sînoran binpê nake, hûn dagir dikin. Li Sûriye û Iraqê weke hêzeke dagirker bi deh hezaran leşkerên we hene, hûn bi milyaran dolar pere xerc dikin. Ji bo polîtîkayên qirkirinê dewam bikin, rêveberiyeke welê li ser Tirkiyeyê desthilatdar e ku öi mirina mirovên xwe temaşe dike. Cîhanê êdî ev yek dît û fêhm kir. Lewma qîmetê Erdogan li cîhanê nemaye û dikare bê gotin ku êdî li devre hatiye hiştin. Gelo dostê wî Pûtîn wê karibe wî rizgar bike? Ya jî bi çend milyar dolar pereyê ji derdorê kom kiriye wê karibe bi wan bandorê li ser hilbijartinê bike? Yên ku çarenûsa xwe bi van û Hîzbûl-Kontra, Dogû Perînçek girêdane, paşeroja wan jî wê tarî be.

Çavkanî: Rojnameya Ronahî