Divê her kes wek xwe be û bi rolê xwe rabibe

HEDEP partiyeke siyaseta demokratîk e. Di nav de hemû meylên îdeolojîk ku dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bibe û Tirkiye demokratîk bibe.

Partiya Çepên Kesk 15’ê Cotmehê kongreyeke bi coş û hevîbext çê kir. Bername û rêziknameya xwe guhert. Navê xwe kir ‘’Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan’’. Siyaseta demokratîk ku sala 1990’î bi navê ‘’Partiya Keda Gel-HEP’’ê derket holê û xwe bi rêxistin kir, êdî wê bi navê ’HEDEP’ê li rêya xwe dewam bike. Serkeftin jê re. 

Kongreya 15’ê Cotmehê bêyî guman gelek giring bû.  Giringî ne bi tenê ji ber doza girtina HDP’ê bû û 14’ê Gulanê bi Partiya Çepên Kesk ket hilbijartinê û di vê kongreyê de navê wê guherî, lê ji ber biserketinê bû ku bi rexne kirin û kirina rexneyan li xwe ya piştî hilbijartinan derket holê. Paşverûtî li hêviyê bû ev pêk neyê, navenda şerê taybet ji wê boneyê pir dixebitî. Kongre ji vî awayî ve giring bû guherîn nûbûn pê derket holê û hêviya paşverûyan bi avê de çû. Coş û hêviya li kongreyê, nîşaneya vê bû. Di vê çarçoveyê de bi nûbûneke giring a feraset û rêbazê di rêveberiyê de jî guherîn û nûbûneke jidil çê bû. HEDEP, li ser esasekê wiha yê nûbûnê, tê wateya destpêkirina ji nû ve. 

Çarçoveya hemû niqaşên li kongreyê dihatin kirin çareseriya pirsgirêka Kurd bi siyaseteke demokratîk bû. Pirsgirêka Kurd ku astengiya serek e ye li ber demokratîkbûna Tirkiyeyê. Pêşî krîza aboriyê, hemû krîzên li Tirkiyeyê ji ber vê pirsgirêkê ne. Erka bi lezgînî ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi awayekê demokratîk ku wê ev hemû krîz ji holê rabibin, parçekirian pergala tecrîd, êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê bû. Kongreya HEDEP’ê wek erkeke bi lez da ber xwe ku li dijî tecrîdê û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê bikoşe. Li ser vî esasî pêşbîniya çareseriya siyasî ya demokratîk a pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê kir. 

Ev bêyî guman tesbîteke di cih de ye. Diyar e ku siyaseta demokratîk wê roj û mehên ji pêş re li ser têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bisekine û di vê çarçoveyê de bikeve hewila çareseriya pirsgirêkên demokratîkbûnê yên din.  

Bi vê helwest û têkoşînê, li karesata faşîzma Tayyîp Erdogan û Tifaqa Cimhûrê Tirkiyeyê ber pê ve dibe, wê nûnertiya Tirkiyeya Demokratîk bike û bike ku bêhna gelên Tirkiyeyê biçe û bê. 

Nivîsîna vê hêsan e lê diyar e ku wê têkoşîneke wisa ne ewqas hêsan be. Divê li aliyekî li ber zexta faşîst a piralî, zilm, girtin û kuştina rêveberiya faşîst a heyî bi awayekê bandorbar li ber xwe bide, li aliyekî jî li ber kêmasî û xeletiyên ku wê çê bibin mirov her hestyar û zana be û bikare di wextê xwe de li bi rêbazên bi keys tê bikoşe, ji heq were der. 

Azmûneke zor li ber rêveberiya HEDEP’ê ye. Ev rêveberî divê pir bi hizir û hestyar be, nêzîkahiya bi berferehî û ji bo çareserkirinê be. 

Lewra HEDEP, partiyeke siyaseta demokratîk e. Hemû meylên îdeolojîk ku dixwazin pirsgirêka Kurd bi awayekê siyasî çareser bibe û Tirkiye demokratîk bibe. Ji wê boneyê ye ku tu îdeolojiyeke daxwaza demokratîkbûna û hebûna bi hev re ya demokratîk bike, nabe ku deriyê xwe ji tu meyleke îdeolojîk re bigire. Lê li gor rêgezên demokratîkbûnê yên sereke ku tê wateya yekitiya demokratîk, her kesî di nav xwe de dihewîne û tê dikoşe da ku bi ser bikeve. Li ber vê rewşê, nebûna hizir û hestyariyê, dewamkirina tengî û yekalîbûnê ye ku beriya kongreyê hebûn. HEDEP, partiya hemû neteweyên li Tirkiyeyê, ol û hizb û bindestan e. Bi pêkhateyên di nava xwe de tevgereke civakî ya demokratîk e. Lewma divê çarçoveya wê berfereh be û bikare xwe bigihîne girseyê qelebalix. Nabe ku hinekan ji paş re bihêle û pêşîtiyê bide hinekên din. Eger wisa bike wê cardin tengî û veqetîn ji girseyê çê bibin. 

Em tev jî baş dizanin ku birêxistinbûna siyaseta demokratîk ku bi nasnameya HEDEP’ê derketiye holê, ji yekitiya tevgera azadiya Kurdan û tevgera demokrasiyê ya Tirkiyeyê pêk hatiye. Ev yekitî ne bi dilê gelek derdorên dijmin e û dixwazin xera bikin, divê mirov wan ji bîr neke. Di nava vê yekitiyê de gelek meylên îdeolojîk ên ji hev cuda hene û asayî ye ku her yek jê bixwaze ku ew bixwe serwer be; divê mirov vê rewşê jî di ser guhên xwe re neavêje. 

Lê em çima van hemû tiştan cardin dinivîsin? Xuya ye ku qada siyaseta demokratîk bûyereke yekitiya demokratîk e û li ser esasê rêgezên demokratîk ên asgarî di têkoşîna antîfaşîst de, divê mirov yekitiya herî berfereh ava bike. 

Di vê çarçoveyê de normal e ku her kesê di nava yekitiyê de bixwaze ku xwe bandorbar bike. Her kes li gor xwe pênase û ferasetek hebe ji bo HEDEP’ê, her bi vî awayî bixebite û li ser esasê feraseta rêveberiya xwe bikeve hewila arastekirina wê. Nabe ku mirov bibêje ‘tu çima wisa dikî?’ û ji kesî pîs bike. Nexwe, divê rêveberiya HEDEP’ê bi van hemû rastiyan bizane û ferehiya çarçoveyê û têkoşîna xwe li wê gorê be. Lewma divê qet xwe aciz nek, xwe teng neke, nebe yekalî. Her tim li gor pêwîstiya bi yekitiya demokratîk tev bigere. Bo mînak; hin jê ji bo hevserokên heyî bibêjin ‘Nûnertiya tifaqa stratejîk a Kurd-Ereb a HEDEP’ê dikin. Ev pênaseya ku bi dîtineke di ser re bi mirov xweş tê, şaş û xeternak e. Ji ber ku HEDEP partiyeke Tirkiyeyê ye û di serî de Tirk, Kurd, Ereb, tifaqa stratejîk a hemû gel û nasnameyên neteweyî yên li Tirkiyeyê ji xwe re dike esas. Di vê barê de nabe ku gelekî ji paş re bihêle û yekê din deyne pêş. 

Ya jî dibe ku hin ji bo hevserokan bibêjin, ‘nûnertiya tifaqa Elewî-Sinî ya HEDEP’ê dike’. Ev dîtin jî şaş û xeternak e. Ji ber ku HEDEP pêşbîniya tifaqa hemû ol, hizb û baweriyan dike û bi fiîlliyata xwe jî divê ku wisa be. Eger ne wiha be hingê demokratîk dibe ne jî partiyeke Tirkiyeyê. 

Bo mînak; dibe ku hin jê ji bo bandorê li ser Kurdan bikin, bibêjin, ‘HEDEP û PK, yek in’. Ev pênase jî şaş û xeternak e. Çimkî HEDEP ne PKK ye, tu car nabe û ne hewce ye ku bibe. Eger wisa be we yek jê zêde be, nexwe divê yek jê xwe fesih bike. PKK partiya wan kesan e ku bi temamî dev ji dinyaya milkiyeta arizî berdaye. Lê HEDEP ne wisa ye. PKK li seranserê cîhanê li dijî desthilatdarî û pergala dewletê partiyeke neqanûnî ye, HEDEP partiyeke qanûnî ya KT’yê ku bi Destûra Bingehîn a 12’ê Îlonê bi rê ve diçe. Diyar e ku ev ne heman in û nabin yek. Li ber partiyên din ne neqanûnî jî rewşa HEDEP’ê heman e. 

Mirov her wiha dikare balê bibe ser gelek xisûsên din jî. Rêgeza esas ev e: Şaş e ku her kes bişibe hev û bibe yek, divê her kes wek xwe be û bi serfirazî bi rolê xwe rabibe. Bi vî awayî tiştê dikeve ser mil bi cih bîne, xwe bike parçeyekê serkeftî yê tevahiya demokratîk. Hemû partî, kes û komên demokratîk wiha bikin, wê hingê tevgera demokratîk di têkoşîna xwe ya antîfaşîst de teqez bi ser bikeve. 

Niha erkên pêşîn ku li ber HEDEP’ê ne, şikandina tecrîda Îmraliyê û karkirina hilbijartinên herêmî ye. Azmûnên pêşîn ên HEDEP’ê ev in û em bawer in ku wê bi ser bikeve û serkeftin ji bo wê. 

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA