Bi îrade û dilsoziya xwe tirs berda nava dijmin: Heval Çekdar

Hevalê Çekdar heta nefesa xwe ya dawî bi têkoşîna azadiyê re dilsoz ma û bi baweriya ji gelê xwe şer kir.

Di berxwedana gel a sala 2015'an de min gelek ciwan nas kir ku li ber faşîzmê rabûn û bi rengekî fedaî şer kirin. Di dilê wan de hezkirina ji welat, ax û mirovahiyê, di çavê wan de jî hêrsa wan hebû.

Bi hezaran kes şehîd bûn ku ji bo jiyaneke bi Rêber Apo re li welatekî azad şer kirin û xwe feda kirin. Xwedî li doza Kurdan derketin. Hevalê Çekdar jî yek ji wan bû.

Hevalê Çekdar li dijî faşîzmê tevlî nava refên YPS'ê bû, heta nefesa xwe ya dawî hêrsa xwe ya li dijî dijmin şer kir, ji bo azadiyê şer kir.

Hevalê Çekdar (Eyup Ustek) yek ji ciwanên wêrek û asî yê Şirnexê bû. Li Şirnexê ji dayik bû, lê mezin bû û kesayetiya wî ya berxwedêr lê ava bû. Şahidî ji komkujî û mêtingeriyê re kir. Herî zêde êrîşa dijmin a li dijî jinan bala wî kişand, bi vî rengî xwe hîn bêhtir nêzî çanda dayikê kir û rastiay civakî baştir fêhm kir. Di rastiya civakê de hîn bû ku jin çavkaniya bingehîn a jiyanê ye. Hevalê Çekdar jin timî ji xwe re kir hêza bingehîn, li ber her cûre êrîşên li dijî jinê rabû.

Hevalê Çekdar piştî ku gihîşt temenekî, li dijî dijmin rabû ser piyan. Xwendina li dibistanên Tirk red kir, cewhera xwe parast û di nava tevahiya jiyana xwe de timî têkoşiya. Gotina hevala Sakîne Cansiz ku digot 'Jiyana min timî şer û têkoşîn bû', di dil û mejiyê hevalê Çekdar de neqişîn û ji ber vê yekê heta nefesa xwe ya dawî timî têkoşiya.

Heta temenê xwe yê 15 salî zilma dewleta Tirk a li ser gelê Kurd dît. Fêhm kir ku dema hilanîna tolê hatiye û bi rengekî çalak beşdarî nava rêxistiniya YDG-H bû, li Şirnexê tevlî hıemû çalakiyan bû.

Hevalê Çekdar sala 2013'an di çalakiyekê de ji aliyê polîsan ve hate girtin, 4 mehan li zîndanê ma piştre hate berdan. Di dema girtîmayinê de dijmin ji bo şikandina berxwedan, îrade û rûmeta wî serî li her rêbazên êşkenceyê da, li hemberî van hemûyan bi dirûşma 'Berxwedan jiyan e' ya Mazlûm Dogan helwesteke berxwedêr nîşan da. Zext û êşkenceyê biryardariya wî ya ji bo şerekî xurt mezin kir. Soza xwe ya dilsoziya bi Rêber Apo re nû kir û bi xurtî li qadên têkoşînê pêşengî kir.

Bi ragihandina YPS'ê re hevalê Çekdar bi şev û roj tevgeriya û ji bo parastina gel bi îradeya xwe xebitî.

Di sala 2016'an de dijmin bênavber tevî hevkarên xwe êrîşên giran dikir. Ji bo hevalê Çekdar, artêşa Tirk artêşeke têkçûyî bû, lê ya ku bi zora wî diçû hevkariya Kurd ên xayin bû.

Hevalê Çekdar meha Sibatê li dijî komploya ku di şexsê Rêber Apo de li hemberî gelê Kurd hate kirin, xwest ku di tevahiya mehê de derbê li dijmin bixe û tola komployê hilîne. Di şeva 15'ê Sibatê de dema ku bi Şehîd Ekrem re diçû çeperê wesayiteke bi tîpa kobra li wan reşand. Şehîd Ekrem di êrîşê de ji milê xwe birîndar bû, hevalê Çekdar jî ji lingê xwe birîndar bû. Hevalê Çekdar ku birîna wî giran bû yekser rakirin nexweşxaneyê. Dayik, xwişka wî ya biçûk û birayê wî li gel wî bûn, lê belê nikarîbûn Çekdar ji mirovên dewletê biparêzin. Li ser vê yekê heval yekser çûn gel apên wî û ji wan xwestin ku Çekdar bibin gel xwe û ji dijmin biparêzin. Lê belê bersiva ku wergirtin ji mirinê bêhtir metirsîdar bû. Gotin ku ew bi xwe karmendên dewletê ne, nikarin biçin, biçin wê bela bê serê wan.

Hevalê Çekdar ku ji bo welatekî azad canê xwe feda dikir, li hemberî vê helwestê ew yekser sûcdar nekir û ji bo azadiya gelê xwe soz da ku hîn bêhtir bi doza xwe ve bê girêdan. Di sibeha 16'ê Sibatê de ji lingê xwe hate emeliyatkirin. Li hemberî helwest û îradeya xurt a hevalê Çekdar, dijmin tirsiya û bi rengekî tirsonekî ew li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê înfaz kir.

Hevalê Çekdar heta nefesa xwe ya dawî bi têkoşîna azadiyê re dilsoz ma û bi baweriya ji gelê xwe şer kir. Dijmin bi înfazkirina hevalê Çekdar re xwest çavê ciwanên Kurd bitirsîne. Lê belê bi dehan ciwan ji bo hilanîna tola Hevalê Çekdar ala wî hildan û têkoşîn dewam kirin.