Berxwedana xwerêveberiyê ronahiya vê serdemê ye

Eger beriya çar salan bi fedakarî û wêrekiyeke mezin berxwedana xwerêveberiya demokratîk nehatibûya kirin, berxwedana ji bo hilweşandina faşîzmê niha nepêkan bû û kesî nekarî gotinekê jî li dijî faşîzmê bêje.

Berxwedana Xwerêveberiya Demokratîk a bi pêşengiya Cizîr û Sûrê dest pê kir di salvegera çaran de ye. Hewl tê kirin ku wateya dîrokî ya wan berxwedanan bê fêhmkirin ûl lehengiyên mezin bên bîranîn. Hêzên Kurd û şoreşger-demokratîk sal bi sal vê berxwedana dîrokî ya mezin bêhtir fêhm dikin û girîngiya wê têdigihêjin. Em jî beriya her tiştî şehîdên leheng ên vê berxwedana mezin a dîrokî di şexsê Fermandar Çiyager û Zeryan de, di şexsê rêberên gel Mehmet Tûnç, Asya Yuksel û Pakîze Nayir de, di şexsê milîtanên şoreşger Sêvê û Zamanî de bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Heta ku mirovahî hebe wê dayika Taybet neyê jibîrkirin.

Baş e di salvegera çaran de divê em çi ji berxwedana dîrokî hîn bibin? Gelo gelê Kurdistanê û mirovahî çiqasî dikarin li ser şopa van mirovan bimeşin ku digotin 'Bi me serbilind bin'. Tespîta 'wê encam bêhempa be' ya Fermandar Çiyager pêk tê? Ew berxwedan ji bo yên sax kîjan wezîfe û berpirsyariyê ferz dike? Di salvegera çaremîn de girînge ku Berxwedana Xweseriyê ya Demokratîk li ser bingeha van pirsan bê nirxandin.

Beriya her tiştî divê mirov li ser taybetmendiya berxwedana xwerêveberiya demokratîk rawest in ku rastiya dijmin hîn bêhtir eşkere kir. Dibe ku hinek bêjin, 'Me dijminê Kurdan baş nas dikir û rastiya wan jî bi têrkerî zanîbûn'. Siyaset û zîhniyeta faşîst-qirker a dijminê Kurdan û yekbûna tifaqa AKP-MHP'ê bi vê zîhniyet û siyasetê re dibe ku vê rewşê vebêje. Lê belê divê neyê jibîrkirin ku her tişt li pişt şerê psîkolojîk qewimî. Ev yek piştî xapandina 'Pêvajoya çareseriya demokratîk' rû da ku bi salan dewam kir û hema bêje her kesî jê bawer kir.

Ji ber vê yekê dema ku rêveberiya Erdogan-Davûtoglû got 'Em li dijî DAÎŞ'ê şer dikin' û dema balafirên şer bi ser PKK'ê ve ajot û bombardûman kir, piraniya mirovan bawer kirin ku balafifrên şer êrişî DAÎŞ'ê dikin. Ji 24'ê Tîrmeha 2015'an û pê ve êrişên şerê taybet ên faşîst yên topyekûn gav bi av hatin kirin û di dawiyê de ji bo qirkirinê Cizîr û Sûr dorpêç kirin. Dema ku ev qewimî hinek rabûn gotin, 'Ev şer ji ku derket?' Hinekan her wiha gotin ku PKK'ê ev şer da destpêkirin.

Gelo piştî çar salan rastiyên berbiçav çi nîşan da? Xuya ye dewlet TC û faşîzma AKP-MHP'ê ji berê ve biryar wergirtin ku bajarê qedîm û dîrokî yê Kurdistanê Cizîr û Sûrê hilweşîne û plana wê kirin. Her wiha eşkere bû ku di civîna Desteya Ewlekariya Milî ya 30'ê Cotmeha 2014'an de biryar hate wergirtin ku di 24'ê Tîrmehê de êrişên şerê taybet faşîst ên topyekûn pêk werin û li ser vê bingehê 'Plana Çalakiya Têkbirinê' amade kirin. Eşkere bû ku rêveberiya Tayyîp Erdogan ji aliyekî ve got 'Pêvajoya çareseriyê' li aliyekî jî amadekariya şerê taybet faşîst ê topyekûn kir.

Wê demê em dijmin baş nas bikin, rastiya dewleta TC û dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê rast fêhm bikin. Em rûyê qirker-faşîst û karakterê dijminê gel û jinan û Kurdan ên van nas bikin. Em dijmin rast fêhm bikin ku careke din nekevin bendewariya çareseriya siyasî ya bêbingeh. Em têkoşîna demokrasî û azadiyê xurtir bikin. Em ji lehengên ku li dijî siyaset û zîhniyeta qirker-faşîst li ber xwe didin re nebêjin, 'hûn bi vî rengî çi dikin'. Bi kurtasî li pêşberî siyaset û zîhniyeta qirker, mêtinger, faşîst xwe nexapînin.

Mijara duyemîn jî, divê rastiya ku berxwedana xwerêveberiya demokratîk di şerê bajaran de afirand baş bê fêhmkirin. Ji ber ku bi taybetî li ser şerê Cizîrê şerekî psîkolojîk ê berfireh hate kirin û bi alîkariya hin kes û organên çapemeniyê encam hate berevajîkirin. Rêveberiya AKP-MHP'ê û artêşa TC a faşîst derba herî mezin a dîrokê di vî şerî de xwar, lê belê serketineke sexte ji bo wan hate ragihandin. Hîn jî ji bo gelek kesan encamên leşkerî yên rastî ne, lê encamên sexte yên şerê psîkolojîk weke encamên rast in. Ev yek jî baweriya ku li nava bajaran jî li dijî hêzên faşîst-qirker şer dikare bê kirin û serketin bê bi destxistin lawaz bike.

Lê belê şerê bajaran ê bi pêşengiya berxwedanên Cizîr û Sûrê derba herî mezin a dîrokê li hêzên faşîst-qirker xist. Tenê di şerê Sûrê de çar tabûrên şerê taybet ên artêşa Tirk a faşîst tasfiye bû. Biryargeha şerê taybet welê lê hat ku nekarîbû şervan û fermandaran bişîne Nisêbînê. Ji ber ku di nava artêşa Tirk de psîkolojiyeke tirsê ya 'Sendroma Nisêbînê' peyda bû. Cizîr jî di nav de li bajaran hemûyan derbên mezin li hêzên şerê taybet ên faşîst hatin xistin, welê li wan hêzan hat ku nekarî xwe bilivîne, bikeve nava tevgerê. Ji vê jî wêdetir bi berxwedanên Nisêbîn û Şirnexê re têkoşîn gihîşt heta biharê û bi vî rengî bi gerîla re bû yek.

Yanî hêzên berxwedêr, tevî taktîkên teng û tişta diviyabû dawiyê bikin destpêkê kirin jî, li dijî êrişên qirker-faşîst topyekûn ên xwestin bajarên Kurdan ên qedîm hilweşînin serketî bûn û bajar parastin. Eger ev rastî bihata dîtin û di dema xwe de lê bibûna xwedî, hingî wê pêkanînên faşîzma AKP-MHP'ê yên ji bo hilweşandina bajaran bihatibûna rawestandin. Lê belê têgihiştin û îradeyeke bi vî rengî nehate nîşandan.

Bi taybetî ketin xefika şerê psîkolojîk û taybet û mîna ku yekane berpirsyarê şer ew mirovên li jêrzemînên Cizîrê hatin şewitandine, helwestek hate nîşandan. Li ser vê bingehê derba leşkerî ya mezin a li faşîzma AKP-MHP'ê hate xistin hate nixumandin û mîna ku serketineke leşkerî wergirtine atmosferek hate afirandin. Faşîzma AKP-MHP'ê jî ev yek ji xwe re kir firsend û êriş kir û şerê ku bi leşkerî winda kir hewl da ku bi şerê psîkolojîk qezenç bike. Ev rastî nehate dîtin. Derba leşkerî ya mezin a li dijmin hate xistin bi rengekî têrker nehate nîşandan. Bandora şerê psîkolojîk nehate bidawîkirin. Di encamê de ders ji şerê qewimî nehate wergirtin û rastiya serketina şerê bajaran ji dest hate berdan.

Di salvegera çaremîn de divê ev analîz rast bê kirin û bi vî rengî derbasî sala pêncan a berxwedanê bên kirin. Ji bo vê atmosferek hatiye afirandin û çalakiyên berxwedanê yên serketî yên li bajaran li dijî hêzên faşîst-qirker hatin kirin derfetên vê afirandiye. Li ser vê bingehê di sala pêncemîn a berxwedanê de gelekî girînge ku karakterê encamwergir ê çalakiyên bajaran ên li dijî rêxistinbûna sîxuran bê dîtin û bi rengekî serketî bê pêkanîn. Eşkere ye ku encama bêhempa bi vî rengî dikare bê bidestxistin.

Mijdareke din ewe ku li ser encamên berxwedana xwerêveberiyê ya demokratîk û ruhê wê berxwedanê, di sala 2019'an de berxwedana azadî û hebûnê bi rengekî pir alî û topyekûn hate meşandin. Li ser vê bingehê berxwedana xwerêveberiya demokratîk a beriya çar salan bi pêşengiya Cizîr û Sûrê hate kirin rêya berxwedana heyî ya antîfaşîst ronî dike. Nîşanî her kesî dide ku li dijî dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê divê bi çi rengî têkoşîn bê kirin.

Em vê rastiyê baş zanibin ku eger beriya çar salan bi fedakarî û wêrekiyeke mezin berxwedana xwerêveberiya demokratîk nehatibûya kirin, berxwedana ji bo hilweşandina faşîzmê niha nepêkan bû û kesî nekarî gotinekê jî li dijî faşîzmê bêje. Eger niha gerîla li her qadê şer dike, bi pêşengiya jin û ciwanan gel li ber xwe dide û li zindanan berxwedan heye, li dijî dagirkeriya TC eger gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi lehengî li ber xwe didin û mirovahî piştgiriya wan dike, divê em ji bîr nekin ku ev yek bi ruh û gavên bi berxwedana xwerêveberiya demokratîk a bi pêşengiya Cizîr û Sûrê ye. Kurd û dostên wan bi fermandariya şehîdên leheng ên berxwedana xwerêveberiyê ya demokratîk şer dikin û bi ser dikevin. Divê ev rastî bê dîtin û encamên dîrokî yên berxwedana xwerêveberiya demokratîk baş bên fêhmkirin.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka