Ev Newroz bila serhildaneke nû be

Pîrozbahiyên 8’ê Adarê pêvajoyeke nû ya têkoşînê daye destpêkirin. Teqez e ku wê pîrozbahiyên Newrozê wê têkoşînê bigihîne lûtkeyê û pêvajoyeke nû bide destpêkirin.

Pîrozbahiyên 8’ê Adarê pêk hatin û em ketin pêvajoya Newrozê. 8’ê Adarê îsal ji bo têkoşîna azadiyê sê tişt şênber kir. Yek jê di têkoşîna azadiyê de jin xwedî bîrbûneke bilind in. Di nav tevgera jinan de fikrên cihê hebin jî rastiya jineolojiyê bi awayekî xurt belav dibe û nirxandina wekî şoreşeke berfireh û pratîzekirina wê bi pêş dikeve. Li ser vî esasî şoreşa herî kûr a hest, fikr û raman û ruh pêk tê. Mirovayetî asteke xurt a moral bi dest dixe.

Ya duyemîn gelek ferasetên cihê û rêxistinbûn hebe jî di nav tevgera azadiyê de yekîtî û enternasyonalîzm bi awayekî xurt bi pêş dikeve. Ji niha ve tê dîtin ku wê tevgera azadiyê ya herî xurt û berfireh a dîrokê de wê bi têkoşîna azadiyê ya jinan derkeve holê. Zanyar diyar dikin ku kesên herî zêde pêdiviya wan pê heye bîra xwe ya azadiyê û rêxistinbûna wê ava dikin. Ev qaîde di warê yekîtî û enternasyonalîzmê de jî didome. Bi qasî bîrbûn û rêxistinbûnê, yekîtî û enternasyonalîzmê jî herî zêde jin bi pêş dixin.

Ya sêyemîn jî ev e ku, heke wisa bidome wê di têkoşîna azadiyê ya jinan de dewlemendiya çalakiyan jî derkeve holê. Ji xweparastinê heta dansê her cure metod ji aliyê têkoşîna azadiyê ya jinan bi awayekî çalak tê bi kar anîn. Tê dîtin ku di dema pêş de ew ê ev rewş zêdetir xurt bibe, tevgera azadî û demokrasiyê wê xeteke dewlemend a çalakiyan bi dest bixe. Jixwe jin çawa bikin jî pergala dewlet û mêran a serwer li wan guhdarî nake. Jixwe rizgariya wan jî ne bi têketina nav vê pergalê, berevajî vî tiştî bi hilweşandina vê pergalê re wê ev rewş pêk were.

Li ser esasê van rastiyan tê dîtin ku bi pîrozbahiyên 8’ê Adarê re, wê têkoşîna azadî û demokrasiyê di pîrozbahiyên Newrozê ya cejna azadiyê de bigihêje lûtkeyê. Amadekariyên li her çar parçeyên Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û li her dera cîhanê vê rastiyê bi awayekî zelal nîşanî me dide. Ji niha ve li gelek deran pîrozbahiyên Newrozê dest pê kirine. Teqez e ku wê pîrozbahiyên Newrozê wê têkoşînê bigihîne lûtkeyê û pêvajoyeke nû bide destpêkirin.

Li ser vî esasî di serî de ya Rêberê Azadiyê Abdullah Ocalan, Newroza hemû şervanên azadiyê, gelê Kurd ê welatparêz, ya gelên Rojhilata Navîn, jin û ciwanan û ya mirovayetiya azad pîroz dikim. Di şexsê Mazlûm Dogan de yê ku Şehîdê Newrozê ye, hemû şehîdên azadiyê bi rêz û hurmet bi bîr tînim. Em baweriya xwe yaku em ê di sala nû de wan bidîn jiyîn û armancên wan bi ser bixînin, careke din diyar dikin.

Ji aliyê Kurdan ve ji niha ve tê dîtin ku wê ewv Newroz bibe Newroz yekbûna bi Rêbertî û şehîdan. Jinên Kurd 8’ê Adarê bi rastiya Rêbertî re kirin yek. Li her derê li dijî pergala êşkence û tecrîdê xwestin Rêber Abdullah Ocalan şertên azad bi dest bixe. Teqez e ku wê gelê Kurd jî pîrozbahiyên Newrozê li ser vî esasî bike û li her qadên Newrozê wê li dijî êşkence û tecrîda Îmraliyê azadiya Reber Abdullah Ocalan qîr bikin. Diyar e ku wê vê Newrozê bikin Newroza Rêbertiyê.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 3’ê Adarê de di hevdîtina bi malbatê de gotibû ku divê li dijî tecrîd û faşîzmê têkoşîneke xurt û birêxistinkirî were meşandin. Aniye ziman ku divê hemû pirsgirêk bi rêxistinkirin û têkoşîna gel were çareserkirin. Di pêvajoya çalakiyên Newrozê de em ê van gotinan pêk bînin. Em ê hemû qad û kolanan li dijî tecrîdê bikin qadên têkoşînê.

Di 3’ê Adarê de hevdîtina bi malbatê re hatibe kirin jî, tecrîda Îmraliyê bi dawî nebûye. Li her derê tecrîd didome û dîktatoriya faşîst êrîş dike. Tê dîtin ku bi gotina ‘Agir bi Îmraliyê ketiye’ şefê şerê taybet Suleyman Soylû xwestiye lîstîkeke şerê taybet bike. Bi vê re helwest û refleksa gelê Kurd û ya hêzên şoreşger û demokratîk hatiye testkirin. Xwestiye diyar bikin ku faşîzma AKP û MHP’ê serwerî her tiştî ye. Bi vê re xwestine îradeya gelê Kurd û ya hêzên şoreşger û demokratîk were şikandin.

Lê belê di dawiya dawî de hesabên şaş ên şerê psîkolojîk taybet bêyî ku bigihêjin Bexdayê ji Idlibê, ji Kurdistanê vegeriyane. Nerazîbûna mezin a ku gelê Kurd û hêzên şoreşger-demokratîk di cih de nîşan dan û çûna bi sed hezaran kesî li qadan, her wiha têkçûna faşîzma AKP-MHP'ê li Idlibê lîstika şerê taybet psîkolojîk xera kiriye. Li ser vê bingehê ev hesab li lingê xwediyê lîstikê geriya ye. Ji bo xwe ji vê yekê rizgar bike kir ku malbat biçin Îmrlaiyê û bi Rêber Apo û girtiyên din re hevdîtinê bikin.

Baş e ji van hemûyan encameke çawa tê derxistin? Beriya her tiştî divê em rast fêhm bikin ku li hemberî me êrişeke şerê taybet a rêxistinbûyî û piralî heye. Rastiyeke ku faşîzma AKP-MHP'ê şerê taybet derxistiye asta herî bilind û bi rengekî bêperwa dimeşîne. Wê demê di serî de gelê Kurd divê bindest hemû vê rastiyê bibînin û fêhm bikin. Ya duyemîn, li dijî lîstik û êrîşên şerê taybet faşîst divê amade bin. Gelekî girîng e ku di serî de Kurd bindest hemû bi berpirsyarî tevbigerin, nerazîbûna xwe di cih de li dijî êrîşan nîşan bidin. Bi taybetî li hemberî lîstik û derewên şerê psîkolomjîk divê amade û hişyar bin.

Ya sêyemîn, bûyerên ku dema dawî qewimîn careke din nîşan dan ku her tiştên bi navê azadî û demokrasiyê bi têkoşînê bi dest dikevin. Faşîzm û paşverûtî bi têkoşînê tê têkbirin, her gava demokrasî û azadiyê bi têkoşînê tê biserxistin. Ji xwe deriyên Îmraliyê careke din bi têkoşînê hatin vekirin, hevdîtina li Îmraliyê di encama têkoşîna xurt a gelê Kurd û hêzên şoreşger-demokratîk de pêk hat. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ber vê yekê li ser girîngiya têkoşîna li dijî faşîzm û tecrîdê rawestiya û bang li her kesî kir ku têkoşînê xurt bikin.

Eşkere ye ku hevdîtina 3'ê Adarê nayê wê wateyê ku tecrîda li Îmraliyê hatiye şikandin û sîstema qirkirinê ya Îmraliyê hatiye hilweşandin. Tecrîd dewam dike û dîktatoriya faşîst ji bo karibe li ser piyan bimîne hewl dide êrişên xwe zêde bike. Zext û terora faşîst a li nava sînorê Tirkiyeyê vê yekê nîşan dide. Êrişên li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê vê ykeê nîşan didin. Faşîzma AKP-MHP'ê heta ku bi berxwedana şoreşger-demokratîk neyê hilweşandin wê hebûna xwe bidomîne û hewl bide hukmê xwe bike.

Lewma têkoşîna li dijî tecrîd û faşîzmê wezîfeya bingehîn a me hemûyan e, wezîfeya jin, ciwan, karker, kedkar, Kurdan û gelan hemûyan e ku nabe bê taloqkirin. Bi têkoşîneke bi vî rengî dawî li tecrîdê dikare bê anîn û faşîzm bê hilweşandin. Bi serketina têkoşîneke wiha Kurdistan dikare azad bibe û Tirkiye demokratîk bibe. Pîrozbahiyên 8'ê Adarê pêvajoyeke wiha ya nû dane destpêkirin. Eşkere ye ku pîrozbahiyên Newrozê jî wê vê têkoşînê bigihînin asta herî bilind û pêvajoyeke nû bi ser bixînin. Li ser vê bingehê em Newroza her kesî pîroz dikin û dibêjin, bila Newroza îsal bibe gaveke nû ya azadiyê.

Jêderk: Yenî Ozgur Polîtîka