Dewleta Tirk nikare xwe li rastiyan rabigire

Dewleta Tirk a qirker ji bo têkçûn û tirsa xwe veşêre êrîşên xwe yên li ser rojnamevanan didomîne. Ji bo têkçûna dewleta Tirk divê her kes li dora rojnamevanan bibe xeleka mertalê zindî.

Ji bo jiyana civakê agahî wergirtin xwedî cihekî girîng e. Ji ber ku mirov bi agahî û daneyan jiyana xwe bi rêxistin dike. Lewma beriya her tiştî pêwîstiya civakê bi agahiyan heye. Agahî nebe jiyana civakî jî nabe. Ji bo agahî wergirtinê rola herî girîng yekser ragihandin dilîze. Ragihandin nebûya, agahî gerdûnî nedibûn û jiyan bi dijwarî pêş diket. 

Rojnamevanî ji bo jiyana civakê biguherîne û veguherîne, xebatê herî girîng e. Lewma kesên rojnamevan kesên xwedî agahî ne. Agahiyên heyî di xistina xizmetê civakê de rolekî pir girîng a rojnamevanan e. Rojnamevanên ku agahiyên rast parve dikin, vê yekê dixin xizmetê jiyana civakî. Lê yên ku agahiyên derewîn parve dikin, vê yekê dixin xizmeta desthilatdaran. Lewma ev karekî heqîqetê ye. Yanî rojnamevan li pey heqîqetê digerin û hewl didin heqîqetê bişopînin, li pey bikevin û bi hemû aliyan ve nîşanî civakê bidin. Ji ber vê di nava her civakê de bi çavekî cuda li rojnamevanan dinêrin. Dema tê gotin rojnamevan, her kes bi rêz û hurmet nêz dibe. Yanî navê rojnamevan jî ji bo civakê tê wateya hêvî û bendewariyê.

Bê guman qasî hezkiriyan, aliyên ew qasî ji rojnamevanan nefret dikin jî hene. Ji ber vê hemû hêrs û kîna xwe her tim li dijî rojnamevanan vedireşin. Bêguman, bi vê kîn û nefretê re tirs jî heye. Yanî bi qasî ji rojnamevanan nefret dikin, ewqas jî jê ditirsin. Mînakên vê yên herî berbiçav jî di dewleta Tirk a dagirker de tê dîtin. Hikûmeta AKP’ê ji ber ku dijberê heqîqetê ye û tu caran naxwaze rastî û heqîqet derkeve holê, bi hemû hewldanên xwe rojnamevanan hedef digire. Şerekî bêwijdanî li hemberî rojnamevanan daye destpêkirin û bi vî rengî naxwaze heqîqet bigihije civakê.

Ji ber ku rojnamevan rûyê rast ê hikûmeta AKP’ê derdixin holê û nîşanî civakê didin. Rûyê rast ê AKP’ê bi komkujî û qirkirinê re hatiye hûnandin. Di cewhera AKP’ê de dagirkerî û mêtîngerî heye. Ji bo encam bigire, rastiyan berovajî dike û rûyê xwe vedişêre. Ji bo vê ji girtina rojnamevanan bigirin, reşkirin û krîmînalîzekirina wan, heta qetilkirinê hemû rêbazên dermirovî diceribîne. Tevî ku encam nagire, dev ji polîtîkayên xwe yên qirêj bernade. Roj nîne ku em qetilkirina rojnamevanan nebihîzin. Nexasim vê dawiyê bi têkçûna xwe ya Kurdistan û Rojhilata Navîn re girêdayî ‘Ragihandina Azad’ zêdetir xistiye hedefa xwe. Niha ragihandina azad li hemû devera cîhanê di hedefa dewleta Tirk de ye. Derveyî agahiyan tu parastina rojnamevanan nîne. Lê di destê dewleta Tirk de her cure amûrên tundiyê heye. Çeka rojnamevanan pênûs û wenêkeşa wan e. Ji ber vê divê civak di dora rojnamevanan de bibe mertal. Nexwe xwegihandina agahiyan a civakê dikeve xetereyê.

Rêbazek êrîşan a girîng jî şerê taybet e. Dewleta Tirk bi vê rêbazê êrîşî hemû civakê dike. Vê jî bi riya hin kesan di bin navê rojnamevantî de rêxistinkirinê ve pêk tîne. Jixwe dewleta Tirk hemû rastiyan bi riya van vedişêre û berovajî dike. Ji ber vê divê mirov ji wan re nebêje rojnamevan û ji bo li hemberî dewleta Tirk têbikoşe wan esas wernegire. Nexwe agahiyên ku ew kes belav dikin wê hişê mirovan de şûlîbûn û rizandinê pêk bîne. Ev jî wê bihêle ku ji rastî û koka xwe qut bibin. Ji ber vê yekê rojnamevanên ragihandina azad di heman demê de ew şervanên li hemberî şerê taybet şer dikin in. Bi qasî bendava Tişrînê divê rojnamevan jî bên parastin. Da ku bendava Tişrînê jî were parastin.

Bendava Tişrînê ji destpêka berxwedanê heta niha 3 rojnamevan wek şehîd da. Di oxira wê bendavê de rojnamevan Nazim Daştan, Cîhan Bîlgîn û Egîd Roj canê xwe dan û îro berdewamkirina berxwedana gel jî bi saya wan pêk tê. Dewleta Tirk û çeteyên wî ji bo şikandina vê berxwedanê raste rast rojnamevanan hedef digire û wan bi hovane qetil dike. Her wiha rojnamevanên wek Azîz Koylûoglu jî di cihên din ên Kurdistanê de bi êrîşên dermirovî qetil dike û tirsa xwe tîne ziman. 

Tehamûla dewleta Tirk bi rastiyan nîne. Lewma li ser derew û xapandinê hatiye avakirin. Her ku derew û xapandinekî wî derdikeve dîn û har dibe û êrîşî ragihandinê dike. Lê nizane ku ragihandina azad gerdûnî bûye û ji heft salî heta heftê salî her kes bi vê rolê rabûye. Rojnamevanên ku bi pîvanên ragihandina azad re dixebitin, kar û xebatên xwe civakî kirine û hemû civakê arasteyî vî karî kirine. Ji ber vê hemû civak di hedefa şerê taybet a dewleta Tirk de ye. 

Ji bo xwedî derketina li bîranîna Gurbetelliyan, Seyîdan, Rosîdayan, Naziman, Azîzan, Cîhanan divê her kes li dora rojnamevanan xeleka xwemertalî xurttir bike. 

Ji bo dewleta Tirk a qirker têk biçe divê her kes rola xwe rojnamevanî wek têkoşîna esasî binirxîne...