Divê derî li xiyanet û hevkariyê were girtin

Dewleta Tirk niha li Başûr û Bakur pişta xwe bi pêkhateyên Kurd ên hevkar û xayîn girêdaye. Eger Kurd naxwazin têk biçin û di dîrokê de tune bibin, divê li dijî xayîn û hevkaran ji her demê zêdetir bibin xwedî helwest.

Dewleta Tirk dixwaze serhildana Kurdan a herî demdirêj û birêxistinkirî ya di dîroka Komarê de, li ser esasê tunekirin û qirkirinê, li gorî xwe bi dawî bike. Li gorî hin hesaban lêçûna vî şerî ji bo Tirkiyê di warê aborî de 4 trîlyon dolar derbas kiriye. Eger em bi deh hezaran kesên jiyana xwe ji dest dane jî li ser vê yekê zêde bikin, êdî mirov nikare hesabê windahiyan bike. Eger li şûna vê yekê hebûna gelê Kurd were naskirin û gavên demokratîk bên avêtin, wê şûna van windahiyan Tirkiyeya pêşketî û yekîtiya xwişk û biratiya Tirk-Kurd pêk bihatiba.

Erdogan demekê digot li Dêrsimê komkujî li dijî Kurd hatiye kirin. Îhsan Sabi Çaglayangîl ku Wezaretiya Karên Derve ya Tirkiyê kiriye û weke kesek girîng tê zanîn, dema behsa wê serdemê dike ku Kurd wek dermanên di şikeftan de jehrî bûne û çekên kîmyayî hatine bikaranîn. Ger Kurdek yan jî dîroknasekî ev yek bigotiba, aliyê Tirk zêde jê bawer nedikir. Lê ji ber ku kesek ji hundir got, ti kesê îtîraz nekir. Her wiha Muhsîn Batur ku bîranînên xwe dinivîsand û Fermandarê Hêza Hewayî bû, nekariye mijara Dêrsimê binivîsîne û ji ber vê yekê lêborîna xwe ji xwendevanên xwe xwestiye. Ji ber ku dizane ya ku tê kirin sûcê mirovahiyê û şer e. Ew jî dizane ku ev yek ji cihê ku jê hatiye nayê parastin, ji ber vê jî mijara qirkirina Dêrsimê derbas dike.

Erdogan ji ya ku li Dêrsimê hatî kirin, niha zêdetir dike. Bi berfirehî çekên kîmyewî, çekên ku qedexe ne û tenê di envantera NATO’yê de hene, bikar tîne. MÎT tam veguheriye şebekeya kuştinê. Ne li hundirê Tirkiyeyê, lê di nav sînorên Iraq û Sûriyê de, di nav de navendên Ewropayê jî, bi berdewamî nêçîra mirovan dikin. Bi balafirên bêmirov û biçek û sûîqestên din bi sedan kes di nav de gelek sivîl hatin qetilkirin. Bi taybetî MÎT li Başûrê Kurdistanê di ferzkirina sîxurtiyê de bi bandor bû. Bi rastî gelê Başûr welatparêz e. Ne civakeke evqas xerabûyî ye. MÎT li Başûr herî zêde bi rêya cerdevan û rayedarên PDK’ê îmkana xwe birêxistin kirinê dît. Eger PDK’ê pêşiya wê venekirba, MÎT bi serê xwe nedikarî bigihêje gel.

Li Rojava rewşeke heman heye. Gelek Rojavayî hene ku derbazî Tirkiyeyê bûne. Li ser hin şexs û malbatan têkîlî danîn û karîn hinekan bixînin. Yan wê gel ji ku derê nas bikin. Tevî vê yekê jî bi rêya telefonan û li ser înternetê li gelek mirovan digerin û pêşniyara sîxûrtiyê jê re dikin. Maliyetek vê ji bo wan nîn e. Hêzên navneteweyî helwest nîşan nadin. Sîxûrên MÎT’ê nakevin xeteriyê. Li ser maseyê rûdinên û li ser teknîkê dikevin hewldanan. Ji sed kesan yek qebûl bike, ji bo wan qezencek mezin e. Mixabin kesên wisan derdikevin ku ruh û wijdana xwe ji bo pere difiroşin. Ev yek ji rêbazên herî qirêj e ku dikarin civakê têk bibin û ji mirovahiyê derxînin.

Rojên derbasbûyî Hakan Fîdan çû Iraqê. Sedemê çûyîna wî ew bû ku wan li dijî PKK’ê bixe tevgerê. Ji wan hebe nebe, tunekirina PKK’ê ye. Ji bo vê yekê jî ji bo ku bi qutkirina ava Firat û Dîcleyê Iraq û Sûriyeyê ceza bike, derbeyek giran li ekonomiya van welatan bixe û bi xerakirina hevsengiya ekolojiyê nexweşiyan belav bike, zemînê amade dikin. Di vê cîhanê de tiştek nemaye ku li dijî PKK’ê nekirine. Wisan ku bi DAÎŞ’ê re tifaq ava kirin. Niha ji El Nûsra re li Îdlibê parêzvantiyê dikin. Çeteyan belavî herêmên weke Efrîn û Serêkaniyê kirine û bi ser gel de berdane. Sûc nemaye ku li dijî mirovahiyê nekirine.

Kesekî weke Hakan Fîdan ku heta qirika xwe di nav xwîna Kurdan de ye, li Hewlêrê bi samîmiyetek mezin û kêfxweşî hate pêşwazîkirin. Hemû Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê dijîn baş dizanin ku eger dewleta Tirk nekare ji hundir destekê bigire, nikare di şer de bi ser bikeve. Hemû gel yekîtiyê dixwaze. Gelê Kurd yê yekbûyî wê bibe hêza herî bi bandor û dînamîk a Rojhilata Navîn. Bi rewşa heyî jî dikarin hevsengiyên li Rojhilata Navîn bandor bikin. Lê çi mîde li gel malbata Barzanî heye! Ma nekarîbûn hîn bi mesafetir nêzî kesekî ku ewqasî destê wî di xwîna Kurdan de heye, biban? Ev Hakan Fîdan dibe çiyê wan? Ma di siyaset û dîplomasiyê de ne xwedî hêmanekê ye? Van li Başûrê Kurdistanê ewqas xwîn rijandin. Otorîteya hikûmeta Başûr pûç kirin. Li gor dilê xwe dikevin û derdikevin, çiya û keviran bombebaran dikin. Bi dehan gund hatin valakirin. Daristan tên şewitandin, dar tên jêkirin û derbasî Tirkiyeyê tên kirin. Dest danî ser aboriya Başûr. Niha ew der bûye mêtingereyek a dewleta Tirk.

Wisa tê fêmkirin ku Barzanî û PDK’ê bawer kiriye ku dewleta Tirk dê PKK’ê tune bike. Bi vî rengî ew jî dê ji PKK’ê rizgar biban. Şûna ku PKK’ê weke tevgerek Kurd bibînin û pê re hevkariyê bikin, bi dijminan re hevkariyê dike. Dewleta Tirk niha li Başûr û Bakur pişta xwe bi pêkhateyên Kurdan ên xayîn û hevkar girêdaye. Baş dizanin ku bi şêwazekî din nikarin Kurdan û PKK’ê têk bibin. Eger Kurd jî naxwazin têk biçin û di dîrokê de tune bibin, divê li dijî xayîn û hevkaran ji her demê zêdetir bibin xwedî helwest.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka