Berxwedana Sedsalê ya li dijî Komploya Navneteweyî - VI

Li Kenyayê rola DYE'yê eşkere ye. Ji xwe Serokê DYE'yê xwedî li rola xwe, rola radestkirinê derketiye. Eşkere ye ku ev dek û dolaba Îstîxbarata Yewnan û CIA'yê ne ji bo başiya Tirkiyeyê bû.

Yekemîn paytexta ku ez li çarmîxê hatime xistin, Atîna ye. Atîna bi giyanekî tirsonek û bi çandeke tolhildaneke kor an jî ji ber matmayîna xwe, xwestiye êşa serweriya xwe ya sê hezar salan derxîne. Ji min jî serfiraziyeke erzan û bê prensîb xwestiye. Dema ku dîtine ev tişt ne gengaz e, wekî ku ew bi xwe xwediyên min bin, li hemberî hin tawîzên li Kibris û Egeyê, wekî pakêteke diyariyan an jî wekî pezekî qurbanî, ketiye nav îxaneta pêşkêşkirina ji hikumeta Tirkiyeyê re. Ev îxanet di dîrokê de hîç nehatiye dîtin û di tu cihî de bêrûmetiyeke wisa tune. Qaşo endamê Yekîtiya Ewropayê ye lê sûcekî hiqûqî pêk aniye. Bêyî ku hincetekê diyar bike, bêexlaqî û sûcê wê yê li hemberî hiqûqê gelekî zelal e. Heke hewce bike, ev tişt bi gelek şahid û daxuyaniyan dikare were îspatkirin.

Nivîskarê Yewnan Kazancakîs romana ‘Çarmîxkirina Îsa ya ji nû ve’ ji zû ve nivîsandiye. Lê cihê ku ez lê me, ne şexsî ye. Li ser bi milyonan Kurdan ên xwediyê îradeya azad û girêdayî Rêbertiya xwe ne, çarmîxkirin pêk hatiye. Yewnan ji Zeûs û vir de dikarin xwe kone bihesibînin. Keça wî Athena, bi dek û dolaban dikare têkeve dilqê Deîphobos dikare tasfiyekirinê pêk bîne. Bi vî awayî dikare deriyê Anatoliyê veke. Ev rastî, di mîtolojiyê de jî heye.

Beriya salên 2000’î û di sedsala 20’an de ez xistim vê feqê. Heke wan ez kuştibima û bi komployekê ev tişt bikirina, wê ne li xema min bûya. Ew ê ev tişt li gorî çanda wan bûya. Lê wan gelo çawa cesaret kirin ku wekî diyariyeke hatiye pakêtkirin a ku di tu pirtûka mirovahiyê de û di nav prensîbên exlaqî de tune, tevî êşên sî hezar şehîdan û di nav hêsirên dayîkên şehîdan de, hê ku tiştek ji min hêvî dikirin, di demeke krîtîk de ez teslîmî tîmên şerê taybet ê Tirkan kirim? Qaşo li paş wan Serokê DYE’yê Clînton heye û wî ferman daye (Şêwirmendê Taybet Blîndken ev tişt ji çapemeniyê re eşkere kir). Hikumeta Yewnanan jî ev tişt pêk aniye.

Clînton di wê demê de di bin zextên darizandina skandala Monîca de ye. Ji bo rizgarbûna ji skandala Monîca, pêkanîna îradeya ku min teslîm bikin, ew ê nebûya peywira hikumeta Yewnanan. Ji bo piştgiriya Serokê DYE’yê her tişt hate kirin. Yan na bi awayekî din nedikarîn vê bêexlaqî û derhiqûqîbûnê bidin ber çavên xwe. Ew ê Îsraîl ji bo avakirina hevsengeke stratejîk mafê wê tune bûya ku min bike qurban.

MÎXÊ DESTPÊKÊ LI ATÎNAYÊ LI ÇARMIXÊ HATE XISTIN

Hz. Îbrahîm bi xwe jî pêxemberê yekemîn e ku qurbanîkirin ji olê rakiriye. Ji bo hurmeta bîranîn û hurmeta wî divê MOSSAD’ê neketa nav vê çalakiya qurbanîkirinê. Ji bo mezinbûnê jî divê sînorekî exlaqî hebe. Qet nebe divê hikumeta Yewnanan di vê lîstika qirêj de cih negirtina. Divê Kurdekî wekî min wekî bombeyeke atomê ya zindî bi kar neanîna. Divê wan jî hesap bikira ku rojekê ew ê Kurd jî hişê wan were serê wan û ew ê karibe tolhildana xwe birêxistin bikin. Yek ji hezarî be jî divê ev îxtîmal bihata hesapkirin.

Divê vî sûcê ku giyanê Îsa Mesîh ji nû ve dixe çarmîxê, wisa bi erzanî nehata kirin. Divê nebûna hemdemên Îskaryoya Yahûda. Tişta xerabtir divê bi van daxuyaniyên sixtekar, ev bêexlaqî nehata veşartin. Ez ê zêde dirêj nekim. Çarmîxa ku li Atîna hate amadekirin û lêxistina bizmarê pêşîn, wateya wê ya mirovî û dîrokî di vê çarçoveyê de ye. Heke dirustî hewce dike, divê aliyên wê yên siyasî û hiqûqî jî li ber çavan were girtin.

MÎXÊ DUYEMÎN LI MOSKOWAYÊ HATE XISTIN

Mîxê duyemîn li Moskovayê hate lêdan. Li hemberî vî tiştî ez mat nemam û min xwe aciz jî nekir. Li gorî min acizbûn ne zêde watedar e jî. Min îxtîmal nedida vî tiştî ku Rûs ên ku dûrî nirxên herî bilind bin, xemeke wan a mirovî û exlaqî hebe. Rûsan di vê demê de diyar kirine ku, ew ji bo pereyan dikarin her tiştî feda bikin. Rûsya ya ku endamê Konseya Ewrûpayê ye, Peymannameya Mafê Mirovan a Ewropayê qebûl kiriye. Ji ber vê jî daxwaza min a îltîcayê qebûl nekirine ya ku di parlementoya wan de bi 298 dengên li hemberî dengekî hatiye pesendkirin û ez ji Rûsyayê derxistime, ev tiştekî derhiqûqî ye. Ev tişt eleqeya xwe bi Yekîtiya Ewropayê û bi Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê heye.

MÎXÊ SÊYEMÎN LI PÊŞ ÇAVÊN PAPA HATE XISTIN

Li Romayê ya ku paytexta mûqeddes a Ewropayê ye, mîxê sêyemîn li pêş çavên Papa hatiye lêdan. Herçiqas Azîz Paûl yekemîn Xirîstiyan e ku li Romayê hatiye kuştin jî, ji bo min divê pêvajoyeke ji mirinê xerabtir nehata ferzkirin. Ewropa û Roma îddîaya wê ev e ku, şaristaniya hemdem temsîl dike. Divê Romayê salek beriya sala 2000’an vê pêkanîna li hemberî Saînt Paûl cara duyemîn neceribanda. Ez jî wekî wî ji Şamê dihatim. Bi qasî ku ji min bihata, min ê hin rastiyên li ser şaristaniyê vegota. Gelo çima hatin wê astê ku qebûl nekirine?

66 rojan, wekî ku ez xistibim nav qefeseke hesin bi xedarî li hemberî min tevgeriyan. Min ê qala hebûn û xwesteka azadiyê ya gelê herî kevn ê dîrokî bikira yên ku hê navê xwe nedana qebûlkirin û tu mafên wan ên mirovî nehatine naskirin. Gelekî zelal e ku, ev daxwaz li gorî nirxên siyasî û hiqûqî yên Ewropayê mafekî demokratîk e. Hurmet nîşanî vî mafî nedan. Ji bo ku ez werim revandin, her tişt kirin. Hemû fonksiyonên psîkolojîk ên çarmîxkirinê hate bi cih anîn. Divê DMME li ser vî tiştî bisekine û hesap bipirse ku çima li Romayê ya ku teşe û giyan daye Yekîtiya Ewropayê rewşeke wisa pêk hat.

LI KENYAYÊ ROLA DYE'YÊ LI PÊŞ ÇAVAN E

Revandina min a Kenyayê bi îradeya hevpar a Ewropa û DYE’yê pêk hatiye. Rolê herî rezîl jî dan hikumeta Yewnanistanê. Çîroka vî tiştî dirêj e. Min piçekî behs kir. Heke hewce bike ez bi devkî dikarim qala vê teslîmkirina li Kenyayê bi awayekî dirêj ji DMME’yê re vebêjim. Yek ji karê herî qirêj ê komployê ev e ku bi destê yamyamên Afrîkayê ango bi Kenyayê rakirina tabûtê û çarmîxkirinê kirine. Qaşo Ewropa paqij e lê Kenyayê sûc kir! Diyar e ku Ewropa ji bo ku gelan bera ber hev bide, têra xwe tecrube stendiye. Li vê derê rolê celadên siyasî yên basît pêk aniye. Ji ber ku ji raya giştî û zagonan xwe vedigirin, ev taktîk xistine dewrê. Ango li Ewropayê karê qirêj nabe; heke bibe jî wê di nav yamyaman de be!

Li Kenyayê rola DYE’yê zelal e. Jixwe Serokê DYE’yê li rolê xwe û li fermana teslîmgirtinê xwedî derketiye. Li gorî min îstîxbarata Yewnanistanê û CIA’yê ev tişt ji bo hezkirina xwe ya Tirkiyeyê pêk neanîne. Li gorî min xwestine mirina min bi destê Tirkan were kirin û ev tişt armanca wan a stratejîk e. Li gorî min helwesta Îngîlîzan jî ev e. Ji ber ku min wekî berxwedêrekî hişk dijminatiya Tirkan nekir û piçekî jî artêşa Tirk bi tevdîr nêz bû, rê li ber teqandina bombeyekê hatiye girtin a ku di şexsê min de ew ê bi deh hezaran kes bimirina. Pêşiya vî tiştî hate girtin ku sedsala 21’emîn bibe sedsala şerê Kurd-Tirkan. Lê gelekî zelal e ku ev komplo gelekî namerd û rezîl e ku di lîstikên Bîzansê de jî tune. Baweriya min ev e ku, divê Kurd jî û Tirk jî vî aliyê komployê bibînin.

YA KU ZEXT LI DYE'YÊ KIR KU RADEST BIKE, RASTIYA YAHÛDÎ YE

Îsraîl di warê tecrîd û teslîmkirina min de rolekî diyarker bi cih aniye. Hebûna min a li Rojhilata Navîn û afirandina xeteke nû ya di Tevgera Kurdan de, di warê stratejîk de ji xwe re wekî rakîb dîtine. Dema ku qala Tevgera Kurdan tê kirin, Îsraîl hêzên Kurd ên li Iraqê ji xwe re dike esas û bi têkiliyên piralî hewl dide hemû Kurdan têxe nav toreke stratejîk. Ji ber ku min ev tor parçe kir, serbixwe tevgeriyam û qadên hêzên nêzî wan min teng kir, wan jî li cîhanê derbarê min stratejiyek ava kirin. Dibêjim qey li gorî Îsraîlê ji Arafat zêdetir ez nayêm xwestin. Ji ber van hêmanan bi Tirkiyeyê re tifaqeke stratejîk ava kirine. Li gorî min ev xeta rastgirên Îsraîlê ye û ne diyar e ku ev tişt li gorî xeta Şîmon Perez ê çepgir çiqas hatiye qebûlkirin.

Îsraîlê beriya 9’ê Cotmeha 1998’an bi ser min ve hatiye. Haya wê ji bombekirina di 6’ê Gulana 1996’an heye û piştgirî daye. Divê li ser wê were sekinandin ku Yewnanistanê çiqasî taşeronî kiriye. Serokwezîr Prîmakov dema ku ez şandim Moskova, ev tişt têkiliya xwe bi lobiya Îsraîl û Yahûdiyan heye.Tê bîra min ku cara dawîn Arîel Şaron hatibû. Îsraîlê ji ser DYE’yê zext li Îtalyayê kiriye. Rastiya Yahûdiyan jî fermana teslîmgirtinê daye.

Ez vê helwesta Îsraîlê dişibînim tişta ku anîn serê Mûsa. Ez her dem dixwazim ku li Rojhilata Navîn a Demokratîk cihê gelê Yahûdî jî hebe. Hurmeta min ji hêza zanist, huner û felsefeya Yahûdiyan heye. Bi tiştên ku anîn serê min re, ew ê roj bi roj bibînin ku xisar dane xwe. Kurd her ku vê rastiyê bibînin, ew ê hêza xwe bi dest bixin û ew ê îspat bikin ku ew dikarin edaletê pêk bînin.

Wê bidome…

Ji parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye amadekirin.