Divê em rojeva berxwedanê ji rê dernexînin

Bi mîsogerî em ji serdemeke wiha derbas dibin ku berxwedan berdêlên giran hewce dike. Di serdemên wiha de mirov dikare bibêje ku her kes tê ceribandin.

Lê yên ku berxwedanê vediguherînin ser pênaseya jiyanê mirov nikare bibêje vê zanînê gav bi gav di bîra xwe de dihêlin û li gorî vê tevdigerin. Ji ber ku ew li ser berxwedanê bi taybetî nafikirin. Jiyan bi tevahî veguherandina ser berxwedanê. Lê ne hêsan e ku mirov berxwedanê bi tevahî bîne ser pênaseya jiyanê.

Veguherînên mezin ên ku di pêvajoya nîv sedsalî ya têkoşîna azadiya Kurdistanê de hatine jiyîn li nav civaka Kurd guherînên mezin ên şoreşî bi xwe re aniye. Beşên civakî ku têkoşîn li navenda jiyana xwe danîn ev ji kûr ve hîs kirine, ên ku ji serê berxwedanê girtine jî, bala xwe dane ser vê berxwedanê, darî wê kirin û carinan jî xwe tevlê kirin. Hemû qad bûne ku qadên wiha ku hinan berxwedan kirin navenda jiyanê, hinan ji nav, hinan ji qiraxê pê girtin li ber xwe dan û ji beşên cuda yên civakê jî bi rengekî berxwedan hate kirin. Zindan ji vî alî ve bû yek ji navenda girîng a berxwedanê, bû qadeke şoreşê ya mîkro ku mirov dikarîbû çavdêriyê li hemû dînamîka civakî, cihêbûnê û helwestan bike. Bi berxwedana zindanê ya Rêber Apo re, xeta berxwedana zindanê bi rengekî hê tûjtir hate diyarkirin.

Berxwedana Imraliyê ya Rêber Apo 20 sal li pey xwe hişt. Hindik maye ku sala 21'ê jî biqede û em dikevin sala 22'yan a berxwedanê. Ev salên berxwedanê yên dirêj û dijwar, bi zextên giran derbas bû û derbas dibe. Mesele ne tenê ew e bê ka hevdîtin dibin yan na. Dema ku hevdîtin pir zêde dibûn jî, dema ku naveroka hevdîtinan bi raya giştî re dihatin parvekirin û di demeke wiha de dema ku jê re ''pêvajoya çareseriyê'' dihate gotin jî, hate dîtin ku tecrîd û zext zêde ne. Ji ber ku dewleta faşîst têgiha ''pêvajoya çareseriyê'' mîna pêvajoyeke tasfiyekirinê hatiye kodkirin û ev şansê we jî mezaxtibû û avêtibû.

Armanca sereke ya dewleta Tirk a qirkeriya faşîst tasfiyekiina tevgera azadiyê ye, dixwaze rewşa dîlbûnê ya Rêber Apo ji bo vê bi kar bîne û qirkirina Kurdan bibe ser bixe. Rêber Apo gotina, ''ez xwe nadim bikaranîn'' li nav atmosfereke giran got. Ji ber ku, pipştî vê dewleta qirker ku dixwest vê bike, me dît ku bi taybetî rejîma AKP-MHP'ê li ber hemû çavê cîhanê ji îtîbara xwe bû, hate ber rewşa hilweşînê, bi hemû dagirkeriya xwe, bi hemû nîqaşên li ser 'beka'yê dagirkeriya xwe jidand, ji bo ku qirkirinê pêk bîne her cure zext û zordarî zêde kir û dawiya dawî êrîşên dagirker bi ser Rojava de anî. Bi dît ku ti tişt nikare dewleta Tirk a faşîst a qirker xilas bike û di rewşa berdest de, bi Qirkirina Ermenan, bi mijara endamtiya NATO'yê û guşaran, bi maneya hilweşînê kete rojeva siyaseta cîhanê.

Ez dixwazim werim ser mijara sereke ya vê nivîsê.

Li gel van hemû tiştan jî di pêvajoyê de ku li bara tecrîda girankirî berxwedaniyeke mezin dayî Rêber Apo ti caran mijarên şexsî nekire rojev, nedaniye ber rojeva gel. Û hemû girtiyên nexweş jî ev ji bo xwe kirin mîhak. Wiha, girtiyên bi nexweşiya giran, li bara vê helwesta Rêber Apo, helwesta mezin a sincî, rêgeza wê pratîzekirin ku tendiristiya xwe nekin amûreke siyasî. Bi vê maneyê Rêber Apo li hemû zindanan, li hemû qadên berxwedanê bû xet, bû şêwaza berxwedanê, berxwedan bixwe bû Rêbertî. Ji ber ku hemû girtiyan danîn holê ku her rewşa ku wê li zindanan rû bide wê ne ji rêzê be û bibe rewşa siyasî.

Li gel van hemû tiştan van rojên dawî hin mijarên şexsî dikevine rojevê, ku di serdemek wiha de ne watedar e ku mijarên şexsî bibin rojev. Têkoşîna azadiya Kurdistanê, têkoşîneke wiha ye ku ji Kurdan, ku hijmara wan bi milyonan e, jî derbas kiriye û xwe gihandiye hemû Rojhilata Navîn û cîhanê. Li hemû cîhanê îro bi Rêber Apo, bi paradîgmaya neteweya demokratîk çi kesê ku Kurd û berxwedana Kurdan nas nekirine, nemane.

Mîsoger e ku bi qasî ku mirov di nav vê rasteqiniyê de cih digire mirov dikare hebe û bibe xwedî maneyekê. Helbet weke Rêber Apo gotî, ''Carinan şexsek dibe dîrok, carinan jî dîrok dibe şexsek''. Lê ev rewş bi wê ye ku mirov di helwesta xwe de, di avakirina jiyanê de û di hemû berxwedana xwe de bikaribe bibe dîrok. Ev helwesteke Zîlanî û Egîdî ye. Heke ev nebe, bi ser de ku li ser Kurdan şerê cîhanê yê sêyan tê kirin û gelê Kurd di ber hebûnê de her roj bi canê bi dehan mirovên xwe de , ji bêgavî ji herma pêşketinê ya rasteqîniya cîhanê û ji gelek tiştên din diqere, anîne rojevê ya tendiristiya xwe, problemên xwe yên fizîî an jî hin mijarên din ên ne dîrokî, ji bilî rewşeke paşvemayî û takekesî, jirêderxistina rojevê ye. Bi kurt û kurmancî; heke rojên dijwar ên berxwedanê azmûnek be, ku mirov bibêje, şêwazên bi vî rengî  'di sinif de mane' û wê bimînin û ji niha ve qerneyên wan bi sifirên mezin tije ne, wê şaş be.