Dîroka komkujiyan a 99 salî: Ne komar, lê teokrasî ye

Komara Tirkiyeyê ku ji avabûnê ve veguheriye rêxistiniyeke çewt, bi rêveberiya teokratîk a AKP'ê komkujiyên dîrokî yên 99 salan dewam dike.

Komara Tirkiyeyê di salvegera 99'an a damezrandinê de ye. Komara ku bi sazî nebûye, veguheriye rêxistinene teokratîk, nearam û çewt.

Dewleta Tirk a ku nêzî 100 sal temenê xwe heye, ji gelek aliyan ve dikare bê nirxandin, lê belê aliyê wê yê bingehîn ê nayê guhertin ew e ku li ser qirkirina Kurdan ava bûye. Amûra dewletê ku bi navê komarê hatiye avakirin, kiryarên şerê taybet ên ji bo hikumdariya li ser civakê herî zêde li dijî Kurdan bi kar anî. Sîstem bi îdeolojiya Îttîhat û Terakkî, yanî bi Îslamperestî-Tirkperestî-Neteweperestiyê ji dîrokê ve şerekî topyekûn ê qirkirinê dimeşîne.

Hîmên vî şerê taybet ê vê demê jî desthilatdariya AKP-MHP'ê ye. Bi teknîkên şerê taybet ji aliyekî ve rojnamevanan destgîr dike, digire, êşkenceyan lê dike, li aliyê din jî bi rêya medya xwe ya bingehîn bi komployan, çewtikirinê, derewan hewl dide mejiyê mirovan bixe bin kontrola xwe.

EDALET HATE TUNEKIRIN

Li Tirkiyeyê pênaseya edalet û hiqûqê ji dîrokê ve tê dejenerekirin. Baweriya gel a bi dewlet û edaletê ji bingehê ve hejiya ye. Di rewşeke wiha de bi mirovan re fikrekî welê peyda bû ku edaletê bi serê xwe çareser bike.

Desthilatdarî ku hewl dide kesayetên bêpirs-bêfikar biafirîne, yên ku li ber vê radibin jî bi sîstema xwe ya 'hiqûqê' ceza dike.

Malbata Şenyaşar a li Rihayê mînakeke bi tenê ya ji vê yekê ye.

Malbatra Gulistan Dokû ya li Dersimê hate windakirin, malbata Îpek Er a ku li Êlihê ji ber çawişê pispor Mûsa Orhan mir, malbata Denîz Poyraz a li Îzmîrê bi rênîşandana dewletê bi hovane hate qetilkirin, xizmên girtiyan û gelek mîna wan bi bêedaletiyê têne cezakirin.

Di van bûyeran hemûyan de ku parçeyek ji êrîşên bi rêk û pêk ên li dijî civaka Kurd e, bûyerên ku qewimîn radixin pêş çavan ku polîtîkayeke dewletê di dewrê de ye. Hiqûqa klasîk a dewletê bi bicihanîn jî wê sûcdarên van bûyeran di demeke kurt de bêne darizandin û cezakirin. Lê belê ev nayê kirin, berevajî bi zanebûn ev kes têne parastin.

JIN DI HEDEFÊ DE NE

Li hemberî jinan jî ji avabûna Komarê û vir ve şerê taybet tê meşandin. Bi taybetî êrîş li hemberî jinên Kurd û yên rêxistinbûyî tê kirin, pêşengên wan têne girtin, bi sûîqestê têne kuştin, bi destavêtin û destdirêjiyê hewl didin wan têk bibin. Bi vî rengî li hemberî îradeya jinê polîtîkayeke berfireh a têkbirinê tê meşandin. Ji aliyê îdeolojîk, aborî, civakî û çandî ve rola kevneşop li jinan tê ferzkirin.

Gotina Serokkomarê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan ku digot 'Zarok gelekî girîng e. Binihêrin 5, 10, 15 zarokên PKK'iyan hene' hîn jî di rojeva siyasî de ye. Van gotinên Erdogan Rapora Nifûsa Kurd anî bîra mirovan ku di sala 1996'an de ji aliyê Desteya Ewlekariya Milî ya Tirk ve hate amadekirin û tê de dihate gotin, 'Nifûsa Kurdan wê sala 2025'an ji ya Tirkan zêdetir bibe, lewma divê yên ku zêdeyî 3 zarokan çêdikin bêne cezakirin'.

Ji bo jinûve avakirina sîstemê bedena jinê mîna meta tê bikaranîn. Tevî vê yekê kirine mîna amûreke gotinên faşîst û şovenîst.

Yek ji nuqteyên ku şerê taybet vê dema dawiyê bi taybetî êrîş dibe ser, nasnameya jinê ya azad e ku li Kurdistanê destpê kir û li cîhanê belav dibe. Êrîş li ser jinên pêşeng tê kirin ku temsîla vê nasnameyê dikin, têne krîmînalîzekirin û qetilkirin, cenazeyên wan têne xerakirin. Êrîşên ku bi kuştina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez destpê kir, piştre bi qetilkirina Sêvê Demîr, Pakîze Nayir, Fatma Ûyar dewam kir û li Rojava, Şengalê li dijî pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurd tê kirin, mînakên ji van êrîşan e. Hevrîn Xelef, Nagîhan Akarsel, Yadê Aqîde, Zehra Berkel, Taybet Înan û bi dehan jinên mîna wan ên di asta pêşengiyê de, çalak û welatparêz hatin qetilkirin.

ÇEKÊN KÎMYEWÎ TÊNE BIKARANÎN

Di mijara qirkirinê de kesî bi qasî dema AKP'ê nekir. Ne tenê zarok û extiyaran qetil dike, her wiha piştî kuştinê jî êşkenceyê dikin. Merasîmên cenazeyan têne qedexekirin, cenaze radestî malbatan nayên kirin, bi salan li morgan têne hiştin û mîna vê rêbazê bi gelek rê û rêbazên cuda êrîş li cenazeyan têne kirin.

Kiryarên şerê taybet ne tenê ewqas e. Desthilatdariya AKP-MHP'ê hewl dide vî şerî heta jê bê bi bêhiqûqiyê mezin bike.

Tirkiye bi hevkariya PDK'ê ji 14'ê Nîsanê û vir ve li Zap, Metîna û Avaşînê di êrîşên dagirkeriyê de çekên kîmyewî bi kar tîne. Di van êrîşan de 6 meh li pey xwe hişt, hate eşkerekirin, ku herî kêm 2 hezar û 476 caran çekên kîmyewî û qedexekirî bi kar aniye. HPG'ê diyar kir ku di nava 3 mehên dawî de 17 gerîla di êrîşên bi çekên kîmyewî de şehîd bûn. Her wiha dîmenê 2 gerîlayên HPG'ê weşand, ku bi bandora madeyên kîmyewî şehîd bûn.

Seroka Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabîban a Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanci ji ber daxuyaniyên xwe yên li ser mijarê hate girtin.