Bi eşqa çiyê piştrast be

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê careke din nîşan da ku dikare pêşengiyê ji serketina berxwedana antîfaşîst re bike. Wê demê divê mirov bi rastî jî ji eşqa gerîlayên li çiyê û bajaran piştrast bin, jê bawer bikin.

Her kesê ku vê nivîsê bixwîne ya jî lê guhdarî bike, bi strana ji vî sernavî zane. Strana ku ji aliyê nivîskarên wê ve li ser 'Çiyê û Deryayê' hatiye nivîsandin û di şexsê Amedê de banga xurtkirina berxwedanê li gelê Kurdistanê dike, panzdeh salên dawî bi qasî bandor li civaka Kurd kir, bandoreke mezin li Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê jî kir. Di klîba stranê de jî dema ku herî dawî gotina 'Bi eşqa çiyê piştrast be' tê gotin yekîneyên bi heybet ên gerîla tê nîşandan, her carê kelecanê dixe dilê mirovan.

Her kes dema lê temaşe dike bi qasî me bi baldarî lê dinere yan na, em bi wê nizanin. Lê belê di klîbên salên dawî yên stranê de bi taybetî ew dîmenê ku me bal kişand ser hatiye guhertin. Dema ku tê gotin 'bi eşqa çiyê piştrast be' dîmenê gerîla hatiye derxistin, li şûna wê meşa girseyî yan jî dîmenên mîtîngê hatine danîn. Ev rew ji bo me cihê rexne û xemgîniyê ye, Bendewarî û hêviya me ya ji bo çareserkirina vê yekê mixabin bêencam mane. Bendewariya me ya bi gotina 'vê carê wê dîmenên gerîla yên mîna berê bê weşandin' her tim bi êş û xemgînî bi dawî bûye. Bêguman her kes bi vê hestê nizane. Rewşa mijara gotinê bala gelek mirovan jî nekişandiye. Dibe ku hinek ji bo van tiştên em destnîşan dikin dibêjin, 'zêde serî li ser diêşîne'. Çi tê gotin bila bê gotin, eşkere ye ku rastiya gelek kesan.

Bi bihar û havîna 2020'an re ev rewş ji holê rabûye û rewşeke nû ya ku ji bo me cihê kêfxweşiyê ye derketiye holê. Em hêvîdar in ku klîbên strana navborî wê ji nû ve bê guhertin û çawa ku mafê Sezar radestî Sezar tê kirin mafê gerîla jî wê di klîba stranê de ji nû ve radestî wan bê kirin. Ji ber ku di vê biharê û havînê de Gerîlayên Azadiya Kurdistanê xwe careke din ispat kirin. Di rewşekê de ku bi hinceta vîrûsa koronayê kolan û meydan hatine valakirin, Gerîlayên Azadiyê li ber her şêwe zext û zordariyê radibin û derbên giran li faşîzma AKP-MHP'ê dixein. Yekane dengê ku biharê li çiyê û bajaran bilind bû dengê lehengî yê gerîla bû. Ji Serhedê heta Xakurkê, ji Heftanînê heta Efrînê, ji Colemêrgê heta Stenbolê li her qadê gerîlayên horsê azadî û edaletê yê gerîla derb li zilma faşîst-qirker da.

Niha jî di havîna 2020'an de ku amadekarî ji pêşwazîkirina rojên lehengiyê yên 14'ê Tîrmehê û 15'ê Tebaxê re tê kirin, qîrîna berxwedan û azadiyê ya Gerîlayên Kurdistanê ji Heftanînê bilind dibe. Artêşa TC ku bi hemû hêza xwe hewl dide Heftanînê dagir bike, li pêşberî berxwedana gerîla ya li Heftanînê nikare raweste û her roj windahiyan dide. Hêzên gerîla yên leheng ku hişmendiya azadî û berxwedanê da gelê Bakurê Kurdistanê û ew kir xwedî îrade, pêşengî ji pêkhatina şoreşa azadiyê ya Rojava re kir û parast, di Sibata 2008'an de bi parastina Zapê nehişt ku artêşa TC a faşîst bikeve Başûr. Niha jî li dijî dagirkeriya TC, Heftanînê diparêze û careke din nahêle ku artêşa TC Başûr dagir bike. Wer xuya ye ku çarenûsa şerê Kurdistanê wê bi berxwedana Heftanîn, Zap-Avaşîn û Xakurkê diyar bibe.

Cih û rola gerîla ya li nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, ji texmînan her wiha ji bûyerên li welatên din diqewimin bêhtir cuda ye. Rastiya ku gerîla bi kelecaneke mezin rakir ser piyan û xist nava liv û tevgerê, avaniya xwe ku di her şert û mercî de serketinê misoger dike, baweriya xwe ya mezin a ji vê yekê di azadiya Kurdistanê de afirînerê her tiştî ye. Divê baş bê zanîn, ya ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li şûna 'rojhilat', 'Kurdistan' da gotin, ya ku pê da gotin 'Kurdistan di bin mêtingeriyê de ye û ji bo vê şerê azadiyê divê', ya ku hişmendî, hêza birêxistinkirin û çalakiya azadiyê a Kurdistanê pê re da afirandin, hişmendiya kûr û baweriya xurt a bi qewînî û serketina rastiya gerîla bû. Ya ku Rêbertî, Şehîd, Şorşegeriya Kurdistanê, pêşengtiya partiyê, berxwedana mezin a zindanan, wêrekî û fedakariya ji bo berxwedan û azadiyê afirand, hişmendiya gerîla ya serketinê ye.

Li gorî Rêber Apo gerîla li Kurdistanê ne tenê sekneke leşkerî û rêbazeke şer e. Li Kurdistanê gerîla hebûna mirovê azad e, rêbaza xweîfadekirina azad e. Yanî hebûn û azadiya Kurd û Kurdistanê mîna goşt û neynûkê bi rastiya gerîla ve girêdayî ye. Lewma bi pêşengiya Rêber Apo nêzî nîv sed sal in bi navê azadî û hebûnê li Kurdistanê ruh, hişmendî û rêbaza gerîla hatiye afirandin. Pêşketinên li Bakur, statuya heyî ya li Başûr, şoreşa azadiyê ya li Rojava, ji nû ve vejîna li Rojhilat, têkoşîn û hişmendiya azadiyê ya jinan, pêşketina civaka demokratîk û kesayetên azad li Kurdistanê, her tişt bi pêşengiya gerîla û bi rêbaza gerîla hatine afirandin. Wê demê ji bo Kurd û Kurdistanê havênê azadî û hebûnê, gerîla ye.

Lê belê roj hatiye, pêvajo bi pêş ve çûye û ji bo azadiya Kurdistanê derfetên cuda yên têkoşînê derketine holê. Lê belê vê rewşê ti carî diyarkerî û pêşengiya gerîla neguhertiye. Nêzîkatiya herî metirsîdar û tasfiyekar ew helwest û feraset e ku vê pêşengî û diyarkeriya gerîla kêm dibîne. Di pêvajoya derbasbûyî ya têkoşîna azadiyê de ev helwest û feraseta tasfiyekar gelek caran hatibû dîtin. Ev feraset û helwesta ku bi dehfdana dijmin rû didin, zerareke mezin dan têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê. Zerara herî mezin jî weke ku me got, îdîayên li ser lawaziya pêşengiya gerîla ye. Ev çewtiyên tasfiyekar mixabin heta astekê bandor li tevgerê û gel kiriye.

Li aliyê din, ti tişt weke xwe namîne, her tişt diguhere, di nava guhertinê de ye. Her pêşketin nîşaneya afirîneriya wê yekê ye ku divê ya kevn bê avêtin û ya nû bê afirandin. Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ji vê re dibêje guherîn, veguherîn û nûbûn. Guherîn, veguherîn û nûbûn ku qasî ku di asta stratejî û paradîgmayê de ye, rojane jî di asta polîtîka û taktîkan de ye. Ev yek jî pêşdîtineke xurt ferz dike. Mixabin têkoşîna azadiyê di dema derbasbûyî de di asteke mezin de tengav bû, bi seranserî nêzîk bû. Ev yek jî li pêşiya guherîn û nûbûna di asta têrker de bû asteng.

Eger ji ber êrişên tasfiyekaran û ferasetên teng û seranser di dema pêwîst de di asta têrker de guherîn, veguherîn û nûbûn nehatiye bafirandin, ev rewş nayê wê wateyê ku rol û girîngiya gerîla kêm bûye; berevajî tê wê wateyê ku xwe negihandine asta gerîlatiya demê û rêbaza berê ji ho lê nehatiye rakirin. Ji bo vê jî pêwîstî bi wê heye ku gerîlatiya rast bê fêhmkirin û bi cih bê anîn. Ne rast e ku beriya vê yekê bike, rabin sûc û berpirsyariyê bixin stuyê gerîla, ji girîngiya diyarker a gerîla ya di têkoşîna azadiyê de bi guman bin, bikin mijara nîqaşê û dîmenên gerîla ji klîbên stranan derxînin. Sûcdarkirina şaşitiya xwe û cezakirina wê şaşitiyê wê encama rast biafirîne. Lê belê li şûna vê yekê dema ku ya rast bê rexnekirin û dest jê bê berdan, ev yek bi gotina herî sivik xwexapandin û windakirin e.

Cihê diyarker ê gerîla di têkoşîna azadiyê û hebûna Kurdistanê de, bi vê biharê re careke din ispat bû. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku her şêweyên zor û zehmetî têk birin û li çiyê û bajaran bi lehengî şer dikin, careke din nîşan da ku dikare pêşengiyê ji serketina berxwedana antîfaşîst re bike. Wê demê divê mirov bi rastî jî ji eşqa gerîlayên li çiyê û bajaran piştrast bin, jê bawer bikin. Li ser vê bingehê em berxwedana Heftanînê ya dîrokî silav dikin û di şexsê Şehîd Nûcan de şehîdên berxwedana Heftanînê bi rêzdarî bi bîr tînin.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA