Di sala 2019'an de Kurdistan bû mîna Vîetnamê

Destketiya herî mezin a sala 2019'an ev e: 2019 sala Vîetnambûna Kurdistanê ye. Berdêlên ku di dîroka Kurdistanê de li hemberî komkujiyan hatin dayin gerdûnî bûn û vê yekê jî careke din nîşan da ku ev têkoşîn wê teqez bi ser bikeve.

Em dest bi saleke nû dikin. Tevî zext û zordariyê sala 2019'an wê weke peydabûna gavên destpêkê yên zemîna modernîteya demokratîk û paradîgmaya neteweya demokratîk cihê xwe di dîroka mirovahiyê de bigire. Serketina vê salê serketina vê sedsalê ye, nifşên ji niha û pê ve wê vê yekê baştir fêhm bikin. Ji aliyê atmosfera siyasî ve jî bû salek ku guhertinên mezin pêk hatin. Li gel nîqaşên xapînok, bû salek ku hegemonya tengav bû, modernîteya kapîtalîst ji windakirinê tirsiya û ji bo talankirina gelan serî li rê û rêbazên nû da.

Êrişên dagirkeriyê, binpêkirina sînoran û talankeriyê bi gotinên aştî, demokrasî û rizgarkirinê hatin nixumandin û li pişt van maskeyan komkujî hatin kirin. Lê belê li hemberî van hemûyan berxwedan jî mezin bû. Bi qasî mezinbûnê berxwedan her wiha gerdûnî bû. Mirovan hemûyan yekemcar ji ziman û rengên xwe wêdetir heman gotin, heman wate parve kirin. Heman wate û heman hest bi zimanên cuda gotin. Wateyên gerdûnî yên mezin afirîn ku yên bi ziman nizanin jî fêhm kirin. Hest û wateyên nêzî cewhera mirovahiyê rû dan. Destketiya herî mezin a sala 2019'an ev e: 2019 bû salek ku Kurdistan bû mîna Vîetnamê.

CÎHANÊ QÎRÎNA AZADIYÊ YA KURDAN BIHÎST

Berdêlên ku di dîroka Kurdistanê de li hemberî komkujiyan hatin dayin gerdûnî bûn û vê yekê jî careke din nîşan da ku ev têkoşîn wê teqez bi ser bikeve. Bû salek ku qîrîna berxwedêrên rojiya mirinê ya mezin a li zindanên Amedê hate bihîstin. Û îsal bi berxwedana Rojava re qîrîna azadî û hebûnê ya gelê Kurd li tevahiya cîhanê hate bihîstin û cîhanê dengê xwe tevlî vî dengî kir. Û ev qîrîn mezin kir.

Kurdistan bû mîna Vîetnamê. Di vir de rola Nisêbîn, Sûr, Cizîr û Şirnexê, rola berxwedanên xwerêveberiyê mezin e ku xwe dispêrin koka têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê. Gerdûnîbûna hebûna civakî, gelê ji bo azadiya xwe li ber xwe dide û xeta berxwedanê ya vî gelî, bihîstina dengê wan li cîhanê, destpêka hebûnê ye. Her wiha li aliyê dijber jî xwedî wateyeke mezin e.

Hêzeke ku jê re hêza herî mezin a cîhanê dihate gotin, mîna enqazekê ji Vîetnamê derketibû. Îro jî li pêşberî me hikumeta AKP-MHP a dagirker heye ku xwe mîna hêzeke mezin dibîne, li welatê xwe mirovahiyê ditepisîne, bi binpêkirina nîşaneyên mirovahiya azad hewl dide xwe li ser piyan bigire, destên xwe li ser mirovahiya li herêmê dihejîne, ji bilî fîşek, şer, mêtingerî û faşîzmê ji tiştekî fêhm nake. Jê heye ku ew mezin e. Êrişê dibe ser her deverê. Li welatê xwe, mirov li aliyekî nikare heywanan jî biparêze, lê belê dixwaze leşkeran bişîne Lîbyayê. Her ku metakirina li Kurdan û her kesî ferz dike giran dike, ewqasî jî dixwaze li herêmê belav bibe. Û mîna baloneke mezin a xapînok her ku dinepixe bêhtir dinepixe. Çawa ku kapasîteya nepixînê ya her balonê heye, kapasîteyeke zilmê ya her faşîzmê jî heye.

HER TIŞTÎ JI BO BERJEWENDIYÊN QESRÊ BI KAR TÎNE

Hikumeta AKP-MHP'ê li gel zext û hovîtiya li ser Kurdistanê, li gel faşîzma ku li gelên Tirkiyeyê dimeşîne, tevî siyaseta xwe ya ku bi terorê gefê li her kesî dixwe, tevî kuştin, xwekuştin û xizantiya gelê Tirkiyeyê, mîna ku li herêmê belav dibe xuya dike. Lê belê divê mirov bi vê zanibe; her gava belavbûnê nîşan dide ku AKP-MHP hinekî din tengav bûye. Faşîzma AKP-MHP'ê ku rewşa xwe ya tengavbûyî hewl dide bi Sûriyeyê ji holê rake, niha jî hewl dide vê tengaviya mezin bi Lîbyayê ji holê rake.

Her ku li Tirkiyeyê asta êrişên li dijî Kurdan zêde bû û gel li pêşberî vê rewşê bêdeng ma, ti kom û hêz neman ku tasfiye nebûn. Welê li mirovên oldar jî hat ku ya divê bibin oldarên sexte yan jî tasfiye bibin, veguherîn amûra têkçûnê ya desthilatdariyê. Hikumeta ku argûmanên dîrokî û her tişt ji bo berjewendiyên qesrê bi kar anî, hate dîtin ku vê têkçûnê hîn bêhtir li hundir nikaribe hilgire.

2019 tevî van hemûyan bû salek ku bi pêşengiya gelê Kurd berxwedan geş bû. Biryardariya Kurdan a ji bo hebûnê û jiyana azad, li parçeyên Kurdistanê hemûyan xwe nîşan da, li cîhanê jî di vê çarçoveyê de pêşengî kir. Gelê Kurd berdêlên mezin jî da. Di serî de gerîlayê pêşeng ên fedayiyên gel ên li çiyayên Kurdistanê, di serî de fermandarên gerîla gelek ewladên xwe yên hêja şehîd da. Her wiha li Rojava ewladên xwe yên hêja yên ji tevahiya Kurdistanê hatin û tevlî berxwedanê bûn weke berdêl dan. Destketiyên vê salê bi saya van berdêlan bû, divê dost û dijmin her kes zanibe ku bêyî van berdêlan ev destketî nedibûn. Ya ku sala 2020'an diyar bike jî wê ev berxwedan û berdêlên dîrokî yên mezin be.

MIROVÊN KURDISTANÊ TIŞTÊN BI SERÎ DE HAT WÊ JI BÎR NEKIN

2020 wê bibe salek ku destketiyê salek berê bigihêjin asta herî bilind. Lewma wê bibe salek ku gelê Kurdistanê lê bi ser bikeve, berxwedana nîv sedsalî ya têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê berhemên mezin biafirîne. Wê bibe salek ku xayin û noker ên di bin siya dijmin de dijîn, xwe bi zîhniyeta dijmin xwedî dikin û destketiyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bi kar tînin têk biçin. Her wiha wê bibe salek ku dijmin, dagirker û faşîst, yên li saziyên mêtinger cih digirin têk biçin, wê neyên efûkirin. Nîşaneyên vê yekê tên dîtin. Mirovên Kurdistanê bi qasî ku tiştên bi serî de hatine ji bîr nekin têgihiştî bûne. Ne tiştên ku doh bi serî hatine ji bîr kiriye, ne jî tiştên niha bi serî de tên wê ji bîr bikin.

Wê bibe salek ku ne tenê gelê Kurdistanê, gelên cîhanê hemû bi ser bikevin. Wê bibe salek ku gelên cîhanê li dora paradîgmaya neteweya demokratîk saziyên li derveyî dewletê û alternatîfên rêxistinbûnê ava bikin, di vê çarçoveyê de modela xwerêveberiyê ya nû berfireh bibe, gelên cîhanê hemû xwedî lê derkevin, ji xwe re bikin mînak û ava bikin.