Bila Netanyahu bê darizandin, Erdogan bê xelatkirin!

Eger Netanyahû ji ber dagirkerî, hilweşandina cihên jiyana gel û kuştina gel bê darizandin, wê çi bi Erdogan bê? Divê ev jî ji wan hêzên li hemberî sûcên li dijî Kurdan bêdeng in bê pirsîn.

Serdarê koma faşîst a Tirkiyê rêve dibe Erdogan, şerê li hemberî Kurdan gur dike. Zimanê ku li dijî Kurdan bikar tîne bi tevahî xwedî naverokek îmha û tundiyê ye. Dema di derbarê pirsgirêka Filistînê de diaxive jî ev wiha ye. Ji bo Filistînê Israîlê dike hedef, dibêje Netanyahu sûcê şer û mirovahiyê dike û teqez divê bê darizandin. Dibêje bila li Filistînê agirbest bê çêkirin, kuştina sivîlan raweste. Ji bo vê bang li raya giştî ya cîhanê dike, tevahî mîsyonên xwe yên dîplomatîk dixe tevgerê. Lê dema mijar dibe Kurd, qîr dike û dibêje tu destkeftî û lêgerînên wan ên maf napejirîne.

Erdogan dibêje bila li herêmê û li cîhanê aştî pêk were. Lê ew bixwe aştiya bi Kurdan re qet naîne ziman. Yekane çareseriya ji bo Kurdan “çokşikandin” û tesfiyeya giştî ye. Halbûkî pirsgirêka Kurd ji pirsgirêka Filistînê kevintir e. Komkujiya Dêrsimê ya bi awayekî Erdogan jî pejirandibû, di sala 1937 û 38’an de pêk hatibû. Di wê demê de jî li dijî Kurdan balefirên şer û çekên kîmyewî hatibû bikaranîn. Di sala 1925’an de Şêx Seyîd û hevalên wî hatin darvekirin, qirkirinên girseyî, mişextin yek ji pêkanînên klasîk ên komarê li dijî Kurdan bû. Erdogan dibêje PKK, KCK, YPG, PYD û hwd… rêxistinên Kurdan ava kirine terorîstin, îmha û înkarê ferz dike. Dixwaze bi gotina terorîst polîtîkayên înkar û qirkirinê rewa bike. Îro Erdogan ji her kesî zêdetir vê qirkirinê ji her demê zêdetir bi hovane û berfirehtir dide meşandin.   Di salên 1925’an û 1937’an de PKK tune bû. Madem pirsgirêk PKK ye, çima Kurd di wê demê de hatin înkarkirin, rastî qirkirinê hatin? Wê demê pirgirêk ne PKK ye. Pirsgirêk hebûna Kurdan e. Rêveberên wê demê, yên weke Erdogan li şûna gotina terorîst digotin “parçeker, şakî, eşqiya”. Yanî hertim li dijî Kurdan zimanê înkarê, îmhayê û tundiyê tê bikaranîn. Erdogan îro tiştek nû nake. Tişta ku “ecdadê” wî kirî ew berfirehtir dide meşandin. Gotina wî ya pirsgirêka me bi Kurdan re tune ye, tenê ji bo Kurd di qada navnetewî de piştgiriyê negirin, Kurd şiyar nebin û beşdarî têkoşînê nebin dibêje. Heman demê de ji bo berxwedana Kurdan bişkêne hêzên weke PDK’ê bikar tîne. Wî weke mînak nîşan dide û dixwaze serê raya giştî ya derve tevlîhev bi    Erdogan piştgiriya El- Kaîde, El- Nûsra û DAIŞ’ê ku tevahî cîhanê weke terorîst pejirandine kir. Sînorên Tirkiyê ji van hêzan re vekir, bi deh hezaran çete derbasî Sûriye û Iraqê kirin. Ixwanî derxistin pêş, hewl da serweriyê li ser Sûriyê çêbike. Gotin, ma dê her Esad jî weke Qeddafî here û emê li Sûriyê bibandor bibin. Xeyalên Erdogan ê Osmaniyan jî lênûbûn. Iraq û Sûriye ketibûn bin pirsgirêkan û lewaz bibûn. Erdogan xwest vê veguherîne derfetê. Armanc kiribû ku bike Şamê û li mizgefta Emewî nimêja serkeftina xwe bike. Sûriyê bi awayek giran berdêla vê polîtîkaya wî da û hîn jî dide. Sûriye hilweşiya û bi milyonan mirov ji axa xwe koçber bûn. Bi sed hezaran mirovan jiyana xwe ji dest da.

Erdogan ev jî bes nedît. Artêşa xwe xist Sûriyê, herêmên weke Efrîn, Ezaz, Bab, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kir. Kurd ji van herêman derxistin. Bi awayek vekirî tunekirina nîjadî kir. Hîn jî malbatên çeteyan û kesên biyanî tîne van herêman û bicih dike. Dagirkirina Sûriyê bes nabîne, bi şênî û tevna wê ya hindir dilîze. Bermayên DAIŞ’ê û rêxistinên din, Ixwaniyên li dora xwe kom kirî biçek dike û berdide ser serê gel. Bi deh hezaran ji van çeteyan weke Arêşa Netewî ya Sûriyê birêxistin kiriye û bi vana hikumeta demkurt a Sûriyê ava kiriye.

Erdogan ev çete li Rojhilata Navîn li dijî tevahî dewletên Ereban bikar anî û weke amûrek a gefê di dest de digire. Ev birin Lîbyayê, li wir beşdarî nava şerê hindirîn bû û nakokiya heyî kûrtir kiriye. Li Iraqê bi deh hezaran leşkerên xwe bicih kiriye, bi dehan baregehên leşkerî çêkiriye. Balefirên wî rojane êrişî Iraqê dike. Di hindirê Tirkiyê de û derve bi çekên kîmyewî êrişî Kurdan dike. Îro ew re rexneyên li Israîlê dike, wî bixwe zêdetir jî bi serê Kurdan aniye û hîn jî tîne.

Erdogan di ragihandina hindir û derve de bi awayek vekirî pesnê komkujî û cinayetên ku dike dide û diparêz e. Bê fikar, bi awayek vekirî îlan dike ku dê van êrişan bidomîne. Eger Netanyahû ji ber dagirkerî, hilweşandina cihên jiyana gel û kuştina gel bê darizandin, wê çi bi Erdogan bê? Divê ev jî ji wan hêzên li hemberî sûcên li dijî Kurdan bêdeng in bê pirsîn. Erdogan qet nafikire ku dê were darizandin û hesap jê bê xwestin. Heta niha tu kes xwedî li Kurdan derneket, hesab ji rêveberên Tirk nehat xwestin. Ji ber vê yekê Erdogan Kurd xistine nava pêla kuştinê û ewqas bê pewre ye. Di rastiyê de kesên weke Erdogan layîqî vê cîhanê ne.

Çavkanî: Rojnameya Ronahî