Kongreya HDP'ê hêzên demokrasî û azadiyê hemûyan ji nêz ve eleqedar dike. Partiya siyasî demokratîk a herî girîng a Tirkiyeyê ye. Partiyên biçûk hebin jî ya ku dikare bandorê li siyaseta Tirkiyeyê bike û diyar bike HDP ye. Ji xwe desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ji ber vê yekê êrişî HDP'ê dike. Li cîhanê partiyeke din nîne ku li qada legal siyaseta demokratîk dike lê di vê astê de dibe hedef. Bi deh hezaran endamên xwe hatine destgîrkirin, bi hezaran jê hatine girtin. Lê belê ji ber ku xwe dispêre danheviya têkoşîna demokratîk a li Tirkiye û Kurdistanê, hêviya gelan û dînamîka bingehîn a demokrasiyê ya Tirkiyeyê ye.
HDP ku xwe dispêre hêzên civakî û gelên Tirkiyeyê, li ser bingeha demokratîkbûnê dixwaze pirsgirêkên aborî, çandî, civakî û siyasî yên Tirkiyeyê çareser bike û bi vê armancê derkete holê. Nebû partiya gelekî yan jî beşeke civakê. Ji bo Tirkiyeyeke demokratîk têdikoşe. Li ser vê bingehê afirandina jiyana demokratîk û azad ji bo Kurdan û Elewiyan ku ev yek pirsgirêka bingehîn a civakî û siyasî ya Tirkiyeyê ye, weke karekî sereke daniye pêşiya xwe. Lewma armanca xwe Tirkiyeyeke demokratîk û Kurdistaneke azad e. Ji xwe her partiyeke demokratîk a li Tirkiyeyê divê armanca xwe ev be.
Niha hêza demokratîk şoreşger a herî dînamîk a Tirkiyeyê Kurd in. Ji ber vê yekê ev rêxistinbûn bi kombûna li hev a danheviya demokratîk şoreşger a Tirkiyeyê û hêza demokratîk şoreşger a Kurdan pêk hatiye. Lewma şaş e ku mîna hin hêz dixwazin HDP tenê weke partiyeke Kurdan bê dîtin an jî veguherînin partiyeke bi vî rengî. Nêzîkatiyeke bi vî rengî tê wateya sabotekirina hêza polîtîk a rola wê ya di demokratîkkirina Tirkiyeyê de. Bêguman dibe ku partiyek be ku nasnameya Kurd tê de xwedî giranî ye, ku Kurd gelekî bindest e, zext û zordarî lê tê kirin û êrişên qirkerî mêtingeriyê li ser hene. Ji xwe partiyên ku nasnameya Kurd lê serdest in hene û karê xwe jî dikin. Lê belê nerast e ku HDP weke partiyeke Kurd a ji rêzê bê nirxandin, ku nêzîkatiyeke bi vî rengî wê were wateya fêhmnekirina felsefeya wê ya damezrandinê û stratejiya wê ya têkoşînê. Nêzîkatiyeke wiha beriya her tiştî wê zerarê bide têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd. Tespîta HDP'ê ku dibêje, 'Heta gelê Kurd azad nebe, pirsgirêka Elewiyan çareser nebe Tirkiye demokratîk nabe' bersiva li hesreta jiyana demokratîk û azad a Kurdan e.
Niha partî hene ku xwe dispêrin gelê Kurd û nasnameya Kurd lê serdest e. Yek ji wan jî Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ye ku yek ji pêkhateyên HDP'ê ye. Hin partiyên cuda jî hene ku xeta xwe ya îdeolojîk polîtîk, stratejiya têkoşînê û feraseta xwe ya tifaqê cuda ne. Mafê her partiyê ye ku li ser xeta xwe têbikoşe. Mirov dikarin xeta van partiyan rexne bikin. Lê belê nikarin li ber wan rabin ku çima di xeta xwe de têdikoşin. Lê belê her feraseta siyasî jî divê hurmetê nîşanî têkoşîn û xeta siyasî ya DBP'ê û HDP'ê bidin. Mafê kesî jî nîne ku xeta HDP'ê cuda û sabote bike. Ji xwe mafê her kesî ye ku li ser xeta dixwaze xwe bi rêxistin bike û têbikoşe. Bêguman ji polîtîka û kiryaran tê dîtin ku dewleta Tirk vî mafî qebûl nake.
Têkoşîna demokratîkbûnê her tim mijara tifaqê dixe rojevê. Yên ku dixwazin ji bo demokratîkbûnê têbikoşin neçar in pirsgirêka tifaqê çareser bikin. Gotina 'ez ê tenê li ser xeta xwe ya siyasî demokratîkbûnê pêk bînim' tê wateya reva ji têkoşîna demokratîkbûnê. Bêguman her tim hêzeke polîtîk îdeolojîk derdikeve pêş. Lê belê bêyî tifaqê ne şoreş, ne jî demokratîkbûn pêk tê. Ji xwe ji ber vê yekê tespîta 'şoreş meseleya tifaqan e' hatiye kirin. Dema ku ji vê çarçoveyê bê nirxandin, nêzîkatiya HDP'ê ku polîtîkaya tifaqê weke mijara sereke daniye ber xwe, nîşan dide ku pêwîstiya bingehîn a polîtîk a Tirkiyeyê rast fêhm kiriye. Ji xwe eger tifaqa hêzên demokrasiyê pêk neyê 'Xeta Sêyemîn' ku Rêberê Gelê Kurd bi vî rengî pênase kiriye û têkoşîna demokratîkkirina Tirkiyeyê bi ser nakeve.
Dibe ku kêmasiyên HDP'ê hebin. Bêguman partiyeke ku xwedî armanca demokratîkkirina Tirkiyeyê û çareserkirina pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê bi taybetî çareserkirina pirsgirêka Kurd e, wê bê rexnekirin. Ji bo hîn bêhtir bi rêxistin bibe û têkoşîneke bi bandor bike, mafê jin, ciwan, kedkar, Kurdan, Elewiyan û hêzên demokratîk hemûyan e ku rexne bikin. Rexneyên ku di çarçoveya felsefeya wê ya damezrandinê û xeta wê ya têkoşînê de bên kirin wê xurt bikin.
Li Tirkiyê siyaset xitimiye. Yên ku siyaset xitimandine desthilata faşîst a AKP-MHP'ê û CHP ye ku xwe mîna hêza muxalîf nîşan dide. CHP ne dikare helwesteke polîtîk deyne ku pirsgirên giran ên Tirkiyê çareser bike ne jî têkoşîneke karîger dide. Çi vîn û têkoşîneke polîtîk ku bikaribe heq ji vi xitimandina ji ber polîtîkaya şer û şowenîzma ku desthilata faşîst a AKP-MHP'ê ferz kirîiye, derkeve. Bi ser de ti pozîsyoneke wiha de ye ku pêkirinên desthilata faşîst a AKP-MHP'ê meşrû dike. Di vê rewşê de li Tirkiyê tekane hêza muxalîf dibe HDP û hin partî û derdorên demokratîk. Ji vî alî ve pi girîng e ku hemû hêzên demokrasiyê destekê bidin xurtbûna HDP'ê. Ên ku dixwazin li dijî faşîzma AKP-MHP'ê muxalefetê bikin divê li dijî faşîzma AKP-MHP'ê têkevin serdemeke nû ya têkoşînê. Peywira sereke ya ku dikeve ser hemû hêzên çepgirên demokratîk û sosyalîst ev e.
Girîng e ku HDP jî hay jê hebe ku hemû dînamîkên demokrasiyê vedihewîne, ji bilî wê jî hêzên demokrasiyê hene. Dema ku mirov wiha nêzîk bibe tifaqa demokrasiyê tim mirov dikare berfireh bike. Dema ku tifaqa demokrasiyê were geşkirin û bi vê çarçoweyê mirov têbikoşe wê dawiya desthilata AKP-MHP'ê nêzîk bibe.
Hewce bûye ku hêzên demokrasiyê geşkirina tifaqeke bi rêxistinî û hişmendiyeke têkoşînê ku desthilata AKP-MHP'ê windakirina desthilata xwe ji bo xwe mîna meseleya 'beka'yê dibînin û ji bo vê jî wê bi hilbijartinê dest ji desthilatdariya xwe bernadin, deynin ber xwe.
Jêder: Yenî Ozgur Polîtîka