Êrîşên îlhaqkirinê yên artêşa Tirk a dagirker bi PDK û Iraqê re li ser xaka Başûrê Kurdistanê pêk tên, dewam dike. Operasyona dagirkeriyê ya ku wê di nava çend rojan de 2 mehan li pey xwe bihêle ti rêgez û pîvanan nas nake. Ji xwe nediaht payin ku ji hevdîtina Mesûd Barzanî ya piştî şeş salan bi hikûmeta Iraqê re pêk anî tiştekî baş derkeve. Me têkildarî hevdîtinê û piştî wê me agahî tomar kirin. Bê guman, ya ku herî zêde cîh girt pirsên di hişê me de bûn. Serokekî ji rêzê yê hikûmetekê çawa dikaribû di nava demek kurt de bi gelek balyozên dewletan re hevdîtinan bike? Gelo çima bi balyozên hêzên navneteweyî re hevdîtinên ewqas berfireh kirin? Çima îlhaqkirina Başûrê Kurdistanê nehat rojevê? Çima êrîşên dagirkerî, îmha û êrîşên dewleta Tirk ên li ser serweriya Iraqê nehatin rojevê? Îcar gelê Başûr ku di gelek komkujiyan re derbas bûye û herî baş malbata Barzanî nas dike, wê bandoreke çawa li ser wan bike? Bersiva van pirsan û gelek pirsên mîna wê di demeke kurt de bi operasyona li Herêma Başûrê Kurdistanê bi avakirina koordîneya hevpar a rayedarên Bexda û Enqereyê derket holê.
Bê guman ev yek wê bandorê tenê li ser gerîlayên azadiyê neke, wê bandorê li hemû gelên Rojhilata Navîn û gelê Başûr jî bike. Bi taybetî li Başûrê Kurdistanê, li navenda Şerê Cihanê yê 3’yemîn Rojhilata Navîn wê pêvajoyeke dizaynkirinê çawa were destpêkirin. PDK di demeke kin de hemû pîvanên exlaqî û wijdanî, heta nirxên feodalî daniye aliyekî û li ber çavê her kesî helwesta xwe ya xiyanetê bi dewleta Tirk a dagirker eşkere kir. Wî ev yek bi piştgiriya bi artêşa dagirker nîşan da. Ne tenê piştgirî da, bû hêza rêvebirina operasyona dagirkeriyê. Yekemîn tiştê ku artêşa Tirk a tecawizkar kir ev bû; ketin û derketina gundê Berwarî Bala yê Dihokê qedexe kir û tabelaya bi erebî ya li ser “Ketina sînorên Tirkiyeyê qedexe ye” daliqandin. Bi rastî jî li ber çavê hemû cîhanê Başûrê Kurdistanê dorpêç kir û sewqiyata leşkerî, zêdekirina leşkeran her ku çû zêde kir.
ZEXTÊN LI SER GEL Û VALAKIRINA GUNDAN
Tê texmînkirin ku niha di navbera 5 û 10 hezar leşkerên dagirker ên Tirk li xaka Başûrê Kurdistanê ne. Li gorî daxwaza artêşa Tirk gav bi gav gund hatin valakirin, tacîz û tecawizên li ser jinan zêde bûn, zextên li ser Êzidiyan li kampan tên kirin zêde bûn, gef û şantajên li ser kesên ku behsa pêvajoyê dikirin gihişt asta bêexlaqiyê. Koordînatên cihên gerîlayan ji aliyê PDK û desthilatdariya Iraqê ve ji dagirkeran re hatin dayîn û gelek tiştên din qewimîn.
Bêguman tiştên li Başûrê Kurdistanê diqewimin ji bo me ne tiştekî xerîb e. Di sala 2020’an de di dema berxwedana Şerê Heftanînê de ku gerîlayên HPG û YJA Starê li herêma Heftanînê li dijî operasyona dagirkeriyê ya dewleta Tirk dabûn destpêkirin, min ji nêz ve şahidiya vê rewşê kir. Rayedarên PDK'ê û hêzên Asayîşê her roj bi rêya muxtaran hişyariya "Gundê we wê were bombekirin" didan gel. Bi vî awayî gundî dihatin tirsandin, zexta sîxurtiyê li ser gel dihat meşandin û gelek gund dihatin şewitandin. Leşkerên dagirker û çeteyên ku di bin navê Parêzvanên Sînor ê Iraqê de hatine kamûflekirin li ser giran kom bûne. Gelek gund bombebaran kirin û vala kirin. PDK’ê agir bi gundan dixist û bêbextiyên bêexlaqî bi gotina “gerîla kiriye” dikir. Yanî PDK her ku diçû ji rêzê dibû û hatibû asta bêrûmetiyê.
Niha jî em şahidiya heman dîmenan dikin. Di êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de PDK bi awayekî eşkere bi dewleta faşîst a Tirk re tevdigere. Ji bo qedandina berxwedana gerîlayan a li Metîna, Heftanîn, Zap, Herêma Rojavayê Zapê yê Şehîd Delîl û Xakûrkê hem bi îstîxbarat û hem jî bi piştgiriya vekiriî her cure xerabiyê dikin.
PDK li ser daxwaza artêşa Tirk a dagirker, gundê Dêmka ku ji aliyê bejahî ve herêmên Metîna û Heftanînê bi hev ve girê dide, di demeke pir kin de vala kir. Her wiha gundên Kanî Tûyê, Şîvê, Zirêze, Bilican û Korka yên li Girêbiyê hatin valakirin. Li van gundan qereqol û baregeh tên çêkirin. Dagirkeran di navbera gundê Bazê û Bêrîzanê û dîsa di navbera gundê Bêrîzanê û gundê Kanî Belavê yên herêma Berwarî Bala ya navçeya Amediyê de 2 nuqteyên kontrolê danîn û dest bi kontrolkirina nasnameya kesên derbas dibin kirin. Artêşa Tirk a talanker di vê operasyona îlhaqê de bi kontrolkirina Metîna û Berwarî Bala dixwaze îlhaqkirina xwe rewa bike. Her roj gundên Bazê û Dergele yên herêma Metîna tên bombebarankirin.
GELÊ BAŞÛR JI GUNDÊN XWE KOÇ DIKIN
Şêniyên Başûr neçar dimînin ku xaka xwe ya ku bi salan ji bo parastina wan ked dane û gundên xwe yên ku lê dijîn di bin balafirên dagirkeriyê de li pey xwe dihêlin. Dagirker ne tenê êrîşî gundên mislimanan dikin, êrîşî gundên baweriyên din jî dikin, hemû nirxên mirovahiyê binpê dikin. Bi taybet êrîşa li ser dêra gundê Mîska yê gundê Suryaniyan ê herêma Metîna, hovîtiya Tirk bi awayekî herî baş radixe br çavan. Gelê Başûrê Kurdistanê ku bi salan e di bin mêtingeriya PDK’ê de ye, niha jî di bin zexta faşîzma Tirk de ye hewl didin ji dîrokê were paqijkirin. Gundiyên ku gundên xwe terk dikin, ciwan her roj bi gefa kuştinê re rû bi rû dimînin, xwezaya Kurdistanê tê talankirin û şewitandin, tê wateya êrîşa li dijî têkoşîna jiyana azad. Ji ber ku rastiya PDK a faşîst, li Başûrê Kurdistanê hebûna Kurdên azad naxwaze. Li ser fikra azadiyê jî êrîşeke mezin heye. Başûrê Kurdistanê ya azad, jina azad a Başûrê Kurdistanê, siyaseta azad a Başûrê Kurditanê, aborî û ciwanên azad ên Başûrê Kurdistanê ji aliyê PDK’ê ve nayê xwestin. Ji bo pêşîlêgirtina vê yekê çi ji destê wî tê dike. PDK a ku kiryarên wê yên fermana Şengalê ya 2014'an nehatiye jibîrkirin, niha daye pêşiya çeteyên DAÎŞ-AKP’ê û dest bi îlhaqkirina Başûrê Kurdistanê dike. Yanî di aliyê mirovî de di nava sekneke derveyî exlaqî de ye.
DAGIRKIRIN Û KOÇBERIYA BÊ RÊKÛPÊK
Ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û PDK’ê li Başûrê Kurdistanê koçberî destpê kir. Her çend îstatîstîkên fermî li ser koçberiya neqanûnî tune bin jî, gelek saziyên çapemeniyê li ser vê mijarê gelek nûçe çêkirine. Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn da xuyakirin ku ji sala 2020'an û vir ve bi awayekî neqanûnî 32 hezar kes ji Başûrê Kurdistanê derketine û ev hejmar di nava 3 salan de gihiştiye 96 hezarî. Li gorî hin statîstîkên ku ji çavkaniyên cuda hatine bidestxistin, ji sala 2015’an û vir ve zêdetirî 760 hezar kes ji Başûrê Kurdistanê koçber bûne. Ji bilî van; hikûmeta Başûrê Kurdistanê di bûyerên tundiya li ser jinan û tundiya nav malê, tacîz û tecawizê de roleke sereke dilîze. Dema mirov li pêvajoya niha dinêre PDK, weke dîroka xwe ya siyasî ya berê, carek din xwe bi taybetî bi dewleta Tirk û dewletên NATO’yê re derxistiye bazariyê. Li dijî Tevgera Azadî û gerîlayên wê piştgiriyê dide çeteyan û niha li wê vegeriyaye.
BANDORA DAGIRKIRINÊ LI SER JIN Û ZAROKAN
Bêguman ne tenê gerîla û xwezaya Kurdistanê di bin bandora operasyona dagirkeriyê de ye. Dagirkeriya li Başûr herî zêde zirarê dide jin û zarokên Kurd. Helwesta tecawizkar, zayendperest, nijadperest û faşîst a artêşa Tirk a dagirker li ser jin û zarokên Başûr gefek e. Ev hem bi hêza nerm û hem jî bi awayekî vekirî bi şîdeta fizîkî, ruhî, derûnî û sosyolojîk li ser jinan tê sepandin. Di vê wateyê de PDK’ê jinên Başûr, keçên Êzidî yên ku xwe li wir girtin, keçên Suryanî yên ku bi sîxurên xwe xapandin û heta gerîlayên jin ên ku girtin, diavêje hembêza çeteyên bênamûs ên artêşa Tirk.
Gelê Başûr û têkoşîna jinê ya birêxistinkirî jî helwesta hevkar û bindest a PDK’ê eşkere kirin. Ji aliyekê ve PDK a ku ambargoyê li ser qadên gerîla ferz dike û helwesta bi rûmet a gerîlayan ji nedîtî ve tê û helwesteke bêrûmet nîşan dide. Li aliyê din ambargoyê li ser gelê Başûr ferz dike, wan feqîr dike û wan teşwîqî revê dike. Li hemberî gelên ku xwe dispêrin wê bê rêziyeke dermirovî heye. Di nav malbatên penaber de bi rastî keç û jinên ciwan dibirin bazarê û hewl didin wan wek pez bifiroşin. Wêneyên keçên ciwan dikişîne û wan dişîne welatên curbecur û wan difroşin zilamên biyanî.
LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ CÎNAYET Û XWEKUŞTINÊN JINAN
Dîsa her roj bûyerên tacîz û tecawizê li dijî jin û keçên li kampên penaberan ên ku Êzidiyên di dema Komkujiya Şengalê de ji ber çeteyên DAIŞ'ê reviyan û neçar man bi cih bibin, rû didin. Ev hemû jî nîşan didin ku PDK li ser gel, bi taybetî li ser jinan bê exlaqiyê ferz dike. Li Başûrê Kurdistanê ya ku di bin desthilatdariya wî de ye, hejmara cînayet û xwekuştina jinan roj bi roj zêde dibe. Her ku desthilata wî mezin dibe, zêdebûna xwekuştinên jinan jî zêde dibe. Zagona wan destûr dide zewaca bi 4 jinan re û bi firotina laşên jinan hewl dide bazara fihûş û hişbirê berfireh bike. Em dibînin ku PDK di hemû medyaya dîjîtal û saziyên din ên medyayê de û her wiha di weşanên xwe de her kêliyê ji tevgereke giştî ditirse û qîjeqîjê; 'PKK wê serî hilde, serhildanê bike, êrîş bike' dike. Bê guman ev rewş ji belavbûna paradîgmaya azadiya jinê ya Rêber Apo û têkoşîna gerîlayên YJA Starê ya li dijî dewleta Tirk a dagirker ne qut e. Ji ber vê yekê her roj bi çalakiyan li dijî artêşê helwesta xwe ya xweparastinê bi awayekî herî radîkal nîşan dide. PDK’ê di her çalakiyê de hêza jinên azad û sekna xwerêveber a YJA Starê dît, ji bo ku Tevgera Azadiyê bi lez û bez bitepisîne û tasfiye bike her tiştên xwe seferber kir. Ji bo vê jî hemû gundên derdora gerîla vala dikin û gel neçarî koçberiyê dikin. Muameleyên herî bêexlaqî li jinên Başûrê Kurdistanê dike.
FERMANDARA EFSANEWÎ BERÎTAN
Mînakên dîrokî yên nêzîkatiyên artêşa Tirk a dagirker û PDK’ê hene. Hewldanên xistin, marjînalkirin û tasfiyekirina Tevgera Azadiyê û têkoşîna jina azad ji dîrokê ve heye û hîna jî heye. Li dijî vê berxwedana gerîla ya dîrokî di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de bi mînakên bêhejmar tijî ne.
Îradeya fermandara efsanewî ya Têkoşîna Azadiya Jinên Kurdistanê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) di sala 1992’an de li eniya Lelîkan a Xakurkê li dijî hevkarên PDK’yî, şehadeta wê ya bi helwesta bi rûmet a li dijî bangên ‘radest bibe’ ya leşkerên artêşa Tirk a dagirker, di şexsê jin û xelkê Başûrê Kurdistanê de bandor li tevahiya gel û jinên Kurdistanê kiriye. Em weke peyrewên fermandara efsanewî Gulnaz (Bêrîtan) roj bi roj zêde bûn. Çawa ku êrîşên dagirkeran zêde bûn, jinên Kurd ên li dijî vê rabûn, serî rakirin, çek rakirin, xweparastina xwe kirin, di wateya neteweyî de xurt bûn, ji çanda xwecihî têkoşîna xwe kirin gerdûnî jî zêde bûn.
GERÎLA BERFÎN RÊBAZ Û ROLA WÊ YA DÎROKÎ
Gerîla Berfîn Rêbaz ku li Başûrê Kurdistanê ji dayik bû û mezin bû, tevlî Tevgera Azadiyê bû û di sala 2022’an de di Pêngava Cenga Xaburê de li dijî artêşa Tirk a dagirker şer kir û şehîd bû, mînaka dîrokî ya herî nêz e. Jiyana bi zîhniyeta dagirker re ti carî ne qeder e. Ev di şexsê gelek şehîdên PKK’ê ku li dijî atêşa Tirk a dagirker şer kiriye û heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe daye û şehîd bûye de hatiye dîtin.
Berxwedana ku li çiyayên Kurdistanê tê dayîn, kûrahiya hêza parastinê ya nirxên mirovahiyê nîşanî me dide. Li gel vê; nîşan da ku jiyana bi dagirkerî, hêzên tecawîzkar, faşîzm, xiyanet û zayendperest re ne qeder e û hîna jî nîşan dide. Em di şexsê gerîlayên YJA Starê de her roj dibin şahid ku dikare were têkbirin, şikandin û tinekirin. Jinên ku li dijî xwedayên qirêj ên bi maske û bê maske yên çanda tecawizkar ji bo ji bo azadiyê têdikoşin dibin xwedawend. Weke şopdarên têkoşer Gulnaz wê çanda destdirêjiyê têk bibin!