Di rûyê Egîd de mirov taybetmendiya Efrîniyekî serhildêr didît, taybetmendiyên xwe ji ax, zeytûn û ava Efrînê girtibû. Çavên wî yên ku her tim bi xeyalê vegera Efrînê dihate xemilandin.
Egîd bi temenê xwe yê biçûk barê welatê xwe da ser milê xwe û soz da zarokên welatê xwe ku ji bo ew jiyanek xweş û paşerojeke ronîdar bijîn wê têbikoşin. Egîd ji bo kenê zarokên welatê agir û rojê têkoşiya, ji bo tola zarokên wan dayikên kezeb şewitî têkoşiya.
Egîd xeta têkoşîna xwe ji bajarê xwe de dest pê kir, ji Efrînê û ta Heleb, Şehba û heta Bendava Şehîdan mohra xwe bi egîdî di berxwedanê de nivîsand.
Di Berxwedana Serdemê de, Egîd bi temenê xwe yê biçûk li aliyek qilêş û aliyekî kameraya xwe dabû destê xwe û rastiya êrîşên dijmin ên ser gelê xwe de kêlî bi kêlî bi pênûs û kameraya xwe berxwedana gelê xwe û rastiya xweşîkiya bajarê Zeytûnan ji cîhanê re radigihand. 58 roj berxwedan, 58 roj kamera û pênûsa Egîd daneketin xwarê. Egîd bû şahîd û yek ji nivîskarên berxwedana dîrokî yê bajarê xwe.
Egîd rêya xwe ya şopandina berxwedanê piştî dagirkirina Efrînê neda rewastandin, lê belê ew kîn û hêrsa li hember dijmin bi rêya kamereya xwe dida pêş. Lawê bajarê zeytûnê dagirkeriya li ser bajarê xwe qebûl nekir.
Piştî berxwedana 58 rojan, dewleta Tirk bajarê Efrînê dagir kir. Egîd yek ji rojnemevanên ku bi gelê xwe re berê xwe da Herêma Şehbayê û li wir careke din rêya hevrêyên xwe ên şehîd berneda û dîroka xwe bi şahîdiya li berxwedana gelê xwe dewlemend kir.
Gel çi kişand, çawa li ber xwe da, çawa têkoşiya, rastî çi zehmetiyan hatin, Egîd ev hemû bi gelê xwe re jiya, di şopandina êş, azar û berxwedana gelê xwe de ti carî ne westiya û astengî nedikir hincet ji xwe re û ji aliyê herkesî ve dihate hezkirin. Egîd li kîjan civatê ba, di nav kîjan kombûnê de ba, li ku derê bûya her tim hebûna xwe bi kenê xwe dixemiland.
Di salvegera êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê de, min û hevrêyê xwe yê rojnemevan Cemîl Ebdo xwest berxwedana 58 rojan bi çavên şahid û kesên ku ew roj şopandine û jiyane bikin dosya. Di wir de yekemîn kesê hat bîra me hevrêyê me Egîd Roj bû. Xwe ji xebatên ku ji bo rizgarkirina gel û welatê xwe ne dida alî, di oxira van armancan de çi jê hatiba xwestin bê ku dudilî bijî, pêk dianî. Me di dosyaya xwe de xebata Egîd Roj a di Berxwedana Serdemê de bi taybet nirxand. Egîd di wê demê de di hevpevîna xwe de got: "Armanca min a sereke di vê berxwedanê de şopandina kêliyên berxwedan û jiyana hevrêyên min ên YPG û YPJ’ê ye." Egîd Berxwedana Serdemê weke destanekê didît û her digot: "Xwîna zarokên çar parçeyên welat li Efrînê bû yek." Bi wan gotinên Egîd mirov ferq dikir ku heta kijan astê dema Egîd wan rojan vedibêje, ne tenê gortin tîne ziman lê belê wan bîranînan ji nû ve bijî. ji ber ku rêhevalê hevalên xwe bû, rêhevalên şehîdan bû, rêhevalê Tolhildan, Avrîn û Rohenadan bû di gelek dosyeyên ku me xwestin em li ser hevalên şehîd ên ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bûne çêbikin, mevanekî me ya dosye yê sereke Egîd bû.
Bi koçberbûna gelê Efrînê cara duyemîn, hêrs û kîna Egîd li hember dijmin zêdetir bû û israra Egîd li ber derxistina têkoşîna zarokên welatê xwe mezintir bû. Egîd wek kesekî normal qebûl nekir di cihê xwe de bisekine. Lê belê ew kîna xwe rakir û berê xwe da Bendava Şehîdan “Bendava Tişrînê”, êrîşên dijmin qebûl nekir û rêya rastiyê ji xwe esas girt û bi armanca şopandina berxwedana gel û şervanên QSD û YPJ’ê di berxwedanê bendavê de cih girt. Egîd li ser şopa Nazim û Cîhanan berxwedana gelê xwe û derxistina rastiya dijmin ji xwe re kir armanc û ji nêz ve şopand û jiya.
Egîdê me, Egîdê Efrînê di 15'ê Sibatê de wek navê xwe soza xwe bi gelê xwe re pêk anî û bû hevalê Nazim, Cîhan, Avesta, Îlan, Polat û Karkeran. Bi hêviya rizgarkirina bajarê xwe, bajarê Zeytûnan Egîdê me çavê xwe girtin û bû ronahiya rêya bi sedan rojnemevanan. Îro bi dehan Egîd hene wê kamera û pênûsa Egîdê welatê Zeytûnan li erdê nehêlin.
Egîdê me wek navê xwe egîdî jiya û bi egîdî ji nava me çû...