Îsyana civakbûna dîrokî: Abdullah Ocalan

"Kurdan bi vî Rêberî re li koka xwe ji nû ve vejiyane. Vê vejînê di her rojên 50 salên dawî de nirxên nû li xwe zêde kiriye, hîn bedew bûye û veguheriye rastiya gelekî ku li nava tevahiya mirovahiyê dibirqîne."

Cihê Rêber Apo di dîroka Kurdistanê de gelekî girîng û diyarker e. Heta ku jiyan, kesayetî, nêrîn û têkoşîna Rêber Apo neyê fêhmkirin nepêkane ku rastiya gelê Kurd bê fêhmkirin. Li binê hemû pêşketinên nîv sedsalê yên Kurdistanê mohra vî Rêberî heye. Bi nêrîn û kesayetiya xwe ne tenê pêşengî ji têkoşîna azadiyê ya gelekî re kiriye. Li gel vê yekê dibe ku hîn bêhtir di guherîn û veguherîna civakê de rol lîstiye. Di guherîn û veguherîna civakê de bûye yek ji rêberên di dîrokê de kêm hatiye dîtin ku rola xwe di afirandina nirxên nû de heye.

Ji bo Tevgera Apoyî û PKK'ê jî roleke bi heman rengî lîstiye. Bêguman ev guherîna mezin a li nava civakê jî bi afirandina tevgereke şoreşgerî pêk aniye. Ji xwe guherîna herî mezin bi pêşketinên şoreşgerî pêk aniye. Karakterê şoreşgerî yê Rêber Apo, taybetmendiya şoreşa ku kiriye û dide kirin, di nava hêz û bandora wî de veşartiye ku di nava şoreşê de şoreşê pêk tîne.

Rêber Apo ji nava tevgereke siyasî derneketiye holê û bi hin derfetan Tevgera Apoyî nedaye destpêkirin. Bêguman di dema ciwantiyê de hin tevgerên fikrî û siyasî bandor li wî kirin. Ji nava rastiyeke civakî derkete holê, di atmosfera siyasî û fikrî ya demê de kesayetiya wî şekil wergirt. Lê belê ji zarokatiya xwe ve karektera wî li ya ferzkirî nedihat. Rastiya ku li ber ya ferzkirî radibû çi ye? Ev pirs gelekî girîng e. Rêber Apo li cihekî çandî yê cografyaya ku civakîbûn herî zêde lê heye ji dayik bû. Gobeklî Tepe ku wargeha herî kevn e, li vê cografyayê ye. Bi keşfa li Gobeklî Tepeyê bêhtir eşkere bû ku çima ji Rihayê re bajarê pêxemberan tê gotin. Ne tesadûfî ye ku Îbrahîm pêxember ji vê xakê derete holê. Perestegeha destpêkê ya olî ku li gorî dema xwe ya herî bi heybet bû li vê derê hate avakirin. Hîn wê demê bi vê peresgehê re hêza civakîbûnê hate destnîşankirin. Rabûna Rêber Apo li ber ya ferzkirî bêguman pêwendiya xwe bi berfirehî û kûrahiya civakî ya atmosfera heyî heye. Di kesayetiya wî de bêguman hin nirxên heyî hene, lê belê civakîbûna kûr a vê qadê, dibe sedem ku ji ya ferzkirî aciz bibe. Kesayetiya xwe hîn ji destpêkê ve di nava xwe de şer dike; ev şer li derve jî dewam dike. Civakîbûna kûr û xiyanet û dijberiya li vê civakîbûnê timî di nava têkoşînê de ye. Şerê civakîbûnê li dijî nirxên li derveyî civakîbûnê di kesayetiya Rêber Apo de berbiçav bûye. Ji ber vê yekê kesayetiya Rêber Apo divê bi kûrahî bê fêhmkirin. Di gelek pirtûkên wî de analîz û nirxandinê bi vî rengî hene. Ji bo fêhmkirina kesayetiya wî berhema bi navê 'Parastina Rihayê' nivîsî ye. Di vê berhema xwe de rastiay civakî dîrokî ya ku bandor li avabûna kesayetiya wî kiriye, nirxandiye.

Rêber Apo di ciwantiya xwe de li Stenbolê, ku nakokiyên siyasî, civakî û çandî yên Tirkiyeyê lê dihate dîtin, tevgera siyasî ya Kurd û tevgera çep a Tirkiyeyê nas kiriye. Ev tevger ji nêz ve şopand û çavdêriya wan kir. Salên 1970-71'ê li Stenbolê bû, di salên 1971-72'an de li Fakulteya Zanistên Siyasî ya Enqereyê ku veguherî navenda fikrên siyasî xwendekar bû. Di salên 1969-70'î de li Amedê bû, lewma ji nêz ve bi rastiya gelê Kurd re eleqedar bû. Li Stenbol û Enqereyê dema ku tevgerên siyasî dişopand, her tim li ser rastiya Kurdan kûr dibû. Li Enqereyê dema ku ciwanên demokratîk şoreşger ên Tirkiyeyê di asta pêşengiyê de karê rêxistinbûnê dimeşand jî rastiya gelê Kurd û mijara azadiya gelê Kurd kir ku bikeve nava lêgerîn, lêkolînê û gavavêtina ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd. Ji xwe di bihara 1973'an de li Bendava Çûbûkê ya Enqereyê bi 6 ciwanên Kurd gava mezin a dîrokî bi vê coş, kelecan û hestên nediyar ên paşerojê avêt. Hîn ji roja destpêkê ve zanîbû ku gaveke mezin a dîrokî avêtiye û berpirsyariya wê mezin e. Fêhmkirina girîngiya gava siyasî ya rastiya Kurd nîşan dide ku xwedî hişmendiyeke kûr û berfireh e. Di wê demê de haya wî ji rastiya civakî dîrokî ya Kurdan û asta vê ya siyasî hebû, lewma gihîşt vê hişmendî û asta berpirsyariyê. Fêhmkirina rastiya Kurdan mirovan zane dike, dike xwedî berpirsyarî. Nîşaneya vê yekê jî Rêber Apo ye.

JIYANA LI ÇAVKANIYA CIVAKÎBÛNA DÎROKÎ KESAYETIYA RÊBERTÎ CUDA DIKE

Wê nêzîkatiyeke sivik be ku mirov hişmendî, asta berpirsyariyê û kesayeta têkoşînê ya Rêber Apo û ya rêberekî li nava gelekî bînin pêşberî hev. Rastiya KUrdan rastiyeke civakeke etnîkî ya ji rêzê nîne. Di heman demê de pêwendiya xwe bi civakîbûna destpêkê, bi rastiya mirovbûnê heye. Nêzîkatiyeke bi berpirsyarî ya li pêşberî civakîbûnê ye ku şêweyê hebûna mirovahiyê ye. Ji ber vê yekê di welatparêziyê de, di hezkirina mirovan de, di dilsoziya bi nirxên civakî re bandora vê hişmendiyê gelekî girîng e. Apoyî çima bi rengekî xurt û diyarker derketin ser dika dîrokê? Bersiva vê pirsê di nava vê rastiyê de ye. Hebûna li Rojhilata Navîn ku navenda civakîbûna dîrokî ye, jiyana li çavkaniya civakîbûna dîrokî ya li Rojhilata navîn bêguman kesayetiya Rêbertî cuda dike. Ji ber vê yekê Apoyî bi kesayetekî cuda yê Rêbertî derketin ser dika dîrokê. Hem yên li nava komê hem jî yên li derveyî komê bi vê hesiyan. Sedema gotina 'Apoyî' ku nav li komê dikir, diyakerî û cudahiya kesayetiya Rêber Apo ye. Ji ber ku bi vê cudahiya xwe bû Rêber, navê 'Apoyî' li komê hate kirin. Komên siyasî yên li derveyî komê ev nav li komê kirin. Hîn jî ev nav tê bikaranîn ku ev yek jî ji ber kesayetiya Rêber Apo ye.

Rêber Apo hîn di dema avabûna komê de mohra xwe li çand û karaktera vê komê xist. Ji destpêkê ve Rêberek bû ku diguhert, vediguhert, cewher û şeklekî nû dida. Ne komek bû ku tenê li dora bernameyeke siyasî li hev civiya. Hîn ji roja destpêkê ve tevgereke xwedî şêweyeke jiyanê û çandê bû. Veguherî rastiyeke civakî ku her roj diguhere û vediguhere. Ne weke rêxistineke rêziknameyê ava bû, lê weke rêxistineke ji nirxên civakî û çandî bi pêş ket. Lewma têkiliyên xwe yên xurt çêbûn. Hêza xwe jî ji hejmarê bêhtir ji wesfa xwe werdigirt. Tevlîbûna li nav akomê ne tenê tevlîbûna li îdeolojiyê û hêza siyasî bû, tevlîbûna li çanda civakî bû. Vê yekê jî ruhekî neteweyî afirand ku di nava ti tevgera siyasî de nebû. Kemal Pîr dema ku digot, nabe ku teşegirtina ruhî û karakterê Apoyiyan ji hev cuda be, ev rastî anî ziman.

RÊBER APO MOHRA XWE LI KARAKTERÊ ÎDEOLOJÎK POLÎTÎK ÊN APOYIYAN XIST

Rêber Apo hîn ji roja destpêkê ve hesta welatparêziyê û hişmendiya civakî dîrokî ya kûr da vê komê. Dilsoziya bi nirxên civakÎ, welat û gel re, kir ku yên dijminê vê yekê gelekî hêrs bibe. Ev taybetmendiyên ku Rêber Apo da komê, kadro jî kom jî gelekî xurt kir. Hêrsa dijminê van nirxan di nava komê de enerjiyeke welê afirand, ku vê yekê her kes matmayî hişt. Ji ber ku enerjiya di nava vê komê û milîtanan de berbiçav bû, ne ya îro yan jî dîroka nêz bû. Çavkaniyeke enerjiyê ya bêdawî heye ku ji kûrahiya dîrokê tê û naqede. Rêbertî û mamostetiya Rêber Apo ev derxist holê. Kom xwedî rêbazeke jiyanê û kesayetên afirîner bû ku bala yên li derve dikişand. Bêguman ev balkêşî bû sedem ku yên ev yek ji aliyê îdeolojîk û siyasî ve li dijî xwe weke alternatîf didîtin, bibin dijber. Hate fêhmkirin ku ev kom wê gelek rêxistinbûnên ferzkirî ji holê rake û bêwate bike. Pîvanên vê komê ewqasî bilind bû ku bi van pîvanan dihate pîvandin ku kîjan koma siyasî xwedî giraniyeke çawa ye. Êdî ne ji bo komên Kurdan ne jÎ ji bo çep a Tirkiyeyê nedibû ku xwe li gorî pîvanên berê binirxînin.

Bi van pîvanên ku Apoyiyan bilind kirin, gelek tişt ser û bin bûn. Têgihiştinên berê yên ferzkirî ku digotin 'Kurdîtî bi vî rengî tê kirin, çepgirî bi vî rengî tê kirin' hejand. Êdî Kurdîtî jî çepgirî jî mîna berê nedihate kirin. Ev yek ne bi zext û ferzkirinê pêk hat, bi bilindkirina pîvanan pêk hat. Mîna ku di dîrokê de dihate dîtin di navbear pîvanên hatine bilindkirin û pîvanên berê de wê şer biqewimiya. Di salên 1970'î de di bingeha rageşî û aloziya bi koma Apoyî re hate kirin de ev rastî heye. Di vê pêvajoyê de hin kêmasiyên koma Apoyî çêbû jî rastiya ku di bin alozî û nîqaşên siyasî û îdeolojîk de hebû, ev pîvanên koma Apoyî yên nû û bilind bûn ku bi vî rengî derketin ser dika dîrokê.

Bêguman di karakterê îdeolojîk û polîtîk ê Apoyiyan de mohra Rêber Apo heye. Ji ber vê yekê binavkirina komê bi rengê 'Tevgera Apoyî' pênaseyeke rast e. Bandora hin hevalên din jî li komê bû. Lê belê di teşegirtina karakterê wan de jî mohra Rêber Apo heye. Bêguman di nava komê de taybetmendiyên cuda yên hevalên Hakî Karer û Kemal Pî hene ku bi nirxên xwe yên girîng tevlî komê kirin. Lê belê ev taybetmendî piştî ku kom nas kirin, bi karakterê Apoyî ji nû ve bûn xwedî karakterekî nû.

Vegotinên Hakî Karker û Kemal Pîr ku tevkariyeke wan a mezin li tevgera Apoyî heye û bi taybetmendiyên xwe mohra xwe li milîtanî û çanda jiyanê ya komê xistin, nîşan dide ku Rêber Apo ji bo tevgera Apoyî tê çi wateyê. Kemal Pîr wiha qalê dike ku Rêber Apo çawa nas kir û çawa tevlî rastiya Rêber Apo bû; Rêber Apo li cihekî ku lê bimîne digeriya, hevalekî ku me bi hev re nas dikirin got, 2 şoreşger hene, hûn dikarin li mala wan bimînin. Li ser vê yekê Rêber Apo tê li derî dixe. Piştî ku rûnişt beriya ku li benda bersivê bimîne got ku pêwîstiya min bi cihê mayinê heye, ji niha û pê ve ez ê li gel we bimînim. Di nava hefteyekê de mîna ku xwediyê malê ye tevgeriya. Her tiştên têkildarî malê wî plan kir, kir û bi cih anî. Piştî mehekê welê lê hat ku Rêber Apo fikrê yên li malê bûn diyar kir. Êdî Hakî, Kemal û xwendekarên din ên li malê bûn Apoyî.

RÊBER APO XWEDÎ HÊZEKE BÊHEMPA YA BANDORÊ YE

Rêber Ap bi ûsil, rêbaz û kesayetiya xwe xwedî hêzeke bêhempa ya bandorê ye. Hostayekî têkiliyan, rêberekî xwezayî ye ku nêrîna mirovan destnîşan dike. Her hevalên ku Rêbertî nas kir, bi dilxwazî ew qebûl kir. Beriya ku bigihêje hêzeke mezin a îdeolojîk siyasî ya weke îro, beriya ku veguhere rêxistineke mezin, beriya ku bibe xwedî hêza leşkerî û bandorê li milyonan mirovî bike, bandora Rêber Apo ya li ser hevalan û komê mîna ya îro ye. Di dema ku hêza xwe ya siyasî, rêxistinî û leşkerî nebû, mîna îro Rêbertiya wî bênîqaş dihate qebûlkirin. Civak dema ku taybetmendî û hunerê bi mirovekî re dibîne, dibêjin xêra xwedê ye. Kesayetiya rêbertî ya Rêber Apo jî li vê pênaseya civakê tê. Kesayetiya Rêbertî ya Rêber Apo, kesayetiya wî ya têkoşer û sekna wî, rêberekî welê ye ku xwe ji nû ve diafirîne û mezin dike. Di têkoşîna civakÎ, siyasî û rêxistinî de her wiha di nêzîkatiya li xwe de şoreşgerek e. Di kesayatiya xwe de timî şoreş û pêşketin afirand, ev yek bi rêxistina xwe, bi têkoşîna xwe jî da kirin. Eger di nava şoreşên tevgear Apoyî de şoreş pêk tên, ya ku vê dike naverok û karaktera ku Rêber Apo dane van şoreşan.

RÊBER APO KESAYETEKÎ MEZIN Ê RÊXISTINÎ YE

Rêber Apo di fikir de kesayetekî mezin ê rêxistinî şoreşger bû. Rêxistinî jî di uslûb, rêbaz, tempo û rêbazê de nirxandiye. Bi gotina 'Ev yek jî uslûb, rêbaz, tempo û rêbaza Rêbertî ye' aliyê rêxistinî yê karaktera xwe anî ziman. Hewl da van taybetmendiyan bide kadroyên tevgera Apoyî hemûyan û PKK'ê jî bi feraseteke wiha ya rêxistinî ava bike.

Rastiyeke rêbertî ku di asta koma îdeolojîk de kom mezin kir, kir xwedî têkoşîneke îdolojîk, afirand. Bi avakirina partiyê bersiv da şehadeta Hakî Karer. Bi mezinbûna komê û gihîştina asta metirsiyê ji bo qirker, mêtinger û nokeran re êrişên li dijî PKK'ê jî zêde bûn. Hîn kom 5 salî bû, partî nû ava bûbû, êrişên ewçend giran hatin kirin. Van êrişan ji aliyê rêxistinî ve zor dabe partiyê jî bi pêşengiya Rêber Apo bi têkoşîn û civakîbûnê bersiv da vê pêvajoyê. Bi îradeya rêbertî ya xurt li hemberî van êrişan li ser piyan ma.

Piştî ku PKK veguherî hêza rêxistinî ya profesyonel û têkoşîneke demokrasî û şoreşger a li Tirkiyeyê, darbeya faşîst a 12'ê Îlonê pêk hat. Faşîzma 12'ê Îlonê hem xwest PKK'ê ji holê rake hem jî hêviya azadiyê ya gelê Kurd bi temamî bi dawî bike. Armanca xwe ewqasî berfireh bû. Xwest ku bi zext û zilma li tevahiya Kurdistanê dagirkeriyê ji nû ve bike û bi pêkanînên li zindanan Kurdistanê bi temamî bixe gorê. Dewamkirin an jî bidawîbûna hebûna PKK'ê wê di vê pêvajoyê de diyar bibûya. Girtiyên li zindanan di şexsê xwe de li dijî êrişên li hemberî PKK'ê bi berxwedaneke dîrokî bersiv dan. Ji aliyê îdeolojîk ve qirkerî mêtingerî têk birin. Di atmosfereke wiha de wê Rêber Apo rêbertiya xwe diyar bikira. Li dijî êrişên navbera salên 1980 û 84'an, bi îradeya rêberekî mezin bersiv da tasfiyekariyê û rastiya rêbertî nîşan da. Pêvajoya ku rastiya rêbertî lê ispat bû ev pêvajo bû. Di vê pêvajoyê de rêberekî ku li ser piyan ma û pêşengî ji têkoşînê re kir êdî nepêkan bû ku têk biçe. Pêşiya PKK'ê ya ku di navberan salên 1980-84'an de li ser piyan be ji aliyê îdeolojîk, siyasî û leşkerî ve heta dawiyê vekiribû.

Serketina îdeolojîk û rêxistinê ya li hemberî 12'ê Îlonê hatin bidestxistin, di demeke kurt de veguherî pêngaveke leşkerî û siyasî. Di encama vê de di sala 1990'î de şoreşa civakî pêk hat. Dema ku serhildan pêk hat, bi şoreşa civakî, demokrasî, siyasî û çandî re Rêbertî got, vejîn temam bû, dor hatiye rizgariyê. Gelê Kurd bi pêşengiya têkoşîna vî rêberî bi karakterekî şoreşger demokratîk derkete ser dika dîrokê. Gelê Kurd di dîroka xwe de yekemcar bi jin, ciwan, extiyar û zarokan veguherî îradeyê. Li şûna dîroka têkoşînê ku çîna serdest pêşengî jê re dikir, lê pêşketin jê nebû; dîrokeke nû ya têkoşînê afirand ku gel têdikoşe û pêşketinan diafirîne. Bi vî rengî dawî li qedera reş a gelê Kurd anîn. Ev şoreşên li Bakurê Kurdistanê pêk hat ku xwedî nifûsa herî mezin a cografya Kurdistanê ye, rastiya gel a li ser vê bingehê, ji bo parçeyên din ên Kurdistanê pêvajoyeke nû ya têkoşîna siyasî da destpêkirin. Di destpêkirina pêvajoyeke wiha ya têkoşînê de ku dînamîkên gelê Kurd hemû xiste nava liv û tevgerê,  mohra rastiya vî rêberî heye.

DÎROKA HILWEŞÎNA MÊTINGERIYA QIRKER Û MODERNÎTEYA KAPÎTALÎST

Rastiyeke bi vî rengî ya Kurdên azad û xeta têkoşînê ne tenê mêtingerên qirker tirsand, di heman demê de hêzên modernîst kapîtalîst jî tirsand ku li Rojhilata Navîn xwe dispartin hêzên noker û hewl didan hegemonya xwe pêk bînin. Komploya ku di sala 1999'an de di asta navneteweyî de pêk hat, li dijî afirandina jiyana demokratîk û azad a li Kurdistanê û Rojhilata Navîn bû û bi vê armancê xwestin ku Rêberê rê li ber pêşketinên girîng vekiriye tasfiye bike. Rêber Apo bi şoreşa herî mezin a wijdan û zîhniyetê ersiv da vê komploya navneteweyî. Têkoşîna demokrasî û azadiya civakî ya mirovahiyê heta niha meşand, veguheran projeyek azadiya civakî û senteza watedar. Bi vî rengî ev yek bû destpêka dawiya modernîteya kapîtalîst ku temsîla dawî ya sîstema dewletperest, desthilatdarîperest û serdestiya mêr dike. Ya ku niha û pê ve hate nivîsandin dîroka hilweşîna modernîteya kapîtalîst û mêtingeriya qirker bû.

Rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd her wiha ji bo gelên Rojhilata Navîn û tevahiya mirovahiyê bû rêberê demokrasî û azadiyê. Demokratîkbûna Rojhilata Navîn, rizgariya mirovahiyê ji modernîteya kapîtalîst û xwegihandina li jiyana Modernîteya Demokratîk a li ser bingeha konfederalîzma demokratîk û sosyalîzma demokratîk wê bi saya paradîgmaya civaka demokratîk ekolojîk azadîparêziya jinê ya Rêber Apo bibe. Lê belê ji ber ku ku pêşketina herî mezin li rastiya gelê Kurd û Kurdistanê berbiçav bû, ev yek nîşan dide ku Rêbertî ji bo gelê Kurd tê çi wateyê.

Rêber Apo hîn ji roja destpêkê ve jiyana heyî ya gelê Kurd qebûl nekir. Gelekî bi hêrs bû ku mêtingerî û serîtewandina li ber qirkeriyê weke qeder dihate dîtin. Gelê cografyaya ku civakîbûna destpêkê, mirovahiya destpêkê, hucreyên bingehîn ên çandî yên mirovahiyê lê hatin danîn, diviyabû ne di vê rewşê de bûya. Bi welatparêziya xwe ya kûr û dilxwaziya xwe ya mezin a azadiyê li ber vê rewşê rabû, qebûl nekir. Ev jiyana li Kurdan hate ferzkirin weke jiyaneke lanekirî ya gelekî pîroz nirxand. Rexneyên cidî li jiyana heyî ya Kurdan kir. Serdestên Kurd ji vê yekê berpirsyar dît û rexneyê gelekî cidî li wan kir. Lê belê jiyana heyî ya KUrdan rexne kir, red kir û bi rengekî eşkere nîşan da ku bi vî rengÎ nayê qebûlkirin. Di heman demê de jiyaneke bedew destnÎşan kir. Heta ku rexneyên bingehîn û redkirina bingehîn nebe, rastiya Kurd a azad nedihat afirandin, rastiya gelekî ji bo azadiyê şer bike nedihat afirandin, hebûn, azadî û jiyana demokratîk a Kurdan nedihate afirandin. Rexneya bingehîn a Rêber Apo li rastiya Kurdan, redkirina jiyana heyî,encama  welatparêziya mezin, hezkirina mezin a li gel û dilxwaziya azadiyê bû.

JIYANA AZAD BI BILINDKIRINA PÎVANÊN KURDAN DIKARÎBÛ PÊK BIHATA

Dijmin dijmin e, bi hêrsa li dijmin encamek bi dest nedihate xistin. Diviyabû mirov ji dijmin aciz bibûya, jê hêrs bibûya, lê belê heta ku rexneya Kurdan, redkirina vê yekê û destnîşankirina pîvanên nû nehatibûya destnîşankirin wateya vê nedibû. Jiyana demokratîk û azad tenê bi bilindkirina pîvanên Kurdan, bi xurtkirina dilxwaziya azadiyê dibû. Taybetmendiya herî berbiçav a Rêber Apo ev bû. Heta ku rastiya heyî ya Kurdan li erdê nehatibû xistin, jiyana xwe ya heyî nehatibû redkirin, xwe neheşandibûya, rewşa xwe qebûl nekiribûya û ji vê jiyanê şerê nekiribû, rastiya Kurdên azad nedihate afirandin, nirxên bedew ên Kurdan, zindîbûn û rengîniya Kurdan nedihate kifşkirin. Ji ber vê yekê diviyabû rexnekirin ji xwe dest pê kiribûya. Qanûna serhildana Kurdan û ji nû ve vejînê ev bû. Ya ku Rêber Apo kir ev bû. Dîrokiya jiyana Kurdan rexne kir, nirxand ku çima ketiye vê rewşê. Gelekî ku pîrozmendî afirand çawa dibû ku ketibû vê rewşê? Diviyabû ev bihata fêhmkirin, aliyên xwe yên lawaz bihata çareserkirin.

Rêber Apo, hewldana jinûve afirandina Kurdan di şexsê xwe de, afirandina karakterê gelekî ku dayiktî ji civakîbûnê re kiriye, kir armanca bingehîn a jiyana xwe. Ji bo Kurdan bike gelekî ku nirxên herî bedew ên mirovahiyê di nava xwe de vedihewîne û bi vê rûmetê dijîn, emrê xwe feda kir. Kêliyeke bi tenê ya temenê xwe jî li derveyî vê armancê nejiya. Jiyanek xwe ji bo xwe nebû. Jiyana xwe tenê ji bo gelê xwe jiya. Ji bo afirandina jiyaneke demokratîk û azad jiyana xwe derbas kir. Her kêliya jiyana Rêber Apo bi vê rastiyê hatiye dagirtin û watedar bûye. Ev jiyan wê ya azad û demokratîk bûya, ya jî qet nehatibû jiyîn. Felsefeya vê yekê destnîşan kir.

Bêguman hebûna Kurdan bi hezaran salî ye. Gelek e ku civakîbûn di asta herî bilind de jiya ye. Ji ber ku dewlet nas nekiriye, di genên wan ên civakîbûnê de qirêjî kêm e. Lê belê ketina modernîteya kapîtalîst di du sed salên dawî de li Rojhilata Navîn, her wiha netewe-dewlet a ku çandên cihê tine dike, ji bo Kurdan bûn fermana mirinê. Ev fermana mirinê di 1'emîn Şerê Cîhanê de bi parçekirina Kurdistanê bi çar parçeyan li ser bingeha qirkirinê kete meriyetê. Di salên 1970'î de Kurd êdî li ber mirinê bûn. Rastiya Rêber Apo destwerdaneke mezin a şoreşgerî ye li vê rewşê. Kurd ji kêleka zinaran rizgar kir. Îsyana nirxên bedew ên mirovahiyê, civakîbûn û dîrokê di şexsê vî Rêbertî de pêk hatiye. Di şexsê Rêbertî de mirov dikarin bêjin ku îsyana civakîbûnê ya dîrokê pêk hatiye. Rêbertî bû sembola vê îsyanê. Bêguman weke Kurdekî ku hay ji xwe û civakîbûna xwe çêbûye. Bi vê têgihiştinê her roj xwe ji nû ve diafirîne û temsîla vê dike.

HER ÇALAKIYA CIVAKî, HER SERHILDAN JINÛVE AFIRANDINA KURDAN E

Kurd ku gelê cografya şoreşa neolîtîk e ya bi pêşengiya jinê pêk hat, di şexsê Rêber Apo de nirxên dîrokî û bedewiyên dîrokî rakir ser piyan. Gelê Kurd bi dehan sal in di xeta vî Rêbertî de têdikoşe û xwe diafirîne. Her çalakiya civakî, her serhildan Kurdan ji nû ve diafirîne. Bi her serhildanê re Kurd li rastiya xw,e li çanda û karaktera xwe nirxên nû zêde dike. Yên ku serhildan afirand jî têkoşîna gerîla ya bi keda mezin a Rêber Apo ye. Ji ber vê yekê têkoşîna gerîla ne tenê têkoşîneke leşkerî ye li dijî dijmin tê meşandin. Ne tenê çalakiyên li dijî yekîneyên leşkerî û qereqolan e. Çalakiyên li dijî paşverûtiya xwe ye, çalakiya şoreşa neteweyî, şoreşa civakî, şoreşa çandî, şoreşa civakî, şoreşa demokratîk e. Şerê gerîla xwedî karakterekî xurt ê civakî, siyasî, çandî û neteweyî ye. Li tevahiya cîhan ti têkoşîna leşkerî û şerê gerîla di vê astê de nîne. Bi kurtasî di rêza destpêkê ya şerê gerîla yê xwedî vî karekterî de, têkoşîna şervanên azadiyê yên Kurdistanê heye.

Têkoşîna ku Rêber Apo 50 sal in dimeşîne îro li cîhanê gelê ku xwedî karakterê demokratîk û azad ê herî xurt e afirandiye. Gelê Kurd ê beriya 50 salî ku li paş mabû, niha gelê azadîparêz û demokratîk ê herî pêşketî yê cîhanê ye. Gelê Kurd îro bi vê rûmetê dijî.

Jinên u pêşengî ji civaka neolîtîk re kir, îro li ser koka xwe ne tenê pêşengiyê ji demokrasî û têkoşîna azadiyê ya li Kurdistanê re dikin, di heman demê de bûne ruhê demokrasî û azadiyê ya têkoşîna azadiyê ya li cîhanê û şoreşa demokratîk a li Rojhilata Navîn. Ya ku gelê Kurd herî bedew û hêja dike ev taybetmendî ye. Sedsala 21'ê di serî de li Rojhilata Navîn û Kurdistanê wê bibe sedsala jinê ya li tevahiya cîhanê. Ev jî tê wê wateyê ku bibe sedsala Kurdan.

Sal û sed sal hene ku di dîroka gelan de nirxên bingehîn û karakterên gelan diafirînin. Karakterê bingehîn ê Kurdan jî ew e ku li cografya civaka neolîtîk dijî. Ya ku çand û karaktera Kurdan pêk anî, jiyana civakî ye ku bi civaka neolîtîk dest pê kir û dewam kir. Salên ku karakterê Kurdan bi şoreşa bingehîn û guhertina kûr û berfireh dike, bedewiyên dîrokî hîn bêhtir watedar dike û bedew dike van 50 salên dawî ne. Di n ava 50 salên dawî de Kurdan nirx li nirxên xwe, bedewî li bedewiyên xwe zêde kiriye, guhertinên ku di karaktera xwe de nirxên bedew ên mirovahiyê sentez dike afirandiye. Kurd bi vî Rêberî li ser koka we ji nû ve vejiya ne.  Vê vejînê di her rojên 50 salên dawî de nirxên nû li xwe zêde kiriye, hîn bedew bûye û veguheriye rastiya gelekî ku li nava tevahiya mirovahiyê dibirqîne. Bêguman mêtingerên qirker hewl didin vê rastiya gelê Kurd bitepisînin, Kurdan bikin kole û bedewiyê ji holê rabike jî, îsyana civakî ay dîrokî, têkoşîna 50 salî û berhemên wê, wê firsendê nede vê yekê. Mîna ku Rêber Apo dibêje; teşiya Kurdan wê bigere û Rojhilata Navîn bigihîne şaristaniya demokratîk.