Divê gelê Kurd hestiyar be

Ji ber ku gerîla ji bo gel xwe berpirsyar dibîne şerekî rû nedaye. Lê hem talûke hem jî rageşî dewam dike. Seba vê, lazim e ku hestiyariya hem gelê kurd hem jî raya giştî der barê mijarê de di asta herî jor de be.

Nûçe têne weşandin û tê gotin, PDK hêz û cebilxaneyê dişîne qadên gerîla. Şandina hêzeke bi vî awayî ji bo gava pêşî ya provokatîf e. Girtina dora gerîla, girtina rêyên gerîlayan heta niha dikarîbû şerekî jî bide destpêkirin. Heke heta îro şerek neqewimîbe, ev ji ber hestyarî û berpirsiyariya gelê kurd û raya giştî ye. Ji ber ku gerîla ji bo gel xwe berpirsyar dibîne şerekî rû nedaye. Lê hem talûke hem jî rageşî dewam dike. Seba vê, lazim e ku hestiyariya hem gelê kurd hem jî raya giştî der barê mijarê de di asta herî jor de be.

Bi qinaeta raya giştî ya kurdî PDK ji ber êrişa dewleta tirk a li dijî PKK'ê gaveke wisa avêtiye. Her kurdek baş dizane ku dewleta tirk dixwaze PDK'ê bi PKK'ê bide şerkirin. Heke şerek biqewime wê ev were wê maneyê, daxwaza dewleta tirk bi cih tînin. Daxwaza gelê kurd ew e, rewşeke bi vî awayî neqewime. Gelo wê daxwaza gelê kurd yan jî daxwaza dewleta tirk bi cih were, em ê di demeke kin de bibînin.

Sûriye, Iraq û Îranê dayne aliyekî dewleta tirk jî îro roj gelekî qels bûye. Derfetên ku gelê kurd qezenc bike zêde bûne. Heke hêzên siyasî yên kurdî hev qels nekin wê kurdên li tevahî beşên welêt azad bibin. Wê hem destketiyên li Başûrê welat hem jî li Rojavayê welat mîsoger bibin. Divê em ji bîr nekin ku heta kurd li Bakurê welat negihîjin azadiya xwe û jiyaneke demokratîk, li ti beşên Kurdistanê ti destketî mîsoger nabin.

Dewleta tirk a ku sond xwariya koka kurdan biqelîne çi dema ku firsendê bi dest dixe ji bo jiholêrakirina destketiyên kurdan êriş dike. Dewleta tirk a qirrker ku îro Rojava xistiye hedefa xwe wê sibê îcar êrişî başûrê Kurdistanê bike. Ti kurdek nikare ji vê yekê re bibêje; ne wisa ye. Heke bibêje; na ne wisa ye, ev nêzîkatî wê were wateya nenaskirina dijminên gelê kurd. Piştî referandûma 2017'an ku PDK'ê çêkir, çi bû çi nebû, me ji bîr nekiriye. Destketiyên girîng ên Başûrê Kurdistanê hatin bibinxistin.

Her destketiyeke li beşên Kurdistanê hem têkoşîn û hem jî destketiyên li 4 beşên welat xurt û zexim dike. Di serî de jî têkoşîn û berxwedana gelê me yê Bakurê Kurdistanê hêzê dide kurdistaniyan hemûyan.

Ji salên 1970'yî vir ve têkoşîna azadiyê ya li Bakurê Kurdistanê têkoşîna gelê kurd li her derî bi hêz kiriye. Nedîtina vê famnekirina rastiya Kurdistanê ye. Siyasetvanê xwedî tecrûbe yê Başûrê Kurdistanê Mam Celal ji bo Bakurê Kurdistanê digot, ew der Misira kurdan e. Ev gotin îşaret bi wê rastiyê dike. Bi taybetî jî gelê Başûrê Kurdistanê û hêzên wê yên siyasî divê vê tespîtê ti carî ji aqlê xwe dernexin.

Îcar PDK çi dike, ew radibe ji bo ku li ser du sê bajaran bibe îqtîdar hemû beşên Kurdistanê feda dike. Ew bi vî awayî destketiyên Başûrê Kurdistanê jî dixe talûkê. Demekê Rêber Apo diyar kir ku şebekeyeke navneteweyî ya berjewendîperest heye ku di berdêla Kurdistaneke biçûk de li beşên Kurdistanê hemûyan qirrkirinê ferz dike. Hin kurd jî rabûne hevkariya wan dikin. Polîtîkaya ku PDK dimeşîne, vê tespîta ku Rêber Apo beriya bi salan kiriye jî piştrast dike.

PDK bi polîtîkayên xwe paşeroja beşên Kurdistanê hemûyan dixe talûkê. Halbûkî îro roj yekitiya kurdan bi pêş bikeve PDK jî di nav de hêzên siyasî yên kurdan hemû û gelê kurd hemû bi ser keve. Bi herhalî ji ber ku di dîrokê de gelekî zor û zehmetî hatine dîtin niha ji ber ku li çend bajaran xwedî hinek îmkanan in, ji bilî vê yekê tiştekî din nayê dîtin. Di nava van çend bajaran de jî bi tenê bi nêrîneke rojane li dinyayê tê nêrtin; Di paşerojê de talûke yan jî derfetên derkevin holê nayên dîtin. Ji ber ku îdraka PDK'ê bi dîtina îmkanên çend bi sînor e; zîhniyeta wê ya heke kurd bibin xwedî tiştekê divê ez jî bibim xwediya wê, ev ji bo hemû kurdan talûkeyê bi xwe re tîne. Heke dev ji vê nêzîkatiyê neyê berdan kurd ne dikarin derfet û îmkanên derketine holê bibînin ne jî wê bikaribin talûkeyan berteraf bikin.

Gelê kurd bi zîhniyeta xwe ya demokratîk, bi nêzîkatiya xwe ya netewa demokratîk û xeta jiyana azad a li ser bingehê azadiya jinê bi awantajên mezin derbasî sedsala 21’ê bûye. Niha li Rojhilata Navîn yê ku li nirxê xwe zêde kiriye û tekane hêza xwedî projeyên çareseriyê kurd in. Di dîrokê de di hin sedsalan de gel bi dînamîzma xwe li gorî gelên din zêdetir bi pêş ketine. Di sedsala 21'an de li Rojhilata Navîn derfeteke wisa dîrokî ji bo kurdan derketiye holê. Lê PDK bi asoya xwe ya teng vê derfeta derketiye pêşiya kurdan nabîne. Ew vê derfetê nabînin pê re jî dixwazin pêşî li derdorên ku vê derfetê dibînin jî bigrin. Hem jî vê yekê bi têkiliyên xwe yên bi dewleta tirk re dike ku dewleta tirk pêşketina gelê kurd ji bo xwe weke talûkeyeke mezin dibîne.

Hem vê derfeta dîrokî hem jî têkiliya PDK'ê bi dewleta tirk re bi xwe re di nava kurdan de dibe sedema rageşî û pirsgirêkan. Ji ber vê jî divê gelê kurd û raya giştî bi hestiyarî tevbigere. Divê gelê kurd û raya giştî ya kurdan vê derfeta dîrokî bibînin û kîjan partî dibe bila bibe nehêlin ku ev derfet werin berhewakirin. Bi taybetî jî rewşenbîrên kurd, hunermend û nivîskarên kurdan divê talûkeyên ji ber nebûna yekrêziya di nav siyaseta kurdî de bibînin û dest li vê werdin. Hêzên siyasî hemû jî lazim in ku sekn û helwesta hunermend û rewşenbîrên ku wîjdanê gelê xwe ne li ber çavan bigrin.

Jinên kurd îro roj jî hêza herî azadîxwaz a gelê kurd e. Jinên kurd rûyê vî gelî yê demokrasî û azadiyê ye ku ji aliyê dinyayê ve tê dîtin. Jinên kurd di vê qonaxê de ji hemû jinên gelên din ên dînyayê zêdetir xwedî bandor in. Li ser vê esasî jinên kurd jî dibê li dijî her helwesta ku xizmetê ji qirrkerên gelê kurd re dike û zirarê dide têkoşîna azadî û demokrasiyê bisekinin û helwestê nîşan bidin. Divê jin qebûl nekin ku çi tevgereke kurdî ya siyasî ku li jinan guhdar neke û wan li ber çavan nagre di qada siyasî, civakî û aborî de bibe xwedî hêz. Divê jinên kurd rola xwe ya di şerê eşîrên kurdan de çawa nîşan dane îro li ser esasên xeta netewa demokratîk û demokasiya xwe dispêre azadiya jinê, heman rola xwe bînin cih. Jinên kurd wê bi vê yekê di dîrokê de weke çêkara yekitiya demokratîk a kurdan cihê xwe bigirin. Jinên kurd hem layiqê vê rolê ne hem jî bi karaktera xwe ya azadîxwaz û demokratîk xwedî vê hêzê ne.

Bi baweriya ku wê jin yekitiya demokratîk a kurdî bi civakîbûna nû ya gelê kurd a di cewhera xwe de azadiya jinan heye, ava bikin...

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA