Cezayên cihê serbilindiyê

Li gorî me cezayên ku li Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û hevalên wan hatî birîn, ne xemgînî, serbilindiyê didin mirov. Ew ceza îspat dikin ku wan li dijî siyaset û zihniyeta faşîst-qirker têkoşîn meşandiye û teslîm nebûne.

Tişta dihat payîn, çêbû. Dadgerê AKP-MHP’ê roja 16’ê Gulanê têkildarî Doza Kobanê biryar da û weke ku dihat payîn cezayên giran li Rêveberên HDP’ê birî. Ev encam ji aliyê hêzên siyasetê yên demokratîk ve bi nerazîbûneke mezin hate pêşwazîkirin. Di cîhana derve de jî bû sedemê dengvedaneke girîng. Ji wê rojê ve ev encam pir tê nîqaşkirin. Bi çalakiyên li Tirkiyeyê û derveyî welêt, biryara dadgeha faşîst tê protestokirin. Li ser van bingehan di rastiyê de, mîna ku têkildarî bûyerê hema bêje her tişt hatiye gotin. Lê em jî dixwazin hin tiştan bêjin û tevlî nîqaşan bibin.

Beriya her tiştî em vê yekê bibêjin, darizandina ku dadgeriya AKP-MHP a faşîst bi navê 'Doza Kobanê' dike darizandineke pûç û bêbingeh e. Zorî li hiqûqê kirin yan jî qilifek li hiqûqê kirin û ev rewş derxistin holê. Gelek dozên pûç û bêbingeh hene ku ji aliyê faşîzma AKP-MHP’ê ve hatine meşandin. ‘Doza Kobanê’ jî yek ji van bû. Piştgiriya Tayyîp Erdogan û hikûmeta dewleta Tirk a ji bo DAÎŞ’ê, li Tirkiyeyê bû sedemê nerazîbûneke civakî û bi taybetî jî Kurdan nerazîbûn nîşan da. Eger di vir de yên ku bûn sedema bûyeran bêne darizandin, beriya her kesî diviyabû Tayyîp Erdogan û hikumeta wî bihatina darizandin. Lê wisa nehat kirin. Mîna her carê sûcdar bi hêz bû û bi vî rengî hewl da dijberên xwe yên siyasî biçewisîne.

Ji vî alî ve gotinên ji bo vê doza navborî hatine kirin, hema bêje hemû jî rast in. Beriya her tiştî doza navborî dozeke siyasî ye û biryar jî li ser vî bingehî hatiye dayîn. Rêveberiya Tayyîp Erdogan hiqûq kiriye amûra siyasetê û hewl da dijberên xwe yên siyasî biçewisîne. Li aliyê din, doza navborî û encama wê car din bi rengekî zelal raber kiriye ku Rêveberiya Tayyîp Erdogan dîktatoriyeke faşîst e. Doza Kobanê dozeke tolhildanê ye, lewma biryara di roja 16’ê Gulanê de hatî dayîn biryareke tolhildanê ye. Bi vê doz û biryarê bi eşkere xwedî li DAÎŞ’ê hatiye derketin û têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê hatiye sûcdarkirin û cezayên giran lê hatiye birîn. Bi vî rengî car din hat dîtin ku yên DAÎŞ’ê bi rêve dibin kîne. Hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê û gelê Kurd ku têkoşîneke mezin li dijî DAÎŞ’ê meşandin, di şexsê nûnerên xwe yên siyasî de hatine cezakirin. Di rastiyê de cezayê hatî dayîn ne ji bo rêveberên HDP’ê, di şexsê wan de ji bo gelê Kurd û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê hatiye dayîn.

Eşkere ye ku evane hemû rast in. Lewma çiqasê were rexnekirin û teşhîrkirin, ew qasê baş e. Dîsa nenaskirina vê biryarê û li dijî vê yekê têkoşîneke bi bandor meşandin, rast û pêwîst e. Jixwe ne tenê biryar, divê mirov doza navborî jî nas neke û li dijî wê yekê têbikoşe. Bi taybetî hatiye dîtin ku ev doz û biryara hatî dayîn, piştgirî û xwedî derketina li DAÎŞ’ê ye. Ji bo vê yekê divê mirov ji bo agahdarkirina gelên Tirkiyeyê û raya giştî ya cîhanê bixebite.

Bê guman hemû tiştên li ser vê bingehê hatine kirin, pêwîst û girîng in û em hemû jî tevlî dibin. Lê hem tiştên ku em dixwazin lê zêde bikin hene, hem jî xisûsên ku me tam fêm nekirine hene. Mesele demê ku dadgehê biryar dayî, ji bo me girîng e. Darizandina ku bi salane tê meşandin, her ji ber çi be di meha Gulanê de têkildarî wê biryar hate dayîn. Dibe ku ev rewş weke tesadufekê bê dîtin. Lê eger em yên ev yek kirine weke tolhildêr binirxînin, wê demê divê em di her tiştê ku kirine de li vê tolhildêriyê bigerin. Meha Gulanê di têkoşîna şoreşa Kurdistan û Tirkiyeyê de, meheke pir girîng e. Kurd û şoreşgerên Tirkiyeyê vê mehê weke ‘Meha Şehîdan’ pênase dikin. Wê demê eger mirov biryareke wiha weke êrîşeke li dijî şehîdan û di heman demê de weke hewldana guhertina rojevê binirxîne, wê zêde şaş nebe.

Di 16’ê Gulana 1997’an de rêveberiya PDK’ê ya heyî, li Hewlêrê zêdeyî 70 nexweş û şervanên azadiyê yên birîndar qetil kir. Yanî salvegera komkujiya nemerdane ye ku mîna wê nehatiye dîtin. Di roja me de eger mirov têkildarî yekbûna faşîzma AKP-MHP’ê ya bi Rêveberiya PDK’ê baldar be, mirov nikare xwe ji fikra ‘gelo PDK’ê xwest biryar di vê rojê de bê dayîn û faşîzma AKP-MHP’ê jî bi cih anî’ rizgar bike. Her du hêz jî weke dijminên sondxwarî yên azadiya Kurdan û demokratîkbûna Tirkiyeyê li holê disekinin. Her roj qala ‘qedandina kok’ dikin. Eşkere ye ku kesên wiha tiştek nîne ku wê pêk neyînin.

Niha em qala xisûsên ku me fêm nekirine, bikin. Hin kesên ku biryara 16’ê Gulanê nirxandin, wiha dibêjin ‘ev berevajî nermbûnê ye’. Tişta me fêm nekirî, ev pênaseya ‘nermbûnê’ ye. Jixwe Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di daxuyaniya dayî de, got ku ev yek ‘xapandinek’ e. Lê xapandin jî be, eger fikir, hesab û bendewariyeke wiha hebe, divê mirov vê cidî bigire. Herhal hinekan nirxandinên têkildarî pêvajoya siyasî ya piştî hilbijartinên 31’ê Adarê, şaş fêm kirine. Nermbûn rewşeke lêgerînê ye ku faşîzma AKP-MHP’ê di têkîliyên xwe yên bi CHP’ê re li vê nermbûnê digere. Yan ne tişteke ku hêzên şoreşger, demokratîk û gelan digire nava xwe. Berevajî ji bo ku faşîzma AKP-MHP’ê hîn zêdetir êrîşî gelê Kurd û hêzên şoreşger-demokratîk ên Tirkiyeyê bike, ji CHP’ê û hêzên mîna wê li piştgiriyê digere. Yanî nermbûna di navbera wan de, ji bo komkujî û êrîşa li dijî hêzên demokrasî û Kurdan e. Divê ev yek qet şaş neyê fêmkirin û hesabek şaş neyê kirin.

Eger ev rewş xwe dispêre hevdîtina Rêveberiya CHP’ê ya bi Tayyîp Erdogan re û ji aliyê rêveberiya Ozgur Ozel ve tê birêvebirin, wê demê rêveberiya CHP’ê ya heyî karekî xeter dike. Tiştên wiha timî Rêveberiya Kemal Kiliçdaroglû dikir. Eger Rêveberiya Ozgur Ozel jî di her rewşeke ku bikeve tengaviyê de û bi taybetî eger ji bo êrîşa li dijî Kurdan û hêzên demokrasiyê piştgiriyê bide faşîzma AKP-MHP’ê, wê demê dê ti ferqa wê ji rêveberiya Kiliçdaroglû nebe. Divê mirov vê rewşê jî bi baldarî bişopîne, bêyî ku zêde belavî demê bike rastiyan derxîne holê û rûyê rast ê rêveberiya CHP’ê ya heyî eşkere bike. Helbet divê li ser vê bingehê jî pêşbînîkirina têkoşînê, esas be.

Di rastiyê de xisûseke din jî ku me tam fêm nekirî, şaşmayîna hêzên siyaseta demokratîk a li hemberî biryara 16’ê Gulanê ye. Li hemberî vê biryara navborî, mesele em qet şaş nebûn. Ji ber ku me dizanî doz bêbingeh e, bi armanca tolhildanê û piştgirî dayîna DAÎŞ’ê ye. Me didît ku pratîk û siyaseta AKP-MHP’ê bi temamî li ser bingehê şerê li dijî hêzên demokrasî û Kurdan e. Lewma biryar jî wê li ser vê bingehê ba û wê ev dijminahiya navborî, ziniyet û siyaseta faşîst-qirker nîşan daba. Ji xwe wisa jî bû. Yanî ti bendewariyeke me cuda nebû û lewma li hemberî biryarê jî em şaş neman. Wê demê beşek jî be, yên ku hinekê şaş man diyar e di bendewariyeke cuda de bûn. Eger wiha be, wê demê ji bo fêmkirina faşîzma AKP-MHP’ê di nava xapandinê de bûn. Helbet ev jî wê ji bo têkoşîn û helwesta li dijî faşîzmê, lewaziyê çêbike.

Mesele rêveberên HDP’ê yên demê, wê cezayên giran nestandiban, dê çi kiriban. Vê encamê car din nîşan da ku rêveberiya AKP-MHP’ê faşîzmeke çawa ye. Encameke cuda, encex wê ji rêveberiyeke cuda derketiba. Gelo Hevserokên giştî yên berê yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş wê cezayên giran nestandiban û mîna Altan Tan û Ayhan Bîlgen beraat kiriban? Eger beraat kiriban yan jî cezayên sivik wergirtiban, wê çi ferqa wan ji kesayetên sîxûr heba. Wê demê divê em baş bizanin ka em ji çi xemgîn dibin, ji çi kêfxweş dibin. Li gorî me cezayên ku li Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û hevalên wan hatî birîn, ne xemgînî çavkaniya kêfxweşiyê ye. Ev ceza serbilindiyê didin mirov. Îspat dikin ku wan li dijî siyaset û zihniyeta faşîst-qirker têkoşîn meşandiye û teslîm nebûne. Ji xwe encamek cuda jî wê çênebiba. Eger encam cuda ba, wê demê li ser navê azadî û demokrasiyê dê tiştek li holê nemaba. Helbet divê li dijî vê encamê jî têkoşîn were meşandin. Lê divê ev têkoşîn bi gotin û piştevaniya rast were kirin. Serketin jî dê wê demê were. Ji her kesê ku li dijî faşîzmê li ber xwe dide re silav û serketinê dixwazim!

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka