Berxwedan rê li ber serketinê vedike

Komploya 9'ê Cotmehê ne tenê li dijî Kurdan e. Komployek di heman demê de li dijî gelên Tirkiyeyê û herêmê ye. Lewma têokşîna li dijî komployê ji bo gelên Tirkiye û herêmê hinceta hebûnê ye.

Em dikevin sala bîst û sêyemîn a komploya 9'ê Cotmehê. Komplogeran lehet dikim, di şexsê şehîdên 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' de şehîdên azadiyê hemûyan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Bi sala bîst û sêyemîn re komplogerên teşhîr bûne, lawaz bûne, êrişên xwe didomînin. Îradeya azad a gelan jî di şexsê Rêber Apo de li ber xwe dide. Gelê Kurd bi gelê herêmê re li dijî komplogeran, li dijî faşîzma qirker ji bo mirovahiyê têdikoşe.

Komploya 9'ê Cotmehê tunekirina Rêber Apo, di şexsê Rêber Apo de tasfiyekirina Tevgera Azadiyê û temamkirina polîtîkaya qirkirina Kurdan sed salî weke armanc danîbû pêşiya xwe. Rêber Apo bi hişmendiya xwe ya berpirsyariya bilind, bi kûrahiya bîra xwe ya dîrokê, bi pêşdîtin, helwesta xwe ya berxwedanê ev plana qirêj û metirsîdar pûç kir. Gerîla, gelê Kurd û dostên Kurdan hebûn û azadiya Rêber Apo weke ya xwe dîtin, bi fedayîtî xwedî lê derketin û helwesta berxwedanê ya Rêber Apo xurt kirin. Bi vî rengî nehiştin ku komplo bi ser bikeve.

Tevgera Azadiyê di nava bîst û du salan de bi bernameya xwe ya konfederalîzma demokratîk a li dora neteweya demokratîk û bi stratejiya xwe ya xweparastinê ya rewa, têkoşîn mezintir kir û xurt kir. Têkoşîna azadiyê bandoreke mezin li civaka Ereb û tevahiya gelên Rojhilata Navîn, baweriyên cuda û bi taybetî jî bandor li jinan kir. Pirsgirêka Kurd kir pirsgirêka bingehîn a herêmê û cîhanê û veguherand hîmê bingehîn ê demokratîkbûna Rojhilata Navîn.

Komplogeran jî li dijî vê yekê komplo nû kirin. Li Bakur plana têkbirinê, her wiha dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û Başûr bûn şêweyên dema nû yên meşandina komployê. DYE ku serkêşî ji komployê re kir, bêyî li ber xwe bikeve hîn jî ji bo berjewendiyên xwe sûdê ji êşên Kurdan werdigire. Bi rengekî veşartî û eşkere piştgiriyê dide êrişên qirker ên dewleta Tirk a faşîst ên li dijî Kurdan. Nirxên ku Rêber Apo, Tevgera Azadiyê û gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê bi ked û berdêlên mezin afirandine, hewl dide bixe xizmeta xwe. Ji bo Kurd ên azad ber bi xeta xwe ve bikişîne û bixe bin xizmeta xwe, desthilatdariya faşîst qirker a AKP-MHP'ê weke ço bi kar tîne. Li her devera ku encamê nagire, dewleta Tirk a faşîst ku dijminê sondxwarî yên Kurdan e bi ser Kurdan ve dehf dide.

Ber bi bidawîbûna Şerê Cîhanê yê Sêyemîn re sîstemên netewe dewlet ên Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên sermayeya global ji nû ve tên dîzaynkirin. Dewleta Tirk jî hewl dide nirxên ku Kurdan bi têkoşînê afirandine hemûyan ji holê rake û Kurdan bêstatu bihêle. Tecrîda ku li ser Rêber Apo tê ferzkirin, êrişên qirkirinê yên ku li her deverê bênavber tên meşandin, pêwendiya xwe bi vê ve heye.  Dewleta Tirk bi taybetî bi tasfiyekirina Tevgera Azadiyê dixwaze qirkirina Kurdan bibe serî. Êrişên li ser HDP'ê parçeyek ji vê plana qirkirinê ye.

Desthilatdariya faşîst bi salane hewl dide HDP'ê ji ser xeta neteweya demokratîk derxîne û teslîm bigire. Ji ber ku nekarî vê bike bi dîn û har êriş dike. Bi girtinê gefê lê dixwe. Ji xwe HDP di encama êrişên qirkirina siyasî de bi fiîlî hatiye girtin. Girtina bi rengekî fermî ji bo kesên ku rûyê rast ê faşîzmê nabînin dibe ku bêhtir bi xêr be. Lîstika demokrasî û hiqûqê ya desthilatdariya faşîst wê bi dawî bibe. Bêguman têkoşîna hêzên demokrasiyê ya ji bo parastina nirxên demokratîk û pêkanîna demokrasiyê di her şert û mercî de wê bidome.

Komplo bi desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê re ketiye dema xwe ya dawî. Bi berxwedana gelê me û civaka demokratîk a Tirkiyeyê eger ev desthilatdariya faşîst bê hilweşandin, wê lîstika di şexê Rêber Apo de li dijî gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê û herêmê hatiye plankirin wê xera bibe û xeleka komploya bi dawî bibe.

Komploya 9'ê Cotmehê ne tenê li dijî Kurdan e. Komploya 9'ê Cotmehê di heman demê de li dijî gelên Tirkiye û herêmê ye. Her kesî di nava pêvajoya bîst û salan de ev rastî bi rengê herî êş û giran dîtin. Şerê ku li Tirkiye û herêmê diqewime, êşên giran ên hatine kişandin encameke vê komployê ne. Desthilatdariya faşîst a li Tirkiyeyê jî berhemeke vê komployê ye. Lewma têkoşîna li dijî komployê ji bo gelên Tirkiyeyê û herêmê hinceta hebûnê ye.

Qirkirina Kurdan, azadî, demokrasî û edaletê ji gelê Tirkiyeyê re nîne. Qirkirina Kurdan qirkirina Tirkan e. Gelê Tirk nikare li ser qirkirina Kurdan hebûna xwe bidomîne. Gelê Tirk ê ku li şûna jiyana azad û biratî tercîha xwe ji bo qirkirinê bike, wê mirovahiya xwe ji dest bide, wê exlaq û wijdanê xwe ji dest bide, wê bibe heywan. Wê wesfê mirov û civakbûnê ji dest bide, wê şêweyekî xerabtir ê qirkirinê bijî.

Xwedîderketina Tirkan li mafên Kurdan xwedîderketina li mirovahiyê, rûmet û hebûna xwe, xwedîderketina li azadiya xwe ye. Têkoşîna maf û azadiyê çalakiya herî rewa ya esîl a mirovahiyê ye. Jiyana bi rengê mirovahiyê bi wê yekê pêkane ku mirov ji bo her kesî jiyaneke mirovane, azad, wekhev, biratî û dostanî bixwaze.

Bêdengî û xemsariya Tirkan a li pêşberî qirkirina Kurdan, tenê bi qurbanîkirina mirovahiyê ji bo dewlet-desthilatdariya faşîst mêtinger û qirker dikare bê vegotin. Faşîzm civakeke welê dixwaze ku har bûye, ji siya xwe jî ditirse û mîna kerî ye. Tirs û fikra li tirsa xwe hêzê dide faşîzmê. Netirsîn û têkoşîn tirsê dixe dilê faşîzmê. Faşîzm ji yên natirse ditirse. Desthilatdariyên faşîst ji mirovên bi daxwaza azadî, demokrasî û edaletê dadikevin qadan ne tenê ditirse, di heman demê de hildiweşe.