Tirkên faşîst ên ku li Elmanyayê polîs in

Bi taybetî li nava emniyeta Berlînê, hejlmara polîsên faşîst ên Tirk salên dawî zêde bû. Li gel hişyariya pisporan jî ev polîs hîn jî di xwepêşandanên Kurdan de têne wezîfedarkirin.

Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê ku bi hevkariya PDK'ê têne kirin, Şemiyê li paytexta Elmanya Berlînê xwepêşandaneke girseyî hatibû lidarxistin û helwesta polîsan a di vê xwepêşandanê de bal kişandibû. Tevî ku xwepêşandan di çarçoveya qanûnên hatin destnîşankirin de pêk hat, polîsan dest bi provokasyonê kirin û hewl dan Kurdistanî û dostên wan ên bi rengekî aştiyane dimeşiyan sor bikin, rageşiyê çêbikin.

Xwepêşandan piştî wê serlêdanê hate lidarxistin, ku 11'ê Gulana 2022'an ji bo betalkirina qedexeya li Elmanyayê ya li ser PKK'ê serî li Wezareta Karên Hundir hate dayin. Balkêş bû ku ji bo di xwepêşandanê de bûyerên tundiyê rû bidin, polîs çi jê hat kir. Bi taybetî dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî PKK" ji xwe re kirin hincet. Di nava wan polîsan de gelek polîsên bi ewlê xwe Tirk jî hebûn ku hinekan ji wan bi zimanê Tirkî heqaret li xwepêşandêran kirin.

MIKURHATINA 'WEZÎFE JI ZILAMÊN ERDOGAN RE TÊ DAYIN'

Ne cara yekê ye ku Midûriyeta Emniyetê ya Berlînê li xwepêşandanên Kurdan bi taybetî polîsên bi eslê xwe Tirk ên faşîst ên alîgirê desthilatdariya AKP-MHP'ê bi zanebûn wezîfedar dike. Mijar salên dawî ketibû rojeva medya Elman û pisporên ewlekariyê bang li Emniyeta Berlînê kiribûn ku dest ji vê nêzîkatiyê berde. Bûyerên ku di xwepêşandana dawî de li Berlînê rû da, nîşan didin ku Midûriyeta Emniyetê guh nedaye van hişyariyan, berevajî vê yekê hîn bêhtir polîsên bi eslê xwe Tirk li xwepêşandanê wezîfedar kiriye.

Di hejmara dawî ya kovara Der Spiegel a Mijdara 2017'an de perwerdekarekî Akademiya Polîsan a Berlînê mikur hatibû û gotibû, "Polîsên alîgirên Erdogan li xwepêşandanên Kurdan têne wezîfedarkirin, ev rewş wê heta kengî baş bimeşe, bersiva vê nizanim." Heman gotin û mikurhatin ji aliyê perwerdekarekî din ve jî hatibû kirin ku ji rojnameya Berliner Morgenpost re axivî bû. Vî perwerdekarê ku nexwest navê xwe eşkere bike û diyar kiribû ku di nava namzetên polîsan ên bi eslê xwe Tirk e, alîgirên Erdogan hene, wiha axivî bû; "Ez vê rexne bikim jî meqamên pêwendîdar ji bo vê rewşê dibêjin azadiya îfadeyê û bi sebir nêzîk dibin."

BI KINCÊN POLÎSAN LI TEVNÊN DÎJÎTAL ŞOV DIKIN!

Ev polîsên ku li beşên cuda yên Midûriyeta Emniyetê ya Berlînê dixebitin, pêwîstiyê pê nabînin ku alîgiriya xwe ya AKP-MHP'ê veşêrin. Li ser tevnên dîjîtal wêneyên xwe yên bi alên Tirk an jî bi nîşaneya faşîstan parve dikin. Bi taybetî sala 2017'an wêneyê yek ji van kesan ku bi kincê polîsan nîşaneya faşîstan kiribû û li medya dîjîtal parve kiribû, li nava raya giştî ya Elman bûbû sedema nerazîbûnê. Faşîstên Tirk ku ne tenê li Elmanyayê li hemû welatên Ewropayê rêxistinbûyî ne, bi sernavê 'pirsgirêk nîne, em di nav de ne' wêne weke gefxwarinê li welatên rojavayî parve kiribûn. Rêxistina Emniyetê ya Berlînê jî eşkere kir ku wêne rast e û tenê tenê li hemberî polîsê bi eslê xwe Tirk lêpirsîn dabû destpêkirin. Tê texmînkirin ku piştî lêpirsînê polîs li cihekî din hatiye wezîfedarkirin û hîn jî li ser kar e.

WEZÎFEYA PARASTINA SÎNAGOGÊ DAN FAŞÎSTÊ BI NAVÊ 'TOLGA'

Sala 2019'an jî faşîstekî bi navê Zafer Gulgen li ser hesabê medya dîjîtal kincê polîsan ê Midûriyeta Emniyetê ya Eyaleta Berlînê li xwe kir û bi çeka polîsan nîşaneya nijadperestên Tirk kir û bi gotina 'Ji bo me her der dewleta Tirk e' parve kir. Rêxistina Emniyetê ya Berlînê piştî vê skandalê eşkere kir ku kesê navborî niha ne di nava polîsan de ye û got, "Lêpirsîn hate destpêkirin bê malzemeyên polîsan çawa peyda kiriye."

Di Adara îsal de jî faşîstekî Tirk ê ku navê sexte yê 'Tolga' li xwe kiribû, bi kincê polîsan ku ala Tirk li ser bû, klîbên bi muzîka rep li ser înternetê parve kiribû. Di encama lêkolîna medya Elman de eşkere bû kesê di klîbê de digot, 'Serê kafiran wê ji aliyê Tirkan ve bê jêkirin, li ser rêya Xwedê em amade ne bimirin' polîsek e û li Midûriyeta Emniyetê ya Berlînê wezîfedar e.

Rayedarekî polîsan ji rojnameya Die Welt re axivî û ragihand ku polîsê bi eslê xwe Tirk ê navborî di nava yekîneya ku cih diparêze de ye. Hate ragihandin ku ev polîsê nijadperest ê dîmen û wêneyên artêşa Tirk ên li dijî gelê Kurd bi silava leşkeriyê ya li ber ala Tirk parve kir, demên dawî ji bo parastina sefaretxaneyên bilind ên welatên biyanî û sînagogeke li Berlînê hatiye wezîfedarkirin.

POLÎSÊ RAYEDAR Ê KU JI MÎTÊ RE DIXEBITÎ LI SER SÛC HATE ZEFTKIRIN

Skandalên li teşkîlata emniyeta Berlînê ne bi tenê ev in. Di sala 2018’an de derket holê ku polîsekî li Midûriyeta Emniyetê ya Berlînê dixebite,  di heman demê de ji MÎT’ê re jî dixebite. Vî polîsê rayedar derbarê mûxalifên rejîma Erdogan û Kurdan dema agahiyên komkirî wê bidaya kesekî li Sefaretxaneya Tirk dixebite, li ser sûc hate zeftkirin.

Lêpirsîna ku dozgeriya Berlînê vekir, bi veşartî didome û hate diyarkirin kesê ku polîsê sîxur agahî dida wî jî endamekî MÎT’ê ye û bi  nasnameya dîplomatiyê digere. Wezîrê Karê Navxweyî yê Eyaleta Berlînê Andreas Geîsel piştî skandalê agahiyeke kurt da û got “Haya me ji îddîayên derbarê polîs heye.”

JI ÎSTÎXBARATÊ HETA BAMFÊ DIXWAZIN TÊKEVIN HER DERÊ

MÎT ji ser saziya diyanetê ya rejîma Erdogan DÎTÎB, konsolosxane, şîrketên paravan û bankayên Tirkan toreke sîxuran ava kirine û bi ser de ketine nav yekîneyên polîsên Almanyayê û derbarê Kurd û Tirkan agahiyan berhev dikin.  Serkomîse Dondu Yazgan jî yek ji sîxurê rejîma Erdogan e. Yazdan li bajarê Wîesbadanê yê eyaleta Hessenê di beşa ‘polîsên adaptasyonê’ de dixebitî û têkiliyên wî yên bi MÎT’ê re derketibû holê. ANF’ê di Tebaxa 2017’an de navê vî polîsê sîxur ê Tirk deşîfre kiribû.

Tirkên ku ji bo di Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn a Elmanyayê ya ku saziya îstîxbarata navxweyî ya Elmanyayê bixebitin serlêdanan dikin, têkiliyên wan ên bi MÎT’ê re derketibû holê. Hatibû deşîfrekirin ku 20 wergêrên Tirk ên li Daîreya Koç û Penaberan (BAMF) de dixebitin jî ji rejîma AKP û MHP’ê re dixebitin.  Li Elmanyayê ji 6 hezaran zêdetir sîxur û xebatkarên MÎT’ê hene û lêpirsînên derbarê van sîxuran jî her dem sembolîk man. Di 5 salên dawîn de li nêzî 20 endamên MÎT’ê lêpirsîn hatin vekirin û ji yekê jî tu encam derneket.