Ambargoya li ser Şehba û Şêx Meqsûdê

Armanca hikumeta Şamê ji ambargoya li ser herêma Şehbayê û taxa Şêx Meqsûd a Helebê ji bo serîtewandin û koçberkirina Kurdan a ji herêmê ye.

Hikumeta Şamê dorpêça xwe ya li ser herêma Şehbayê didomîne. Ev herêm herêmeke ku gelê ji Efrînê hatine jî lê bicih bûne. Deh hezaran Efrînî di çadiran de û li herêmê dijîn. Li herêmê derfetên jiyanê sînordar in. Heman demê de herêmeke ku hêzên Sûriyê, Îranî û Rûs jî lê hene. Şêniyên Ereb jî lê hene. Kurd û Ereb, hêzên din di nav hev de ne. Heman demê de taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê jî Kurd lê dimînin. Kurdan li van taxan pir li ber xwe dan. Rolek girîng di parastina Helebê de lîsti

Dorpêça hikumeta Sûriyê kêm zêde derdikeve ser ragihandinê. Gelê Rojava pêşketinan ji nêz ve û bi fikar dişopîne. Ji Şehbayê, yan jî ji Şêx Meqsûd gef an jî xeteriyek ji bo hikumeta Şamê tune ye. Niyeta kesî tune ye ku li hember Şamê şer bike. Berovajî jixwe Kurd bi hêzên hikumetê û gelê herêmê re di nava hev de dijîn. Ev ne penaberên ji herêmek din an jî dewletek din in. Hemwelatiyên dewleta Sûriyê ne. Hikumeta Şamê çima hemwelatiyên xwe dorpêç dike? Pêwîste ev pirs werin pirsîn û bi awayek cidî bersiv bên dîtin.

Şam, li şûna ku dorpêçê dane, yan jî wan neçarî xwe bike, eger hêza xwe bi wan re bike yek dê sûdek erênî bide pêşeroja tevahî Sûriyê. Erdoganê faşîst her roj gefan li herêmê dixwe. Ev herêm jixwe di bin gefa dagirkeriya Tirk de ne. Erdogan di rojên derbasbûyî de got, dê ji Til Rifetê destpê bike tevahî herêmên rêveberiya xweser ji hev belav bike û dagir bike. Gefên “Emê ji nişkeve di şevekî de bên” dike û amedekariyên dagirkeriya xwe didomîne. Eger hikumeta Şamê bi gelê herêmê û hêzên wan ên parastinê re bibe yek, dagirkeriya Tirk dê di domandina dagirkeriyê de zehmetiyan bikişîne. Eger hikumeta Şamê bixwaze dawî li dagirkeriya Tirk bîne, dê bi gelê xwe û hêzên wan ên rêxistinkirî re bibe yek. Li şûna wan lewaz bike yan jî ji cihê wan derbixe, dê wan bike pira yekîtiya netewî.

Piştî hevdîtinên dawî yên Astanayê, helwesta hikumeta Şamê li hemberî Kurdan hişk bû. Em nikarin van helwestên hikumeta Şamê ji têkiliyên bi dewleta Tirk ve cuda bigirin dest. Eger li bîra we bê di danezana encama Astanayê de rêveberiya xweser weke rêveberiyek ne rewa hatibû îlankirin. Daxuyaniyên berê cuda bûn. Herêmên xweser, hîn zêdetir jî Kurd weke “Yekîtiya siyasî û axa Sûriyê” dihatin parastin. Rûsyayê car bi car ji bo Tirkiyê provoke bike digot dê DYE ji Kurdan re dewletekî çêbike. Lê cara yekem di hevdîtina dawî ya Astanayê de rêveberiya xweser weke ne rewa hate pênasekirin. Di rastiyê de ev daxuyaniyek bû ku dewleta Tirk dixwest. Lê hişmendiya beşdarvanên Astanayê jî ne cuda bûn. Hikumeta Şamê yan jî Îran Sûriyeyek demokratîk naxwazin. Daxwaz û derdek Rûsyayê ji bo Sûriyeyek demokratîk tûne ye.    Îran, rêveberiya Şamê û Rûsya, ji bo DYE ji Sûriyê derbikeve çi ji destê wan tê dikin. Tirkiye jî ji ber Kurdan li dijî hebûna DYE yê ye. Ji derveyî Kurdan, hikumeta Tirk alîgirê mayîna DYE yê ye. Eger bi tena serê xwe bimîne nikare dagirkirina Sûriyê bidomîne. Her çendî nakokî, berjewendî û rikberiyên tevahî hêzan hebin jî, di encamê de armanca wan hemûyan ji holê rakirina Kurdan û rêveberiya xweser e. Aştiya navxweyî ya Sûriyeyek demokratîk û bi hev re jiyîna gelan naxwazin.

Dema em di ronahiya van bûyerên siyasî de li pirsgirêkê binêrin, armanca hikumeta Şamê ewe ku bi vê dorpêçê serê Kurdan bitewîne û ji wan herêma derbixe. Eger rêveberiya Şamê Kurdan weke endamek esîl ê Sûriyê bibîne, ji bo daxwazên wan ên cuda jiyanê li wan nake jehr. Jixwe gel hejar e. Tevahî gelê Sûriyê hatiye wê rewşê ku nikare henaseyekê bistîne. Dorpêçek giştî heye. Di bin van dorpêçan de dorpêçên din tên danîn. Ev dide nîşan ku niyeta hikumetê çiqas xirab e. Tişta ku gelê Kurd û gelê herêmê dixwazin hinek demokrasî û parastina hebûna çanda wan e. Ev tiştên neçarî ne, mafê wan ê herî xwezayî ye. Ji bo vê pêwîst nake ku bibe dijminê gelan, wan neçarî koçberiyê bike, vîna wan bişkêne yan jî wan neçarî radestbûnê bike.

Zehmetiyên havînê hene lê zivistan rê ji bandorên xirab re vedike. Eger mirov derfetên bicihbûn û xwegermkirinê nebînin dê rê ji mirinê re vebe. Pêwîste rêveberiya Şamê pêvajoyê negihîne rewşa mirinê. Nebe hevkarê polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk. Berovajî li hemberî wêrankariya faşîzma Tirk a li Sûriyê, di serî de bi gelê Kurd û gelê din re bibe yek, yekîtiya xwe ya netewî li ser bingehê demokrasiyê ava bike. Perçiqandin û şikandina vîna gelan ji bo pêşeroja Sûriyê tu sûdê nade. Pratîkên hatine jiyîn di vê mijarê de tijî ders in.

Çavkanî: Rojnameya Ronahî