Heke Erdogan şeva Yekşemê li bin bikeve wê her tişt xweş bibe. Wê bi xêra Kurdan navê wî li sergoya dîrokê bê nivîsandin. Wê di navbera Kurdan de stratejiya yekîtiyê pêk were. Wê paşeroja Tirkiyeyê di hilbijartinên Stenbolê de şênber bibe. Wê Govend, Horon, Zeybek, Bablekan û Xelef mayînde bibe. Wê muxalefeta Tirkiyê li hember deshilatdariya 17’salan wêrek bibe. Wê ji dêvla Astana û Soçî li Qamişlo li Hema çareserî bê li dar xistin. Wê li bajarê Îdlîbê aloziya Surî bê çareserkirin. Li Efrînê jî wê darên zeytunan neyên qutkirin. Wê Kurd li Kerkuk, li Xakurkê û li Bradostan bicivin.
Wê Hilbijartinên Stenbolê şerê Kurd-Tirkan diyar bike. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya 12’ê Hezîranê de gotibû; 'Heke Kurd li Mezopotamya werin tune kirin wê li Anatoliya Navîn jî Tirk bên tinekirin'. Niha ev hilbijartin wê li ser Başûrê Kurdistanê, li ser şerê Surî jî bandora xwe bike. Heke Erdogan di vê hilbijartina Stenbolê de bi ser nekeve wê bi temamî deshilatdariya AKP-MHP’ê bê ruxandin. Erdogan gotinên Rêberê Gelê Kurd Ocalan yekser berovajî kir û got; di navbera Ocalan û Demirtaş de şer heye. Erdogan bi gotinên xwe dixwaze bêje; di navbera Kurdan de şerê deshilatdariyê heye. Weke ku Ocalan PKK û gelê Kurd ji hev cudahiyek heye di çapemeniyê de hewayekî wisa ava dikin. Bi kurtasî ji bo Stenbolê dengê Kurdan werbigirin dixwazin hişê Kurdan dengê hilbijêran tevlîhev bikin. Nêçîrvan Barzanî ji bo hevkartiya xwe xurt bike wê sibê serdana Erdogan bike. Ev serdana Berzanî lihevkirinên li ser hilbijartina Stenbol, heremên Bradost û Xakurkê ye. Heke li Tirkiyê eniya demokrasiyê qezenç bike wê bi xêra Kurdan paşeroja Tirkiyeyê ronî bibe. Erdogan li Stenbolê bi ser bikeve wê ji bo Kurdan rûpela qirkirinê bê nûkirin.
HILBIJARTIN ÇARENÛSA HERÊMÊ YE
Hikumeta AKP’ê piştî hilbijartinê ku li Stenbolê çêbibin wê hewl bidin hevdîtinên li Îmraliyê asteng bikin. Erdogan ji bo ku Kurd bi partiya CHP’ê re dengê xwe bikar neynin di Qesra Dolmabaxçeyê de beşdarî weşana taybet ya CNN'ê bû. Di wê weşana taybet de hewl dida ku bêje Ocalan naxwaze partiya HDP’ê bi ti kesî bi ti partiyên siyasî re li hevkirinan çêbike. Erdogan tirs û xofa xwe nekarî veşêre. Erdogan ji bo hilbijartinên Stenbolê xwest Ocalan, Kurdan, PKK’ê û HDP’ê li hember hev sor bike. Ji bo deshilatdariya AKP-MHP’ê têk neçe dixwazin bêjin weke ku nêrînên Rêberê Gelê Kurd Ocalan û Demîrtaş ne yek in dubare dubare rêz kir. Ji bo Erdogan qezenç bike çapemeniya Tirk bi operasyoneke medya 'Hewuz' axaftin û hevdîtinên Ocalan berovajî kirin. Ev operasyon bi kelemşorên AKP'ê hate kirin. Bi rêka Mehmet Metiner, Garip Ensarioglû û Orhan Mîroglu hate kirin.
BINKETINA STENBOLÊ BINKETINA ÎDLIBÊ YE
Ekrem Îmamoglû digot; em ê lîstikê têk bibin. Hilbijartinên Stenbolê ji bo Kurdan, siyaseta li derve û hundir gelek eleqeder dike. Ev hilbijartin referandûma demê ye. Ji bo Kurdan armanca bingehîn têkbirina faşîzme û demokratikbûyîna Tirkiyê ye. Heke Erdogan bin bikeve wê li ser Efrîn û bajarê Îdlîbê bazariyên wî xira bibin. Wezîrê Karên Derve yê Surî Welîd Mualîm got; dewleta Tirk Cephet-El Nusra diparêze. Dagirkeriya Tirk li ser xaka Surî dubare kir. Di siyaseta Erdogan de bi her awayî tengezarî xwe di der. Şirîkatiya bi Rûsya re encam nagire. Ev krîza aborî wê bandora xwe li ser siyaseta Surî û S-400’an bike. Hevpeymana Astana, Soçî ti wateya xwe nemaye. Di şerê Îdlîbê de bi dehan caran baregehên dewleta Tirk ên çavdêriyê hatin lêdan. Erdogan di bin bîra binketînê de maye. Hawara Erdogan ew e ku Îngiltere, Fransa, Almanya bi hev re yek helwest bibin. Erdogan ji bo berjewendiyên Rusya di Îdlîbê de asê maye. Hewara Stenbolê û hewara bajarê Îdlibê heman tişt e.
SERDANA NÊÇIRVAN JI BO SERKETINA ERDOGAN E
Erdogan di weşana taybet de got Nêçîrvan sibê mêvanê mala min e. Di vê 'mêvanperweriyê' de dabeşkirina xaka Başûrê Kurdistanê heye. Wê li ser geşedanên heremê hevdîtinan pêk bînin. Partiya El-Sadir bi daxuyaniyekî got, em dagirkeriya dewleta Tirk li ser xaka Başurê Kurdistanê qebûl nakin. Niha ev hilbijartina Stenbolê xilas bibe di pilana Erdogan de dabeşkirina Iraq heye dabeşkirina Başûrê Kurdistanê heye. Erdogan di hilbijartina Stenbolê de qezenç bike wê Bakur-rojhilatê Surî jî pilanên berfirehtir pêş bixe. Wê di vê pêvajoyê de dîktator hev hembêz bikin. Wê berxwedêr jî bi heman zimanê bi hev re biaxivin. Serdana Nêçîrvan ne bi xêrê ye. Ji bo serketina Erdogan mêvanê Enqere û Stenbolê ye..